Ligel sermayê li konan çalakî didomin

Ligel sermayê li konan çalakî didomin
Konê Çareseriya Demokratîk ên li gelek bajarên herêmê hatine vekirin, li gel hewaya sar û şiliyê, rastî eleqeyeke baş a weletiyan tên. Li herêma Serhedê ligel barîna berfê û hewaya sar, ‘raperîna sivîl’ didome

07/04/2011

Serdanên konên çareseriyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine vedan, bê navber berdewam dikin. Di serdanan de nîqaşên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, tên kirin.
GEVER: Li parka Mûsa Anter a navçeya Gevera Colemêrgê ligel baran û berfê, gel çalakiya xwe domand. Çalakvan ji malên xwe xwarin tînin û li dora sobê kom dibin û sohbetên xwe didomînin.
MÛŞ: Serdanên Konê Çareseriya Demokratîk a li Kopa Mûşê didomin. Her roj li konê nobet tê dewirgirtin. Di konê de bernameyên cuda tên lidarxistin, platformên nîqaşan tên amadekirin.
WAN: Konê Çareseriya Demokratîk a Wanê ji Kolana Hunerê, bar kir parka Ehmedê Xanî. Ligel xebatên barkirinê jî, her du kon vekirî man û girse çû serdana herdu konan. Li Wanê ji ligel hewaya sar, eleqeya li hemberî konê kêm nebû. Ji bo xwe parastina ji sermayê, sobe hatin danîn.
COLEMÊRG: Çalakiyên li ‘Konê Çareseriya Demokratîk’ a li Colemêrgê ku li kêleka avahiya BDP’ê hatiye vedan, digel baranê, didomin. Welatî hewl didin ku digel mercên hewayî, konê biparêzin û 24 saet nobetê digirin. Gelek kesan ji mala xwe betanî anîn. Komên li dora sobeyan dicivin jî, çalakiyan dişopînin û nîqaşan dikin.
BAZÎD: Konê li Bazîda Agiriyê, rastî eleqeya mezin a jinan tê. Ji Agiriyê û navçeyên din kom bi kom tên serdana konan. Li konê çalakiyên wekî panel, slayt, xwendina pirtûk û rojnameyan tên ladirxistin. Ciwanên tên konê, skêç pêşkêş dikin. Bazîdiyên digel sermayê li konê ne, diyar dikin ku heta çareserî pêk neyê, dê konê ranekin.
ÎDIR: Li Îdirê jî gel digel sermayê, serdanên xwe didomîne. Ji bilî kurdan, azerî û terekeme jî tên serdana konê. Li konê panel û nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd, berdewam dikin. BDP’a Îdirê û rêxistinên navçeyan bi dor nobetê digirin.
AMED: Konê Çareseriya Demokratîk a ku li Parka Koşuyoluyê hatiye vekirin, ligel baranê zirareke mezin dît. Ji ber vê sedemê koneke demborî hate vedan. Ligel konê zirar dîtî û baranê, dîsa gelek kes hatin serdana konê. Her wiha li Cizîr, Weranşar û Silopiyê nobetên Konê Çareseriyê didomin.
EDENE: Ziyaretên konê ku li Edeneyê hatî vedan didomin. Şîna ku ji bo gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane didome. Di ziyaretan de welatiyan bal kişand ser pêvajoyê. Her wiha li Seyhana Edeneyê jî serdanên konê didomin. Di konê de li ser pêvajoyê nîqaş tên kirin. Welatî kon terk nakin û şeva xwe li konê derbas dikin.
ŞIRNEX: Bernameyên ku li Konê Çareseriya Demokratîk a ku li Şirnexê hatiye vedan didomin. Konê ku li qada Omer Kabakê hatî vedan, ji hêla sedan kesan ve tê ziyaretkirin. Di konê de ji hela Komeleya Çand û Hunerê ya Cûdiyê ve panelek bi navê ‘Exlaxa şoreşgerî û çand’ hate organîzekirin. Di panelê de rêveberê komeleyê Mehmet Bîrlîk, axivî û bal kişand ser civaka bi exlaq. Bîrlîk, destnîşan kir li hemberî nirx, ziman û çanda kurdan êrîşek pêk tê, lê gelê kurd dê li hemberî van êrîşan liberxwe bide. Piştî panelê filmê Berîtan hate nîşandan.
DÊRSIM: Kona li Qada Seyîd Riza hatiye vekirin, ji aliyê endamên Kooperatîfa Mînîbusên Xarçîk û Marçikê ve hat ziyaretkirin. Ji bo gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, şîn hat girêdan.
NISÊBIN: Kona ku li parka 100. Yilê hatî vedan, rastî eleqeyeke mezin tê. Her şev piştî xwarinê, nûçe tên temaşekirin. Li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanniyê fîlmê bi navê ‘Pervane’ hate temaşekirin. Nobeta li konê jî, ji aliyê taxên 8 Mart, Bariş, Îpek Yolu û Devrîm ve hate dewrgirtin.
QOSER: Li kona ku li Qada Azadiyê ya Qoserê hatiye vedan, panelek mijara wê ‘Îslama Siyasî’ bû hate lidarxistin. Endamê PM’a BDP’ê nivîskar Zahîr Saritaş, mele Fevzî Goz di panelê de axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku hikûmeta AKP’ê, di mijara olê de dirûtî û sextekariyê dike. DÎHA

Bloka Azadî Demokrasî û Kedê’ hat avakirin

Bloka Azadî Demokrasî û Kedê’ hat avakirin
Amadekariyên ji bo hilbijartinên
hezîranê, didomin. 17 partiyên
siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û
tevgeran ‘Bloka Azadî, Demokrasî
û Kedê’ ava kirin û bernameya
xwe ya hilbijartinê aşkera kirin

07/04/2011

Di xebatên hilbijartinan de ji bo lihevkirina civakî û yekitiya hêzê, BDP, EMEP, Partiya Tevgera Kedkaran, Partiya Demokrasî û Wekheviyê, Partiya Karkerên Şoreşger, Partiya Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger, Partiya Biratiya Karkeran, Partiya Sosyalîst a Karkeran, Partiya Demokrasiyê ya Sosyalîst, Tevgera Azadî û Demokrasiyê, Eniya Karkeran, KOZ, Tevgera Yekitiya Sosyalîst, Tevgera Partî ya Pêşeroja Sosyalîst, Platforma Piştgiriyê ya Sosyalîst, Platforma Azadiya Civakî û Rastiya Tirkiyeyê, bi tevahî 17 partiyên siyasî, tevger û rêxistinan, ‘Bloka Azadî, Demokrasî û Kedê’ ava kir û bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, serokên partiyên din û berdevkên saziyan beşdarî civîna ku li Otela Hill a Taksîmê hate lidarxistin, bûn.

