Netewe dewlet

Netewe dewlet
16/12/2010 – 08:09

Abdullah Ocalan
Şoreşgerên di sedsala 19’emîn û 20’emîn de di mijara desthilatdarî û forma wê ya berçav û modern ango dewleta netewe de xapiyan, sedema sereke ya binketinên wan jî ev e.
Şoreşgerên di sedsala 19’emîn û 20’emîn de di mijara desthilatdarî û forma wê ya berçav û modern ango dewleta netewe de xapiyan, sedema sereke ya binketinên wan jî ev e. Di çareserkirina pirsgirêkên civakî de weke xeleka bingehîn xwe gihandina desthilatdariyê didîtin. Di bernameyên wan de hedefa pêşî xwegihandina desthilatdariyê dihat nîşandan. Bi tevahî şêweyên têkoşîna wan bi vê perspektîfê ve hatibû girêdan. Lê jixwe desthilatdarî bi xwe azad nebûn, ne wekhevî û antî-demokratîzm bû.
Amûr xwediyê wan xisletên kevneşopiyê ne ku dikarin her şoreşgerê herî li ser xwe jî nexweş bixîne. Jixwe der barê desthilatdariya amûrê rizgariyê dihesibandin tu analîza wan a dîrokî-civakî tunebû. Qet neanîn ziman ku di tevahiya dîrokê de desthilatdarî çawa pêk hat, di kîjan qonaxan re derbas bû, têkiliya wê bi dewlet û ekonomiyê re çi bû, di nava şaristaniyan de bi kîjan rolan rabû û di nava civakê de çawa cih girt. Bawer dikirin ku bikeve destê şoreşgeran wê weke ‘çoyekî bi sêhr’ bi ku ve bibe, ew dever ê veguherîne buhuştê. Bi kîjan pirsgirêkê bikin, wê biketa rê û çareser bibûya. Şêwazê dîktatoriyê jî dikarîbû bal bikişanda. Li hemberî dîktatoriya bûrjûwaziyê dîktatoriya proleteryayê hatibû îlankirin. Ji vê çêtir mirov xwe bi xwe nedixist feqê. Têkoşîna qehremanan a sedûpêncî salî, di giravên desthilatdariyê de xeniqîn, çûn. Di dawiyê de amûrê weke desthilatdariyê di destê wê de ma, hat fêhmkirin ku mekanîzma kapîtalîzmê ya herî paşverû, antî-demokratîk, ne azadî û ne wekhevî ye. Lê gelek tişt ji dest çûbûn. Nexweşiyeke desthilatdariyê ya mîna di dîroka Xiristiyantiyê de xwe dubare kiribû.
Nêzîkbûna ji dewleta netewe re hînê rewşeke bi felaket bû. Ev Levîathanê modernîteyê yê herî miletgir, cinsiyetparêz, dîndar û bi zanistê hatiye strandin ji bo têkoşînê weke hîm û çarçoveyeke rast dihat qebûlkirin. Li hemberî Konfederalîzma Demokratîk dewleta netewe ya navendî weke amûrekî pirsgirêkan çareser dike û pêşverû ye, hat qebûkirin ango weke armanceke rast hat pêşkêşkirin.
Nava desthilatdariyê bi miletgiriya yekreng, civaka cinsiyetparêz, dîndariya fanatîk û zanista pozîtîvîst hatibû tijî kirin û nepixandin. Hat fêhmkirin ku dewleta netewe hîmê wê avahiyê ye ku di dîrokê de welatiyê herî sosret afirandiye, civak bi tevahî di nava dewletê de helandiye û di encamê de biriye faşîzmê. Ev dewleta netewe bi tu awayî ji hev nehatiye derxistin û analîzkirin. Ev amûra ku desthilatdariyê dawerivand heta bi çeperên civakê, kengî bû tercîha sosyalîzma zanistî jî çarenûsa sosyalîzmê diyar bû.
Jihevdeketina fermî di sala 1989’an de formalîteyek bû. Kengî xisleta demokratîk a Sovyetê di destpêka Şoreşa Cotmehê de ji dest çû, diviyabû diyar bibe ku ya biwelide wê ne sosyalîzm, lê kapîtalîzm be. Rizgariya neteweyî, ya mirov jê bi hêvî bûn neda, ev yek jî ji nêz ve têkildarî vî şêweyê desthilatdariyê bû. Amûrekî ku bingehê tepisandina azadî, wekhevî û demokrasiyê bû, wê çawa pê azadî, demokrasî û wekhevî bihata avakirin? Ji ber ku demokrasî weke amûrekî ku desthilatdariyê sist dike dihat dîtin hînê di destpêka desthilatdariyê de ji dewreyê hatibû derxistin.
Dewleta netewe wekî proto-faşîzmê di ser dewlemendiyên civakan tevahiya dîrokê bi destxistî re weke bûldozerekê derbas bû û hêviyên paşerojê di tariyê de difetisandin. Li dawiyê bi tenê dewleta netewe ya xwe kirî xwedê dima ku xwe bi dînekî miletgiriya pozîtîvîst a pûtperest diparast, xwe rastiya bi tenê didît û ava dikir, bê hest û zalimek e ku kare serî li qirkirinê bide. Di dîroka pênc hezar salî ya sermayê de cara pêşî ekonomî, siyaset, civak û îdeolojî bi yek destarî hatin hêran û ev hêza yekdestdariyê ya jê hat bidestxistin, bingehê pirsgirêkan tevan e.
Aşkera bû ku heta dewleta netewe weke têgîn û pratîk li dawiyê nehata hiştin, têkoşîna sosylîzmê wê xwe ji xapandinê wêdetir neçûya. Îndustriyalîzm jî weke cêwiyê dewleta netewe neyê analîzkirin, di serî de kansêrbûna bajêr, rê wê li hilweşîna hawîrdorê neyê girtin. Îndustriyalîzma ku weke hedefeke şoreşger tê nîşandan şêweyekî kara zêde yê yekdestdariya dewletê ye. Hebe nebe, mirov dikare weke sosyalîzma firewnan maneyekê bidiyê. Heta jihevdeketinê YKSS, di roja me ya îro de jî sosyalîzma Çînê, weke pratîkvanên herî çor ên endustriyalîzmê, ji wan rejîman bûn ku herî zêde sîstema kapîtalîst xwedî kirin. Herdu jî bi awayekî pir hişk, bûn dewleta netewe û modernîteya endustriyalîzmê ku ev jî serketina kapîtalîzma lîberal bû.
Sîstema xwe weke serdema fînansê, gelekî ekonomîk nîşan dide, ji bo mirov wê fêhm bike, divê timî wê berepaş bixwîne. Heye ku mirov ji vê rêbazê gelekî hîn bibe. Wexta ku ew fînans dibêje; divê mirov desthilatdariyeke heta çeperên civakê belavbûyî fêhm bike, wexta ew ekonomî dibêje divê mirov a li derveyî ekonomiyê û dijberiya wê fêhm bike, wexta ew neolîberalîzm dibêje, divê mirov muhafezekariyeke hişk fêhm bike û ev yek jî wê me bigihîne şîroveyên hînê rastir.
Yekdestdariya fînans, îndustriyalîzm û dewleta netewe amûr in ku ne bi tenê modernîteya kapîtalîst, pêşiyê li jihevdeketina avahiya şaristaniya pênc hezar salî jî digirin. Ji bo karibin xwe bi awayekî mayînde ji nû ve ava bikin wê alternatîfên xwe neçarî gavavêtinên kêm û şaş bikin, di nava xwe de wan kedî bikin, bê tesîr bikin û wan weke sîlehê bi kar bînin.

Şerê li dijî kapîtalîzmê

Şerê li dijî kapîtalîzmê
23/12/2010 – 07:57

Abdullah Ocalan
Tevgerên çandî, femînîst û hawîrdor-ekolojîk pêş ketin, bi perspektîfên xwe yên pêşî yên antî-modernîst riyeke nû vekirin. Bêyî xwe bispêrin desthilatdariyê vegotina têkoşîna wekhevî, azadî û demokratiyê xurt kirin
Li hemberî barbariyên serdema kapîtalîst qebîle û ezbetên pêşî ku xwestibûn wan li ber mêtinkarî û nîv-mêtinkariyê stûtewendî bikin, li ber xwe dan û serî rakirin. Qebîleyên Çermsoran ên li Bakurê Amerîkayê û şaristaniya Aztek a li Başûrê Amerîkayê heta dawiyê li ber xwe dan. Şaristaniyên Asya û Afrîkayê, qewm û qebîleyên wan, şaristaniyên Çîn, Hindistan û Hebeşistanê bi hezaran qebîleyî timî serîhildan û berxwedanên xwe dewam kirin. Hînê bi awayekî serwext û rêxistinkirî, piranî jî bi şêweyê tevgerên rizgariya neteweyî yên sedsala 20’emîn, kêm be û hinekî xapiyayî bin jî serketinên gelekî girîng bi dest xistin. Di hundir de hişyarkerên mezin jî pêvajoya proleterbûnê bi xwe bû. Çawa ku tê zanîn di piyaseyê de bi awayekî azad firotina keda xwe mirov ji serftî û nîv-koletiyê xilas nake; berevajî, mehkûmiyeteke gelekî zalimane ya koletiyekê ye, ji bilî heqdestekî tu çareya xwe nîne. Bi qasî peyde   nekirina kar, timî heqdesta kêm, karekterê rejîma nû ya zordar nîşan dide ku gelekî ji ya berê  xirabtir e.
Bi tevahî serhildanên mezin ên li dijî kapîtalîzmê ji bo karkerên bi vî rengî nebin çêbûn. Ev serhildan ne têkoşîna karkerbûnê ne, têkoşîna ji bo karkernebûnê ne. Bi danasîneke şaş gotina ‘Bijî têkoşîna karkeran’ û gotina ‘Bijî koletî’ yek tişt e. Ya rast û ya jiyan jî destekê dide ew e ku divê mirov li ber mehkûmetiya bi heqdestê rabe. Ev serhildanên nîv-dezgehdaran û nîv-gundiyan ku weke lod û gidîşan xweber mezin bûn, timî bi dîroka kapîtalîzmê re di zikhev de ne. Rewşenbîrên ji paşeroja nîzama feodal bê hêvî bûn û texmîn nedikirin ku wê nîzama nû ya paşerojê çawa be, misêwa li welatekî rojê geriyan. Utopyagerên pêşî tu carî xeber ji kapîtalîzmê nedan. Berevajî, li dijî vê kabûsê bi paşerojeke tijî hêvî rabûn û xeyal be jî xwe paşve nedan ji bo di vî warî de projeyên xwe pêşkêş bikin. Serdema gavavêtina kapîtalîzmê di heman demê de di serî de Saint Simon, Campanella, Fourier, Erasmus û gelek utopyagerên mezin û nifşekî qehremanan   ji bo wekhevî, azadî û nîzama komin têkoşiyan.
Bi pêşengiya K. Marks û F. Engels cara pêşî li dijî kapîtalîzmê ala têkoşîneke bingehê wê zanist hat hildan. Herçiqas di hinavê wê de şaşî û kêmasiyên girîng hebûn jî di bin navê sosyalîzma zanistî de dijberiyeke sîstemê ya sedûpêncî salan bajo û bibe xewneke xeternak a kapîtalîzmê, pêk hat. Qehremaniyên gelekî mezin hatin nîşandan. Çeperên gelekî girîng hatin bidestxistin. Heftê salan bû îdeolojiya fermî ya YKSS’ê. Çîna parzemînê rakir ser piyan. Ji tevgerên rizgariya neteweyî re bû îlham. Bêşensiya vê tevgera li dijî sîstemê ew bû ku nikarîbû modernîteya kapîtalîst ji hev derxîne û nikarîbû bi awayekî radîkal xwe ji wê qut bike. Paradîgmaya wê ya zanistî, pozîtîvîst bû. Şaristaniya dewletdar û rêûresma desthilatdariyê ya di şaristaniya kapîtalîst de dewam kir, pirr zêde fêhm nekirin. Lê dîsa jî ji zû ve heq kirin ku bibin yek ji kevirê çarqozî yê şaristaniya demokratîk.
Divê mirov antî-kapîtalîstiya anarşîstan tu carî biçûk nebîne. Di serî de Proudhon, Bakunin, Kropotkin û yên weke wan şoreşgerên gelekî hoste bûn; rexne li sîstemê dikirin û hewl didan wê bi demokrasiya komin re bikin yek. Azadî û komin gelek tiştan deyndarê wan e. Tevgera anarşîstan jî nikarîbû bi temamî bingehê desthilatdarî û şaristanî li ser bilind dibû bibîne, nikarîbû qalibên modernîteyê bişkîne û wan jî kapîtalîzm bi tenê weke sîstemeke ekonomiyê dît. Xalên me jimartin kêmasiyên wan ên bingehîn bûn û noqteyên sereke bûn ku têde xapiyabûn.
Tevgera ciwan-rewşenbîran a di sala 1968’an de ji nişkê ve derket pêş, di ketina serdema fînansê de tevgera herî mezin a protestoyê bû. Her çend aliyê wê yê utopîk li pêştir bû jî li dijî serdema herî qirêj û tarî bû meşaleya azadî û rohniyê. Piştre tevgerên çandî, femînîst û hawîrdor-ekolojîk pêşketin, bi perspektîfên xwe yên pêşî yên antî-modernîst riyeke nû vekirin. Bêyî xwe bispêrin desthilatdariyê vegotina têkoşîna wekhevî, azadî û demokratiyê xurt kirin. Li dijî sermayedariya global gav û navê civaka global weke dijberên sîstemê hat bihîstin, bi rexneyên der barê rabihuriyê de li xwe kirin, cara pêşî bi awayekî bi rêkûpêk bi têgihiştineke dîrokî û civakî xwe xurtkirin, bi veqetîneke temam ji şaristaniya kapîtalîst û bi yekbûna bi şaristaniya demokratîk re karîbûn li ser riya azadî, wekhevî û komunalîzmê pêşde biçin.

