Rojnemaya Postayê protesto kirin

 

Rojnemaya Postayê protesto kirin

 

 

 

 

 

Li Riha, Wan û Manîsayê rojnameya Postayê hate şermezarkirin û hate xwestin ku gelê kurd rojnameyên tirk boykot bikin

 


02/02/2011

 

 

 

 

Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Wanê, Tum Bel-Sen a Rihayê û BDP’a Manîsayê nivîskarê rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik şermezar kir û  ji hemû kurdan xwest ku rojnameya Posta û hemû weşanên Koma Dogan boykot bikin.
Endamên Meclisa Jinan a konseya Bajar a Wanê li ber Adliyeya Wanê hatin cem hev û heta ber nûnertiya Ajansa Nûçeyan a Doganê meşiyan. Endamên Platforma Şaxên KESK’ê jî piştgîrî dan meşê û çelenga reş danîn ber avahiyê. Li ser navê jinan Endama Meclisa Jinan Perîhan Dostgul daxuyanî xwende û Nivîskarê Rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik û rojname şermezar kir. Dostgul wiha got: “Her tim kurd rastî asîmîlayon û înkarê hatin. Kurd her tim wekî kesên cahil, êrîşkar, bêperwerdehî hatin dîtin û bi vê yekê heqaret li kurdan hate kirin. Ev helwesa rojnameyê ya li dijî kurdan dide nîşan.”

DEST JÊ BERNADIN
Dostgul, anî ziman ku raman Koma Doganê û ramana kesên ew nîvîs nivîsandî wekî hev in. Dostgul, da zanîn ku nîvîskar lêborîn kir lê ev yek wekî ramana “Bêbextiyê” ye wiha pê de çû: “Gelê kurd li gel hemû zext û zordariyan heta niha dest ji ziman û çanda xwe bernedan e. Niha şûnde jî teqez dest ji jêbernadin. Em îro Candaş Tolga Işik ê bi ramanekî reş dixwaze bihije astekê şermezar dikin. Em dixwazin rojnameya Post û Koma Dogan ya pêvîst bikin. Her wiha em dixwazin gelê me hemû weşanên wisa protesto bikin.” Piştî daxuyaniyê kom belav bû.

ŞERMEZAR KIRIN
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayên jî  nivîskarê Rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik hate protestokirin.
Girseya ku hate cem hev di pêşengeniya Tum Bel-Senê de hate protestokirin.  Girseya kul i ber şaredariyê hatin cem hev dest bi meşê kirin û li Dortyolê daxuyaniyek dan. Dowîzên  wekî ‘Bê şeref Candaş’, ‘Candaşê qirêj’ hildan. Her wiha nûnerên Tum Bel-Senê Muhlîs Albay daxuyanî xwend û diyar kir ku  demildest ji gelê kurd lêborînê bixwazin û got ku bila rojnameya Posta û Weşanên Dogan bên protestokirin.
BDP’a Manîsayê jî li ber avahiya BDP’ê daxuyaniyek dan. Nûnerên BDP’ê tevli daxuyaniyê bûn. Serokê BDP’ê Kerem Taylan axivî û diyar kir ku gotinên ku Tolga Işik vegotine, bêtehemuliya li hemberî kurdane.WAN – RIHA – MANÎSA – DÎHA

 


521 

 

Çalişkan: Birayê min terkî mirinê kirin

 Çalişkan: Birayê min terkî mirinê kirin

 

  

 

  

 

 Welatiyê bi navê Hasan Çalişkan diyar kir ku birayê wî Îdrîs Çalişkan di 1999’an de ji bo şermezerkirina anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê xwe şewitandiye û ligel ku 12 sal derbas bûye jî birayê wî nayê tedawîkirin

 

 
12/03/2011

 

 

 

 

Welatiyê bi navê Hasan Çalişkan diyar kir ku birayê wî Îdrîs Çalişkan di 1999’an de ji bo şermezerkirina anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê xwe şewitandiye û ligel ku 12 sal derbas bûye jî birayê wî nayê tedawîkirin. Çalişkan wiha got: “Birayê min tenê dikare li ser piyan bisekine. Lê piştî demeke ev jî nabe. Birayê min terkî mirine hatiye kirin.”
Binpêkirin mafên mirovan ên girtîgehên Tirkiyeyê bi dawî nabin. Birayê Çalişkan Hasan Çalişkan diyar kir ku ligel ku 12 sal derbas bûye jî pirsgirêkên birayê wî berdewam dikin. Çalişkan got ku birayê wî li Girtîgeha Yozgatê agir berdabû bedena xwe û wiha berdewam kir: “Sing, qirik, mil û rûyê birayê min şewitîn. Piştî bûyerê we rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yozgatê. Lê li wir bi ranzayê ve hate zincirkirin. Di bin navê tedawiyê de rastî îşkenceyê hat. Li ser vê yekê birayê min xwest sewqî Girtîgeha Sincanê bê kirin.” Ji ber ku birayê wî li Enqereyê nehat tedawîkirin di 2005’an de ew birine Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Çalişkan da zanîn ku li vê derê jî di bêvinê birayê wî de hestî derketiye û ji cîger û damarên wî de jî pirsgirêk derketine holê. Ji ber nexweşiyan êdî nikare biaxive.

‘EZ MIROV IM’
Çalişkan dest nîşan kir ku li Boluyê jî birayê wî nehatiye tedawîkirin û ew şandine Enqereyê, bi awayeke kelepçekirî derxistine pêşberî bijîşk. Çalişkan wiha berdewam kir: “Birayê min qebûl nekir. Ji bijîşk re got ku ez mirov im, ne sewal im, tedawiya bi vî rengî qebûl nakim. Li ser vê helwestê ew careke din şandin Boluyê.” Çalişkan diyar kir ku ji ber ku ji destên wan tiştek nayê serî li ÎHD’ê dane û di encanma hewldanên ÎHD’a Stenbolê birayê wî careke din birine Enqereyê. Lê li Enqereyê tenê mudaxaleyî hestiyên bêvinê wî kirine û şandine Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.

FERASTEKE ÇAWA YE
Birayê girtiyê nexweş Hasan Çalişkan, nêzîkatiya bijîşkan a mudaxale nekirina birînên şewatê rexne kir û wiha got: “Ev feraseteke çawa ye. Miroveke li ber mirinê ye tê pêşiya we û hûn wî tedawî nakin. Dernamek jî nedan.
 Dema ku diçe revîra girtîgehê jî jê re dibêjin derman pir buhe ne tu dê bikirî. Mafên jiyanê nadin birayê min.”
Birayê Çalişkan dest nîşna kir ku li Boluyê rapora acîl dane birayê wî lê li Enqereyê ev rapor hatine çirandin û rapora saxlem e dane wî. Çalişkan wiha got: “Rewşa birayê min her diçe xirab dibe. Niha tenê li ser piyan disekine. Lê sibehê dusib dê ew jî nebe. Birayê min terkî mirinê kirin.”
Çalişkan got ku ji bo ku birayê wî bê tedawîkirin dê serî li her derê bide û bi parlamenterê BDP’ê yê Amedê Akin Birdal re hevdîtin pêk aniye. Di demeke kin de jî dê serî li ÎHD’ê bide. ENQERE