Kon rastî barîkata polîsan hat

Kon rastî barîkata polîsan hat
Platforma Konên Çareseriya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 23 roj berê li Parka Koşuyoluyê “Konê Çareseriya Demokratîk” hatibû vekirin û xwestin kon bibin Qada Derê Çiyê lê rastî astengiya polîsan hat

08/04/2011

“Konê Çareseriya Demokratîk” ê ji aliyê Platforma Konên Çareseriya Demokratîk ve dixwastin bi meşekê li Qada Derê Çiyê bê vekirin, rastî astengiya polîsan hat. Girseya di nav de Parlamenterê BDP’ê Bengî Yildiz jî heyî piştî ku meş hate astengkirin bi çalakiya rûniştinê helwest şermezar kir.
Platforma Konên Çareseriya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 23 roj berê li Parqa Koşuyoluyê “Konê Çareseriya Demokratîk” hatibû vekirin û xwestin kon bibin Qada Derê Çiyê lê rastî astengiya polîsan hat. Ji bo vekirina kon ji navçeya Surê ya Amedê li ber Navenda Dîcle Firatê gelek kes bi pankrata “Ji bo civakek azad em li konên çareseriya demokratîk dicivin” ber bi Qada Derê Çiyê ve dest bi meşê kirin li Derê Rihayê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.
HELWESTA POLÎSAN
Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê jî girseya bi pankarta “Meşa azadiyê didome” li ser kolana Alî Emîrê, ji navçeya Peyasê jî bi pankarta “Zimanê me rumeta me ye” ya ku di nav de Parlamenterê BDP’ê Bengî Yildiz, Serokê BDP’êa Amedê M.Alî Aydin, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag û gelek welatî jî li ber Nexweşxaneya Venî Vîdiyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan bi panzer û hêzên çewîk barîkat danî û destûr neda ku welatî bikevin Qada Derê Çiyê. Li ser vê yekê welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir û helwesta polîsan şermezar kir.

JI BARÎKATÊ DERBASBÛN
Dema ku welatiyên ji navçeya Sûrê hatin li gel barana zêde dibarî çalakiya xwe didomandin esnafên derdorê naylon û muşamba danê. Piştî demekê welatiyên ji BDP’a Surê hatin li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê BDP’a Surê M. Şah Teke daxuyanî xwende û wiha got: “Polîsên ji hikûmeta AKP’ê piştgiriyê digirin em bernedan. Mafê me yê demokratîk gasp kirin. Em ê heta mafên xwe yên demokratîk digirin dê têkoşînê bidomînin.” Piştî daxuyaniyê welatî bi rêz ji barîkatê derbasbûn ketin Qada Derê Çiyê. Welatiyên ji navçeyên Baglar û Yenîşehîrê hatin bi heman rêzbazê ketin qadê. Polîsan li ser vê yekê barîkat bire Qada Derê Çiyê.

ÇALAKÎ DOM KIR
Welatiyên ji Peyasê hatin ên ku di nav de Parlamenterê BDP’ê Bengî Yildiz, Serokê BDP’a Amedê M. Alî Aydin û Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag jî heyî li ber Nexweşxaneya Venî Vîdiyê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. Li vir Bengî Yildiz daxuyaniyek da û wiha got: “Gelê me daxwazên xwe yên azadî, aştî û demokrasiyê vedibêjin. Em bi gelê xwe re li qadan in. Em zirarê nadin tu kesî. Baran û şertên din ên xwezayê em têknabin. Zexta hêzên ewlehiyê jî me bêzar nakin” Dema rojnameya me çû çapê li hemberî barîkata polîsan çalakiya rûniştandina girseyê didomiye. AMED – DÎHA

Gora zarokên xwe dîtin lê belê vê carê jî rastî astengiya dozger hatin

 Gora zarokên xwe dîtin lê belê vê carê jî rastî astengiya dozger hatin

 

  

 

  

 

 Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin

 

 
12/03/2011

 

 

 

 

Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin. Malbatên ku careke din agahî ji zarokên xwe newergirtin, malbatên windayan serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û diyar kirin ku zarokên wan bi komî li zeviya kêleka Girtîgeha Dêrîkê hatine veşartin û xwest gor bê vekirin. Lê dozgeriyê bi hinceta ‘delîlên piştrast dikin ku mirî di gorê de hene, tune ne’ daxwaza wan red kir.
Li Dêrikê di pîrozbahiyên salvegera 15’ê Tebaxê yên sala 1992’yan de, şahiyek hate lidarxistin û wê demê leşkeran bi guleyan mudaxeleyî pîrozbahiyên ku li devera Uçyol a Dêrikê kirin û di encamê de Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen bi awayekî birîndar hatin binçavkirin û malbatan careke din agahî ji wan negirt. Ligel ku şahidan wê demê îfade dan ku ew kes li ber çavên wan hatine binçavkirin jî rayedarên dewletê nexwest bûyerê zelal bikin. Di lêgerîna 18 salan de malbatên fêm kir ku zarokên wan li zeviya kêleka Girtîgeha Navçeyê ya Dêrîkê di goreke komî de hatine binaxkirin. Li ser vê yekê malbatên Turk, Yavuz û Bîlen serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û xwestin ku gora komî ya zarokên tê de ne bê vekirin. Dozgeriyê serlêdana malbatan bi hinceteke balkêş red kir.

HINCETA BALKÊŞ
Li ser serîlêdana malbatan dozgeriyê bersiva neyînî da malbatan û bi îdiaya ‘delîlên piştrast dikin ku cenaze di wê gorê de hene, tune ne’ serîlêdana malbatan red kir. Birayê Necat Turk, Celal Turk diyar kir ku wan gelek agahiyên girîng wergirtine ku birayê wî û hevalên wî li nava zeviya navborî hatine veşartin û ji ber vê yekê wan serî li ÎHD’ê daye. Turk wiha got: “Piştî ÎHD’ê me serî li Dozgeriya Komarê jî da. Lê dozger serîlêdana me red kir. Ew bûyer li ber çavê me hemûyan qewimî, lê dîsa jî ew hatin windakirin.”
 
JI RASTIYÊ DITIRSIN
Serokê ÎHD’a Mêrdinê Erdal Kuzu diyar kir ku ligel hemû hewldanên wan rayedarên darazê nexwestine bûyer bê zelalkirin û da zanîn ku ew ji pêvajoya darazê ya Tirkiyeyê encamê negirin, ew ê mijarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Kuza bi bîr xist ku wan li devera navborî gorek dîtiye û piştî lêkolînan derketiye holê ku di wê gorê de 3 kesên ku hatine windakirin hene.
Birayê Rida Yavuz, Sedat Yavuz got ku wî jî şahidiya bûyerê kiriye û piştî xwîşka wî Rida û du hevalên wê birîndar bûn li ber çavê gelek kesên ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran bi gulebaranê mudaxeleyî çalakiyê kir û bêserober gule dibarandin. Yavuz wiha got: “Wê demê xwîşkeke min di bin çavan de bû. Rida jî bi awayekî birîndar hate girtin û windakirin. Şahidên bûyerê ji tirsa neaxivin.
Piştre leşker ji bo sûcê xwe veşêrin bi dehan caran hatin gund û îdia kirin ku xwîşka min çûye tevli gerîla bûye. Wan digot bêjin, ew çûye çiyan.” Yavuz got ku dayîka wî piştî bûyerê felç bûye û hê jî li benda keça xwe ye.     MÊRDÎN – DÎHA

Welatiyê ji bo Newrozê hat Wanê rastî îşkenceyê hat

Welatiyê ji bo Newrozê hat Wanê rastî îşkenceyê hat
 
 
Penaberê Îranî Majid Amir Namber Bahoner ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Wanê di roja Newrozê de li malê rastî êrîşa 3 kesên nasnameyan nediyar hat û îşkence xwar

06/04/2011
 

Penaberê Îranî Majid Amir Namber Bahoner ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Wanê di roja Newrozê de li malê rastî êrîşa 3 kesên nasnameyan nediyar hat û îşkence xwar. Bahoner ku birîndar bû, li hemberî gef û îşkenceyê bi riya daxwaznameyê serî li buroya Konseya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Enqereyê da. Lê derket holê ku tu tedbîrên ewlehî nehatiye girtin.
Bahoner ku li Îranê bazirganî dikir li vir tevli dergeheke olî bûbû. Bahoner li dergeha Derwêş Nîmetullah Nurbahşin dixebitî piştre biryar dabû ku ji dergehê derkeve. Lê rastî zextên dergehê hatibû. Bahoner, wiha axivî: “Sibeha Newrozê 3 kesên ku îstîxbarata Îranê ne û endamên dergahê ne îşkence li min kirin. Gef li min xwarin. Farisî diaxivin. Ji ber lêdanê ez ji xwe çûm û seat 16:00’an çûm serî li ofîsa penaberan da. Wan jî agahî dan polîsan û ez rakirim nexweşxaneyê” WAN

