Tu tişt nikare cihê bavê min dagire

‘Tu tişt nikare cihê bavê min dagire’
Çalakiyên xizmên windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê berdewam kir. Keça Huseyîn Taşkaya Serpîl Taşkaya wiha got: “Ez îro 24 salî me. Di jiyana min de valahiya bavê min dê çi û kî tije bike?

05/12/2010

Çalakiyên xizmên windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê berdewam kir. Keça Huseyîn Taşkaya Serpîl Taşkaya wiha got: “Ez îro 24 salî me. Di jiyana min de valahiya bavê min dê çi û kî tije bike? Xeyalên me yên em bigihijîn hestiyên bav û dayik, hevser û zarokên me ye.”
ÎHD’a Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya her hefte li Parka Koşuyoluyê li dar xistin pêk anîn. Vê hefteyê çîroka Huseyîn Taşkaya yê ku di 6’ê kanuna 1993’yan de li Sîweregê hate windakirin ji aliyê keçe wî Serpîl Taşkaya ve hate vegotin. Taşkaya wiha got: “Di van çalakiyan de dixwazin gorên tomarî û bîrên mirinan bên vekirin. Hemû rayedarên Tirkiyeyê bêdeng in. Ew bêdeng in lê em bêdeng nabin.”
Serpîl Taşkaya ku serpêhatiya bavê xwe Huseyîn Taşkaya bi kurtasî vegot, windakirina bavê xwe bi van gotinan anî ziman: “Bavê min li Siweregê bi roj saet li dor 12.00’yan ji aliyê tîmên taybet, leşker û cerdevanan ve di encama serdagirtina malê de hate binçavkirin. Wê rojê li gel bavê min, bidehan kesên din jî hatibûn binçavkirin. Serpel Ahmet Şenturk ê wê demê operasyon dimeşand, niha ji doza an Ergenekonê tê darizandin. Li gel Şenturk, amîrê Midûriyeta Polîsan Kemal, ji êşîra Bucakan jî sercerdevan Ahmet Bucak hebû. Piştî vê bûyerê ji neçarî me Siwêreg terikand. Wê rojê piştî qezaya bi mirina cerdevanan biencam bû, bavê min ê li Fermandariya Cendirmeyan di bin çavan debû ji bo bê înfazkirin teslîmî cerdevanan tê kirin.”
Taşkaya, anî ziman ku bavê wê li hemberî polîtîkayên li dijî kurdan têdikoşiya û wiha axivî: “Pirsgirêka min ne polîtîka, siyaset û maf û azadiyê. Ez dibêjim ey efendîno, xanimno, derxin hemû nasnameyên xwe yên siyasî. Zaroktiya xwe bi bîrbixin. Bifikirin ku hûn 7 salî ne. We resmek xêr kiriye, yê xweşiyan e. Hin kes bavê we, kêfxweşiya we dikuje, xeyalên we dikuje. Ey xanimlo, efendîno, yên dibêjin ‘Kuştinên kiryar nediyar pêwîst bûn. Ev terorîst bûn, ji bo ewlehiya dewletê diviya bimrana’, yên çepikan ji kujeran lêdidin, bavê min kes nekuştibû. Ez bawer nakim ku moristanek jî kuştibe. Niha ez di rojnameyan û televîzyonan de ez kesên berpirsiyarê mirina bavê xwe dibînim. Ez naxwazim ew bimrin. Ez naxwazim zarokên wan bê bav bimînin. Lê daxwazek min heye, destê xwe bixin wijdanê xwe demekê jî be dev ji hemû nasnameyên xwe berdin bila tenê mirovahiya xwe ya pak bimîne. Û li van bûyerên tên jiyîn binêrin. Wê demê hûn dê vê êş û dramê bibînin. Îro ez 24 salî me. Kî dikare valahiya di jiyana min de a bêyî bavê min tijî bike? Niha jî dibêjin, ‘Hûn çi dixwazin’. Êşên me û travmaya zilma me jiyaye heye. Xeyalên me yên gihîştina hestiyên dayîk, bav, hevser û zarokên me heye. Em bibiryarin ku serî li hemberî van zaliman netewînin. Heta aqûbeta windayan diyar bibe, kiryarên wan bên dîtin û bên darizandin, em dê wan bibîr bînin û hesap girtina xwe bidomînin.”
Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê bi heman armancê li Kolana Gulistan çalakiya rûniştinê pên anî. AMED – ÊLIH

‘Bila di komîsyonê de xizmên windayan jî cihê xwe bigirin’

