Seyda Perinçek – HATIN GERILLA HATINNN Nû

Bîlançoya HPG’ê ya îsal: 376 mirov mirin

Bîlançoya HPG’ê ya îsal: 376 mirov mirin
Biryargeha Navendî ya HPG’ê ‘bîlançoya şer’ sala 2010 ragihand. Li gorî bîlançoyê Artêşa Tirk 195 operasyon pêk anî. Di şerên ku çêbûn de, 283 leşker mirin û 93 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

31/12/2010
 

Taylan MÎRALAY – BEHDÎNAN/ANF

Biryargeha Navendî ya HPG’ê ‘bîlançoya şer’ sala 2010 ragihand. Li gorî bîlançoyê Artêşa Tirk 195 operasyon pêk anî. Di şerên ku çêbûn de, 283 leşker mirin û 93 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, her çendî KCK’ê biyara bêçalakîtî di sala 2010 de, operasyonên Artêşa Tirk berdewam kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Gerîlayên me ji bo biryara bêçalakîtiyê pêk bînin, sebrek mezin nîşan da û ji bo nekevin nava şer û pevçûnan hemû derfetên xwe seferber kirine”.

ÇALAKÎ PÊK NEHATIN
Li gorî daxuyaniyê, Artêşa Tirk di navbera 1’ê çile û 31’ê gulana 2010’an de 52 operasyon li dijî gerîlayên HPG’ê li darxistin. Di navbera van dîrokan de 6 êrîşên hewayî û 158 êrişên obus û hewanan pêk hatin. Biryargeha Navendî ya HPG’ê diyar kir ku 19 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û 100 endamên Artêşa Tirk mirin.
Di daxuyaniyê de 1’ê hezîrana 2010’an û 13’ tebaxa 2010’an wek ‘pêvajoya nîv şer’ hat binavkirin û hat diyarkirin ku di çarçoveya Hemleya Stratejîk a Qonaxa 4’emîn Çalakiyên gerîlayan yên di vê demê de Tirkiyeyê hejandin. Li gorî daxuyaniyê di van pêvajoyan de 58 operasyon pêk hatin, 42 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û 152 leşkerên Tirk mirin.

OPERASYON ZÊDE BÛN
Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ku her çendî KCK’ê di 13’ê tebaxê de biryara bêçalakîtiyê girti be jî, operasyonên Artêşa Tirk zêde bûn. Li gorî daxuyaniyê ji 14 tebaxê heta 28’ê cotmehê Artêşa Tirk 85 operasyon li dar xist, 7 êrişên hewayî pêk hatin. Di navbera van dîrokan de 32 gerîla jiyana xwe ji dest dan û 32 leşkerên tirk hatin kuştin.

 


476

Nasnameyên 27 gerîlayan hatin aşkerakirin

 Nasnameyên 27 gerîlayan hatin aşkerakirin

 

  

 

  

 

 Nasnameya 27 gerîlayên di sala 1999’ê de li Çiyayê Bagoka Mêrdînê di du şerên cuda de jiyana xwe ji dest da bûn û di gorên komî de hatibûn veşartin, piştî lêkolînan ji aliyê HPG’ê ve hat aşkerekirin

 

 
23/02/2011

 

 

 

 Nasnameya 27 gerîlayên di sala 1999’ê de li Çiyayê Bagoka Mêrdînê di du şerên cuda de jiyana xwe ji dest da bûn û di gorên komî de hatibûn veşartin, piştî lêkolînan ji aliyê HPG’ê ve hat aşkerekirin. HPG’ê piştî nûçeya der barê gorên komî yên li Bagokê de ku di 30’ê çileya 2007 de di çapemeniya kurd de cih girtibû, lêkolîn kir.
Di gora yekem a li Bagokê de 20 cenaze hebûn. Şaredariya Girmelî, diyar kiribû ku ew cenazeyên gerîlayên di pevçûna 20’ê çileya 1999 de jiyana xwe ji dest bûn in. Çavkaniyên HPG’ê van agahiyan da; “Operasyona li çiyayê Bagokê pêk hat, hêzên tîmên taybet beşdar bûbûn û bi helîkopteran leşker li herêmê danîn. Koma gerîlayan ji 20 kesan pêk dihat. Di encama bombebarana kobrayan de 18 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên van gerîlayan avêtin binê çalek 30 metreyî li başûrê herêma Sivilitkê.” Du gerîlayên din ku bi saxî girtin û hatin înfazkirin. Gerîlayê bi nasnavê Dijwar ê ji başûrê Kurdistanê û gerîlayekî din, piştî ku înfaz kirin, ew avêtin bîra 30 deqe dûrî Gîrmelî û Bagokê. HGP’ê diyar kir ku 7 cenazeyên din ên di gora komî ya din yên 7 gerîlayên di pevçûna rojek piştî pevçûna li Bagokê de jiyana xwe ji dest dane ne û di nava wan de Fermandarê Eyaleta Mêrdînê yê PKK’ê Mehmet Ozaydin (Felat) jî heye.
Li gorî agahiyên HPG’ê dane nasnameya kesên di van gorên komî de wiha ne: Selhedîn Huseyîn (Bahoz),  Mustafa Atay (Rojhilat Bagok), Ferîdun Zinar (Dijwar Şervan), Mehmet Emîn Çankaya (Botan Çiya), Muhîtîn Demîr (Agir), Mehmet Bulut (Ciwan), Cemîl Uluç (Fırat), Namik Gul (Çekdar Sipan), Kenan Yilmaz (Cûdî), Haco Akyol (Piling), Abdulkerîm Elçîoglu (Egîd Serkar), Mustafa Muhammed (Cihat), Mahmut Guven (Bişar), Mehmet Kaplan (Welat), Selamî Aslan (Gernas), Şêxmûs (Sala 1997 dest ji zanîngehê berda û ji Romanyayê tevli PKK’ê bû), Bulent Malkoç (Selîm), Allahverdî (1997 tevli PKK bû), Metîn Demîrkan (Sedat) û … (Amed)
Nasnameya 7 gerîlayên di berdewama heman operasyonê de jiyana xwe ji dest da bûn, ku Fermandarê Eyaleta Mêrdînê Mehmet Ozaydin (Felat) jî di nav de bû wiha ye: Mehmet Ozaydin (Felat), Mahsum Nurtelî (Cuma Ozgur), Îbrahîm Melek (Remzî), Bîlal Yurek (Erîş), Hasan Karaaslan (Zekî), Nurullah Erdem (Mazlum Erdem), Ethem Mahmut Îbrahîm Mustafa (Zinar) û fermandarê herêmê. BEHDÎNAN – ANF