GEL BÊ ALTERNATÎF NÎN E
Demîrtaş li vir axivî û got ku di sîstemên parlamenteriyê de ji bo demokrasî bipêş bikeve, hilbijartin xwedî ciheke girîng e, lewma jî derdorên ku alîgirên ked, aştî û demokrasiyê ne dema ku ji bo hilbjartinên 12’ê Hezîranê bibin yek, dê nîşan bidin ku bêalternatîf nîn in. Demîrtaş destnîşan kir ku Tirkiye di hilbijartinan de ne mecbûr e ku di navbera eniya neteweperest-nijadperest û eniya olî de asê bibe. Demîrtaş da zanîn ku li Tirkiyeyê çand, ziman û baweriyên cuda hene û ew jî ji bo ku hemû kes bikaribin xwe îfade bikin, ji bo hilbijartinên 12’ê Hezîranê Bloka Azadî Demokrasî û Kedê ava kirine û bi vî rengê amadekariyên xwe dikin. Demîrtaş piştre metna hevpar a bi navê ‘Gelê me bêalternatîf nîne’ hatibû amadekirin, bi çapemeniyê ve parve kir.

ÎRADEYA KURDAN NABÎNIN
Demîrtaş da zanîn ku AKP, CHP, MHP û hemû partiyên sîstemê yên ku xwe dispêrin hiqûqa 12’ê Îlonê, ji bo ku îradeya gel di meclisê de neyê temsîlkirin, benda hilbijartinê ya ji sedî 10 a ku li tu deverên cîhanê nîne, anîne û bi vî rengî rêgeza temsîla adilane hatiye binpêkirin. Demîrtaş wiha berdewam kir: “Ev jî ne bes e, AKP, CHP û MHP bi milyaran pereyên ku ji gel tên stendin, digirin. Di navbera partiyan de newekheviyeke mezin dikin. Di rewşeke çapemenî jî hatiye kontrolkirin û di bin pêkutiyê de ye, careke din di hilbijartinan de dixwazin îradeya gel teslîm bigirin.” Demîrtaş got ku nikarin tu carê vê rewşê qebûl bikin. Demîrtaş da zanîn ku pirsgirêka kurd hê jî birînek e, li herêmeke welat şîdet serdest e û hikûmet li şûna ku vê pirsgirêkê çareser bike, ji bo dengan bigire, polîtîkayên yekferaset didomîne. Demîrtaş wiha axivî: “Îradeya bi milyonan kesan nayê dîtin. Bi destê AKP’ê pêkutî û bêdadî tê pêşxistin, muxalif, rojnameger, sosyalîst tên girtin. Di bin navê dozên KCK’ê de nûnerên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji parastina bi zimanê dayîkê jî têne bêparkirin.”

NE TENÊ JI BO HILBIJARTINÊ
Demîrtaş, diyar kir ku biryara bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibin girtine û li gel hemû derfetên bêdadî, wekî Bloka Azad, Ked û Demokrasiyê dê li meclisê bi hêz bin. Demîrtaş wiha got: “Em wekî hêzên ked, demokrasî û azadiyê, ji bo ku ji vê yekê re bêjin bes e, hatin cem hev. Li hemberî bloka nijadperest a olî û bloka netewperest, em ji bo têkoşîna azadî, wekhevî, demokrastî û makezeganoke civakî, hatin cem hev.” Piştî axaftina Demîrtaş, Endamê MYK’ê yê EMEP’ê Erdal Îrmek, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst Sevîm Bellî û Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun, ramanên xwe yên têkildarî blokê parvekirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bloka pêk hat, tenê ji bo hilbijartinê nîne. Piştî axaftinên nûnerên rêxistinan, pirsên rojnamegeran hatin bersivandin. Rojnamegeran ji Demîrtaş re sûcdariya Serokwezîr li wan kir, a wekî ‘Cudakarî xistin nav olê’ pirsîn.

BERSIVA JI BO ERDOGAN
Demîrtaş, xwest ku Serokwezîr beriya ku sûcdariyan bike, bila guh bide daxwazên gel û wiha got: “Tu daxwazên gel ên bi hefteyan in li qadan in nebînî, pişt re tu dê rabi daxuyaniyê bidî, ev bêçaretî ye. Em 4 daxwazên bingehîn dikin, li hemberî van daxwazan gotina te çi ye? Melayên taybet dişînin herêmê. Biryara vê yekê, di civîna MGK’ê de tê girtin û hê dişînin.” Demîrtaş, da zanîn ku gel baş dizane mela bi kîjan armancê li herêmê peywirdar in û wiha axivî: “Gel dizane ku propagandaya cemaetê û AKP’ê dikin. Gelê me wan qebûl nake. Ji xwe divê gelê me li cem melayên fethullahçî û nijadperest nimêj neke. Berê Artêşa Mela derket niha jî dixwazin Artêşa Melayan ava bikin. Tu ferqa wan ji JÎTEM’ê tuneye.” STENBOL

Rewşa Lîbyayê aloztir dibe

Rewşa Lîbyayê aloztir dibe
Amerîkaya ku serkêşiya êrîşan dikir niha xwe vedikşîne, Tirkiyeya ku li dijî êrîşan bû niha di rêveberiya êrîşan de ye, nerazîbûna Lîbyayê jî li dîjî durûtiya hikûmeta tirk zêde dibe