Lihevhatina şaristaniya dewletdar û demokratîk

Lihevhatina şaristaniya dewletdar û demokratîk
30/12/2010 – 07:09

Abdullah Ocalan
‘Şaristanî bêyî ku li hev bikin heta hevdu tune bikin û serketinê bi dest bixin şer dikin’.
‘Şaristanî bêyî ku li hev bikin heta hevdu tune bikin û serketinê bi dest bixin şer dikin’. Çavkaniya hukmên bi vî rengî, têgihiştina diyalektîkî ya tune dike ye, û weke min di têgihiştina xwe ya felsefî de jî hewl dabû rave bikim, ez wê li gorî diyalektîka herikîna gerdûnî li cih nabînim. Her çiqas seriyên hevdu tune bikin hebin jî ya esas ew e ku dualî bi hev ve girêdayî ne, û hevdu xwedî dikin ango têkiliyeke simbiyotîk e. Di xwezaya civakê de zêdetir ev cewherê diyalektîkê dimeşe. Ji bo civakan jiyanên hevbeş esas in; li hev dikin, bêyî ku hevdu tune bikin, beramber hevdu xwedî dikin. Dîrok û aktualîte bi giranî vê xwezayê bi mînakan piştrast dikin. Şêweyên têkiliyê yên tune dikin û zêde ji xwe cihê dikin, rewşên îstîsnayî ne. Çawa ku di cîhana heywanan de şêr îstîsna ne.
Şaristaniya dewletdar û şaristaniya demokratîk bi hev re û bêyî ku hevdu tune bikin, dikarin li hevdu bikin. Ji bo vê jî şertê pêşî ew e ku şaristanî nasnameyên hevdu nas bikin û bi rêz bin. Eger aliyek li ser aliyê din nasnameya xwe bi zorê yan bi hin avantajên di destên wê de yan jî bi pêşengiya xwe hewl bide pê bide qebûlkirin, ev li hev kirin nîne, rêbaza tunekirinê ye. Di tevahiya dîrokê de ev rêbaz derdikeve pêşiya me û di roja me ya îro de jî heta bi çeperên civakan belav bûye. Ev rêbaz a şer û desthilatdariyê ye. Ewropa, hinekî jî DYA weke hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst ji rêbaza şer-desthilatdariyê ya tevahiya çarsed salan hat pêkanîn, dersên hewcê girtine û bêyî ku bi tevahî dewleta netewe (Ji ber ku sedema bingehîn a şerê hundir û derve rêxistiniyên bi vî rengî yên desthilatdariyê ne) hilweşînin, hewl didin bi şêweyên yekitiyên federal ji nû ve ava bikin. Wexta vê yekê jî dikin, argumanên weke mafê mirovan, civaka sivîl û demokratîkbûnê jî tevli dikin. Aşkera ye ku dixwazin dewleta netewe ji şêweyê wê yê hişk daxînin û nerm bikin, ango dixwazin dewletê bînin astekê ku zêdetir bi roleke çareserker rabe. Li Rûsya û Çînê jî hewldanên bi heman rengî hene. Dewletên mîna Koreya Bakur, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îran û welatên weke wan ên di hişkbûnê de israr dikin li helwestên hişk rast tên. Iraq ji bo bibe nimûne û îbret, hedef hat nîşandan. Êdî dixwazin ji vê rewşa kaotîk dibe û ji krîzê bi xisareke kêm û hindik birînan derkevin.
Tê guftgûgokirin ka gelo sîstem mîna Romayê bûye xwedî împaratoriyekê. Bêguman ji Romayê bi tesîrtir xwediyê rêveberiyeke global e. Çi hegemonîk, çi jî împaratorî be, hêza vê îradeyê xwediyê giraniyekê ye ku cih ji nîqaşê re nahêle. Timî wê hewl bide sîstema xwe restore bike û li ser piyan bihêle. Nîzamên parzemînî yên mîna Yekitiya Ewropayê ji bo Asya, Afrîka û Amerîkayê jî di rojevê de ne. Ji bo Rojhilata Navîn, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêşde dibin. Difikirin ku Neteweyên Yekbûyî NY reforme bikin. Ji nû ve sererastkirinên civakî, çandî û ekonomîk misêwa di rojevê de ne. Ango li hemberî me û sîstema şaristaniyê ya em di nava wê de têne ajotin, her çend di serdema xwe ya herî kaotîk de be jî vala nasekine.
Eger bê pirsîn ka gelo refleksa wê ya lihevhatinê heye yan na, ez ê bibêjim vê rêbazê jî hîç kêm nake. Jixwe di dîroka xwe de rêbaza misêwa serî lê dide û encamê jê digire, ev rêbaz e. Sîstem ên hemberî wê çiqasî bê însiyatîfa rêxistin, têgihiştin û azadiyê be, her tim ji pêvajoyên lihevhatinê serketî derketiye. Di mînaka sosyalîzma pêkhatî de bi vê rêbazê di serî de YKSS û Çîn bêtesîr kiriye. Modernîzmê qelsiyên wan ango dewleta netewe, îndustriyalîzm û pozîtîvîzm bi kar anî û ev serketin bi dest xist. Rizgariya neteweyî û sosyal-demokrat hînê bi hêsanî asîmîle û bêtesîr kirin. Karîbû tevgerên mîna anarşîst, femînîst, ekolojîst û hin tevgerên radîkal jî marjînal bike.
Tevî van nîşaneyan hemûyan jî hêza sîstemê her tişt nîne. Ji vê jî wêdetir di dema xwe ya herî qels de ye. Eger bereya şaristaniya demokratîk, destketiyên hînê dixwaze, yên hewce û heq kirine nikare bi dest bixe, sedema vê ya bingehîn ew e ku şoreşa paradîgmaya pêdivî pê heye (nêzîkbûna zanistî ya bingehîn) hînê bi temamî nekiriye û nikarîbûye xwe bigihîne hêza têrê dike ya bername, rêxistin û çalakiyê. Ev ne ew hedef in ku mirov nikaribe bi dest bixe û nikaribe xwe bigihîne wan. Tevgera şaristaniya demokratîk dikare li nasnameya xwe ya rastî xwedî derkeve ango li azadî, wekhevî û demokrasiyê, dikare analîzên xwe yên dîrokî-civakî bike û bi vî awayî şêweyên xwe yên bername, rêxistin û çalakiyê yên di asta dinya, herêm û xwecihî de ava bike. Konfederalîzma Demokratîk a Dinyayê; ji bo Asya, Afrîka, Ewropa û Awûsturalyayê weke konfederalîzmên demokratîk ên herêmî dikarin di rojevê de cih bigirin. Nexasim ji bo Rojhilata Navîn, projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn ji bo derketina ji rewşa kaotîk a heyî dikare bibe xebateke manedar.
Divê mirov xwe ji helwestên taktîk ên weke ‘yan hemû yan jî hîç’ dûr bigire, dîsa helwestên weke heta dawiyê şoreş an jî şer û dijberê wan helwesta Hz. Îsa heta dawiyê aştî, li hemberî diyardeya desthilatdariyê ya komplîke û kevneşopiyê nikarin bi tesîr û serketî bibin. Divê mirov berxwedan, serhildan û xebatên avakirinê bike şêweyekî jiyanê, bêyî ku însiyatîfa azadiyê ji dest berde bi tevahiya hêzên sîstemê re li her cihî û demê li hev bike, ev rêbazek e ku wê zêdetir pêşde bibe û bi ser bixe. Lê divê ez dubara bikim ku şaristaniya demokratîk nasnameya me ye û mirov dikare li hev bike, lê bi ŞERTÊ ku divê em zanibin xwe di nava şaristaniya dewletdar de tu carî nehelînin, ji dest nedin, xwe ava bikin û biparêzin.