Bi pîşeya doneriyê feraset pûç derxist

Bi pîşeya doneriyê feraset pûç derxist
 
 
Di civaka Tirkiyeyê de gelek kar wekî ‘Karê zilam’ û ‘Karê jinan’ tê cudakirin û bi vê yekê di navbera zilam û jinan de cudakarî tê kirin. Zînnet Akçîçek (25) ku dayîka 3 zarokan e, bi pîşeyê donergeriyê vê feraseta zilam vala û pûç dike

06/04/2011
 

Ji nifusa cîhanê nêvî jinin. Lê di nava xebatên aboriyê de ev yek nayê temsîlkirin. Jin di nava jiyana civakî de ji bo ku li ser piyan bisekinin li qadên karê yên wekî ‘pîşeya zilaman’ tên bi navkirin dixebitin. Jina bi navê Zînnet Akçîçek a 25 salî ku dayîka 3 zarokan e, pîşeya donergeriyê dike. Bi vê pîşeyê têkoşîna jiyanê dide. Akçîçek, diyar kir ku li gel zext û zordariyên hevserê xwe û derdorê dest bi vî karî kir. Akçîçek, têkildarî pîşeyê xwe diyar kir ku jin li dervê civakê tên dîtin û ew bi hunera xwe dixwazin biçespînin ku jin jî dikarin di navenda civakê de cih bigirin.
Akçîçek, anî ziman ku di 15 saliya xwe de ji ber malbata wê destûr neda wê, ji malê veqetiya û zewiciye û wiha got: “Ev 10 sal in ez zewicî me. Karekî hevserê min yê rêk û pêk tûne bû. Di bûyerêkê de bi darbeya kêrê birîndar bû û emeliyat bû. Ji ber êşa tiştên jiyîn hêrsa xwe ji li malê ji me der dixist. Her tim li hemberî min û zarokan bê eleqebû” Akçîçek, da zanîn ku ji ber hevserê wê betal bû, pirsgirêkên aborî dijî û nekarin kiraya mala xwe bidin. Akçîçek, bilêv kir ku ji ber pirsgirêkên aborî yên dijîn dest bi kar kir. Akçîçek, destnîşan kir ku yekemîn li xwaringehan firax şuştin û wisa dest bi kar kir. Akçîçek, derbirî kir ku piştî demekê ji xwe re cihe girt û dest bi birîna donerê kir. Akçîçek, diyar kir ku ew dizane ku derketi derveyî hînbûnên civakê û dema ku nû kargeriya xwe vekir gelek bi tirsbû. Akçîçek, anî ziman ku ji ber li hemberî kargeriya wê kirathane û cafeyên înternetê yên herî zêde zilam lêdimînin hebûn hinek bi guman bûn. Akçîçek, da zanîn ku dema nû kargeriya xwe vekir pirsa “ez dê li vir çawa bixebitim?” ketibû serê wê û wiha axivî: “Berê min ji xwe re alîkarek anî. Min 15 rojan da xebitandin. Min berê xwe dayê çênabe û rewş xirabe. Piştî min pereyê wî kesê didayê bêtir ez diketim zoriyê. Pişt re min xwe bi wêrek kir û min got xebat fedî nin e. Min bi xwe karê donerê kir. Li gel hemû zordariyan min dest jê berneda û ez hînbûm. Ya herî ez bi biryar û hêz dikirim zarokên min bûn”

CIVAK DIGUHERE
Akçîçek, anî ziman ku berê fikra dê ji derdor û welatiyên taxê bertekên neyînî bigire pêre çêbû, lê piştî demekê di serî de jin û gelek kesên din bi awayekî erênî nêzîk bûn. Akçîçek, da zanîn ku hinek jin hatin kargeriya wê ew ziyaret kirin û ew pîroz kirin û wiha axivî: “Ji min re gotin ‘bi vê karî tu jinekî minak e. Em jî dixwazin ji xwe re kargeriyan vekin. Wêrekbûna te hêz da me’ piştîgirî dan min”
Akçîçek, bilêv kir ku ji ber kar rastî zext û zordariyên serî hevser û malbata hevserê xwe hate û piştî demekê ev yekê hemû bi dawî bûn. Akçîçek, destnîşan kir ku heke jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin û wiha pê de çû: “Bila jin li hemberî hemû zordariyan têkoşînê bidin. Ez difikirim ku li gel hemû astengiyan ji zilamekî baştir xwe li ser piyan digirim. Ji ber kar ez zêde bi zarokên xwe re eleqeder nabim. Dema ku min zarokên xwe mezin kirin ez jî bi wan re mezinbûm. Ez her tim bi tenê bûm. Lê min bi tenêtiyê hêz girt. Heke di vê civakê de em li derveyî jiyanê bên dîtin wê demê divê em ji bo di nav jiyana civakê de cih bigirin têbikoşin. ” AMED -DÎHA


