![]() |
|
||||
Yildiz Gultekîn | |||||
yildizgultekin@hotmail.com | |||||
Xwedê kiriye em jin car caran destmalekê diavêjine ser serê xwe. Yan na, hemû keçelbûna me dê derketa holê | |||||
Xwedê kiriye em jin car caran destmalekê diavêjine ser serê xwe. Yan na, hemû keçelbûna me dê derketa holê. Em jin xwedê porekî giran daye me hinekan, ê din jî piçek pûrt li ser serê wan hene nizanin wê bi kîjan alî ve şeh bikin. Şehkirina ew porê tune, cend saetan dom dike, paşê hêrsa wan tê hema destmalekê diavêjin ser serê xwe û derdikevin derve. A me jî Gulperiyeke me heye, em jê re dibêjin Gulê. Gulê jineke li ser xwe ye, suxilkar û hurmetkar e, heçî mêvanên wê bên, ew tu carî wana birçî bi rê nake, her dem nan û xwarina wê hazir e. Ez xwe jî tu carî wê tenê nahêlim dema mêvanên wê tên. Gulê pir heweskarê porê giran e, tim di dilê wê da porekî gur û dirêj hebû. Dê her tim digot, ez careke din bêm vê dinyayê hema bila tenê porê min hebe, wekî din tu tiştekî naxwazim. Wan rojên hanê kiriye aqilê xwe, çûye hinek mûyê bizina rûçikandiye, şûştiye, şeh kiriye, rûniştiye ew mûyê bizinê yeko yeko li ser çêrmekî berxan ve dirûtiye, piştre hine kiriye û daye ser serê xwe. Min dît waye ji jêr ve tê, destmala xwe di bin porê xwe ve girêdaye, çav û birûyên xwe kil kiriye, cîke cîka wê ye tê. Ez şaş mam, gelo hema di şevekê de ew qas porê wê gur bû! An wê tim digot hema bila tenê carekê porê min gur bibe, ez tistekî din naxwazim. Wî dayê ev çi ye! Dema nêzî min bû, ew destmala li ser serê wê şimitî biniya guliyan. Devê wê yê bi ken hema mirov dibêje bila qet ev bedewbûn winda nebe. Min got keçê xêr e, ev çi ye, waye porê te di şevekê de gur û dirêj bûye! Keniya got: Erê, min ew qas dixwest ku ew porê min dirêj û gur bibe, hema di şevekê de wisa bû, xweşik bûye ne wisa! Li min hatiye, tê bibinî wê her roj dirêjtir û gurtir bibe, ez ê weke jiyana xwe li vî porê hanê binêrim. Bi rastî jî rengê wê guhertiye ew porê hanê. Ez dîsa jî şaş mam, çawa ew por weke porê hinekirî disekine! Sibetira dinê bû hewar hewara Gulê. Ber bi mala min lez û bez direve. Ez tirsiyam, gelo çi bûye! Jixwe tu bela li ser serê min kêm nabin. Ez derketim ber derî, hema çavên min li çavên Gulê ket, ez di cihê xwe de cemidîm. Weyla min rebenê, ser û çavên wê soro-moro bûne, werimîne, dev û lêvên wê hemû bûne birîn. Qet halê wê tuneye ku bêje ez nexweş im. Min ew lezê destmala li ser serê wê rakir, dayêê çi bibînim, nava porê wê teeejî qirniyê bizina bûne. Ew çermê serê wê jî bûne birîn. Min got keçê waye nava porê te tijî qirniyên bizinan bûne. Te ew heywanên hanê derman nekir! Binêre qirniyên bizina kisk kişiyane nava porê te. Em mecbûr in wî porê te bidin ber meqesê, heyf e jî lê wekî din çareya ku tu van qirniyan xelas bibî tuneye. Hema destê xwe avête ew porê xwe hemû jorde anî. Ez tirsiyam, ziravê dilê min qetiya. Got: “ev porê min xwe nîne, ev mûyê bizina ye, ez şevekê rûniştim heta sibê min bi wî mûyê bizinê ji xwe re ev por çêkir. Min ku dizanî wê qirniyên bizina jî bikevin nava porê min, ew porê min nîne, zû min ji vê belayê xelas bike.” Giriya û giriya. Ew roj heta êvara dereng min porê wê derman kir, şûşt, dîsa derman kir û şûşt. Ew birîna wê jî derman kir. Ew şev Gulê li ba min raza, heta sibê wê kire nalînî. Sibetirê bi rûyekî posîde rabû, ji şerman serê xwe berjêr kir. Min got qeeet dengê xwe dernexe. Ez li şûna te bûma minê jî çareyek wisa ji xwe re bidîta, xwe neqeherîne, were em taştêya xwe bi hev re bikin. Wekî din jî her tistî ji bîr bike. Tu bi ya min dikî mehê carekê zerika hêkekê bike nava hinek toxafka hişk, seriyek sîra mezin jî bikute nav, hinekî li hev bixe. Paşê bi porê xwe bide. Tu yê bibînî wê her roj porê te zêde bibe. Got: Na ez ditirsim. Rast e, tirs ketiye dilê wê. Min got ez ê amade bikim ji bo te, metirse wê porê wê her roj dirêjtir û gurtir bike… Jina bê por weke çivîka rût e… ji bo porekî dirêj hindik mabû Gulê jehrdayî bibûya… |