Kapîtalîzm krîza civakî ye

Kapîtalîzm krîza civakî ye
13/01/2011 – 07:54

Abdullah Ocalan
Çawa ku tê zanîn, nîzama sermayedariyê berhemê kapîtalîzma çarsed salên dawiyê nîne, berhemê şaristaniya dewletdar a pênc hezar salî ye.
Çawa ku tê zanîn, nîzama sermayedariyê berhemê kapîtalîzma çarsed salên dawiyê nîne, berhemê şaristaniya dewletdar a pênc hezar salî ye. Berhemê zêde yê bi cotkariyê derket holê bingehê madî yê pêkhatina sermayê ye. Rêxistiniya xwe ya destpêkê di zemînê perestgehan de meşandiye. Di vê sîstemê de li qatê jor xwedê ango rêveberê jor hebû, li qatê navîn hêza rewaker rahib ango alîkarê rêveberê jor; qasidê têkiliyên evdan û civakan hebû, li qatê jêr jî koleyên bi nanozikê dixebitîn hebûn. Vê sîstemê heta roja me ya îro timî xwe mezin kir, pir kir, cihê kir û li xwe zêde kir û hat. Li gorî analîza dawî bajarbûn, çînayetî û dewletbûn berhemên berhemê zêde ne. Civak berhemê zêde pir dike û timî li ser vî hîmî kar dabeş dike, qonax bi qonax dike, bi hêzê techîz dike, dixe pozîsyona êrîş û parastinê û ev hemû diyardeya şaristaniyê îfade dikin û ev yek jî têkiliya wê ya bi sermayê re aşkera nîşan dide. Di çarçoveya maneyeke teng de xwe weke ekonomiyeke di demên kin de pir dike, bi nav dike û di çarçoveya maneyeke fireh de xwepirkirina wê xwediyê heman maneyê ye. Çawa ku komkirina rojane ya bazirgan sermaye be, berhemê zêde yê yekdestdarê axê ango dewleta cotkariyê jî bi hêsanî mirov dikare weke sermayeyê bi nav bike.
Dîrok nîşan dide ku serdema bazirganiyê ji şaristaniyê hînê demdirêjtir e, û ji serdema Ûrûkê B.Z. 4.000 salî heta roja me ya îro ango şeş hezar salî ye. Şaristaniya bazirganiyê li gorî şaristaniya cotkariyê di dereceya duyemîn de maye, û ji aliyê zeman û mekan ve car caran rê li şaristaniyên bi heybet ên bajaran vekiriye, lê di nava civakan de zêde eleqe nedîtiye. Di vê de karektera wê ya di karê de îstîsmarker bi roleke girîng radibe. Zêdetir di goşeyên tenha û dehlîzên dîroka civakî de ji xwe re cih dîtiye. Di tevahiya serdemên şaristaniyê de mezinbûna xwe misêwa dewam kiriye. Sektora bazirganiyê di dîrokê de cara pêşî P.Z. di navbera sedsalên 13-16’an de li bajarên Îtalyayê, di navbera sedsalên 15-18’an de li tevahiya bajarên Ewropayê dibe hêzeke hegemonîk û di derketina şaristaniya Ewropayê de bi roleke bingehîn radibe. Tevî ku di civaka nû de dibe aktor, platforma siyasî jî dixe bin bandora xwe. Talanên mêtinkariyê û yekdestdarên mezin ên bazirganiyê di zêdebûna sermayê de bi roleke diyarker radibin. Zanîbû çawa tevgerên Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê bixe bin bandora xwe.
Di sedsala 19’emîn de bi şoreşa pîşesaziyê re endustrî bû qada bingehîn a kara sermayeyê. Kengî hilberandin, gera sermayeyê û bikaranîna mal ket kontrola yekdestdarên pîşesaziyê, ev yek bû asta herî jor a şaristaniya Ewropayê. Vê rewşê li hundir rê li çînayetiyê, li derve jî rê li şerên rizgariya neteweyî vekir. Îdeolojiya hegemon a sîstemê herdu tevgerên berxwedanê di berdêla tawîzên hundir ên sîstemê de bê tesîr kirine. Di dawiya sedsala 20’emîn de di serî de pirsgirêkên hawirdor û bajaran, krîzên endustriyalîzmê rê li wan vekirine êdî xwedî karekterê avabûnê ne. Encama vê jî serdema fînansê bû. Ev serdema ku sermaye ji hilberînê û pere jî ji rezervên xwe yên zêr xilas bûye û bi temamî bê serobinî bûye, veguheriye krîza topyekûn a pêvajoya şaristaniyê. Potansiyela civakî ya sermayeyê qediyaye û xwe weke sîstemên ferazî nû dike û hewl dide dewam bike. Nîzama kar-sermayeyê ya ketiye rewşa ku xwe dispêre qeydkirina kaxizan, misêwa hewl dide biceribîne civakê bi krîzan bê refleks bihêle. Diyardeya jê re pêngava global a sêyemîn tê gotin, ya rastî qonaxa sêyemîn û dawî ya şaristaniyê ye. Ev jî bi qonaxa pêsîrtengiya strukturel re eleqedar e.
Di cih de ye ku em serdema kapîtalîzmê weke krîza civakî bi nav bikin. Me weke tezeke bingehîn destnîşan kir ku ji kapîtalîzmê re şaristaniya ekonomîk tê gotin, lê ew ekonomî nîne, yekdestdariyeke hêzê ye, ji derve tê, xwe ferz dike û nabe rewa bê qebûlkirin. Li ser diyardeyeke mîna civakê ya ji yekparebûna koman pêk hatiye, hêzeke mîna kapîtalîzmê herî egoîst, berjewendîperest û şerûd serdestiya xwe çêkiriye û ev jî di dîrokê de rewşeke ‘awarte’ ango ev jî dikare rewşeke bi krîz îfade bike. Serdema fînansê dihêle ku ev rastî ji gelek aliyan ve û di her parçeyê civakê de xwe nîşan bide. Eger sîstem misêwa terorê diafirîne, beşê mezin ê civakê bê kar dihêle, karkeriyê jî weke şêweyekî bêkariyê bi kar tîne, rê li civaka girse û keriyan vedike; sinaet, seks û sporê dike endustrî, û desthilatdariyê bi heta demarên zîro yê civakan belav dike, ev hemû nîşan didin ku sîstem xilas bûye, qediyaye. Hewa û atmosfereke wiha hatiye afirandin ku mîna tevahiya dîrokê û paşeroj bi tenê li ser hîmê sermayayê dikare hebe.
Sektora jê re medya jî tê gotin, rola wê ya sereke ew e ku vê civaka ferazî û sîmulakr mîna rastî be nîşan bide. Civaka divê bijî û pêk bê jî misêwa bêber, xeyalî û utopîk tê nîşandan û li derveyî rojevê tê hiştin. Sermaye, ne weke tê zanîn ekonomî ye, berevajî li serê ekonomiyê piçikiye û bûye bela. Ew têra xwe ji rê derxistiye, li şûna madeyên pêdivî bi wan heye ketiye wan qadan ku tê de kara xwe mîna gidîş û lodan zêde kiriye, ev yek bi çavsorî û çavkorî kiriye, ji ber ku ew nîzameke şîdetê û yekdestdariyeke hêzê ye.

Desthilatdarî

Desthilatdarî
27/01/2011 – 08:06

Abdullah Ocalan
Eger em pêkhatina desthilatdariyê di tevahiya dîrokê de ji hev dernexînin em nikarin xebateke baş û tekûz a sosyolojîk bikin
Eger em pêkhatina desthilatdariyê di tevahiya dîrokê de ji hev dernexînin em nikarin xebateke baş û tekûz a sosyolojîk bikin. Zanistên civakî yên dixwazin bi têgihiştina zanistên pozîtîvîst ango bi paradîgmaya wê pêşde bibin, bi temamî asê bûne. Naxwe em nikarin diyardeya mêtinkarî û şer a ev çend mezin bûye rave bikin. Nabe ku zanyarek herî kêm bi qasî alimekî dînî û exlaqparêzekî berpirsiyar nebe. Eger zanist ji mîtolojî, dîn û felsefeyê zêdetir xwediyê hêza maneyê ye û tevî ku şoreşa xwe di sedsala 17’emîn de kiriye û serketina xwe îlan kiriye, çima nikarîbû vê serdestiya xwe li hemberî diyardeya şer û mêtinkariya nedîtî nîşan bide? Mirov dikare di desthilatdarbûna zanistê de vê yekê weke sedem nîşan bide. Zanista bibe desthilatdar azadiya xwe ji dest dide.
Eger em zanistê weke şîroveya pêşketî ya maneyê bi nav bikin, em ê ev çend bi lez yekbûna wê bi desthilatdariyê re yan li ser navê zanistê weke têkçûnê yan jî em ê weke pirsgirêkeke cidî ya bi navkirina zanistê fêm bikin. Min xwest ez têkiliya vê pirsgirêkê bi pozîtîvîzmê re deynim. Tevî ku ew bi xwe dîn gelekî rexne jî dike, pozîtîvîzm ji dîn û metafizîkê jî paşdetir bi materyalîzmeke çor di zikhev de dîn û metafizîkek e, û ev yek xwe di asta bêberpirsiyariya wan de bi awayekî aşkera nîşan da. Nîşanên bêberpirsiyariya wan ev in; li dijî mêtingerî û şer tu tişt nekirin, ew pirsgirêkên xwe jî nehesibandin û paşê jî zanista desthilatdariyê bûn. Ji vir encama divê em derxin ew e ku zanist hewcedarî şîroveyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye. Min hêza xwe ya şîroveyê weke bi cihanîna qabîliyeta xwe ya maneyê di vê xebatê de ceriband. Encam bi vê ceribandinê re têkildar in.
Divê mirov desthilatdariyê weke rêûresmekê bifikire. Yek ji rêûresmên herî qedîm e. Bi tevahî yekparebûneke çalakiyan nîne ku rojane li ser civakê hukmê xwe yê hin tiştan biwelidîne hebe. Divê mirov baş fêm bike ku desthilatdarî bi serê xwe dewlet nîne. Yek ji hîmê şaşiyên gelek caran tên kirin ew e ku desthilatdarî weke dewletê û şêweyên wê tê binavkirin. Jixwe hin caran çalakiyên şeran ên zêde li ber çavan û beloq ku bi kirinên desthilatdariyê re dikin yek û pêşkêş dikin, ev yek ji şîroveyên herî oportunîst ên der barê desthilatdariyê de ne. Min têgîna ‘zilamê bihêz û xasûk’ weke formekê bi kar anî. Çawa ku di nava piyaseyan de behsa ‘destekî veşartî’ tê kirin, ev jî tiştekî wisa ye. Lê ji bo mirov bingehê desthilatdariyê fêm bike, ez yeqîn dikim ku di warê hînkirinê de qîmeteke xwe ya mezin heye. Hin caran xwe aşkera didin der û bi piranî di bin rûyê aşkera yê civakê de têkiliyên desthilatdariyê datînin, yên van têkiliyan datînin û xwediyên van têkiliyan avakerên desthilatdariyê ne.
Desthilatdarî yek ji wan diyardeyê civakî ye ku her tim domdar e, û xwe zêde dike. Zilamê jin kedî kir, belkî jî yek ji wan kesên pêşî ye ku di vê de herî zêde xwedî par e. Şamanîstan li ser hêza maneyê yekdestdarî ava kir, bûn rahib û pê re nasnameya dînî bi dest xistin û di pîrozkirina hêza aşkera ya desthilatdariyê û dayîna wê ya xisleta esrarengî de bi tesîr bûn. Mirov dikare bi tevahî têgînên xwedabûnê û mîtolojiyên desthilatdariyê bi vê grûbê ve girêbide. Vegotina dînî û mîtolojîk bi piranî di avakirin û rewakirina desthilatdariyê de pir bi tesîr e. Di rejîma bavan a hiyerarşîk de sêberiya rahib + rêveber + fermandar ew kom e ku ji bo di nava civakê de zemînê desthlatdariyê bi awayekî berfireh pêk bê, bi roleke girîng radibe. Di textdanîna pêşî ya desthilatdariyê de ew afirînerên vê rêûresmê sembolîze dikin. Ji vê demê nîşaneyên bi hêz ên desthilatdariyê mane û bi têgînên weke xwedayetî, text, bilindbûn, jihevqutbûna mirov û xwedê, biçûkxistina xwedawendan û evdîtiyê têne îfadekirin.
Desthilatdariya dewletê, şêweyekî berçav û mayînde yê desthilatdariyê ye, li ser zemînê hiyerarşîk û kedîkirina jinê û kolekirina evdîtiyê pêk tê. Ev yek, birêkûpêkkirina têkiliyên desthilatdariyê yên li civakê berfirehbûyî, wan bike xwediyê asteke diyar a berpirsiyariyê û bi tesîrtir û ekonomîktir bikarînana wan, îfade dike. Desthilatdarî di nava xwe de dewletê dihewîne. Lê ya di nava xwe de dihewîne ji dewletê zêdetir e. Dewlet di dîrokê de ji wan saziyan e ku xwe herî zêde kirin têgîn û ji wan saziyên yekdestdar e ku dîrokê bi xwe dide destpêkirin. Di çarçoveya analîzên dawî de mirov dikare bibêje; hêza ekonomîk a civakê ya zêde dibe nahêle bikeve rojeva siyaseta demokratîk û weke hêza desthilatdariyê hewl dide yekdestdariya xwe ava bike û bi vî awayî hewl dide berhem û nirxên zêde desteser bike. Ji bilî vê her tiştê din ê bi dewletê re têkildar e, weke mîtolojî, felsefe, dîn, zanist, şer û siyaset têkiliya hemûyan bi vê armanca bingehîn re heye. Eger dewlet komunîst be jî encam naguhere. Dewlet û desthilatdarî di civakê de fermî dibin û rewabûna xwe pêşde dibin.
Çalakî, şer û vegotinên civak dikarin manedar bibînin ji wan mijaran e ku herî zêde kesên li ser navê dewletê tevdigerin pê re têkildar dibin. Dewlet ji aliyê hiqûqî ve yekparebûna rêzik û pîvanan e. Rewşa bi pîvanan a rêûresmê ya bi hêzê palpiştiya wê tê kirin, dikare weke binavkirina dewletekê were bikaranîn. Di vê çarçoveyê de mirov dikare weke tevahiya têkiliyên neberçav ên pêşketî jî qebûl bike. Her çiqas dewlet weke dîn, despotî, qraltî, împaratorî, komarî, mutlaqiyet, neteweyî, çînî, etnîkî, hiqûqî, laîk, demokratîk û civakî jî were binavkirin û ji aliyê şiklî ve cihê bin jî di cewherê xwe de birêkûpêkirineke desthilatdariyê ne. Berçavbûyîna têkiliyan e.
Kengî bajar ji aliyê civakî ve tevlihev bibin û di warê çînî de dabeş bibin, dewlet û desthilatdarî jî di pêkanînên xwe de bi rolên sereke radibin. Lê nabe ku mirov bajar bi tenê bi dewletê re yek bibîne.
Hûrûkûrbûna dewletê li ser bajêr û di vê çarçoveyê de serdestiya wê bi awayekî berfireh li ser civakê şaristaniyê îfade dike. Rêvebirina dewletê ya bajêr hewldaneke cidî ya şaristaniyê ye. Gotineke din a berdêla şaristaniyê tê ‘medeniyet’ jixwe bajartî ye, û wesfên weke bajarî vê maneyê rave dikin. Hin xisletên şaristaniyê hene ji dewletê dibihurin. Têkiliyeke xwe ya xurt bi zeman û mekan re heye. Di nava xwe de hejmareke zêde etnîsîte, qewm, netewe, dîn, bawerî û fikran dihewîne. Dewlet kakilê şaristaniyê ye. Lê her tiştê wê nîne. Bajar jî ji bo dewletê mekanekî bingehîn e. Lê bajar jî bi tenê dewlet û heta desthilatdarî nîne. Şaristanî li mekan û zemanên cihê dikarin pir bibin. Mîna şaristaniyên Misr, Sumer, Pers, Greko-Romen, Xirîstiyanî, Îslam, Hind, Çîn, Aztek û Ewrûpayê. Ya ku hemûyan dişibîne hev bajarîtî, çînayetî û bajar e. Têkiliyên şaristaniyan ên hundirê xwe û di navbera xwe de li gorî naveroka wan a yekdestdariya aborî û siyasî, dikarin aştiyane yan jî şerane bin, dikarin vê weke parvekirineke adil qebûl bikin û li hev bên. Eger pê razî nebin, şaristanî ango dewlet weke amûreke dadê herî zêde serî li şer didin. Di navbera şer, şîdet, şaristanî, dewlet, dad û huqûqê de têkiliyeke xurt heye. Di cewherê xwe de civak û ferd li ser navê wan xwedî li çalakiyên wan derdikevin an jî kom û kesên din xwedî li çalakiyên wan ên ekonomîk, siyasî û îdeolojîk derdikevin. Şaristanî bi tevahî yekparebûna têkiliyên van rêûresm, sazî û pîvanan e. Dibe ku carinan li gorî pêkhatina şêweyê berhemê zêde û çînê jî bêne îfadekirin. Mîna şaristaniyên koledar, feodal û kapîtalîst. Jina kedîkirî + hiyarerşiya bavikan + dewlet + şaristanî = yekparebûna desthilatdariya         ketiye serhevdu, formule dike ka çiqasî têkiliya hêzeke komple nîşan dide