23

Hikûmeta Lîbyayê ji nû ve li çareseriyeke siyasî digere

Hikûmeta Lîbyayê ji nû ve li çareseriyeke siyasî digere
 
 
Wiha xuyaye ku dê rewşa Lîbyayê bi vî rengî neyê guhertin û aliyên şer dikarin demeke dirêj li ber hev bidin. Lê ji bilî şer hewldanên
dîplomatîk jî êdî bi giranî tên kirin

06/04/2011
 

Ji aliyekî ve şer û pevçûnên di navbera alîgir û dijberên Qedafî de berdewam dikin û her roj her yek ji wan aliyan desthilatdariya xwe ya li ser bajar û herêmekê destnîşan dike. Ji aliyekî din ve hewldanên dîplomasî jî berdewam dikin. Wiha xuya dike ku hêzên rojava û Amerîkayê jî êdî dixwaze rê bide rêyên din ên çareseriyê, ji berk u her ku diçe tê xuyakirin ku dê rejîma Qedafî bi vî rengî bikaribe demeke dirêj li ber xwe bide û serkeftina aliyekî ji aliyên şer ên Lîbyayê di demek nêzîk de ne xuyaye. Niha bêtir welatên ku operasyonê li dijî hêzên Qedafî dimeşînin giraniya xwe didin ser valekirina dora Qedafî û dest bi şerekî psîkolojîk kirine. Mijarên wekî zarokên Qedafî jî êdî dixwazin wî dûr bikin û yek ji wan desthilatdariyê berdewam bike û reva berpirsên derdora Qedafî jî gelekî tê bikaranîn.
Desthilata Lîbya bi şandina Wezîrê Derve bo Yewnanistanê peyameke şandiye û li çareseriyeke siyasî ji aloziya heyî re digere. Li gor tora VOA News a amerîkî, karbidestên yewnanî dibêjin, nûnerekî Muamer Qedafî gote Serokwezîr George Papandreou ku rêberê Lîbyayê dixwaze dawî li şerê welatê xwe bîne. Wezîrê Derve yê Yewnanî Dimitris Droustas roja Yekşemê got, wiha xuya dike ku karbidestên Lîbyayê çareseriyekê ji şerê çekdarî yê ligel hêzên dijî Qedafî re dixwazin. Wezîrê Derve Droustas gotinên xwe piştî hevdîtina xwe bi Wezîrê Derve yê Lîbyayê Abdul Atî el-Obeydî diyar kir.
Hevdîtinên navbera her du aliyan li ser daxwaza Lîbyayê hate kirin. Yunanîstan endama Yekîtîya Ewropa û NATO’yê ye hevalbendeke nêzîk ya Lîbyayê ye. Karbidestên yewnanî dibêjin, birêz Ubeydî ji bo çareseriyê lhate serdana welatê me.
Her wiha Ubeydî serdana Malta û Tirkiyeyê jî kir û armanca van serdanên ew ku rêyek ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê ye.
Ji aliyekî din ve Serokwezîrê tirk yê ku di destpêkê de li dijî mudaxeleya NATO’yê derdiket niha welatê wî ji nava operasyonên li dijî Lîbyayê de cih digire. Di vê çarçoveyê de sekreterê giştî yê NATO’yê serdana Tirkiyeyê kir. hevdîtina di navbera Erdogan û Rasmussen de, nêzîkî seatek dom kir. Paşî Sekreterê Giştî yê NATO2yê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, ji Serokweziriyê derket.
Li gorî nûçeyê, Erdogan û Rasmussen di hevdîtinê de bi awayekî berfireh li ser rewşa dawîn ya Lîbyayê rawestiyan. Di hevdîtina ku tê de behsa çawaniya pêkanîna agirbesteke di çarçoveya biryarên bi jimara 1973 û 1970’yî yên Desteya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de hate kirin, teqezî li ser wê çendê hate kirin ku pêwîst e di çareserkirina  arîşeyên li Lîbyayê rêz li îradeya gelê Lîbyayê bê girtin. AMED