07/04/2011

Di vê dema dawî de wiha xuya dike ku dê rewşa Lîbayayê aloztir bibe. Amerîkaya ku di destpêkê de serkêşiya êrîşên li dijî Lîbyayê dihat meşandin dikir niha hêdî hêdî xwe ji vî şerî vedikşîne. Her wiha Tirkiyeya ku di destpêkê de li dijî êrîşên NATO’yê û mudaxeleya Lîbyayê derdiket niha di nava rêveberiya êrîşên NATO’yê de cih digire. Ev siyaseta Tirkiyeyê ya durû û nêzîkatiya wan a ji guhertin û raperînên ku Rojhilata Navîn diqewimin hêdî hêdî deşîfre dibin. Li Lîbyayê ev helwesta hikûmeta tirk bi tundî ji alî rêveber û gelên Lîbyayê ên li dijî rejîma Qedafî hatin şermezarkirin û bang li Tirkiyeyê hate kirin ku helwesta xwe zelal bike.
Yek ji rêveberên muxalefeta Lîbyayê wiha got: “Pêwîst e ku Tirkiye aliyê xwe zelal bike, yan li kêleka rejîma Qedafî raweste yan jî li dijî wî. Êdî gelê Lîbyayê vê siyaseta durû ya hikûmeta tirk qebûl nake. Nerazîbûnên gelê Lîbyayê li Bîngazî derketin asteke bilind û bi sedan kes li ber sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Bîngaziyê kom bûn û nerazîbûna xwe li dijî vê siyasetê anîn ziman. Her wiha wekî bertek nerazîbûna xwe ji lihevkirina bi riya Tirkiyeyê anîn ziman û gotin li şûna Erdogan van şîretan li me dike bila here bi PKK’ê re li hev bike.
Di civîneke çapemeniyê de serfermandarê artêşa rizgariya neteweyî ya muxalifên Lîbyayê Abdulfetah Yunus hin daxuyaniyên giring dan. Yunus rexneyên giran li hêzên NATO’yê kir û karê wan wekî meşa kûsî nirxand. Ji aliyekî din ve berpirsekî hêzên NATO’yê da xuyakirin ku wan ji sedî 30 ji hêzên girêdayî serokê Lîbyayê Muemer Qedafî têk birine.
Yunus di civîna çapemeniyê de ya ku Bîngaziyê hate lidarxistin got ku karê NATO’yê gelekî giran dimeşe û wiha berdewam kir: “Dema ku hêzên Qedafî êrîş dikin û piştî ku haya rêveberiya NATO’yê jê çêdibe, 7-8 seat derbas dibin heta ku balafirên wan tên, bêguman ew hêzên Qedafî ewqas dem li hêviya wan dê ranewestin û heta ku tên Hêzên Qedafî xwe digihînin nava bajaran û wan bajaran dixin bin destê xwe.”
Abdulfetah Yunus li ser rewşa bajarê Misratayê jî bi taybetî rawestiya û got ku ew bajar rastî komkujiyan tê, her wiha got ku heke hêzên NATO’yê bixwazin dikarin Misrata ji destê hêzên Qedafî derxînin lê bi behaneya ku wê tada li sivîlan were mudaxele nekirin.  Yunus ji aliyekî din ve li ser cudahiya mezin a di nav îmkanên wan ên leşkerî û îmkanên di destê artêşa Lîbyayê de û wiha got: “Artêşa girêdayî Qedafî xwedî çekên nû ye û ew çek û tankên nû yên di destê wan de hene li ba me tune ne.” Yunus bang li hêzên Rojava kir ku muxalefetê nas bikin û alîkariya çekan bi wan re bikin da ku bikaribin li dijî hêza Qedafî  rawestin. Ji aliyekî din ve Yunus da xuyakirin ku artêşa girêdayî Qedafî sûcên şer û sûcên  mirovahiyê dikin û bal kişand ser rewşa bajarê Misratayê û li gor idiaya wî hêzên Qedafî li şûna ava vexwarinê ava  kanalîzasyonê ji bajêr re dişîne û li bajêr xwarin û vexwarin  pir kêm bûye.
Her wiha nûnerê serokê Amerîkayê Barack Obama li Bîngaziyê bi endamên Meclisa Neteweyî re hevdîtinan pêk tîne û dê bi wan re goftûgoyan bike. Ev gav wekî rêvekirina li pêşiya naskirina Meclisa Neteweyî tê nirxandin ku heta niha ji aliyê hin welatan ve hatiye naskirin.

Yûrî Gagarîn li ser heyvê tê bibîranîn

Yûrî Gagarîn li ser heyvê tê bibîranîn
Sala 2011`an wekî sala kozmonotiya Rûsyayê hatiye destnîşankirin û bi boneya salvegera çûna Yûrî Gagarîn a ser heyvê amadekarî tê kirin ku ekîba piraniya vê salê dê li fezayê derbas bike

07/04/2011

Bîranîna Astronotê yekemîn Yûrî Gagarîn ya firîna kosmosê di sala nû da wê li ser asta herî bilind bê pîrozkirin. Ekîba 27`emîn a Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî ya bi serokatiya Ketrîn Kolmena ji Amerîkayê, Paolo Nespoliyê ji Îtalyayê û Fermandarê Îstgeha Koskosê ya Navneteweyî Dîmîtriy Kondratyevê Rûs amadekariya pîrozbahiyan dikin.
Sala 2011`an wekî sala kozmonotiya Rûsyayê hatiye destnîşankirin û bi menasebeta salvegera çûna Yûrî Gagarîn a ser heyvê amadekarî tê kirin ku ekîba piraniya vê salê wê li gerdûnê derbaz bike. Bi rasthatina salvegera çûna Gagarîn a fezayê, li Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî lêkolîner li dora şeş mehan xebatê dikin û dijîn.
BI SEDAN KOZMONOTON
Hate diyarkirin ku heta niha li dora 200 kozmonotên ji welatên cuda ber bi Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî ve çûne. Rûsyayê di dawiya sala borî de, ji hevkarên xwe ra pêşniyar kir, ku li kosmosê bargeha navgînên ji bo firînên li derveyê rêgeha cîhanê saz bikin. Îdeya, ku îro wek fantastîk xuya dibe, piştgiriya Navneteweyî sitand. Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî piştî çend salan dikare bibe îstgeha sereke ya kosmosê.
Serokên Ajansên Kosmosê yên Rûsya, Kanada, Ewropa, Japonya û Amerîkayê hatin li ser wê netîceyê, ku heta sala 2020`an dirêjkirina wextê xebata Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî tu astengiyên teknîkî nînin. Rêvebiriya Roskosmosê destnîşan dike, ku pêşbaziya li kosmosê ji zû de bi dawî bûye.