Serdema fînansê

Serdema fînansê
03/02/2011 – 08:39

Abdullah Ocalan
Serdema fînansê dinya ekonomîk a reel rêve dibe û têkiliya vê bi hêza pere ya bûye fermandar re heye
Serdema fînansê dinya ekonomîk a reel rêve dibe û têkiliya vê bi hêza pere ya bûye fermandar re heye. Para bêtir projeyên ji polîtîkayên sereke yên hegemonyadar re xizmetê bikin, esas têne dîtin. Ekonomiya dinyayê li gorî serdema fînansê wê çawa were dîzaynkirin? Kîjan herêm wê li ser hilberîna kîjan malan bisekine? Wê para wê çi be? Siyasetên bingehîn ên welatan wê çawa bêne birêkûpêkirin, avahiyên wan ên civakî û siyasî wê çawa bêne nûkirin, deynên wan çawa bêne dayîn, divê çavkaniyên xwe çawa bikarbînin? Her wiha welatên ji wan re asî û çete dibêjin wê çawa serî li wan û ekonomiya wan bê tewandin? Welatên bloka berê ya YKSS’ê, Çîn û welatên din ên ji wan re dinya sêyemîn tê gotin, wê çawa bi ser sîstema hegemonîk ve bikin? Bi Îsraîlê re têkilî wê çawa bêne danîn û sererastkirin? Bi tevahî welat, dewlet û gel weke dinya bi kîjan parametre û pîvanên giştî yên serdema fînansa nû yên neolîberal li hev bikin, wê li gorî vê projeyan deynin pêşiya welat, şîrket, dewlet û kesan. Kengî li gorî van projeyan gelek şertên eskerî û siyasî jî pêve danîn wê fînansman û înstrumanên pereyî jî tekûz bikin. Yên guh nedin jî wê krîz li ser wan bê ferzkirin heta biçin ber îflasê. Jixwe wexta serdema fînansê tê gotin, mebest jê serdema bi şertan ji bo projeyan bi destxistina krêdiyê ye.
Sîstem li ser vî hîmî tê xebitandin. Ev kurtepêşnûmeya me pêşkêşkirî jî pir aşkera nîşan dide ku di serdema fînansê de kapîtalîzm ekonomî nîne. Lîstikên bi kaxizan bi qasî ku ne ekonomî ne, mirov dikare piştrast bike ku ew amûrên li ser ekonomiyê hatî ferzkirin in. Di asta herî jor de karkirina yekdestdaran bi van kaxizan dibe. Ma ji vê zêdetir ekonomînebûnek heye? Tu sektor û dem, nikare bi qasî serdem û sîstema fînansê rave bike ku gelekî di ser serdema pîşesazî û bazirganiyê re belaş kar tê kirin. Di berdêla kûponên biçûk de hem her kes tevli karê tê kirin û bi vî awayî her kesî dikin hevparê gunehê sîstemê, hem jî sîstem bi vî awayî xwe xurt dike û rizgar dike. Serdema Fînansê ji serdema îndustryalîzmê zêdetir ne ekonomiye ye û li derveyî wê ye. Şêweyekî civak û çandê ye.
Aşkera ye ku em di asteke jor de bi yekdestdariyeke pereyan re rû bi rû ne. Em li qonaxeke wiha ya yekdestdariya super in, ku dewletan û heta weke dewlet DYA’yê jî di nava xwe de dihelîne. Gihiştiye hêzeke wiha, bi tevahî pêvajoyên desthilatdariyê kontrol dike, pêşde dibe, xira dike û ji nû ve ava dike. Cewherê globalbûna nû ev e. Çawa ku tê zanîn serdema globalbûnê ragihandin nîne. Ekonomî û siyaset, û yekdestdariya siyasî bi awayekî tu mînakên wan nehatine dîtin di asta globalbûnê de ketine zikhev û ev yek cewherê serdema fînansê pêk tîne. Bi tevahî îradeyên xwecihî, neteweyî, siyasî û ekonomîk dikevin kontrola hêzên super ên yekdestdarên global û serdema fînansê vê îfade dike. Ev rewşeke nû ye, û divê mirov gelekî hûrbinî li ser rawest e.
Bandora wê ya li ser realîteya civakî bi temamî bi armanca fetihkirinê ye. Hedef civakeke pere û ferazî ye. Riya herî bi tesîr a ji bo kapîtalîzekirina civakê, tevlikirina wê ya nava însturamanên weke bono, repo, tehwîl û senedên para ne. Bi vî awayî, nexasim di serî de çîna navîn, bi tevahî civak bi cîhana fînansê re dibe yek. Di berdêla karekî biçûk de wê dike hêza parastina pergalê. Refleksên wê yên dijberî pergalê para bêhtir têne şikandin. Bi civaka xure, krediya ji bo xureyan, bi hezaran awayên krediyê, dixwazin civakê zevt bikin û teslîm bigirin. Rêbaz gelek hêsan e. Pêşî krîzan ferz dikin û bi vî awayî dinyayeke nû ya bêkaran li dinya bêkaran zêde dikin. Çîna navîn hildiweşînin û dikin ku li ber wan bigere. Birçîtî û xizantiyê heta bi sînorê mirinê ferz dikin. Kaos û aloziyê kûr dikin. Piştre di berdêla şertan de ji bo ji nû ve avakirina civakê, wê bi krêdiyan ve girêdidin.
Berê hewl didan civakan bi şoreş û tevgerên rohnîbûn-çandî veguherînin. Niha bi rêbazên fînansê yên hînê komple ne, bi plan in, destê xwe nadin agir û bi maşeyê encamê jê digirin an jî hewl didin pê bigirin. Dixwazin tevahiya civakan bi homojenî û yekrengiyeke global ji nû ve ava bikin, ji bo bikin kerî û girse di hawênekî yekçandê de dikutin, û dikin ku bi qasî misqalê zere jî li ber sîstemê ranebin. Projeyên civakê bi awayekî li şûna şoreşên berê û utopyayan datînin. Êdî hewcedarî bi utopya û şoreşan nîne. Her tişt dikare bi proje bibe. Her wiha fînansor jî amade ne. Xuya ye ku civaka dijber, civaka sîmulakr, civaka ferazî û civaka yek zihniyet ev e. Gelo ya ferz dikin faşîzm nîne? Gelo ya ferz dikin, bi maskeyeke nû di asta global de projeya pêkanîna faşîzmê û dinya wê nîne? Divê mirov civaka serdema fînansê ji her alî ve nas bike û bi nav bike.

Veger li ekolojiya civakî -I-

Veger li ekolojiya civakî -I-
24/02/2011 – 07:57

Abdullah Ocalan

Civaka ekolojîk xweber civaka xwezayî ye. Piştî ku civaka dewletparêz bi berfirehî û kûrahî mezin dibe, civaka ekolojîk gav bi gav bi paş ve tê xistin û ev jî wek yek ji nakokiyeke bingehîn a civakî tê heta îro
p.MsoNormal, li.MsoNormal, div.MsoNormal { margin: 0cm 0cm 0.0001pt; font-size: 12pt; font-family: “Times New Roman”; }div.Section1 { page: Section1; }Her heywan û nebatê li qûntara çiyayên Kevanê ji bo min objeyeke dildariyê bûn. Mîna ku di wan de maneyeke pîroz hebe min li wan dinêrî. Ez ji bo wan, ew ji bo min hevalek bûn hatibûn afirandin. Min pir li pey wan baz da. Bi eşq û evîn. Eşqa min hinekî wiha bû. Hê jî di vê mijarê de ya min kirî û ez nikarim xwe efû bikim ew e; çivîkên ku min ew digirtin, bê rehm serê wan hildiqetand. Ji bo ez talûkeya mezin a di bin têgihiştina obje-sûbje de bibînim tu vegotinê bi qasî van bûyeran bandor li min nekir. Tercîha min a ji bo ekolojiyê bi dildarî û gunehê min ê zarokatiyê ve yê ez lê mikur hatim, ji nêz ve têkildar e. Ev talûkeya ruhî ya mezin ji çanda nêçîrê maye û hunerê ‘zilamê fermandar û mêtingerê bi hêz e.’ Ji bo min karîbûya ev talûke ji holê rakira, diviyabû min maskeya şer û îqtîdarê (xwedayên bi maske û bê maske, qralên tazî û li pişperdeyê) ya nêçîrvan derxista, naxwe min nikarîbû qîma xwe bianiya. Em heta zimanê nebat û heywanan fêm nekin, em ne dikarin xwe fêm bikin, ne jî em dikarin bibin civakeke ekolojîk. Bîranînên heywan û nebatên pêsîra min ber nedidan, min ê bi vî awayî maneyek bidaya wan…

Têkiliya di navbera xweza û civakê de yek ji mijarên sereke ye, Ilmê Civakî li ser zêde disekine. Tevî ku bandora hawirdorê ya li ser civakê aşkera ye jî wek mijar hêj nû dikeve ber destê felsefê û lêkolînên zanistî. Piştî ku sîstema civakî bandora wê ya di asta felaketê de li ser hawirdorê derket holê, bal kişiya ser vê mijarê. Dema li ser çavkaniya pirsgirêkê were rawestîn, wê sîstema civakî ya serdest ku bi awayekî xeter ketiye dijberê xwezayê, wê derkeve pêşiya me. Mirov çendîn li hemberî xwezaya hawirdora xwe xerîb ketiye û biyanî bûye, nakokiyên wî yên civakî û şer zêde bûne. Ev di çavkaniya nakokiyên hundirîn ên civakê de ku bi hezarê salan dewam kirine, aşkera xuya dike û ji aliyê zanistî ve jî ev yek her roja diçe zelal dibe. Di roja me ya îro de sir û şîfreya serdestiya li ser xwezayê ew e ku hemû çavkaniya zeft bike û bêeman bimije. Behsa hovîtiyên xwezayê têne kirin, ji sedî sed rast nînin. Însanê li dijî cins û cureyê xwe hov bûye, li dijî xwezayê jî bi awayekî xeter hov bûye, ev yek jî bi pirsgirêkên hawirdorê aşkera li ber çavan e. Ti cins û cureyî bi qasî mirov heywan û nebat tune nekirine. Eger mirov bi vî awayî û lezê karê tunekirinê dewam bike, li dawiyê wê mirovekî bûye dînazor û nifşê wî diqede bimîne.