Ji 5 hezar dîlên azadiyê hişyarî


Ji 5 hezar dîlên azadiyê hişyarî
 
 
Raperîna sivîl berfireh dibe. Sibê li Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê bi boneya 4 daxwazên di çarçoveya ‘Raperîna Sivîl’ de bînin ziman ji bo hişyariyê dê 2 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin

06/04/2011
 

Li Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, ji bo 4 daxwazên gelê kurd ên di çarçoveya ‘Raperîna Sivîl’ bi cih bên ji bo hişyariyê dê 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê bikin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya, bi daxuyaniyek nivîski da diyar kir ku di çarçoveya ‘Raperîna sivîl’ de ji bo 4 daxwazên wan ên wekî ‘Bila astengiyên li pêşiya perwerdehiya kurdî bê rakirin’, ‘Operasyonên leşkerî û siyasi bên rakirin’, ‘Girtiyên siyasî serbest bên berdan’ û ‘Bendava hilbijartinê bê rakirin’ dê ji bo azadî û edaletê çalakiyê hişyariyê pêk bînin.
Kaya, bal kişand ser armanca gireva birçîbûnê û wiha got: “Em wekî girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê 5 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê, ji bo li dijî polîtîkayên faşîst û nijadperestiye şermezar bikin û daxwazên gelê kurd ên rewa û mirovane bi cih bên di navbera piştî 7’ê nîsanê heta 2 rojan dest bi gireva birçûnûnê dikin.

‘POLÎTÎKAYA ÎMHAYÊ’
Kaya, destnîşan kir ku li dijî gelê kurd di sala 2011’an de polîtîkayên înkar û îmhayê di dewreyê de ye û wiha got: “Pergala serdest û metînger li dijî serokê me û gelê me polîtîkaya înkar û îmhayê daye destpêkirin. Serokê me rêber APO 12 sal in di nava tecrîda giran de tê girtin. Ev nêzîkatiya li dijî sinc û mirovahiyê her ku diçe girantir dibe. Li aliyekî li ser nirxên gelê kurd, li aliyê din jî welatiyên kurd êrîşên paşverû pêk tên. Em vê yekê bi zimanekî hişk şermezar dikin û van polîtîkayan qebûl nakin. Her roj bi sedan ciwanên kurd û zarokên kurd tên girtin û rastî îşkenceyê tên. Siyasetmedarên kurd tên girtin. Ev pekanîn ji serdema12’ê îlonê wêdetir e. Em li hemberî van polîtikayan bêdeng namînin.”

‘STARTA ÊRÎŞAN DA’
Kaya, diyar kir ku li hemberî çalakiyên gelekî ên demokratîk bi awayekî ‘wehşî’ êrîşî zarokan dikin û zarok, jinên pîr di erdê re dikişînin û nûnerên kurd rastî lîncê tên. Kaya, wiha got: “Rejîma metînger û nîjadperest pêkûtiyên ku mînaka wê li cîhanê tune pêk tîne. Wekî polîsên Hîtleran ên SS nîva şevê êrîş li konên zarok û jinên pîr lê heyî bi bombeyên gazê êrîş kirin û provayên komkujî kirin. Hikûmeta AKP’ê û Erdogan li gel van hemû zilm û jenosîda li hemberî gel pêktîne dersa demokrasiyê dide cîhanê. Em li vir jî hemû cîhanê re îlan dikin ku rejîma desthilatdar li hemberî gelê me polîtîkayên qirkirinê dane dest pêkirin. Ji bo vê yekê artêş-polîs-çapemenî-dad-partî hemû bûne yek.” Kaya, anî ziman ku ew wekî hemû girtiyên PKK û PAJK’î dê li hemberî êrîşên faşîst û desthilatdar bedenên xwe bikin mertal û dê di nav meşa gelê xwe de cih bigirin û wiha bang kirin: “Rejîma faşîst û metînger dixwaz dijminahî û şerekî dawiya wê neyê di nav gelan de pêk bînin. Li hemberî vê yekê derketin pîvana bingehîn a mirovahiyê ye. Bila baş bê zanîn ku bêdengiya li hemberî zilm û îşkenceyê tevkariya wî sûcî ye. Em wekî girtiyên PKK û PAJK’ê bang li hemû kesên welatperêz dikin ku li hemberî vê zilm û îşkenceyê dengê xwe bilind bikin.”