ÇÎROKA BALKÊŞ A GAGARÎN
Di 1959’an de li Yekitiya Sovyetê di Enstîtuya Nojdariya Leşlerî de beşekî ji bo bijartin û perwerdekirina kozmonotan hat vekirin. Doktorê Zanistên Bijîşkî Nîkolay Gûrovskî serpereştiya vê beşê dikir. Ji gelek yekîneyên leşkerî pîlot dihatin wir û Yûrî Gagarîn jî di nav wan de bû.
Kozmonot ji aliya komîsyoneke taybet dihatin bijartin. Komîsyon, li gor wê demê şêwazên herî pêşketî yên pişkînîn û lêkolînkirina derfetên organîzma mirovê bikar dianîn.
Yûrî Gagarîn jî wekî berendamên din, ji pişkînîneke nojdarî ya hişk re derbas bû. Neştergerê sereke yê Artêşa Sovyetê Aleksandr Vîşnevskî jî beşdarî li proseya bijartina kozmonotan dikir. Bijîşkê navdar destûr da pîlotê ciwan, ku dest bi antromanan bike.
Gagarîn bi awayekî serkeftî ji ceribandina vestîbuler û ji kursiyên zivronek re derbas bû. Bijîşk mikur li xwe hatin, ku derfetên organîzma Yûrî Gagarîn bêhempa ne. Wî, di hemû ceribandinên  bargiraniyê de diyaerdeyên bilind nîşan kir.
Paşê kozmonotê pêşîn ê dahatuyê şandin Nexweşxaneya Hêzên Hewyaî ji bo pişkinîna derûnî. Derûnnasên nexweşaxaneyê amaje pê kirin, ku Gagarîn dikare bi awayekî gavişkî rewşê binirxîne, û di rewşekî stresê de bêyî dudilî bîryaran bistîne. Gagarîn her wisa bi xwînsariya xwe yê balkêş re jî, ji yên din cudatir bû.
Yek ji beşên giring a perwerdekirina kozmonatan, xweavêtina bi paraşutê bû. Carekî, beriya ku Gagarîn ji bilindahiya 4 km xwe bavêje û diviya bû paraşuta wî piştî 50 cirkeyan vebe, nebza wî wekî di rewşeke asyaî de bû, ango di xulekekî de 80 caran lê dida.

LI SER HEYVÊ ÇI DIXWAR?
Menuya `esmanî` ya Yûrî Gagarîn ji şorbeyên di nav tûpan de, ji penêrê helandî, ji sicûq û nanê pêk dihat. Piştî ku ceribandina di nav sûrdokamerayê de xelas bû, hemû bijîşk, rojnamevan û kameraman lê kom bûn. Gagarîn derket û hat cem wan û wekî her car pir zindî û rûken bû, te digot qey 10 roj di nav `kameraya bêdengiyê` de namabû.

LI CÎHANÊ MÊZE DIKIR
Paşê hemû kozmonot di nav balafireke taybet de sê caran ji ceribandina bêkêşaniyê re derbas bûn. Di firîna yekemîn de kozmonot bi rewşa bêkêşaniyê re nas bûn û şêwaza hevpeyvînê ceribandin. Di firîna duyemîn de ew koordînasyona bizava xwe, gengaziya xurek xwarinê di mercên ne asayî de û bandora bêkêşaniyê li ser dîtina çavan lêkolîn kirin. Di encama ceribandinan de pispor pê bawer bûn, ku bêkêşanî ne astenge ji bo firrîna mirov li kozmosê. Ji ber van ceribandinan Gagarîn pûana herî bilind stand.
Li gor bîrayra komîsyonê, ji 250 berendaman tenê 20 kes guncan derketin. Serokê bernameya kozmîkî ya Yekitiya Sovyetê Sergey Korolyov bi her kozmonotê dahatû yê re hevdîtin pêk anî û bi wan re yek bi yek sohbet kir.
Piraniya zanyar û metodîstan gihîştin wê encamê, ku ji hemû berendamên zêdetir Gagrîn digunce ji bo firrîna pêşîn li kozmosê. Di 10’ê nîsana 1961’an de, du roj beriya firrîna dîrokî, Komîsyona Dewletê bîryar girt, ku kozmonotê pêşîn dê bibe Yûri Gagrîn û dublorê wî jî bibe German Tîtov.

Rêwîtiya Yûrî Gagarîn çawa derbas bû?