Civaka ekolojîk xweber civaka xwezayî ye. Piştî ku civaka dewletparêz bi berfirehî û kûrahî mezin dibe, civaka ekolojîk gav bi gav bi paş ve tê xistin û ev jî wek yek ji nakokiyeke bingehîn a civakî tê heta îro. Nakokiya civakê ya hundirîn çendîn mezin bûye, nakokiya wê ya bi atmosfera der ve re jî ew çend zêde bûye. Tehekuma li mirov bi xwe re tehekuma li xwezayê tîne. Aşkera ye ku sîstemeke dilê wê bi mirov neşewite, dikare her cure xirabiyê bi xwezayê bike. Jixwe hakîmiyet û fetîh wek du rastiyên bijare di exlaqê çîna serdest de cih girtine. Hukumkirina li xwezayê, bi qasî hukumkirina li mirov wek heq û helwesteke bi şeref tê dîtin. Zindîtiya xweza û pîrozkirina wê ya civaka xwezayî tune hatiye hesibandin. Mîna dijminekî fetîhker. Wexta ev têgîn li ser zîhniyet û tevgera civaka dewletparêz serdest bûn, êdî ji felaketên mezin ên hawirdorê re ku di roja me ya îro de bûne xetereke cidî, rê heta dawiyê vebûye.

Pirsgirêka ekolojiya civakî bi şaristaniyê dest pê dike. Civaka xwezayî bi aliyekî xwe civaka ekolojîk e. Eger hêza civakê ji hundir ve were birîn, wê têkiliya wê ya bi xwezayê re jî qut bibe û heta ji hundir ve bi awayekî awarte birîn nebe, pirsgirêka ekolojîk jî nabe. Ya anormal, watedariya di hemû pêvajoyên xwezayî de, bi civaka şaristaniyê re maneya xwe winda dikin. Mîna ku zarok ji pêsîra dayikê hatibe kirin. Mezinahiya mejiyê hisî hêdî hêdî winda dibe. Mejiyê analîtîk ê tim ji zimanê xweza û wijdan dûr dikeve, bi cîhana xwe ya li hev dihûne, her ku diçe nakokiyên xwe bi hawirdorê re mezin dike. Tayê jiyanê bi xwezayê re tenik dibe. Şûnê, fikrên mucered û xweda digirin. Xwezaya afirîner cihê xwe ji xwedayê afirîner re dihêle. Xwezaya divê wek şefqeta dayikê were fêmkirin, mohra zalim li piştê tê xistin. Êdî ji bo mirov qehremanî ye ku çiqas karibe bi ser xwezaya bê zar û ziman de biçe. Heywan û nebat bi awayekî bê mêzîn hatin îmhakirin; ax, av û hewaya xwezayê hat gemarîkirin; civaka mirov ev yek wek mafekî xwe yê bingehîn hîn bû. Xwezaya hawirdorê êdî mirî ye, mîna qadeke jiyanê ya dembuhurî tê korkirin. Xweza ya hêviya bêsînor a xwezaya zindî ye, êdî kor e; bêhurmet e; ji lod û gidîşeke madeyên çor zêdetir tiştek nîne.

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên sîstema şaristaniyê rê lê vekir, tewazuna nazik a di têkiliyên civak û hawirdorê de xirab kir. Xwezaya civakî di qonaxa dirêj a jiyan û pêşketina xwe de timî bi tewazuna nazik a ahenga bi hawirdorê re girêdayî ma. Xwezayê wek “dayikek” di hembêza wê de mezin bûye, di mejiyê xwe de bi cih dike. Di nav xwe û xwezayê de tevdebûn pîvaneke bingehîn e. Pêdiviyeke pêşketina xwezayî ye ku di pêşketina xweber de divê ji rêderketinên tewazunê ji binî ve biguherin pêk neyên. Bi awayekî bingehîn sîstem hevdu xirab nakin, hevdu xwedî dikin û pêşdikevin. Dema ku ji rêderketin pêk bê, divê mantiqê sîsteman ji wan bibihurin. Di vê çarçoveyê de şaristanî di sîstema xwezaya civakî de weke ji rêderketinekê derdikeve pêşiya me.

Dîroka şaristaniyê ya pênc hezar salî di heman demê de dîroka vê ji rêderketin û mezinbûna wê ye. Felaketên ekolojîk herî zêde di vê serdema kapîtalîzmê ya tê îdiakirin şaristanî tê de pêşketiye pêk tên û ev jî bi awayekî neyê redkirin vê ji rêderketinê piştrast dike. Xwezaya civakî di jiyana xwe ya nêzî sê mîlyon salî de tu carî rê li felaketên bi vî rengî venekir. Civak û sîstemên hawirdorê hevdu xwedî dikirin. Di dîroka kin a şaristaniyê de krîzên ekolojîk ên derketin holê bi cewherê wê yê bi armanca karê re têkildar e. Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawirdorê bi beridîna milyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi milyonan salî pêk hatî ne ku ev yek di nava demeke pir kin de pêkanîne. Reaksiyona şikestinê destpêkiriye. Pêşbînî nayê kirin ku wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halî hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Encamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê aşkera ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îşaretên S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyametê bi rêveçûna heyî bi bêbalansiyeke xweza ne, bi destê hin komên xwe weke şebekeyan bi rêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xwezayê jî bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê wê li rondikên çavên mirovan nenêre. Ji ber ku hemû ji îxaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan hatin kirin berpirsyar bêne girtin. Ma qiyamet jî wiha pêşbîniya wê nayê kirin?

Bi krîza sîstema civakî re krîza ekolojîk jî kûr dibe. Em dikarin di destpêka şaristaniyê de li kokên vê krîzê bigerin û ev riyeke rast e. Bi zêdebûna serdestiya di nav civakê de xerîbketina mirov ji bo mirov jî zêde bû û pêre mirov bi xwezayê re jî xerîb ket. Her du di zikhev de pêk hatin. Civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wê di ser gişan re tê naskirin, jixwe di tehlîla dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin, beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giştî ne, û ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne, mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke cidî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivê nevê wê tevahiya beridînê jê bi tesîr bibe. Ekolojî zanista van bûyer û pêşketinan e. Ji ber van sedeman gelekî girîng e. Nîzamê hundir ê civakê bi çi sedemê bişkê jî bi destê mirov ji nû ve dikare bê sererastkirin. Ma ne dawiya dawî rastiya civakî rastî ye ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawirdor welê nînin. Hin komên çavkaniya xwe civak, ya rastî bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin bibin sedem ji xelekên hawirdorê xelekên cidî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawirdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rû bi rû bihêlin.

Li vir armanca min ew nîne ku ez li senaryoyên felaketê yên nû zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê divê ji sedî sed bi berpirsyariyên xwe rabe, em jî bi têgihiştina wezîfeyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên sedema hebûna me û berpirsyariyên me yên hewce ne, di çarçoveya qabîliyetên xwe de bibêjin û bikin.

Mebest ji ekolojiyê; xwezaya biyolojîk û fizîkî ye ku di pêkhatinê de civak xwe dispêrê. Têkiliya di navbera pêkhatina fizîkî û pêkhatina biyolojîk a dinyayê de roj bi roj rohnîtir dibe. Yek ji qada zanist tê de serketî ye, ev qad e. Bi awayekî ilmî analîz tê kirin ku jiyanê di nav avê de dest pê kiriye, ji wir derbasî bejahî û reşahiyê bûye. Cureyên nebat û heywanên destpêkê bi awayekî sînor jê re gengaz nabe were danîn, cihêreng dibin û pêş dikevin. Hawirdora biyolojîk û fizîkî ya cureyê mirov dikare rabigire, li gorî van pêşketinan tê ravekirin. Yek ji faraziyeyên tê kirin, cureyê mirov bi giştî di cîhana ruhberan de û bi taybetî jî di cîhana heywanan de xeleka dawî ya tekamul û beridandinê ye. Ders û encama em dikarin ji vê bigirin ev e; cureyê mirov nikare sererast bijî. Eger li gorî xelekên tekamul û beridandinê tevbigere dikare hebûna xwe dewam bike. Eger mafên tekamul û beridandinê yên xwe dispêrinê xirab bike, dikare bi tevahî hebûna xwe ya biyolojîk ji holê rake û bibe sedem ku cureyê mirov nikaribe hebûna xwe dewam bike. Yekparebûna tekamulê ya di nav xwezayê de ji texmînan wêdetir, bi awayekî ilmî tespît bûye ku xwe dispêre têkiliya beramber a cureyan. Eger têkiliya beramber a di navbera cure û celeban de qut bibe, wê ji xelekên tekamulê jî veqetînên mezin bibin û ev yekê jî pirsgirêka dewam û îdameya gelek cureyan derxîne holê.

Li hemberî vê rastiya ilmî, eger pirsgirêka ku şaristaniyê afirandiye neyê çareserkirin û tedbîr neyê wergirtin, ji zû ve çirkînî bi deriyê cehenemê ketiye. Ji ber ku şaristanî xwe dispêre zordarî û cehaletê, -ya rastîn derewkariya mecbûrî- rê li ber pirsgirêkê vedike. Wexta hiyarerşî û dewlet pêk tên, ji bo hebûna xwe mayinde bikin, tenê xwe naspêrin zordariyê, ji bo çîroka rastiyê veşêrin jî serî li durûtî û derewê didin. Serdestiya îqtîdarê, serdestiya zêhniyetê jî ferz dike. Eger zêhniyet jî hebûneke li derveyî rastiyê karibe bide qebûlkirin dikare hebûna îqtîdarê misoger bike. Aliyê îqtîdarê yê darê zorê her tim aliyê îqtîdarê yê hêza nerm zêhniyetê li ser piyan digire û serwer dike. Ev aliyê zêhniyetê bi xwe re mirov li hemberî xwezayê xerîb dixîne yan jî ji bo xerîbketinê bingeh amade dike. Heta ku têkilî û tayê bi civaka komîn re were înkarkirin û di şûna wê de hêzên dewletê û hiyarerşiyê yên ji rêderketî esas bêne dîtin, wê di zêhniyetê de ta û têkiliya bi xwezayê re were ji bîr kirin. Her mezinbûna şaristaniyê ya li ser vî zemînê xwe spartiyê, wê hêj zêdetir bibe sedema veqetîna ji xwezayê û wê bi xirabkirina hawirdorê xwe nîşan bide. Çavên hêzên şaristaniyê wê êdî mecbûriyetên xwezayê nebînin. Ji ber ku tebeqa jêr a wan xwedî dike her tiştî ji wan re amade pêşkêş dike.

Utopyayên cenet-xwedayetiyê yên di pirtûkên pîroz de wek hêzên destpêkê yên şaristaniyê mîtolojiyên Sumeran, li ser vê rastiyê, li hev anîn. Wek qalibên zêhniyetê yên bingehîn li zêhniyeta mirovê di serdema zarokatiyê de hatiye kolan. Cenet-xweda, hebûnên mucered ên xwezayê ne. Bi awayekî hînê rastir, di şûna xwezaya rastîn de cîhanên sexte ne ku hêzên îqtîdarê li hev hûnane. Cewherê wê jî ev e; “ew ê dibin xwedê li cenetê bijîn.” Versiyona duyemîn; “Siltanên siya xwedê, mîna di cenetê de bijîn.” Versiyona sêyemîn; “mirovê kedxwar mîna di cenetê de bijî.” Ev qalibên zêhniyetê ku wek fermanên îlahî li ser civakê hatin ferzkirin, “dayika xwezayê” dan jibîrkirin. Hê zêdegaviyê dikin û bi gotinên ferazî yên wek “xwezaya hov, xwezaya kor, xwezaya divê stû lê were tewandin” civakê hînê zêdetir li hemberî xwezayê xerîb dixînin. Hêza îqtîdarê ya bi van derew û zordariya xwe jiyaneke antî-xwezayê ferz dike, bingehê pirsgirêkên ekolojîk e. Çendîn rola xwezayê di jiyanê de hat înkarkirin û di şûna wê de fîgurên qelp ên dînî û afirîneran hat bicihkirin, xweza jî hêdî hêdî wergeriya “hêzeke kor.” Vê zêhniyetê ku heta roja me îro jî bandora xwe kiriye, yek ji sedemên bingehîn e, nehiştiye zanist pêş bikeve. Eger hêzên xwezayê objektîf werin tarîfkirin zanist dikare pêş bikeve. Sîstemeke baweriyê ya her tiştî bi cin, perî û xweda ve girêbide, wê tu car nikaribe mane bide hûnan û tevneke mîna xwezayê. Ew ê bi israr destnîşan bikin ku hemû xwezaya biyolojîk û fizîkî ji aliyê têgîneke mucered xwedê ve hatiye afirandin û bi vî awayî xwe ji zanistê vedizin.

