Meha Adarê dê bibe duryanek
|
|
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ku hin gavên pratîkî yên baweriyê neyên avêtin dê ji adarê pêde ji navberê vekişe, divê gelê me û her kes vê yekê bizanibe.
|
|
15/01/2011 – 07:28
|
|
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ku hin gavên pratîkî yên baweriyê neyên avêtin dê ji adarê pêde ji navberê vekişe, divê gelê me û her kes vê yekê bizanibe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çarşema borî di hevdîtina xwe ya hefteyî de geşedanên rojevî û der barê mijarên dîrokî de agahiyên girîng da. Ocalan behsa parêznameyên xwe kir û got ku ew bawer e nexşerêya ku di 2009’an de amade kiribû gihîştiye DMME’yê. Ocalan, got ku ew li gorî şertên wê rojê hatibû amadekirin lê di parêznameya xwe ya cîlda 5’emîn de bi berfirehî vegotiye. Ocalan, destnîşan kir ku ji nexşerêyê dikare sûd bê girtin û 10 rêgezên ku destnîşankirine gelekî girîng e û ev rêgez divê bi berfirehî bê nîqaşkirin û fêmkirin.
DIVÊ BI GEL BIDIN FÊMKIRIN
Ocalan, ragihand ku KCD di gelek mijaran de bi derengî dimîne û gelek caran gotiye divê xweseriya demokratîk baş bê nîqaşkirin û bi gel bidin fêmkirin. Ocalan, diyar kir ku heta bingeha wê çênebe, neyê temamkirin komxebata ku îlana wê bê kirin pêk hat. Nîqaşên li ser xweseriya demokratîk destpêk e, ev startek e. Ocalan, got ku xisûsên tîne ziman di raya giştî de dibe sedema nîqaşên şaş û bi awayekî kêm digire dest û wiha got: “Min got ev proje di nava gel de bê nîqaşkirin. Bêyî ku amadekarî bê kirin, wekî îlanekê ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin. Dîsa nîqaşên der barê Hîzbulahê de jî. Divê ev mijar bi bûyerên dîrokî re dest bê girtin. Tenê bi aliyê rojane bê nirxandin, nayê fêmkirin û kêm dimîne. Her karê me divê wateyek wê û kûraniyeke wê hebe.”
HEGEMONYAYA AKP’Ê
Ocalan, diyar kir ku AKP dixwaze hegemonyaya xwe înşa bike û talûkeyekê wisa heye. Ocalan, got ku di van demên dawî de bi awayekî hûrbînî li ser AKP’ê disekine û dixwaze medya û her derê bi dest bixe. Ocalan got ku têgihiştina modernîteya demokratîk ku ew pêş dixin, bala gelek kesan dikişîne, nîqaşên cidî ji aliyê pispor û fîlozofan li ser tê kirin û nîqaşên têne kirin nêzî feraseta modernîteya demokratîk ku ew pêş dixînine.
Ocalan, bibîrxist ku li Tirkiyeyê şerê bi destxistina hegemonyayê digihêje sed salî; yekem serkêşiya wê CHP dike, hegemonyaya laîk-komarî. Ya duyemîn jî ku AKP serkêşiya wê dike hegemonyaya tirk-îslamî ye. Ocalan, got ew her her du hegemonyayan jî red dikin û riya sêyemîn feraseta modernîteya demokratîk pêş dixin û wiha got: “Di modernîteya demokratîk de li hemberî mafên mirovan rêzgirtin, pergaleke demokratîk, qanûnî-makeqanûnî heye. Azadîxwaz e. Mebest welatiyên azad e.”
TIFAQA TIRK Û CIHÛYAN
Ocalan, got ku hegamonyaya laîk-komarparêz di destpêka salên 1920’î de bi hevkariya çîna navîn a tirk û cihûyan pêk hat. Ocalan, derbirî ku di çarçoveya vê tifaqê de avakirina komarê pêk hatiye û aliyên li hemberî vê tifaqê wekî xetere dihatin dîtin, hatine tasfiyekirin.
Ocalan got ku hêza piştgira vê tifaqê Îngilistan bû û destnîşan kir ku entelektuelên cihû jî di nava vê tifaqê de cihê xwe girtiye, bi vê yekê bingehê ‘tirkîtiya spî’ hatiye avêtin. Ocalan ligel ku wê demê tu dewletên cihûyan nebûn, bal kişand ser vegera wan a ji bo Anatolyayê û wiha got: “Tiştê wê demê derketiye holê teşeyê destpêkê yê dewleta Israîlê bû. Tifaqa di navbera salên 1923-1950’yan de hatiye avakirin serdest bû.” Ocalan, diyar kir ku tifaqa di navbera dewleta tirk û cihûyan de bi rêbazên provokatîf tasfiyekariyeke mezin pêkaniye û ji bo vê yekê jî provokasyona li hemberî Şêx Seîd hatiye bikaranîn wekî mînak nîşan da.