3 Keştiya esmanî `Vostok` bi pîlotê xwe Yûrî Gagarîn ve ji kozmodroma Baykonûr a li Qazakistanê, bi dema Moskowê di seat 9.07 a 12’ê Nîsanê sala 1961’an de hat şandin. Kozmonotê yekemîn li dorê Cîhanê carekî  zivirî û di seat 10.55’an de de li deverê gundê Smelkovka ya wîlayeta Saratovê ya li başûrê rojhilata Rûsyayê gihîşt erdê. Bilindahiya noqteya herî nêzîk a rêgehê 181 km, lê bilindahiya noqteya herî dûr a rêgehê jî 327 km bû.
3 Ji ber arîzeya di sîstema frenê de, cîhazê ku Gagarîn pê dadiket, dûrî ji ciyê plankirî gihîşt erdê. Seat 10.48’an de radarê balafirgeha leşkerî ya li nêzî wê herêmê hedefekî nenas dît. Ev hedef cîhaza daketinê bû. Lê piştî demekî kin, di bilindahiya 7 km’yê de Gagarîn bi katapoltê xwe firand û hingê li radarê du hedef xuya bûn.
3 Piştî firinê kesên ku herî pêşîn kozmonot dîtin, jina mêşevanekî Anna Taxtarova û neviya wê ya şeş salî Rîta bûn. Bi zûtirekî ji garnîzona herî nêz leşker xwe gihandin wir. Birekî leşker cîhazên daketibûn girtin bin parastinê û birê din jî Gagarîn birin garnîzonê. Ji wir Gagarîn bi telefonê rapora xwe da fermandarê Liqê Berevaniya ji Hevayê: `Ji kerema xwe re ji Serfermandarê Hêzên Hewayî re ragihînin: min erka xwe pêk anî, li deverê plankirî gihîştim erdê, tu birîndariya min nîn e. Gagarîn`.
3 Mûşeka Barkêş `Vostok` ji sê beşan pêk dihat. Hêza giştî ya motorên mûşekê bi qasî hêza 20 milyon hespê bû. Giraniya keştî bi tevî beşa dawî ya mûşekê ve 6,17 ton, dirêjahiya wî 7,35 metre, giraniya mûşeka bêyî beşa dawî 4,73 ton bû.
3 `Vostok` ji cihaza daketinê û ji beşeka dina a cîhaz û damûdezgehan pêk dihat. Cîhaza daketinê  giroverhatibû çêkirin û diyametreyê  wê 2,3 metre û giraniya wê jî 2,4 ton bû. Tê de kursiya kozmonot, cîhazên rêvebirinê  û sîstema pêjiyanê hatibûn bicîkirin. Kursî wisa hatibû bicîkirin ku bargiraniya ku di dema firîn û veniştinê de derdiketin, bandorekî kêm li kozmonot dikir. Di nav kabîneyê de fişara atmosferê û hewa wekî ya Cîhanê bû. Kuma cilê esmanî ya kozmonot vekirîbû ew bi heweya kabîneyê ve hilmijand. Sîstema pêjiyanê ji bo 10 şev û rojan hatibû hesêbkirin.
3 Piştî ku motora firênê dest bi kar kir, hêzê firinê kêmtir bû û Vostok dest bi nizimbûnê kir. Di bilindahiya 7 hezar metreyî de derpoşê cîhaza daketinê vebû û kursî bi kozmonotê ve jê firriya der. Di bilindahiya 4 hezar metre de kursî ji kozmonotê veqetiya û ket redê, lê kozmonot daketina xwe bi paraşutê ve berdewam kir. Tevî kozmonot yedeka qezayî jî dadiket , ku tê de keleka rizgarkirinê  hebû û dema ku ewê biketa avê, dê bi otomotîkî bihata nepixandin.
Navê Gagarîn li ser heyvê hate nivîsandin. Navê Gagarîn li ser heyvê li kraterekî hatiye lêkirin. Madalyayekî Zêrîn a Yûrî Gagarîn heye, ku di sala 1968 de ji aliya Ferderasyona Navneteweyî ya Hewavaniyê ve hatiye damezrandin. Ev madalya ji wan kozmonot û ostronotên re tê pêşkêş kirin ku ji bo pêşvebirina esmangeriyê rola mezin dilîzin. Li gelek bajêr û bajarokên Rûsyayê kolanên bi navê Gagarîn, gelek cade, bulvar, park, kulûb û dibistanên bi navê  Gagarîn hene. Di 1968’an de li wîlayeta Smolenskî li bajarekî navê Gagarîn hat lêkirin. Du madalya yên bi wêneyên kozmonotên sovyetê jî di nav wan de ne û yek ji wan bi wêneya Yûrî Gagarîn e.

Neçe Ewropayê û rojnameya Azadiya Welat nekire!

Neçe Ewropayê û rojnameya Azadiya Welat nekire!
Hinceta biryara 149 sal û 9 meh cezayê ji 14 siyasetmedarên kurd yên Şaredarê Îdirê M.Nurî Guneş jî di nav de ku di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dihatin darizandin re hatiye birîn, hate aşkerakirin

07/04/2011

Hinceta biryara 149 sal û 9 meh cezayê ji 14 siyasetmedarên kurd yên Şaredarê Îdirê M.Nurî Guneş jî di nav de ku di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dihatin darizandin re hatiye birîn, hate aşkerakirin. Di hinceta biryarê ya ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ve hatiye aşkerakirin de, hincetên sosret cih digirin. Li gorî îdiayan abonetiya rojnameya me Azadiya Welatê û serdanên Guneş yên li Ewropayê jî wekî ‘Xebatên rêxistinê’ hatiye nirxandin. Daxuyaniya Rêxistina DPT’ê ya bajêr a di Newrozê de jî, wekî ya Guneş hate nîşandan. Yek ji tiştên ku Guneş pê tê sûcdarkirin jî, çûyîna wî ya Ewropayê ye. Gera Guneş a Fransayê ya tevli geşta kurdan a li bajarê Set-Gallanê bûn, wekî xebata rêxistinî hate qebûlkirin. Di dîmenan de welatiyê bi navê Ahmet Kaya yê ji Îdirê ye û ji ber ku cezayê wî hatiye erêkirin li Fransayê dijî, wekî Rêveberê PKK’ê yê Fransayê hate nîşandan. Di biryarê de rojnameya me û kexezê abonetiya rojnameya me jî, wekî hêmana sûc hatine hesibandin.