Me pir baş dît, yekemîn tebeqeya mêtinger ji bo hebûna xwe rewa bike zêhniyeta xwedayê mucered diafirîne. Talûkeya vê zêhniyetê tenê ew nîne ku mirovan wek ebd-kole bi xwe ve girêdide, her wisa ji rastiyê qut dike. Têkilî û tayê zîhna mirov ê bi xwezayê re dibire, xerîb û biyanî dike. Xwezaya dayik şûna xwe ji xwezaya zalim re dihêle. Hem jî ji aliyê zalimên rastîn ve. Wexta mirov di nava dîrokê de çav li rawestgeh û qonaxên vê zêhniyetê digerîne, mirov vedilîze û matmayî dibe. Di dema împaratoriya Romayê de mirov û heywanên dirinde berdidan hev. Ev berhemê vê zêhniyetê bûn. Eleqeya bi cîhana hemû nebat û heywanan re qut dike, dinyayê reş û tarî dike. Ev rewş têkiliya wê bi kiryarên zalimane yê hêza îqtîdarê re heye. Ya rastîn, berdana hevdu ya mirov û heywanên dirinde, xerîbxistina ji xwezayê sembolîze dike. Di serdema feodalîzmê de dinya xaneke ku divê berî gavekê were terikandin. Heta cihekî bi qirêj e, mirov dixîne guneh û bi xwe ve girêdide. Li hemberî meznahiya xwedê ma çi qîmeta xwezayê heye. Berê gavekê terikandina xweza û dinyayê bûye hedefek bawermendwarî. Lê li tebeqa jor jiyan bi awayekî cenetwarî bi hezar reng û tamên xwe dewam dike. Em wexta dibêjin ji rêderketina zêhniyetê, em vê falsîfîkasyonê (berovajîkirinê) destnîşan dikin. Di bingehê paşvemayîna civakên Rojhilata Navîn de ev zêhniyeta ji rêderketî ya hezar salan radizê…

 

Veger li ekolojiya civakî -II-

Veger li ekolojiya civakî -II-
27/02/2011 – 07:28

Abdullah Ocalan
Tayê zîhniyeta mirov ê ji xwezayê qutbûyî di cewherê xwe de bi Ronesansê ji nû ve pê ve hat kirin
Tayê zîhniyeta mirov ê ji xwezayê qutbûyî di cewherê xwe de bi Ronesansê ji nû ve pê ve hat kirin. Ronesansê şoreşa zîhniyetê li ser zindîbûn, hilberîn û pîrozbûna xwezayê pêş de bir. ‘Çi heye di xwezayê de heye’ kir hîmê baweriya xwe. Bedewî û xweşikbûna xwezayê bi huner baş nîşan da. Bi helwesteke zanistî çirkînî bi deriyê sînorên xwezayê xist. Bi tevahî naskirina mirov wek wezîfeyên huner û zanistê hesiband. Vê guhertina di zîhniyetê de serdema nû afirand. Berovajî yeqîn û texmînan, civaka kapîtalîst encameke xwezayî ya vê pêvajoyê nîne. Kapîtalîzmê ev pêvajo ji rê derxist û paş ve xist. Rêbazên ku mêtingeriya mirov pêş de biribûn tevî îstîsmara xwezayê meşandin. Serdestiya li mirov bi serdestiya li xwezayê gihîşt hevdu. Êrîşa herî dijwar li dijî xwezayê da destpêkirin. Bêyî li ti pîrozbûn, zindîbûn û mêzîna xwezayê bifikire, îstîsmarkirina wê wek wezîfeyeke şoreşgerane fêm kir. Pîrozbûn ku her çend berê belovajî bû jî, bi tevahî di zîhniyetan de kor kir. Bêyî ku bibe xwediyê çi tirs û fikarê, her cure bi karanîna li ser xwezayê ji xwe re heq û maf qebûl kir.
Di encamê de krîza civakî û ya hawirdorê xwe gîhandin hevdu. Cewherê sîstemê çawa krîza civakî gîhand neqeba kaosê, felaketên hawirdor jî dijîn, dest pê kirin îşaretên SOS didin. Bajarên mîna kanserê mezin dibin, hewaya qirêj dibe, tebeqeya ozonê ya qulbûyî, qonax bi qonax kêmbûna cureyên nebat û heywanan, talankirina daristanan, gemarbûna çeman, li her deverê bilindbûna girikên sergo û gelaşê, kêmbûna avên nişmî, pirbûna bê kontrol a şêniyan, êdî xweza jî tevî kaosê rakir serhildanê. Ji ber hêrsa kar fikir nayê kirin ku wê ev dinya me karibe çiqas bajar, mirov, fabrîke, maşînên ragihandinê, maddeyên sentetîk, hewa û ava qirêj rake.  Ji ber ku di destê îqtîdarê de zanist û teknîk bê mêzîn tê xebitandin, em bi vê encamê re rûbirû ne. Bêguman em nikarin ji pêvajoyê zanist û teknîkê berpirsiyar bibînin. Jixwe zanist û teknîk bi serê xwe jî nikarin rol bilîzin. Li gorî taybetiyên hêzên sîstema civakê dikarin rola xwe bi cih bînin.
Ekolojî bi xwe jî ilmek e. Ekolojî herçiqasî weke têgîn were maneya zanista hawirdorê jî bi awayekî bingehîn ew zanist e ku têkiliya hişk a pêşketina civakî bi hawirdora wê re analîz dike. Zanisteke têkiliya civakê bi hawirdorê re lêkolîn dike. Tevî ku ilmekî nû ye, her ku diçe bi hemû ilman re di zikhev de ji bo li dawî hiştina nakokiya civakê bi xwezayê re wê roleke pêşeng bilîze. Kengî felaketên hawirdorê li alarmê dan, bi giranî ket rojevê; xwedî hin maneyên divê mirov xwe jê dûr bigire di nava xwe de hilgire jî kirin weke şaxekî lêkolînê. Têgihîştin û serwextbûna li hawirdorê her çend bi sînor bi pêş de diçe jî wê bi ekolojiyê re bibe pêngaveke mezin a şoreşê. Dînê xwezayê, dînê civaka seretayî ya komîn e. Di pêkhatina civakê de nakokî û anormaltiyeke xwezayî nîn e. Sîstema civakî ye ku ev parçeyê xwezayê yê herî pêşketî bi xwezayê re dixe nav rewşke bi nakok. Bi vî awayî jî anormaltî û dijbertiya bi xwezayê re ya sîstema civakî aşkera dibe.
Yekparebûna bi xwezaya hawirdorê re ne tenê di warê aborî û civakî de ye. Ji aliyê felsefîk ve jî xweza hewes û arzûyek e, divê mirov lê serwext bibe. Mirov jî her ku li xwezayê – balkêş e, Sumerî azadiyê (amargî) wek vegera li dayikê (xwezayê) fêm dikin – serwext dibe li xwe hayil dibe. Di navbera herduyan de têkiliya aşiq û maşûq heye. Xirakirin, veqetandin bi gotineke dînî belkî jî gunehê herî mezin e. Ji lewra, ji wê hêjatir hêzeke maneyê nayê afirandin. Ji ber ku bi mijarê ve ye, dabaşa xwîndîtina jinê xwe careke din di vir de dide hiskirin. Xwîn herikîna ji malzaroka jinê hem dûrketina wê ya ji xwezayê û hem jî hatina wê ya ji xwezayê îşaret dike.
Çi sîstema civakê ya mirov bi xwezayê re negihîne hevdu, aliyê wê exlaqî û rasyonel ê were parastin nîne. Sîstema herî zêde mirov bi xwezaya hawirdorê dixe nakokiyê bi vê sedemê ji aliyê exlaqî û rasyonelîteyê ve li dawiyê tê hîştin. Ji vê tarîfa me ya kin jî baş tê fêmkirin ku têkiliya di navbera felaketa hawirdorê û kaosa sîstema kapîtalîzmê de diyalektîk e. Lê nakokiyên bingehîn ên bi xwezayê re dikarin bi sîstemê gav bidin avêtin. Ji ber karektera nakokiyê dê tevgerên hawirdorparêz bi serê xwe tenê nikaribin çareseriyê pêk bînin. Ji aliyê din ve, civakeke ekolojîk veguherîneke exlaqî jî ferz dike. Kapîtalîzm antî-exlaqiyetê dikare bi helwesteke ekolojîk li dawiyê bihêle. Têkiliya exlaq-wijdan rûhiyeteke empatîk û sempatîk divê. Ev jî bi amadekariyeke baş a ekolojîk manîdar dibe. Ekolojî dostanî ye bi xwezayê re, baweriya bi dînê xwezayî ye.
Pirsgirêkên pratîk ên jiyana ekolojîk têra xwe rojane ne. Ji bo rawestandina felaketên xwezaya hawirdorê, pêwîst e gelek saziyên ku ji bo vê yekê hatine damezrandin hînê zêdetir werin xurtkirin û wisa bikin ku bibin mîna parçeyekî civaka demokratîk.
Yek ji xebatên bingehîn ên demokratîk, divê têgihîştin û rêxistiniya di warê hawirdorê de were xurtkirin. Wextekê çawa ji bo têgihîştina li çîn û netew kampanya dihatin lidarxistin, niha jî hewce ye, em ji bo têgihîştina li hawirdor û demokrasiyê kampanyayan li dar bixin. Ji mafên heywanan bigirin heta parastina daristanan, divê em xwezayê ji nû ve şên bikin û vê yekê bikin parçeyekî ji çalakiyên civakê. Berpirsiyariyeke rastîn û manîdar ew e ku karibe têkiliya di navbera herduyan de bibîne. Di pêvajoyên pêş de divê xwezaya rût bigihîje daristanên mezin û bi nebatên cur bi cur bixemile û heywan tê de belav bibin. Xuya ye, ji niha ve dê slogana “welatparêziya mezin avakirina daristanan û dardanîne” bibe yek ji sloganên hêja. Baş tê fêmkirin ku kesa-ê ji heywanan hez neke û nikaribe biparêze wê nikaribe ji mirovan hez bike û biparêze. Çendîn were fêmkirin ku heywan û nebat emanetî mirov in, wê qîmet û buhaya mirov jî qatekî din zêde bibe.
Ji aliyê din ve, bi teknîka pêşketî berhemên ji daxwazê zêdetir têne pêşkêşkirin, nayêne bi karanîn. Pirsgirêk ne tunebûn e, berovajî ye. Li aliyekî, şêniyekî mezin bi tinebûneke dijwar re rûbirû ye, li aliyê din jî, hebûneke bi qasî çiyan ya ji daxwazê wêdetir ketiye serhevdu heye. Ji vê balkêştir nîşaneyên kaosê peyda nabin. Dîsa bajarên mîna kanser û rîşê mezin dibin hene. Bi awayekî sosyolojîk ev rîşa civakî ya ti têkiliya wê bi bajarbûnê re nîne, mînakên girîng in ji bo mezinbûna bajaran. Bajar, hem her ku diçin dibin gund û hem jî li derveyî maneya xwe mezin dibin û ji bajarbûnê derdikevin.
Di encama hemû kaosên din de qirêjbûn û gemarbûna hawirdorê derdikeve holê. Ev yek jî dide xuyakirin kaosê dor li hawirdorê jî girtiye. Qulbûna tebeqeya ozonê, qirêjbûna av û hewayê, qirbûna cureyên ruhberan sembolên vê rastiyê ne. Têkiliya di navbera xweza û civakê de ku rastiyeke bingehîn a ekolojîk e, berkendal dibe. Eger ev rewş ji serê kendal neyê zîvirandin wê di encamê de civakê bibe dînazor. Pirbûna mirov û şêniyan divê wek encama giştî ya pêkhatina nakok a sîstemê were dîtin. Polîtîka şêniyan a kapîtalîzmê xwe dispêre ser pîvana; “mirov çiqas bêqîmet bibe wê ewçend zêde bibe.” Heta ku kapîtalîzm hebe wê pirsgirêka pirbûna şêniyan mezintir bibe. Yek ji taybetiyên sereke yên kaosê mezin dikin pirbûna şêniyan e.
Têgihîştineke civakî ya ji serwextbûna li ekolojiyê bêpar, mîna di rastiya sosyalîzma reel de jî hat dîtin, nikare xwe ji rizîn û jihevketinê xilas bike. Têgihîştina ekolojîk têgihîştineke bingehîn a îdeolojîk e. Mîna pireke di navbera exlaq û felsefeyê de ye. Polîtîka rizgarker a ji krîza hemdem, eger ekolojîk bibe, dikare bigihîne sîstemazîkirineke civakî. Mîna di pirsgirêka azadiya jinê de, di çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk de jî têgihîştina îqtîdara dewletparêz a bavikanî di bin jiyaneke derengketî û şaşiyan de, xwediyê roleke bingehîn e. Çendîn femînîzm û ekolojî pêş bikeve, hemû mêzînên sîstema dewletparêz a bavikanî xira dibin. Têkoşîneke rastîn a sosyalîzm û demokrasiyê çendîn di armancên xwe de azadiya jinê û rizgarkirina hawirdorê hebe, dikare bibe yekpare û gelemperiyê himbêz bike. Jixwe têkoşîneke ev çend yekpare û gelemperî himbêz kiribe dikare bibe yek ji şêweyên manîdar ji bo derketina ji kaosa di rojevê de cih digire.
Şêwazê komîn û demokratîk ku gelan di tevahiya dîrokê de nîşan dan, pêwîst e ji bo karibe ji kaosê derkeve xwe bi nûkirina taktîk û teoriyê xurt bike. Têgihîştina “çep” a sosyalîzma reel a berê derxist holê û di dema nû de têgihîştina “çep”, “ekolojî” û tevgerên “femînîst”, Civînên Porto Allegre di wê qabîliyet û têgihîştinê de nînin ku karibin kaosê li dawiyê bihêlin û derbas bikin. Tevî van tevgeran hewce ye li ser perspektîfeke teorîk a giştî ya globalîst wek “civakeke ekolojîk, demokratîk û azadiya cinsiyetê” guftûgo were kirin û her wisa li ser awayên taktîkên herêmî û şêwazên çareseriyê danûstendineke xurt bibe.

