Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn

Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
Xebatkarê Rojnameya me yê Edeneyê Metîn Alataş ê ku par di 4’ê Nîsanê de li Edeneyê di darekê ve daliqandî hatibû dîtin li ser gora xwe hate bibîranîn

08/04/2011

Xebatkarê Rojnameya me yê Edeneyê Metîn Alataş ê ku par di 4’ê Nîsanê de li Edeneyê di darekê ve daliqandî hatibû dîtin li ser gora xwe hate bibîranîn.
Xebatkarê Rojnameya me yê Edeneyê Metîn Alataş ê ku par di 4’ê Nîsanê de li Edeneyê di darekê ve daliqandî hatibû dîtin li Goristana Oba ya Kucuk li ser gora xwe hate bibîranîn. Malbata Alataş, Endama Meclîsa BDP’ê Cîhan Sîncar, Serokê Rêxistina BDP’ê ya Seyhanê Refîk Bayav, xebatkarên me, yên DÎHA û Radyo Dunya, rêveberên BDP’ê yên bajar û naçveyan, rêveberên MEYA-DER’ê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di biranînê de dirûşma “Şehît namirin” hate berzkirin û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Alataş hatin vekirin. Piştre Xebatkarê Rojnameya me Kadrî Bagdo, axaftinek kurt kir û wiha got: “Rojnameya te ya yekemîn Ozgur Gundem di salvega şahdeta te de careke din dest bi weşanê kir. Kerwanê Çapemeniya Azad ê bi Apê Musa dest pê kir û bi te dewam kir û dewrî me hate kirin. Em jî li gorî rêgezên we dê heta dawiyê biçin.” Endama Meclisa BDP’ê Cîhan Sîncar jî axaftine kir û bal kişand ser keda xebatkarên Çapemeniya Azad. EDENE -DÎHA

Gora Sebahattîn Alî li ku ye?

Gora Sebahattîn Alî li ku ye?
Çalakiya Dayikên Şemiyê di 297’emîn hefteya xwe de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayikan pirsa aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî ku berî 62 salan li sînor hatibû windakirin.

05/12/2010

Çalakiya Dayikên Şemiyê di 297’emîn hefteya xwe de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayikan pirsa aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî ku berî 62 salan li sînor hatibû     windakirin.
Vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Taşkayayê ku di 6’ê Berfanbara 1993’yan li taxa Baglar a Sîwerega Rihayê ji mala mamê xwe Mehmet Taşkaya hatibû derxistin, winda kiribûn û ya nivîskarê bi nav û deng Sabahattîn Alî ku di 1’ê nîsana 1948’an de li sînora Kiriklareliyê hatibû windakirin û gora wî jî nayê zanîn, hatin pirsîn. Kurê Huseyîn Taşkaya, Latîf Taşkaya çîroka windakirina bavê xwe anî ziman û got ku dewleta ku bi konvoya 30 wesayîtan pêk dihat bavê wî binçavkiriye û winda kiriye berpirsiyare. Taşkaya,wiha axivî: “Ji bo ku bavê min wergirin konvoyeke ji 30 wesayîtan pêk dihat hat. Operasyon ji hêla Serbaz Ahmet Şenturk ve ku niha di doza Ergenekonê de tê darizanin, birêve birin. Ligel hemû hewldanan rayedaran binçavkirina bavê min înkar dikir” Taşkaya, da zanîn ku li ser mijarê we bi sercerdevan Sedat Bucak re axiviye Bucak ji wî re gotiye ku “Ekîba hilgirtiye û radestî dewletê kiriye piştre tu agahiya me tune ye dewlet dizane.” Taşkaya, bi bîrxist ku ligel hemû hewildanên malbatê wan tu encam ne wergirtiye.
Taşkaya,wiha domand: “17 sal in em bang li hikumet, serokwezîr û meclîsê dikin. Li ser windakirina bavê min 17 sal derbas bûye dîsa em bang li rayedaran dikin ku; Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Kolgeneral Hasan Kûndakçi, Serbez’ê Rihayê yê Cendirmeyan Seral Saral, fermandarê ku operasyon bi rêve bir Ahmet Şenturk, Sereşîrê Bucakan Sedat Bucak, Midûrê Polîsan ê Rihayê Mehmet Cebe, Serdozgerê Komarê Hûseyîn Fîdanboy, Walî Tevfîk Ziyaeddin Akbulut, Waliyê OHAL’ê Unal Erkan, Midurê Polîsan ê Giştî Mehmet Agar, Serokê Fermandariya Giştî Dogan Güreş, Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteş, Serokwezîr Tansu Çiller,Alîkarê wê Murat Karayalçin, Serokomar Suleyman Demîrel ji qetilkirina bavê min ber         pirsiyar in.”
Piştre Serokê PEN’ê yê Navenda Tirkiyeyê Tarik Gunersen axaftinek kir û diyar kir ku ew Kemal Turkler û Sabahattîn Alî ji bibîr anî. Gunersen ji dewlêtê xwest ku berpirsiyara bibîne. Di çalakiyê de Dayîka Tolga Baykal Ceylanê ku di sala 2004’an de hatibû windakirin Kadriye Ceylan, daxûyanî xwend û diyar kir ku dewletê ev 62 sal in cihê gora Sabahattîn Alî nabêje.
Ceylan, ji hikûmetê û rayaderan xwest ku gora Alî bê lêkolîn kirin û dîtin. STENBOL