CEZAYÊN GIRAN
Di beşa dawî ya hinceta biryarê de nirxandina daxwaza siyasetmedarên kurd a parastina zimanê zikmakî ya nehate qebûlkirin, cih girt. Ji ber ku destûra parastina kurdî ya parêzer û mexdûran nehate dayîn, mafê parastinê hate astengkirin. Di biryarê de hate îdîakirin ku ev yek astengkirina parastinê nîne û wiha hate gotin: “Mafê parastinê mafekî pîroz e, ev yek rast e. Ji bo bersûc parastinê nekin, tu astengî nehatin kirin. Daxwaza bersûcan a parastina kurd ji ber ku dadgehê fêm nekir û axaftina kurdî derbasî girtekên dadgehên nebû û her wiha ev yek tu fêde nade darizandinê û wekî astengiya parastinê nayê qebûlkirin, biryar hate dayîn.” Dadgehê bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’, Alaaddîn Ham, Turan Kaya, Şebap Çelîk, Mehmet Haşîmoglu, ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh, bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ û ‘ji bo azadiya mirovan xetereyek e’ der barê Mehmet Nurî Guneş, Saîm Erkmen, Îsmaîl Tikit de, ji bo her kesekî 8 sal û 9 meh, der barê Necîp Beştaş de 15 caran bi îdiaya ‘azadiya mirovan asteng kiriye’ û ‘endamê rêxistinê ye’ bi tevahî 45 sal, der barê Nusret Aras de 2 caran bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘azadiya mirovan kiriye  bin xetereyê’ 10 sal, der barê Azîz Çan de bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ 6 caran û ‘azadiya mirovan kiriye bin xetereyê’ bi tevahî 13 sal û 6 meh bi heman îdiayê der barê Abdulbarî Tenik de 12 sal û 6  meh, bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ der barê Resul Yildiz de   9 meh cezayê girtîgehê û der   barê Tuncer Kanyar de 7 sal cezayê girtîgehê birîbû. ERZIROM

‘Tu ji bo mirinê amade yî?’

‘Tu ji bo mirinê amade yî?’
Cuneyt Aydinlar dema ku li Zanîngeha Stenbolê dixwend di 10’ê sibata 1994’an de hate binçavkirin û piştre jî tu agahî jê nehat girtin

07/04/2011

Cuneyt Aydinlar dema ku li Zanîngeha Stenbolê dixwend di 10’ê sibata 1994’an de hate binçavkirin û piştre jî tu agahî jê nehat girtin. Aydinlar di sala 1991’an Zanîngeha Stenbolê qezenc kir. Aydinlar di dema zanîngeh dixwend bi aliyê muxalîf derket pê û ji aliyê polîsên Midûriyeta Şubeya Siyasî yên Gayrettepeyê di 10’ê sibata 1994’an de bi 14 hevalê xwe re hate binçavkirin.
Li gel bavê Aydinlar Abdulkadîr Aydinlar agahiya kurê xwe li Şubeya Siyasî ya Midûriyeta Gayrettepeyê di binçavan deye girt jî lê disa jî jê re gotin ‘Li vir kesekî wisa tune ye’ Abdulkadîr Aydinlar ji bo kurê xwe peyda bike goristan jî di nav de hemû cihan geriya. Abdulkadîr Aydinlar dema ku ji bo pirsa kurê xwe bike diçû emniyetê Serkomîserê Midûrê Şubeyê Ahmet Erkut jê re got ‘Kurê te dema birin da ku cih nîşan bidin di destê me de reviya û windabû’ Piştî dema binçavkirinê xilasbû di nav hevalên wî yên derxistin dozgeriyê de Aydinlar tunebû. Piştî polîsan got Aydinlar reviya Dozger Tolay di îdianameyê de ji bo Aydinlar biryara girtinê derxist.

‘DENGÊ ÇEKAN BIHÎST’
Malbata Aydinlar dest ji lêgerîna kurê xwe berneda. Malbat çû mala li taxa Çukurcumaya Beyogluyê. Xwediyê malê yê ku tirkî nedizanîn diyar kir ku polîsan Cuneytê 23 salî anîn malê û piştî lêgerînê careke din birin. Jina xwediya malê anî ziman ku piştî polîs çûn nêzî 10-15 deqeyan şunda dengê çekan bihîst û piştre careke din polîs hatin û li gel nivîsandin û xwendina wê tunebû hinek belge bi wê dan îmzekirin. Piştî salên borî malbatê serî li DMME’yê da lê ji ber ku 10 sal bi ser bûyerê de borîn e nehate qebûlkirin. STENBOL

Bersiva 4 daxwazan: Kuştin, girtin û binçavkirin

Bersiva 4 daxwazan: Kuştin, girtin û binçavkirin
Kurdan di nava mehekê de bi 4 daxwazên wekî ‘Perwerdehiya zimanê zikmakî, rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî, berdana girtiyên siyasî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxistana benda hilbijartinê’, bi riya çalakiyên raperîna sivîl û ‘Konên çareseriye demokratîk’ anîn ziman

07/04/2011

Kurdan di nava mehekê de bi 4 daxwazên wekî ‘Perwerdehiya zimanê zikmakî, rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî, berdana girtiyên siyasî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxistana benda hilbijartinê’, bi riya çalakiyên raperîna sivîl û ‘Konên çareseriye demokratîk’ anîn ziman. Ji bo van daxwazan, hikûmetê bi operasyonên leşkerî, girtin û binçavkirinan bersiv da. Di vê mehê de 15 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da, 149 kes hatin girtin û 316 kes jî hatin binçavkirin.

ÊRÎŞÊN DIJÎ KONAN
Yekemîn çalakiya raperîna sivîl li Amedê pêk hat û polîsan mudaxaleyî girseyê kir. Di mudaxaleyê de gelek kes hatin binçavkirin û bi dehan kes jî hatin birîndarkirin. Di mudaxaleyan de parlamenterên BDP’î û şaredar hatin derbkirin. Ligel hemû mudaxaleyan, li Qoser û Nisêbînê barîkat hatin avakirin û pevçûn derket.