Ocalan, got ku ji sala 1950’yî pê de ku Tirkiye bû endamê NATO’yê hegemonyaya laîk-komargerî hinekî cuda bûbe jî bandora xwe berdewam kir û wiha got: “Bi endamtiya NATO’yê re li Tirkiyeyê rêxistina Gladio mudexeleyî geşedanên civakî kir. Gladio rêxistina NATO’yê ya şerê taybet e. Heta salên 1980’yê Gladio NATO’yê û Gladioya Tirkiyeyê yek e. Ji bo baş bê fêmkirin mînakekê bidim Agca ji bo li hemberî Papa sûîqestê pêk bîne ji girtîgehê hate revandin. Ji salên 80’î pê de guherî, Kenan Evren ji bo vê guherîne dibêje: “Têkiliya navbera Gladio Tirkiye û Gladioya NATO’yê piştî salên 80’yî cudabûn çêbû. Di salên 90’î de Gladioya Tirkiyeyê bû xweser.” Ev gotinên Evren rewşê baş îfade dike.”guherî ji di salên 90’î de xweser bû. Ocalan, diyar kir ku bi darbeya Çîllerê re Gladioya Tirkiyeyê bû xweser û wiha got: “Hewldanên çareseriyê yên Ozal û fermandarê Giştî yê Cendermeyan Eşref Bîtlîs hebûn. Ev hewldan Gladio nerehet kiribûn.” Ocalan, got ku ligel hemû xetereyan Ozal li hemberî wan serî netewand u wiha got: “Piştî mirina Ozal, dema serokwezîtiya Çîller û Fermandariya Giştî ya Dogan Gureş hat. Ev dem dema herî reş ya Komara Tirkiyeyê ye. Xwesertiya ku Kenan Evren behs dike ev e. Ev darbeya Çîllerê ye. Di wê demê de 4 hezar gund hatin şewitandin bi hezaran kurd koçber bûn û bi deh hezaran hatin qetilkirin. Ev encam ji qirqirina fîzîkî ya rûm û ermeniyan girantir bû. Lê serkeftina li ser rûm û ermeniyan pêk hat li ser kurdan pêk nehat.”
Ocalan, got ku bi derketina PKK’ê re rêveberiya başûrê Kurdistanê jî tevli tifaqa Gladioyê kirin. Piştre Sûriye û Îran jî tevli vê tifaqê kirin. Ocalan, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hin gavên bi niyeta baş xwestin biavêjin, lê hatin tasfiyekirin. Ocalan, got ya dixwazin ava bikin “Hamasa kurdan e”, çawa bi avakirina Hamasê FKO xilaskirin, li vir jî dixwazin îslamparêziya sexte ava bikin û tevgera kurd xilas bikin û wiha got: “Ne rast e ku ji wan re bêjin Hamasa Kurd jî, ev şebeke ne. Erê ez dê ji van re bêjin “şebeke” Ev şebeke li aliyekî jî dibêjin em misliman in. Tu têkiliya van bi ol û Îslamiyetê re jî tuneye. Nêzîkahiya wan ya li hemberî kurdan bi temamî faşîzane ye.”
Ocalan, got ku tehliyeya endamên Hîzbulahê divê di çarçoveya daxwaza pêkanîna hêza hegemonîk ya AKP’ê de bê nirxandin û wiha got: “Lazim e em van tehliyeyan wekî berdana sê-çar kesan nenirxînin. Ev xelet e. Wekî encam, van kesan heta niha bi sedan mirovên me bi avayekî bê însaf kuştine. Tehliyekirina wan têrê nekir, li nava Amedê bi dîlanê hatin pêşwazîkirin! Halbûkî, diviya bi avayekî xurt bertek hatiba nîşandan.” Ocalan, têkildarî mijarê, daxuyaniya xwe ya hefteya borî got ku wî ji wan re gotibû ku eger di nava wan de misilmanên, durist û samîmî hebin, ji kirinên xwe poşman bûbin, bila bi avayekî samîmî rexnedayîna xwe bikin, lêborîn bixwazin. Wê demê dikarin di nava KCD’a kurdan, Konseyên Bajaran de cih bigirin û wiha got: “Min bi banga xwe xwestibû van tiştan bêjim. Tu pirsgirêka me bi misilmanên samîmî re tuneye.” Ocalan, got ku zihniyeta tehliyekirinên Hîzbulahê û zîhniyete neçareseriyê heman zihniyet e û ev tehliyekirin ne ji rêzê ye.