Gora zarokên xwe dîtin lê belê vê carê jî rastî astengiya dozger hatin

 Gora zarokên xwe dîtin lê belê vê carê jî rastî astengiya dozger hatin

 

  

 

  

 

 Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin

 

 
12/03/2011

 

 

 

 

Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin. Malbatên ku careke din agahî ji zarokên xwe newergirtin, malbatên windayan serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û diyar kirin ku zarokên wan bi komî li zeviya kêleka Girtîgeha Dêrîkê hatine veşartin û xwest gor bê vekirin. Lê dozgeriyê bi hinceta ‘delîlên piştrast dikin ku mirî di gorê de hene, tune ne’ daxwaza wan red kir.
Li Dêrikê di pîrozbahiyên salvegera 15’ê Tebaxê yên sala 1992’yan de, şahiyek hate lidarxistin û wê demê leşkeran bi guleyan mudaxeleyî pîrozbahiyên ku li devera Uçyol a Dêrikê kirin û di encamê de Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen bi awayekî birîndar hatin binçavkirin û malbatan careke din agahî ji wan negirt. Ligel ku şahidan wê demê îfade dan ku ew kes li ber çavên wan hatine binçavkirin jî rayedarên dewletê nexwest bûyerê zelal bikin. Di lêgerîna 18 salan de malbatên fêm kir ku zarokên wan li zeviya kêleka Girtîgeha Navçeyê ya Dêrîkê di goreke komî de hatine binaxkirin. Li ser vê yekê malbatên Turk, Yavuz û Bîlen serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û xwestin ku gora komî ya zarokên tê de ne bê vekirin. Dozgeriyê serlêdana malbatan bi hinceteke balkêş red kir.

HINCETA BALKÊŞ
Li ser serîlêdana malbatan dozgeriyê bersiva neyînî da malbatan û bi îdiaya ‘delîlên piştrast dikin ku cenaze di wê gorê de hene, tune ne’ serîlêdana malbatan red kir. Birayê Necat Turk, Celal Turk diyar kir ku wan gelek agahiyên girîng wergirtine ku birayê wî û hevalên wî li nava zeviya navborî hatine veşartin û ji ber vê yekê wan serî li ÎHD’ê daye. Turk wiha got: “Piştî ÎHD’ê me serî li Dozgeriya Komarê jî da. Lê dozger serîlêdana me red kir. Ew bûyer li ber çavê me hemûyan qewimî, lê dîsa jî ew hatin windakirin.”
 
JI RASTIYÊ DITIRSIN
Serokê ÎHD’a Mêrdinê Erdal Kuzu diyar kir ku ligel hemû hewldanên wan rayedarên darazê nexwestine bûyer bê zelalkirin û da zanîn ku ew ji pêvajoya darazê ya Tirkiyeyê encamê negirin, ew ê mijarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Kuza bi bîr xist ku wan li devera navborî gorek dîtiye û piştî lêkolînan derketiye holê ku di wê gorê de 3 kesên ku hatine windakirin hene.
Birayê Rida Yavuz, Sedat Yavuz got ku wî jî şahidiya bûyerê kiriye û piştî xwîşka wî Rida û du hevalên wê birîndar bûn li ber çavê gelek kesên ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran bi gulebaranê mudaxeleyî çalakiyê kir û bêserober gule dibarandin. Yavuz wiha got: “Wê demê xwîşkeke min di bin çavan de bû. Rida jî bi awayekî birîndar hate girtin û windakirin. Şahidên bûyerê ji tirsa neaxivin.
Piştre leşker ji bo sûcê xwe veşêrin bi dehan caran hatin gund û îdia kirin ku xwîşka min çûye tevli gerîla bûye. Wan digot bêjin, ew çûye çiyan.” Yavuz got ku dayîka wî piştî bûyerê felç bûye û hê jî li benda keça xwe ye.     MÊRDÎN – DÎHA