Gora zarokên xwe dîtin lê belê vê carê jî rastî astengiya dozger hatin

 Gora zarokên xwe dîtin lê belê vê carê jî rastî astengiya dozger hatin

 

  

 

  

 

 Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin

 

 
12/03/2011

 

 

 

 

Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin. Malbatên ku careke din agahî ji zarokên xwe newergirtin, malbatên windayan serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û diyar kirin ku zarokên wan bi komî li zeviya kêleka Girtîgeha Dêrîkê hatine veşartin û xwest gor bê vekirin. Lê dozgeriyê bi hinceta ‘delîlên piştrast dikin ku mirî di gorê de hene, tune ne’ daxwaza wan red kir.
Li Dêrikê di pîrozbahiyên salvegera 15’ê Tebaxê yên sala 1992’yan de, şahiyek hate lidarxistin û wê demê leşkeran bi guleyan mudaxeleyî pîrozbahiyên ku li devera Uçyol a Dêrikê kirin û di encamê de Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen bi awayekî birîndar hatin binçavkirin û malbatan careke din agahî ji wan negirt. Ligel ku şahidan wê demê îfade dan ku ew kes li ber çavên wan hatine binçavkirin jî rayedarên dewletê nexwest bûyerê zelal bikin. Di lêgerîna 18 salan de malbatên fêm kir ku zarokên wan li zeviya kêleka Girtîgeha Navçeyê ya Dêrîkê di goreke komî de hatine binaxkirin. Li ser vê yekê malbatên Turk, Yavuz û Bîlen serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û xwestin ku gora komî ya zarokên tê de ne bê vekirin. Dozgeriyê serlêdana malbatan bi hinceteke balkêş red kir.

HINCETA BALKÊŞ
Li ser serîlêdana malbatan dozgeriyê bersiva neyînî da malbatan û bi îdiaya ‘delîlên piştrast dikin ku cenaze di wê gorê de hene, tune ne’ serîlêdana malbatan red kir. Birayê Necat Turk, Celal Turk diyar kir ku wan gelek agahiyên girîng wergirtine ku birayê wî û hevalên wî li nava zeviya navborî hatine veşartin û ji ber vê yekê wan serî li ÎHD’ê daye. Turk wiha got: “Piştî ÎHD’ê me serî li Dozgeriya Komarê jî da. Lê dozger serîlêdana me red kir. Ew bûyer li ber çavê me hemûyan qewimî, lê dîsa jî ew hatin windakirin.”
 
JI RASTIYÊ DITIRSIN
Serokê ÎHD’a Mêrdinê Erdal Kuzu diyar kir ku ligel hemû hewldanên wan rayedarên darazê nexwestine bûyer bê zelalkirin û da zanîn ku ew ji pêvajoya darazê ya Tirkiyeyê encamê negirin, ew ê mijarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Kuza bi bîr xist ku wan li devera navborî gorek dîtiye û piştî lêkolînan derketiye holê ku di wê gorê de 3 kesên ku hatine windakirin hene.
Birayê Rida Yavuz, Sedat Yavuz got ku wî jî şahidiya bûyerê kiriye û piştî xwîşka wî Rida û du hevalên wê birîndar bûn li ber çavê gelek kesên ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran bi gulebaranê mudaxeleyî çalakiyê kir û bêserober gule dibarandin. Yavuz wiha got: “Wê demê xwîşkeke min di bin çavan de bû. Rida jî bi awayekî birîndar hate girtin û windakirin. Şahidên bûyerê ji tirsa neaxivin.
Piştre leşker ji bo sûcê xwe veşêrin bi dehan caran hatin gund û îdia kirin ku xwîşka min çûye tevli gerîla bûye. Wan digot bêjin, ew çûye çiyan.” Yavuz got ku dayîka wî piştî bûyerê felç bûye û hê jî li benda keça xwe ye.     MÊRDÎN – DÎHA