 ‘Bila di komîsyonê de xizmên windayan jî cihê xwe bigirin’

 

  

 

  

 

 Çalakiya xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed, Riha û Êlihê hate lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a xizmên windayan ji tê de cîh digirin, bê avakirin

 

 
13/02/2011

 

 

 

 

Çalakiya xizmên windayan ku her hefteyê ji bo zelalkirina aqûbeta windayan tê lidarxistin, vê hefteyê jî li Amed, Riha û Êlihê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya “Hestiyên sewalan in” hate şermezarkirin û her wiha hate xwestin Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a xizmên windayan ji tê de cih digirin, bê avakirin.
AMED: ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin cem hev û di 105’emîn hefteya çalakiya xwe de pankart “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” vekirin. Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, li vir daxuyaniyek da çapemeniyê. Bîlîcî, diyar kir ku gotinên Serokwezîr Erdogan bi gotina “Di dema hikumeta me de kuştinên kiryar ne diyar nehatine jiyîn” hêviyên wan şikandine. Bîlîcî, da zanîn ku di dema Hikûmeta AKP’ê de bi sedan kuştinên kiryar nediyar û înfaza beyî darizandin hatiye jiyîn. Bîlîcî, kiryarên, Aydin Erdem, Mehmet Uytun, Enes Ata, Ahmet Mizrak û Ceylan Onkol pirsî û xwest ku hikumet berpisyarê kuştina van kesan aşkera bike.
Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar jî di çalakiyê de axaftinek kir. Aktar, destnîşan kir ku ji bo rastî derkevin holê lazim e di zutirîn demê de Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bê avakirin û dest bi lêkolînan bê kirin. Piştî Aktar, Endamê Meclisa Dayîmî yê KCD’ê Cafer Kan jî axaftinek kir û got: “Heta ku kiryar neyên darizandin, dewlet ji van gumanan xelas nabe. Kan, xwest ku Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bê avakirin û xizmên windayan jî di vê komîsyonê de cih bigirin. Serokê MEYADER’a Amedê Alî Ozgen, balkişand ser gorên komî û xwest ku bankaya DNA’yê bê avakirin.
RIHA: Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê bi armanca aqûbeta windayan zelal bikin cara 27’emîn li ber Kargeriya Karakoyunê a Rihayê hatin cem hev. BDP û MAZLUMDER’ê jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Li ser navê malbatan Serokê HD’a Rihayê Cemal Babaoglu daxuyanî xwend. Babaoglu, diyar kir ku Serokwezîr di hevdîtina bi Dayikên Şemiyê de gotibû “Di dema me de tu bûyerên kiryar nediyar pêk nehatine” lê di dema AKP’ê ya 9 salan de 375 bûyerên kiryar nediyar pêk hatin e û wiha got: “Serokwezîr Erdogan jî wekî Tansu Çîller a di dema wê de 17 hezar û 500 bûyerên kiryar nediyar pêk hatin, got tune ne. Lê li gorî girtekên ÎHD’ê di sala 2006’an 72, sala 2007’an 103, sala 2008’an 52, sala 2009’an 91 û sala 2010’an de jî 57 bi gîştî 375 bûyerên kiryar nediyar pêk hatine. Peywirdariya serokwezîrekî ew e ku van cînayetan zelal bike, înkar neke.”
Babaoglu, anî ziman ku ÎHD û malbatên windayan baweriyê bi komîsyona ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bê avakirin nayê û wiha axivî: “Tê bira we komîsyona lêkolînê ya Susurlukê jî hatibû avakirin. Rapor hatin amadekirin lê rapor ji ber sira dewletê nehatin veşartin.”
ÊLIH: ÎHD’a Êlihê û xizmên windayan di çarçoveya çalakiyen şemiyê de çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Di nava wan de Hevserokê BDP’a Êlihê Şehmus Aslan, Serokê navçeya navendî Şerîf Çakar, Endamê MYK’a ÎHD’ê Nîhat Ekîncî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, malbatên windayan û gelek kesên din amade bûn.
Di çalakiyê de panqarta “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” û wêneyên windayiyan hatin vekirin. Li vir Serokê ÎHD’a Êlihê Osman Kunteş, daxuyaniyek da û diyar kir ku ew heta kiryarên windayiyan neyên ronîkirin û neyên darizandin dê çalakiya xwe bidomînin. Kunteş, bal kişand ser gorên komî yên dawî derdikevin holê xwest hestiyên derdikevin radestî malbata wan bên kirin. Kunteş, xwest ji bo ronîkirina rastiyan Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. DÎHA