HETA MEHA ADARÊ
Ocalan, bal kişand ser heyeta ku ew ziyaret kiriye û wiha got: “Ez dibînim ku ev heyet di nava hewldamek niyeta baş de ye. Lê ez nizanim ku ev heyet çiqas xwedî bi erk û raye ye. Nizanim dê çiqasî li ser hikûmetê bandorê bike.” Ocalan, da zanîn ku niha nikare bêje ev pêvajo dê çawa pêş bikeve. Ocalan, bal kişand ser helwesta dewletê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê AKP heta meha adarê hin gavên pratîk bavêje. Ger ku heta meha adarê hin gavên erênî û girîng neavêje, wê demê ez dê xwe bidim alî. Ger ku pêvajo bi rageşî û bêbaweriyê pêş bikeve, dê pêvajoya hilbijartinê jî bi êş derbas bibe. Divê gelê me zanibe ku gavên pratîk ên erênî pêş nekeve, dibe ku ez xwe bidim alî.”
Ocalan, da zanîn ku ew dê di meha adarê de nirxandinek giştî bike û wiha lê zêde kir: “Lê ger ku bi vî rengî pêşketin pêk bê ez berpirsiyariyê nadim ser xwe. Berpirsiyariya min bê wate dimîne. Em dê bibînin ku AKP ji bo çareseriyê çiqas amade ye. Dane û delîlên ku AKP bi serdestiya xwe li Tirkiyeyê hêza îslama faşîst înşaa dike aşkare dibe.”
Ocalan, daxuyand ku ji ber ku cihê wê hatiye dixwaze xwerexnedana xwe jî bide û wiha lê zêde kir: “Hefteya borî min bi kurtasî behsa mijara navborî kiribû. Ez difikirim ku bi doza Ergenekonê bêtir kesên şerxwaz û li dijî aştiyê hatine girtin, lê belê piştre min dît ne wisa ye. Dema mirov baş dişopîne, dibîne ku kesên şerxwaz û li dijî aştiyê nehatine tasfiyekirin. Bêtir kesên berê deşîfre bûbûn hatin cezakirin. Lê kesên li dijî çareserî û aştiyê yên ku nehatine naskirin hêj tên parastin. AKP dixwaze Gladioya xwe ava bike. AKP, di mijara Ergenokonê de gel dixapîne. Wekî ku kesên li dijî şer tasfiye dike xuya dike, lê di rastiya xwe de ne wisa ye.” Ocalan, da zanîen ku bingehê peymana di nava AKP’ê û artêşê de di sala 2007’an de ji aliyê Buyukanit û Erdogan ve li Dolmabahçeyê hatiye avêtin. Di vir de peymanek û lihevkirinek heye.”
Ocalan di hevdîtina xwe de bal kişande ser rola Îranê ya di nava eniya dij kurd de û bi van gotinan diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê û yên Îranê hevdeng dimeşin û wiha got: “Çareseriya pirsgirêka kurd a li dewletekê ji van, ya li dewleta din jî çareser dike. Lewra di heman çarçoveyê de tevdigerin. Li Îranê kurd tên îdam kirin, dîsa Gewer ku li sînorê Îranê ye dibe hedefa her dû aliyan. Di dema AKP’ê de serdanên Îranê zêde bûn. Erdogan û Ehmedînejat êdî mîna du cêwiyan tevdigerin.”
Ocalan bal kişand ku tehdîta tevkijiyê ya li ser kurdan hêna heye û ragihand ku piştî Colemêrgê dibe li Cizîr, Şirnex, Amed û Batmanê pêla êrîşan dest pê bike û banga hişyariyê kir. Ocalan careke din bal kişande ser herêma Colemergê û diyarkir ku sedema tundbûna êrîşên li vir kurdbûna herêmê ye û hişyar kir.
DIVÊ QENDÎL GEL BIPARÊZE
Ocalan xwest BDP xetereyên tên rojevê baş bibine, li gel xwedî derkeve û biparêze. Ocalan xwest gelê ku ji bo îradeya xwe beyan bike derdikeve kolanan were parastin û di heman demê de rexne li rêveberiya herêma Qendîlê kir ku di warê parastina gel de lawazî hene. Ocalan ji bo hemû qadan jî çareseriya bi tenê ya mîna tedbîra li hemberî êrîşan mîna rêxistinkirina parastina xweser binav kir.
Ocalan di heman demê de bersiv da nirxandinê Serfermandariya Giştî ya Tirk a der barê parastina xweser de û wiha axivî: “Çi dibe bila be divê em hebûna xwe biparêzin. Dibe ku li vir bêm kuştin jî, ev yek jî ne girîng e. Em ê di her rewşê de parastina hebûna xwe esas bigirin. Parastina xweser mafekî gerdûnî ye.”