OPERASYONÊN LEŞKERÎ
Li bejahiya navçeya Basayê ya Şirnexê di 14’ê adarê de operasyon hate lidarxistin. Di operasyonê de 3 HPG’iyên bi navê Halît Dag (Nurhak Çiya), Halîme Baş (Şîndar) û Îsmaîl Husnu jiyana xwe ji dest dan. Li qada bejahiyê ya Zewê ya Basayê di encama pevçûnek de HPG’iyekê jiyana xwe ji dest da. Li bejahiya navçeyên Çewlikê Xolxol (Adakli) û Kîxiyê, di encama operasyonekê de pevçûn derket û 4 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Hassa ya Hatayê jî di encama operasyona leşkerî de 7 HGP’iyan jiyana xwe ji dest dan. Ligel pevçûnan ji Wanê heta bejahiyên Amed û Mêrdînê, sewqiyata leşkerî hate destpêkirin. AMED – DÎHA

Bîlançoya meheke ya binpêkirin û êrîşên li dijî çalakiyên kurdan

Piştî ku gelê kurd daxwazên xwe aşkera kirin, dewletê jî bi her awayî dest bi êrîş û binçavkirinan kir.

OPERASYONÊN LEŞKERÎ
3 Di 15’ê adarê de li Girê Mirgo, Guhora Xeco, Tehta Reş a Şirnexê bi beşdariya yekîneyên taybet, operasyon hate destpêkirin.
3 Di 19’ê adarê de li Dêrsim û Şirnexê operasyon hate destpêkirin.
3 Di 29’ê adarê de, li bejahiya bajaroka Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
3 Di 31’ê adarê de li Rûbaroka girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi wesayîtên leşkerî sewqiyata leşkerî  hate destpêkirin.
3 Di 31’ê adarê de li Dêrsim, Xozat, Pêrtag û Pilûrê, operasyon hate destpêkirin û operasyon li navçeyên Qislê û Pilemoriyê jî belav bû. Li Çiyayê Zel jî bi helîkopterên Skorskî sewqiyata leşkerî hate destpêkirin.
3 Di 1’ê nîsanê de ji aliyê Serfermandariya Leşkerî ve 4 herêm wekî “herêmen ewlehiyê” hatin îlankirin. Di van herêma de 13 çiya wekî herêmên operasyonê hatin nîşandan.

BINÇAVKIRIN Û GIRTIN
3 Di 16’ê adarê de li bajaroka Ortaklar a navçeya Germencîk a Aydinê bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kirine” û “Zirar dane cemaweriyê”, 4 kes hatin girtin.
3 Li navçeyên Qoser û Nisêbîna Mêrdînê li hemberî “Konê çareseriya demokratîk” mudaxale hate kirin, di 14 rojan de 70 kes hatin binçavkirin, 9 jê zarok 22 kes hatin girtin.
3 Li Êlihê di encama serdagirtina “Konê çareseriya demokratîk” de 56 kes, di serdagirtina 28’ê adarê de 29 kes, 4 kes jî piştî mîtîngê, bi giştî 99 kes hatin binçavkirin.
3 Di 17 adarê de li navçeya Pirsûsa Rihayê 2 jê zarok 7 kes hatin girtin.
3 Di 17’ê adarê de li Edeneyê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Zirar daye malê dewletê”, ji 6 zarokan 4 zarok hatin girtin.
3 Di 18’ê adarê de li navçeya Gevera Colemêrgê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 kes hatin girtin.
3 Di 21’ê adarê de li Wêranşarê 17 kes hatin girtin. Li Serêkaniyê jî der barê 192 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin.
3 Di 21’ê adarê de li Çorluyê piştî pîrozbahiyên Newrozê, bi îdiaya “Li derveyî zagonan diruşm berz kirine” ji 10 kesan 6 kes hatin girtin.
3 Di 22’ê adarê de li Zanîngeha Înonuyê piştî pevçûna di navbera 2 koman de, 7 xwendekar hatin girtin.
3 Di 22’ê adarê li Dêrika Çiyayê Mazî bi îdiaya beşdarî bûyerên 15’ê sibatê bûne, 7 jê zarok 14 kes hatin girtin.
3 Di 22’ê adarê de li navçeya Giyadîn a Agiriyê kesek hate girtin. Li Giyadînê ji 15’ê sibatê heta niha 9 kes hatine girtin.
3 Di 23’ê adarê de li navçeya Şemzînana Colemêrgê ji 4 kesan 2 kes bi sûcdariya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.
3 Di 28’ê adarê de piştî meşa Newala Qesabê ya Sêrtê, endama 2’yemîn koma aştiyê Aygul Bîdav hate binçavkirin û girtin. Bîdav piştre li ser îtiraza parezarên wê, hate berdan.
3 Di 30’ê adarê de li navçeya Bazîda Agiriyê ji 8 kesan 6 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne ” hatin girtin.
3 Di 1’ê nîsanê de li navçeya Erdîşa Wanê di encama serdagirtinên malan de ji 10 kesên hatibûn binçavkirin 6 kes hatin girtin.
3 Li Rihayê di meha adarê de 75 BDP’î hatibûn binçavkirin, 43 kes hatin girtin. Der barê hezar û 100 kesî de jî lêpirsîn hate vekirin.
3 Di 31’ê adarê de li Çewlikê di encama serdagirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.
3 Di 22’ê Adarê de li navçeya Sîlopiya Şirnexê bi hinceta beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne 11 kes hatin binçavkirin.
3 Di 1’ê nîsanê de li Îdirê alîkarê şaredar jî di nav de 9 xebatkarên şaredariyê hatin girtin.
Rewşa girtiyên siyasî Mehmet Aras û Ferzende Abî xerab bû. Abî girtin emeliyatê û ligel rewşa wî ya giran, nehat berdan. Mehmet Aras ku nexweşê penceşêrê ye, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Erziromê û hewildanên ji bo berdana wî jî, bê enca

Li Silêmanî û Duhokê pêşengeha şêwekarên kurd

Li Silêmanî û Duhokê pêşengeha şêwekarên kurd
Li bajarê Silêmaniyê, hunermendê navdar ê kurdê Sûriyeyê Azad Hemê 4’emîn pêşengeha xwe ya taybet vekir