JI BO TEVLIBÛNÊ BANG
Kaya, da zanîn ku ew çalakiyên 15’ê Sibatê, Newroz, 28’ê Adarê, meşa Newala Qesaba û Amarayê silav dikin û wiha pê de çû: “Em sond dixwin û soz didin; wekî girtiyên zindanan, em wekî heta îro ji niha û şunda jî bo gelê xwe têkoşînê bidin û di nava têkoşîna gelê xwe ya berxwedêr de cih bigirin. Em ê bibin perçeyekî vê berxwendanê. Em bang li malbat û gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşên faşîst û wehşî berxwendan mafê me yê herî demokratîk û rewa ye.”

DI 7’Ê NÎSANÊ DE
Kaya, da zanîn ku ew ê di 7’ê nîsanê de bi armanca hişyariyê 2 rojan dest bi greva birçibûnê bikin û wiha daxwazên xwe rêz kirin: “Hemû zext û zordariyên asîmîlasyonîst û qedexe li ser zimanê kurdî bên rakirin. perwerdehiya zimanê zikmakî û mafê weşan û rêxisitnbûnê bê nasîn. Hemû operasyon bên rawestandin. Hemû girtiyên siyasî bên berdan. Benda hilbijartinê ya ji bo gelê me derveyî siyastê bê hiştin bê rakirin. Em rejîma metînger û nîjadî hişyar dikin. Heke ve êrîş neyên rawestandin em ê bertekên tund nîşan bidin. Heke tiştekî nebaş pêk bê berpirsiyar dê rejîm be.” AMED -DÎHA

KOÇ: Seçimde AKP iktidarı kaybeder – Taraf – Istanbul – 06.04.2011

KOÇ: Seçimde AKP iktidarı kaybeder – Taraf – Istanbul – 06.04.2011
KOÇ: Seçimde AKP iktidarı kaybeder   ABD’li diplomatlara Haziran seçimleri için tahminini söyleyen Mustafa Koç’a göre AKP parlamentodaki çoğunluğunu yitirecek, AKP-MHP ya da CHP-MHP koalisyonu olabilir 

Yazı boyutunu küçült Yazı boyutunu büyült

 

“WikiLeaks Türkiye Belgeleri”nde bugün, Damad-ı Şehriyâri’nin malikânesine öğle yemeğine gidiyoruz. Tatar Mehmed Şerif Paşa adıyla da bilinen Damad-ı Şehriyâri, Sultan Abdülaziz’in kızı Emine Sultan’ın kocası ve 1919’da kurulan Ali Rıza Paşa Hükümeti’nin dahiliye nazırıydı. Kurtuluş Savaşı’na karşı çıkan, bu yüzden de Mustafa Kemal tarafından Nutuk’ta eleştirilen Damad-ı Şehriyâri’nin malikânesi, Cumhuriyet’in ilk yıllarında büyük bir yangın geçirdikten sonra, 1980’lerin ikinci yarısında aslına uygun olarak yeniden yapıldı ve bugün, Koç Holding’in karargâhı olarak bilinen Nakkaştepe Tesisleri’nin mekânı…

Yirmi ay önce, 9 Temmuz 2009’da, Koç Holding’in tepe yöneticileri ile ABD’nin o günkü Ankara Büyükelçisi James Jeffrey, Nakkaştepe’deki bu malikânede bir öğle yemeğinde buluştular. Yemeğin konusu, Türkiye’nin iktisadi ve siyasi gidişatıydı. O yemek, en azından Amerikan tarafı için, tatlı ve kahve faslıyla bitmedi. ABD’nin İstanbul’daki diplomatları altı gün sonra oturup, yemek boyunca tuttukları notları bir telgrafa döktüler ve Washington’da Beyaz Ev, ABD Hazinesi, ABD Dışişleri ve Ticaret bakanlıkları gibi adreslere gönderdiler. “Koç Yöneticileri Türkiye’nin Ekonomisini Değerlendiriyor” başlıklı o telgrafın tam metnini yan sütunlarda bulacaksınız.