Pirsgirêka şoreşê ya civaka Rojhilata Navîn

 

Pirsgirêka şoreşê ya civaka Rojhilata Navîn
31/03/2011 – 09:23

Abdullah Ocalan
Dîroka şaristaniyê ya Rojhilata Navîn ji aliyekî ve mirov dikare weke dîroka dij-şoreşê şîrove bike. Li beramberî çi dij-şoreş
Dîroka şaristaniyê ya Rojhilata Navîn ji aliyekî ve mirov dikare weke dîroka dij-şoreşê şîrove bike. Li beramberî çi dij-şoreş? Li dijî tevahiya hêmanên civakî yên li derveyî sîstema şaristaniyê têne hiştin, dij-şoreşek. Li dijî jinê, ciwanan, civaka gund-cotkariyê, eşîr û qebîleyên koçer, ehlê mezheb û baweriyên veşartî, û kolekiriyan, dij-şoreşek. Şaristanî ji bo hêzên xwe yên berjewendiyê şoreş an jî nîzamekî nû ye, lê ji bo hêzên dijberî wê, talan û dij-şoreşeke nû ye. Ji bo min jî maneya şoreşê ev e: Sîstema şaristaniyê timî qad û kirinên civaka exlaqî, polîtîk û demokratîk tengav kirine, ji nû ve û bi awayekî hêj berfirehtir paşvedayîn an jî lêvegerandina van xisletên civakê, şoreş e. Ji bo şoreşgerekî sosyalîst ê marksîst şoreş ‘civaka sosyalîst’ e. Ji bo şoreşgerekî îslamî ‘civaka îslamî’ ye. Ji bo bûrjûwayê jî ‘civaka lîberal’ e. Ya rastî civakên bi vî awayî tunene. Ev bi tenê binavkirin in; çawa ku di Serdema Navîn de jî wisa bû. Mirov etîketeke îdeolojîk bi civakan veke, civak naveroka xwe naguherin. Mînak piştî hilweşîna Sovyetê pir baş hat fêmkirin ku di navbera mirovekî sosyalîst ê Sovyetê û mirovekî lîberal ê Ewropayê de cudahiyeke zêde nîne. Di navbera misilman û xirîstiyanekî de jî cudahiyên ji ber dîn hene, bandora wan li ser jiyanê zêde cuzî ye. Eger civak dê ji aliyê naverokê ve ji hev bêne cihêkirin, ev yek bi tenê li ser hîmê binavkirina civaka polîtîk, exlaqî û demokratîk dikare pêk were. Mirov cudahiyên bi kok, dikare bi van têgîn û diyardeyên, wan nîşan didin, bi awayekî hêj rastî diyar bike. Bêguman civakên exlaqî, polîtîk û demokratîk hêj xwedî derfet û îmkanên bi jiyaneke azad û wekhev bi tamijin. Yên bixwazin dikarin ji vê re civaka sosyalîst jî bibêjin.
Şîroveyeke rastî ya civaka Rojhilata Navîn, di warê tespîtkirina xisletên exlaqî, polîtîk û demokratîk ên şoreşa divê pêk bê de, zehmetiyê nakişîne. Rewşa tevahiya îdeolojiyên modernîst û rêûresmî yên hatine ceribandin, mirov dikare ji bûyerên kirine pirsgirêk, fêm bike. Ev encam, bivê nevê rastiya demokrasiya exlaqî û polîtîk piştrast dikin. Siyaseta bê demokrasî, ango civaka ji exlaq jî mehrûm pirsgirêka wê ya bingehîn a şoreşê, bi destxistina van xisletan e.
Kengî pirsgirêka şoreşê li ser vî hîmî hat danîn, bernameya siyasî, çeperên taktîk û stratejîk û gavên pratîk ên rast jî wê li gorî vê bêne diyarkirin. Têgihiştineke şoreşê ya bi vî şêwazî, ji helwestên şoreşê yên îslamî, sosyalîst û miletgir gelekî cuda ne. Ev helwest di nava modernîteya kapîtalîst de li gorî tehlîla dawî, nemaze bi dewleta netewe bi encam dibin. Modernîteya kapîtalîst jî amûrê çareseriya pirsgirêkan nîne, amûrê mezinkirin û belavkirina pirsgirêkan li tevahiya civakê ye.
Berovajî, şoreş çiqasî di qadên exlaqî, polîtîk û demokratîk de riya li ber xwe bikudîne, wê ji modernîteyê dûr bikeve û wê dest pê bike modernîteya demokratîk berçav bike, pêşde bibe. Girîng e ku mirov der barê pirsgirêka şoreşê de cudahiyeke din di şêwazê jiyan û çalakiyê de diyar bike. Helwestên li ser xeteke rast çiqasî şaş bin, zêde ji hevkirina teorî-pratîkê jî wê mirov ber bi çalakiyên şaş û çewt ve bibe. Divê baş bê zanîn ku ji bo berî û paşê şoreşê şêweyên jiyanê yên cihê tunene. Nexasim ev ji bo şoreşgerekî/ê wisa ye. Mirov xwe bi teoriyê gurçûpêç bike, dibe mirovê çalakiyê. Ji kesê/a xisletên exlaqî, polîtîk û demokratîk di jiyana xwe ya rojane de bi gotin û çalakiyê nîşan nede, şoreşger nayê gotin. Kesên bi vî rengî, jiyaneke wan a mîlîtanwarî û şoreşgerane nabe. Her wiha bi tenê bi berxwedaniyê, bi parastina civakê, mirov nabe çalakger. Eger bi avakirina civaka exlaqî, polîtîk û demokratîk re neke yek, her cure berxwedanî û şerê xweparastinê şensê xwe yê serketina mayînde nîne. Pirsgirêkên civakê çawa yekpare ne, divê şoreş û şoreşger jî di tevahiya gotin û çalakiyên xwe de bernameya siyasî, plansaziya taktîk û stratejîk di zikhev de pêk bîne. Hînbûyîna jiyanê yekpare ye. Divê mirov yeqîn neke ku mirov dikare qonaxan ji hev qut bijî. Eger hewce dike ku em ji hin mînakên dîrokî dersê bigirin, mirov dikare têra xwe ji mînakên Zerdeşt, Mûsa, Îsa û Muhemmed hîn bibe û dersan bigire. Mînakên em behsa wan dikin, ji bo şoreş û şoreşgerên civaka Rojhilat Navîn ji beriya hezar salan ve me hişyar dikin ku divê mirov çawa bi tevahî rahêje meseleyan, bi tempoyeke çawa bimeşe, çawa bi pratîk û pîvan be. Şoreşên Rojhilata Navîn eger ne li gorî qalibên modernîteya kapîtalîst, belê li gorî nirxên xwe yên dîrokî rabûn û bi zanista aktuel re bûn yek, şensê wan ê serketinê mumkûn e ku hebe.
Weke encam mirov dikare pêxîrtengî û pirsgirêkên civaka Rojhilata Navîn di sê qonaxan de xulase bîne ziman. Qonaxa yekemîn, di salên 3.500 B.Z. de bi xanedan, hiyerarşî, bajar, dewlet û diyardeya çînî yên ku hebûna xwe baş diyar kirine li dora sîstema şaristaniya navendî pêş ketine. Bi vî awayî sîstema şaristaniya navendî mezin û xurt bûye. Ev sîstem çavkaniya pirsgirêkên civakî ye. Ji derve bi sîstema qebîleyan, ji hundir ve jî bi sîstemên dînî yên Brahîmî û Zerdeştî ji bo bersivdanê hewldan çêbûne. Qonaxa duyemîn, sîstema şaristaniya navendî gava xwe ya dawî bi şaristaniya Îslamê avêt û ber bi salên 1.200’î ve li dijî pirsgirêkên ketin serhevdu hewldana Ronesansê ket rojevê, lê ji ber ku ev hewldan tam bi serneket û pêşengî bi destê gavavêtinên şaristaniya bajêr a li Nîvgirava Îtalyayê berda, vê yekê hişt ku pêxîrtengî û pirsgirêk bikevin pêvajoyekê tê de girantir bibin.
Qonaxa sêyemîn a ber bi roja me ya îro ve di bin navê ‘Pirsgirêka Şerqê’ de tê, kengî sîstema şaristaniya navendî ya Ewropayê hegemonya kir destê xwe û berê xwe da herêmê, ji salên 1.800’î ve dest pê kir. Lêgerînên çareseriyê yên modernîst û kevneşop ên xwe disipêrin modernîteya kapîtalîst jî bi girantirkirina pirsigirêkan bi encam bûne; rê li ber neyêniyên wiha vekirine, rewş gihandine ber krîz, qirkirin û întiharan.