Lîstika xetere dixin dewrê
OCALAN, destnîşan kir ku hewldanên fêrkirina misilmaniyê ya gelê kurd bêwate ye û bal kişand ku ji xwe gelê kurd misilman e û di warê misilmantî û nirxê misilmantiyê de yên herî dilsoz kurd in. Ocalan, der barê serbest berdana endamên Hîzbulahê de jî wiha axivî: “Tê gotin ji kesên ku serbest hatin berdan rêjeyeke mezin winda ye. Ev li ku ne, şandin ku? Qala komeleyên Mustazafê tê kirin ku dê televizyonan vekin. Ev bi serê xwe nikarin vê yekê bikin. Çavkaniya van ji cihekî din e. Beranberî qedandina PKK’ê Îran jî di nav de, Tirkiye û heta bi hêzên navnetewî yên li dij çareseriyê dê sûdê werbigirin.” Ocalan diyar kir ku lîstikeke gelekî xetere tê lîstin û ev hişyarî kir: “Yê di gotinê de îslamî ne bikar bînin û bi îstîsmarkirina hestên gelê me wê bixwazin Tevgera Kurd tasfiye bikin. Van îslamvanên sexte berê jî di nava rêxistinbûyina Giladioya şerê taybet ku li hember kurdan û PKK’ê hate meşandin de cih girtin. Divê gelê me hişyar be.”
Ocalan destnîşan kir ku kes û derdorên di nava vê lîstike xeter de rol digirin bi îslamê û olê re tune ye û divê gelê me neyê van lîstikan. Ocalan got ev serbest berdan ne yên ji rêzê ne, parçeyên planeke demdirêj a xeter in. Ocalan şandina zêdetirî deh hezar meleyên şandine herêmê jî bibîr xist ku ev mele bi wezîfeyên taybet û armancên taybet hatine şandin û bang li gelê kurd kir ku li hember van xwedî helwest be û bi gotina, ‘pêwistiya me bi meleyên we tune ye’ derfetê nede wan û rêxistina xwe ya olî ya xweser bi xwe misoger bike.
Girtinên KCK’ê ne rewa ne
OCALAN, bal şikand ser girtiyên ji doza KCK’ê û got ku 2 hezar girtiyên KCK’ê tenê bi daxwaza siyaseteke demokratîk bi riyên demokratîk û wekî hemwelatiyên azad bêyî şîdet bikin niha di girtîgehê da ne. Ocalan, got ku tu eleqeya wan bi KCK’ê nîn e û girtina van kesan ne meşrû ye. Ocalan, diyar kir ku li hemberî vê rewşê gel û BDP li ber xwe didin û mafên xwe yên berxwedana demokratîk bi kar tînin.
Jiyana bê ziman bêwate ye
OCALAN, di hevdîtina xwe ya hefteyî de têkildarî kampanyaya ‘Jiyana Duzimanî jî nerînên xwe anîn ziman û bi van gotinan pêwîstiya zimanê dayikê rave kir: “Heke em nikaribin zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin, çanda xwe bidin jiyandin wê demê gelo wateyeke jiyanê ji bo kurdan heye? Ev mijar têkildarî hebûna me ye. Zimanê me rûmeta me ye, sedema hebûna me ye. Pêşî parastina hebûnê, paşê jî têkoşîna azadiyê tê.”
WATEYA PARASTINA XWESER
Ocalan, destnîşan kir nirxandinên wî yên der barê mijarê de çewt tên nîşanden pêwîstî dît ku careke din wateya parastina xweser bîne ziman: “Parastina xweser tenê parastina çekdarî îfade nake. Parastina xweser a em dixwazin bipêş bixin bi riyên yasayî, demokratîk, rewa û muxalefeta demokratîk parastina hebûnê ye. Parastina xweser a me parçebûnê na, berovajî yekbûneke bi Tirkiyeyê re ya demokratîk îfade dike. Bi rêbazên yasayî û demokratîk wek welatiyên azad mafê me yê xweparastinê heye.”
Ocalan her wiha silavên xwe ji bo gelê kurd ên di nava sînorên Sûriye, Îran û Iraqê de dijîn re jî pêşkêş kir û xwest li ser bingeheke demokratîk rêxistinbûyîna xwe bipêş bixin. Her wiha Ocalan bi minasebeta sersala borî hemû girtî silav kirin û ji bo gelê Îzmîr, Xinûs, Dêrsim, Gever û Colemêrgê jî silavên xwe pêşkêş kirin. STENBOL-ANF
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...
Nisan 7, 2011
Kategoriler: HABER . Etiketler:Adarê, bibe, de, duryanek, Meha . Yazar: amedtimes . Comments: Yorum bırakın