 

Piyasalara karşı savunmasızız…

(1) ÖZET: Koç yöneticileri, 9 temmuzdaki bir görüşmede, Büyükelçi (James) Jeffrey ve Başkonsolos (Sharon) Wiener’a Türk ekonomisi konusunda endişe ifade ettiler. Durum, yılın başlarından bu yana iyileşmiş olmakla birlikte ve Türkiye’nin, benzer konumdaki ülkelerden nispeten daha iyi bir halde olmasına rağmen, tüketici güveni halen düşük ve ekonominin yeniden büyümesi için de, bunun tekrar yükselmesi gerekiyor. Koç yöneticilerine göre, IMF (Uluslararası Para Fonu) ile bir anlaşma imzalanmasındaki başarısızlığın devamı, Türkiye’yi, piyasa koşullarındaki bir değişim karşısında savunmasız bıraktığı için kaygı oluşturuyor. Koç temsilcileri, Türkiye’nin 2011’deki seçimlerinde, AKP’nin parlamentodaki çoğunluğunu koruyamayabileceği şüphesine sahipler. Yorum: Biz son zamanlardaki iktisadî verilerin, Koç yöneticilerinin iktisadî değerlendirmelerini desteklediğine inanıyoruz. Yorumun Sonu.

Büyükelçi Jeffrey ve Başkonsolos Wiener, 9 temmuzda Türkiye’nin en büyük sanayi grubu olan Koç Holding’in İstanbul’daki karargâhında, Yönetim Kurulu Onursal Başkanı Rahmi Koç, Yönetim Kurulu Başkanı Mustafa Koç, Başkan Yardımcısı Temel Atay, CEO Bülent Bulgurlu ve CEO Vekili (ve müstakbel CEO) Osman Durak’la bir öğle yemeği yediler. Büyükelçi ve Başkonsolosa, FCS (Dış Ticari Hizmetler – ABD Ticaret Bakanlığı’na bağlı bir birim) Şube Şefi Greg Taevs ve Hazine Geçici Görevlisi Jason Weiss da eşlik etti.

İYİMSER OLMAK İÇİN ÇOK ERKEN

(2) Koç CEO’su Bülent Bulgurlu, Türk ekonomisinin yılın daha önceki dönemine kıyasla nispeten daha iyi performans göstermesine karşın, durgunluğun henüz dibe vurmadığını ve iyimser olmak için çok erken olduğunu söyledi.

Dilê kurdan li Amara ye Bi deh hezaran…

Dilê kurdan li Amara ye

Bi deh hezaran kesên ku ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘An azadî bi te re, an azadî bi te re’ ji 25 bajaran û navçeyên wan bi rê ketin li Amarayê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

04/04/2011

Ji bo ‘Meşa Amarayê’ ya bi mebesta pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi deh hezaran kes gihiştin navçeya Xelfetî ya Rihayê. Ji bo meşa ku ji aliyê TUHAD-FED’ê ve hatiye organîzekirin û bi dirûşma “An azadî bi te re an azadî bi te re” tê lidarxistin, ji 25 bajaran meş dest pê kir. Ji navenda Rihayê 50 dolmîşan, ji ber avahiya BDP’ê ya Bajêr û ji ber nûneriyên BDP’ê, ji bo birina rêwiyan a ber bi Xelfetiyê ve, hatin temînkirin. Ji bajarên wekî Sêrt, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Mêrdîn û navçeyên wan jî bi deh hezaran kes bi konvoyên qelebalix, bi kincên herêmî, pankart, slogan û alên xwe bi rê ketin.

DEH HEZARAN KES
Ji Amedê ji deh hezarî zêdetir kes, bi konvoyeke ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, bi rê ket. Ji bo meşê, ji serê sibê de ji navçeyên navendên wekî Yenîşehîr, Sûr, Baglar û Peyasê, her wiha ji 11 navçeyên derdorê, girse daket rêyan. Girseya ku li ser riya Rihayê li Ava Petrolê kom bû, dîlana yekem li vê derê girt. Pîr û kal, jin û zarok, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesan, cilên kesk û sor û zer, herêmî li xwe kirin. Zarokên ku kincên herêmî yên kesk ên li serê bi rengên kesk û sor û zer “Bijî Apo” nivîsandiye li xwe kirin, balkêş bûn. Jinan bi laçikên xwe yên li serê “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” nivîsandî, ciwan jî bi cilên xwe yên netewî, balê kişandin. Welatiyan li ber stranên ji bo PKK’ê û Ocalan hatine çêkirin, govend girtin. Piştî ku wesayîtên navçeyên din jî hatin, girse ber bi Xelfetiyê ve bi rê ket. Di konvoya ku piraniya wê ji ciwanan pêk dihat de, otobus, mînîbus û wesayîtên taybet cih girtin.