Di civaka Rojhilata Navîn de pirsgirêka ekonomîk û îdeolojîk

Di civaka Rojhilata Navîn de pirsgirêka ekonomîk û îdeolojîk
07/04/2011 – 11:10

Abdullah Ocalan
Di civaka Rojhilata Polîtîka ekonomiya Rojava kehanet û berevajîkirinên xwe yên zanistî der barê şaxên din ên civakê de pêşde biriye, pêşî wan digire dest û li ser wan disekine. Hewcedariya wê bi vê heye
Di civaka Rojhilata Polîtîka ekonomiya Rojava kehanet û berevajîkirinên xwe yên zanistî der barê şaxên din ên civakê de pêşde biriye, pêşî wan digire dest û li ser wan disekine. Hewcedariya wê bi vê heye. Hedekî wan ê karê û daneheveke wan a sermayê ya hê pêşketî, lê cuda heye. Zanista ekonomî-polîtîkê ji aşkerakirina vê rastiyê zêdetir ji sergertina wê re navgîntiyê dike. Mirov dikare vê yekê weke vegotina mîtolojîk a versiyona hemdem binirxîne.
Pirsgirêka ekonomîk bi awayekî bingehîn kengî jin ji nava ekonomiyê tê derxistin, dest pê dike. Ekonomî bi xwe jî her tiştê dibe mijara xwedîkirin û debarê, digire nava xwe. Li gorî polîtîka ekonomiyê jî (Kapîtala K.Marks jî di navê de) li piyaseyan di çarçoveya hilberînê de kar, faîz, rant û heqdestên têne bi destxistin bingehê mijara ekonomiyê pêk tînin. Ne zanistî, lê belê disîplînek heye ku bi temamî li gorî jiyana bûrjûwaziyê ya li ser karê hatiye avakirin e. Jiyana aborî ya ku nîzama wê li ser hîmê karê tê danîn, pirsgirêka herî binî ya civakê ye. Li gorî karê sererastkirina jiyana mirovan, tê maneya desthilatdariya herî hovane. Têgîna biyo-desthilatdariyê hinekî jî vê rastiyê îfade dike. Tevahiya dîrokê, ji bilî pêdiviyên mirovan, civakan hemûyan bi guman li danehevên weke mal û pere yên ji bo dewlemendbûnê nêrîne, çawa ku keysa xwe lê anîne ev danehev li hewcedaran belav kirine. Bê sedem nîne ku wexta danehev ne ji bo felaketan, lê ji bo dewlemendbûna çend kes û koman pêk hatiye, ev yek bi bêexlaqiyê hukim lê hatiye kirin. Mirov nirxekî pîroz ê mîna jiyana mirov bi sermayedaran bide îpotekkirin, bêexlaqiyeke mezin hatiye hesibandin. Diyardeya ku modernîteya Kapîtalîst a Rojava bi hezar hiqûq û amûrên hêzê dixwaze rewa bike, ev e. Levîathan ê di Pirtûka Pîroz de navê wî derbas dibe, di cewherê xwe de îşaret bi vê diyardeyê dike. Li dijî civakê cinawirekî sembolîze dike. Ya ku ekonomî nîne û berevajî, koma diyardeyên ruhê ekonomiyê distîne, di bin navê polîtîka ekonomiyê de weke zanist tê pêşkêşkirin. Di rasyonalîzekirina ekonomî-polîtîka ingilîz de hewldana Marks a ne kêm bû, ne ekonomiyê, belê antî-ekonomiyê îfade dike. Ew ji vê re ekonomî bêje, ne di civaka sosyalîst de, di kîjan civakê de dibe bila bibe, nabe etîk were qebûlkirin. Kengî xwestiye Hegel rake, li ser piyan bisekinîne, ew bi xwe serberjêr çûye yan jî ketiye. Bi kurtî, operasyonên karê û danehevên sermayê yên bi piyaseyan hatine meşandin di dîrokê de bi awayekî hemtayê wan nedîtî, bingehê pirsgirêkên ekonomiyê ne.

Piyase pêdiviyek e
Pêwîst e, ez vê xusûsê careke din diyar bikim ku heta ji pêdiviyên mirovan ên debar, kinc lixwekirin, çûnûhatin û cîhwarbûnê re xizmetê bike, dijbertiya piyaseyê û ew weke amûrekî fetîşîzma metayê nirxandin, helwesteke hevgirtî û maqûl nîne. Di vê çarçoveyê de piyase pêdiviyek e, û amûrekî baş ê ekonomiyê ye. Ya dijbertiya wê tê kirin, ev nîne. Bi rêya piyaseyan bi buhayên alavan tê lîstin, ji aliyê din ve jî bi sedema mesafeyên dûr, sîstema kareke zêde ango kapîtalîzm pêk tê. Di vir de dijbertiya kapîtalîzmê tê kirin. Dijbertiya kapîtalîst a vê sîstemê, bêguman dihêle ku mirov li dijî her tiştê vê sîstemê li ser piyan digire, derkeve. Rastiya piyaseyê li derveyî vê çarçoveyê ye. Bîleqis, yekdestdarên sermayê timî bi buhayên alavan dilîzin û bi vî awayî derfet û îmkanên karê zindî dihêlin, bi vê jî li piyaseyan pêkhatina pevguhertineke adil û têkûz asteng dikin. Ango kapîtalîzm ne bi tenê antî-ekonomî ye, antî-bazare jî. Eger wisa nebûya, ma mumkin bû ku jiyana civakî misêwa bi lîstikên fînans û tengezariyê were serûbinhevkirin? Di serî de zêdebûna şêniyan a sînorê xwe derbaskirî, bêkarî, xizankirin û talankirina hawîrdorê, pirsgirêkên gefan li mirovatiyê dixwin û jêre talûke ne, tevî ev qas zanist û teknîkê, ma wê evçend mezin bibûna?

Di ekonomiyê de rolgirtina jinê
Rolgirtina jinê di navenda ekonomiyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji ekonomiyê fêhm neke, kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, ekonomiya ku zilamên tirtire li ser herî zêde lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Ev lîstika tu têkiliya xwe ya organîk bi ekonomiyê re nîne, bi tenê bi hêrsa hêzê û kara zêde radibe, di serî de jin dixwaze tevahiya hêzên ekonomîk bike bin destê xwe. Di encama vê lîstikê de her cure hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê weke ûr û girêkekê li ser civakê mezin dibin û ev yek jî dihêle ku ev lîstik bigihîje qonaxekê dewam neke û neyê lîstin.
Piştî jinan di serî de cotkar, ji yên bi ekonomiya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên piçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji ekonomiyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Em bi mijarekê re rûbirû ne ku divê herî zêde bê rohnîkirin. Pêvajoyên şaristaniyê yên ku bi awayekî talana qadên jiyana ekonomîk û objeyên wê ne, çawa bû ku hatin rewakirin û heta roja me ya îro anîn? Hêzên ekonomî tesfiye kirin, çawa çêbû ku weke hêmanên bingehîn ên ekonomiyê hatin pêşkêşkirin? Eger em bibêjin di civaka Sumer de wexta xweda hatin avakirin ji vê zêdetir rastî bûn, bawer dikim ku em ê nexapin. Tevî van rexneyan hemûyan jî K. Marks hay jê hebû ku di bin navê ekonomiya kapîtalîst de dehşet û felaket tê pêşkêşkirin. Lê belê eger em bibêjin; di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe heta mirov bêje bes ava kiriye, analîz û çalakiya wî ya şoreşgerane evqas dibû, wê hê rastir be.

Dewlet xwediyê milk e
Di civaka Rojhilata Navîn de cudahiyeke girîng jî ew e, mayeyên ekonomîk bi destê dewletê di binî re tê dayîn. Ya rastî, wexta ku em li ber çavan bigirin ku di şaristaniya Ewropayê de bêyî dewletê kar bi destxistin xeyal e, em ê bibînin ku di tehlîla dawî de dewlet xwediyê bi tenê û rewa yê mayeyên civakî ye. Jixwe ev sedem têrê dike ku xwe xwediyê milk bibîne. Li derveyî dewletê qala karê kirin ji xapandinê û wêde tiştekî din nîne. Weke encam mirov dikare bibêje; dîroka şaristaniyê dîrokeke antî-ekonomîk e. Tevahiya pirsgirêkên ekonomîk weke encama vê nakokiyê derdikevin holê. Çîna serwer, bajar û dewlet çiqasî destê xwe ji ekonomiyê bikişînin, bi gotineke din çiqasî piçûk bibin û ekonomiyê ji berpirsiyarên wê yên rastî re bihêlin, pirsgirêkên ekonomîk jî wê ewçend bikevin rêya çareseriyê. Ev tespîta ji bo ekonomiya global, tespîta herî rast e; ji bo jiyana ekonomîk a Rojhilata Navîn hê rastir e.
Weke hêza çandî ya manewî civak bêîdeolojî nabe. Tevî ku îdeolojî bi zêhniyetê re têkildar e, lê têgîneke hê cudatir e. Heywan, heta bi nebat û atoman jî mirov dikare behsa zêhniyeta wan bike. Lê îdeolojî xweserî civaka mirov e. Wezîfe û erka wê ya bingehîn ew e ku jiyanê manedar û sererast bike. Eger ev mane û sererastkirin nebe, civak nikare li ser piyan bimîne û wê bikeve dehşetê. Ji lewra îdeolojî têra xwe pirsgirêkeke balkêş e. Maneya wê ya peyvê; mentiqê fikran e. Civaka mirov, ji bo bi mentiqê fikran şêwe û awayekî bigire, û were azadkirin, xwedî xwezayeke nerm e. Lê bi vê xisleta xwe ya nerm li kolekirinê jî vekiriye. Hem çareserkerê pirsgirêkan e, hem jî çavkaniya pirsgirêkan e, ev jî têkiliya xwe bi şêweyê avabûna mirov re heye.

Li Rojhilata Navîn îdeolojî
Di şaristaniyên Rojhilata Navîn de îdeolojî bi roleke mezin rabûne. Şaristanî bi xwe bi gelek tiştan deyndarê afirîneriyên mîtolojîk ên rahibên Sumeran e. Panteona xwedayan a hatiye avakirin bandora xwe li dînan hemûyan kiriye. Bi şaristaniya maddî re di zikhev de timî şaristaniyeke manewî jî hatiye avakirin. Hêza xanedanî û qraltiyê ya li ser rûyê erdê mezin û bilind dibe, xwe weke sembol bi xwedê pêşkêş û bilind dike, û ev yek jî kiriye wezîfeya bingehîn a îdeolojiya xwe. Nîşanên qralê li rûyê erdê weke formên xwedayî li ezmanan hatin nîşandan. Ji wê demê ve felsefe, zanist, huner û dîn timî li van xwedayan geriyane. Ya dîtin li aliyekî cîhana rastiyan bû, li aliyê din jî cîhana xeyalî ya rastiyên ji rê derxistî bû. Ya ji bo cîhana îdeolojîk a Rojhilata Navîn girîng ew e; zanibe bişopîne îdeolojiya mîtolojîk çawa veguheriye îdeolojiya dînî, ya dînî çawa veguheriye îdeolojiya felsefî û herî dawî jî çawa veguherîne teoriyên zanistî; karibe bişopîne û bibîne çi beramberî cîhana pirsgirêkên maddî tê. Pirsgirêkên jiyana civakî û ekonomîk ji sedî sed di îdeolojiyê de beramberê xwe wê bibînin: yan weke rastî yan jî weke ji rêderketî. Saziyên xanedan, desthilatdarî û dewletê xwe bi awayekî gelekî tîpîk di cîhana îdeolojiyan de bi awayekî xwedayî ava dikin û pêşkêş dikin. Eger ji van aliyan ve analîzên îdeolojîk bêne kirin, mirov dikare der barê civakê de rast rohnî û serwext bibe. Cîhana tevahiya dîn û xwedayên serdema destpêkê û navîn, cîhana hiyerarşî, xanedanî, desthilatdarî, dewlet û sermayedarên mezin û bilind dibin nîşan didin û mirov şopên wan ên hatine rewakirin dikare bi hêsanî bibîne. Pevçûn û pirsgirêkên di navbera wan bi xwe de jî çawa bûne, wisa di şopên wan de jî qewimîne. Ji bo mirov li pirsgirêkên maddî serwext bibe qada îdeolojîk çiqasî hewce bike, berevajiyê wê jî ewqasî hewce dike. Bi qasî ku mirov karibe herdu alî û rûyan ji hev bike, divê mirov timî li têkiliya di navbera wan de bigere û bibîne.

Îdeolojiyên sîstemê çareser nake
Di momentên şarisaniyan de hêzên avaker haya wan bi temamî ji karektera xeyalî ya îdeolojiyan hebû. Wexta ku cîhana xeyalî weke rastiyê pêşkêşî cîhana koleyan dikirin, hem kole sernermî dikirin, hem jî arezû û xwestekên wan gem dikirin û bi xeyala jêre dinya din digotin, hêvî dikirin ber dilê xwe xweş bikin. Ango cîhaneke îdeolojîk a gelekî bi pirsgirêk, dibû kevneşopî û rêûresm. Ji ber vê rastiyê ye ku dîroka şaristaniyê timî di bin siya xweda û dînan de hatiye pêşkêşkirin.
Di roja me ya îro de pirsgirêkên civakî yên giran vediguherînin pirsgirêkên îdeolojîk ên bi vî rengî. Belkî jî ji ber ku bawer dikin, wê pirsgirêkan bi vî awayî hêsantir çareser bikin, ev wisa ye. Ji nû ve geşkirin û zindîkirina îdeolojiya Îslamî, hebûna pirsgirêkên civakî yên zêde dibin, nîşan dide.Ji ber ku îdeolojiyên modernîteyê nikarin bibin amûrên çareseriyê û nikarin têkiliyeke rastî bi pirsgirêkên civakî re deynin, ev yek wisa ye. Çi serneketina îdeolojiyên rêûresmî, çi jî serneketina îdeolojiyên modern, bi rastnîşannedana pirsgirêkên civakî re têkildar in. Çareserî bi şêwazên şoreşgerane û beridandinê, hem di gotinê de û hem jî di çalakiyê de bi cihanîn û pêkanîna rastiyê ferz dike.