Rewşa zarokê bi guleya leşker birîndar bû giran e

 Rewşa zarokê bi guleya leşker birîndar bû giran e

 

  

 

  

 

 Rewşa Yusuf Bariş ê 13 salî ku 3 roj berê li navçeya Qubînê bi guleya leşker ji çavê xwe ve birîndar bû hêj giran e.

 

 
10/01/2011

 

 

 

 

Rewşa Yusuf Bariş ê 13 salî ku 3 roj berê li navçeya Qubînê bi guleya leşker ji çavê xwe ve birîndar bû hêj giran e.
Bariş ku niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê tê dermankirin rewşa wî hêj giran e. Dermankirina Yusuf Bariş ku li Beşa Lezgîniyê ya Nexweşxaneya Lêlokîn û Perwerdehiyê ya Amedê dimîne hêj didome. Bariş ku ji çavê xwe yê rastê ve birîndar bû talûke ku çavê xwe winda bike heye. Dayika Bariş, Azîme Bariş bertek nîşanî rayedarên leşkeriyê da û wiha got: “Dema ez li malê bûn dengê teqînê hat. Piştî ku ez derketim derve min dît kurê min di nava xwînê de ye. Min ji kurê xwe pirsî çi bûye? Kurê min jî got ‘Min bi leşkeran re nîqaş kir û leşker jî gef bi min xwarin. Dema min got tu çima gefan li min dixwe wî jî gule bera min da’ Leşker kurê min birindar kiriye. Divê hesabê vê yekê bê dayîn.” Bariş, anî ziman ku parçeyê guleyê li çavê wî ketiye û çavê wî teqandiye. Bariş, destnîşan kir ku çava kurê xwe anîn Amedê ew xistin bin emeliyatê û wiha got: “Her çend kurê min talûkeya mirinê ji ser xwe avêtibe jî rewşa çavê wî pir xerab e. Dibe ku çavê xwe winda bike.”
Bariş, bertek nîşanî hebûna lojmanên leşkeriyê da û xwest di demek nêzîk de lojnamên leşkeriyê ji nava taxê derxin. Her wiha piştî ku îfadeya leşker hate girtin jî hate zanîn ku leşkerê nobedar, gotiye ‘çeka min bi xeletî teqiya ye.” Li gorî rayedarên leşkeriyê ji gotin, wan îfadeya leşker girtiye ku bêhemdî gule teqiyaye û bûyer bi şaşitî çêbûye.” ÊLIH

 

 
450

Yorum bırakın

Henüz yorum yapılmamış.

Comments RSS TrackBack Identifier URI

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s