GIRSE GIHÎŞTIN QADÊ
Bi deh hezaran kesên ji Amedê bi konvoya mezin bi rê ketin, li ser rêya Amed-Sêwregê, ji aliyê gelek polîs û leşkeran ve hatin sekinandin. Piştî lêgerîna kûr û hûr a li ser mirovan û di wesayîtan de, girse dîsa bi rê ket. Wesayît bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Li şibakeyên wesayîtan, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin daleqandin. Bi hezaran kes, li Qada Newrozê ya Xelfetiyê gihîştin hev. Li qadê pankartên “4’ê Nîsanê, lêgerîna demokrasî, azadî, edalet, aştî, maf û heqîqetê ye “, “Rojbûna roja me pîroz be”, “Rojbûna te rojbûna Rojhilata Navîn e”, “Rojbûna te rojbûna gelê Kurd e”, “Em mîmarê xweseriya demokratîk slav dikin”, “Em ji Botan a ku dilê serhildanê ye, ber bi çavkaniya jiyana xwe ve dimeşin “, “Em bi roja xwe çêbûn, em ê bi azadiya roja xwe azad bibin “ û “Hûn bi xêr hatin cihê ku roj lê derketiye” hatin dalqandin. Li aliyê çepê yê dikê, pankarta li ser 4 daxwazên lezgîn û 10 daxwazên bingehîn ên kurdan hene, hatin daleqandin. Li aliyê rastê yê dikê postera mezin a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pişt dikê jî pankarta “Rojbûna te rojbûna mirovahiyê ye” hatin daleqandin. Ji serê sibê de, bi hezaran kes bi alên PKK’ê daketin qadê. Hêj bername destpê nekiribû, li ber def û zirneyan govend hatin girtin. Girse diruşmên “Em ji zextan bêzar nabin”, “Ocalan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

ŞEHÎD JI BÎR NEKIRIN
Gelek kesan, maskeyên wêneyên Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên di Meşa Amarayê de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe jidest dabûn, dan ber rûyê xwe. Li qadê bi sedan kesan posterên Ocalan vekirin. Bi hatina colemêrgî û geveriyan re, li qadê dengê çepikan bilind bû.

TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ
Îsal berovajî her salê, li ser riyan zêde barîkat nehatin danîn. Li qada pîrozbahiyê tedbîrên polîsan hebûn. Lê di baxçeyê dibistaneke seretayî ya li jora qadê de û li pişt dibistanê, gelek panzer, TOMA, Akrep hatin bicihkirin. Polîs li ser bana dibistanê jî bicih bûn û dîmenên welatiyan bi kamerayê kişandin. Di vê navberê de hate hînbûn ku ber bi Xelfetiyê ve, bi otobusên bê plaqe ku hejmara wan ji 100’î zêdetir bû, leşker hatin dîtin.

RENGÊN BIHARÊ
Li her cihekî ku ji bo molayê sekinîn, welatî ji wesayîtan daketin, li ser girên bilind posterên Ocalan vekirin, yên li cem wesayîtan man jî, li ber stranên kurdî govend gerandin. Li Xelfetiyê bi hezaran kes bi meşê û bi sloganên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” daketin qadê. Girse ji aliyê yên li qadê bûn ve, bi çepik, slogan û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Xalfetiya ku bihara wê geş bûye, bi posterên Ocalan, alên PKK’ê û konên rengîn hate xemilandin. Girsê di konê bi navê “Ocalan” de, wêneyên Ocalan û nivîsên der barê Ocalan de, daliqandin. Her wiha li “Konê Ocalan”, sînevîzyona ku jiyana Ocalan vedibêje, hate nîşandan.

SALÊN BORÎ QEDEXE BÛ
Salên borî, Walîtiya Rihayê bi hinceta ku ‘Herêma Operasyonê ye’, destûr nedabû çûyîna Amarayê. Lê par, bi hejmareke sînorkirî, destûra girseyê ya çûyîna Amarayê, yekem car hatibû dayîn. DÎHA

Şehîdên Amara tên bibîranîn

Bi deh hezaran kesên ku dê li Xelfetiyê bigihîjin hev, îro bi destpêka rojê re, ber bi Gundê Amarayê, cihê rojbûna Ocalan ve bi rê dikevin. Di meşa ku her sal hejmara beşdarên wê zêdetir dibin de, Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ku di meşa di sala 2009’an de jiyana xwe jidest dabûn û wek ‘Şehîdên Amarayê’ tên qebûlkirin, dê li cihê ku lê hatine qetilkirin, werin bibîranîn. Bi meşa ku dê 100 hezar kes tevli bibin, dê îsal 62’emîn salvegera rojbûna Ocalan bê pîrozkirin.