07/04/2011

Li bajarê Silêmaniyê, hunermendê  navdar ê kurdê Sûriyeyê Azad Hemê 4’emîn pêşengeha xwe ya taybet vekir. Li Duhokê jî bi tevlibûna 150  şêwekar û wênegiran pêşengek hat vekirin
Pêşengeh, duhî, li Gelêriyê Serdem bi raxistina 16 tabloyên şêwekarî bi qebareyên cuda cuda yên wî hunermendî hate vekirin.Bi sedema rewşa siyasî ya Sûriyeyê, hunermend Azad Hemê nikarîbû beşdarî vekirina pêşengehê bike, ji ber vêya hunermendê kurdê Sûriyeyê Samî Dawûd li şûna wî der barê pêşengehê de agahî dan û wiha axivî: “Berî niha, min bi rêya înternetê re Azad Hemê naskir, piştî u min têkilî digel danî, ew gelek dilşad bû ku bo yekemîn car tabloyên wî li Silêmaniyê bêne pêşandan.”
Dawûd dûre axaftina xwe wiha domand: “Karên hunerî yê Hemê ji me re dibêjin ku ew ji bo hunerê çê bûye, wî gelek xelatên hunerî di nav Sûriye û derveyî wê de wergirtine.”
TABLOYÊN BALKÊŞ
Der barê pêşengehê, şêwekar Kawa Mehmûd nêrînên xwe wiha anî ziman: “Tabloyên Hemê gelek balkêş in, mixabin berî niha me navê Hemê li Herêma Kurdistanê nebihîstibû, lê niha ku me tabloyên wî dîtin, em dizanin ku çi hunermendekî navdar e.”
Azad Hemê di sala 1979’an de li gundekî derdora bajarê Qamişloyê hatiye dinê, di heyameke kin a xebata wî ya hunerî de, nav û dengiyek mezin li dinyaya hunerê peyda kir, beşdarî gelek pêşengehên taybet li Sûriye, DYA, Tirkiye, Îtaliya û Fransayê kiriye her wiha gelek xelatên jî wergirtine ji wan Xelata Rêzlênanê ya Stenbolê di sala 2007’an de, Xelata Rêzlênana Senaa ya Navneteweyî di sala 2009’an de û Xelata Btro ya Hunerî li Kanadayê di sala 2010’an de wergirtiye.

PÊŞEHGEHEK JÎ LI DUHOKÊ
Biryar e, îro pêşengeha Duhokê bi beşdariya 154 hunermendan şêwekar û wênegir bê vekirin. Pêşengeh dê li avahiya Geleriya Duhokê vebe û dê heta 1’ê cotmeha îsal berdewam be.
Birêveberê Geleriya Duhokê Serdar Kêsteyî di vê derbarê de, îro, agahî dan û wiha axivî: “28 jê jin 154 hunermend ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhokê dê beşdarî pêşengehê bibin.” Kêsteyî diyarkir ku ev 10’emîn pêşengeh e ku Geleriya Duhokê vedike û axaftina wiha domand: “Di pêşengehê de dê berhemên nû yên hunermendên beşdar bêne raxistin ku pêkhatine ji tablo, peyker, seramîk û hunerên komputerê.”
Der barê beşdarîkirina hunermendên ji derveyî Herêma Kurdistanê, de jî Kêsteyî ev agahî dan: “Ji ber ku hunermendên kurd ji Ewropa û Tirkiyeyê nekarîn berhemên xwe bigihînin destê me, ew beşdarî pêşengeha 10’ emîn nakin.” Geleriya Duhokê di sala 1998’an de hate avakirin û bi ser Birêveberiya Hunera Şêwekarî ya Duhokê ve ye û heta niha 9 pêşengeh vekirine. SILÊMANÎ/DUHOK

Porê Gulê…

Porê Gulê…
10/02/2011 – 08:16

Yildiz Gultekîn
yildizgultekin@hotmail.com
Xwedê kiriye em jin car caran destmalekê diavêjine ser serê xwe. Yan na, hemû keçelbûna me dê derketa holê
Xwedê kiriye em jin car caran destmalekê diavêjine ser serê xwe. Yan na, hemû keçelbûna me dê derketa holê. Em jin xwedê porekî giran daye me hinekan, ê din jî piçek pûrt li ser serê wan hene nizanin wê bi kîjan alî ve şeh bikin. Şehkirina ew porê tune, cend saetan dom dike, paşê hêrsa wan tê hema destmalekê diavêjin ser serê xwe û derdikevin derve.
A me jî Gulperiyeke me heye, em jê re dibêjin Gulê. Gulê jineke li ser xwe ye, suxilkar û hurmetkar e, heçî mêvanên wê bên, ew tu carî wana birçî bi rê nake, her dem nan û xwarina wê hazir e. Ez xwe jî tu carî wê tenê nahêlim dema mêvanên wê tên. Gulê pir heweskarê porê giran e, tim di dilê wê da porekî gur û dirêj hebû. Dê her tim digot, ez careke din bêm vê dinyayê hema bila tenê porê min hebe, wekî din tu tiştekî naxwazim.
Wan rojên hanê kiriye aqilê xwe, çûye hinek mûyê bizina rûçikandiye, şûştiye, şeh kiriye, rûniştiye ew mûyê bizinê yeko yeko li ser çêrmekî berxan ve dirûtiye, piştre hine kiriye û daye ser serê xwe. Min dît waye ji jêr ve tê, destmala xwe di bin porê xwe ve girêdaye, çav û birûyên xwe kil kiriye, cîke cîka wê ye tê. Ez şaş mam, gelo hema di şevekê de ew qas porê wê gur bû! An wê tim digot hema bila tenê carekê porê min gur bibe, ez tistekî din naxwazim. Wî dayê ev çi ye! Dema nêzî min bû, ew destmala li ser serê wê şimitî biniya guliyan. Devê wê yê bi ken hema mirov dibêje bila qet ev bedewbûn winda nebe. Min got keçê xêr e, ev çi ye, waye porê te di şevekê de gur û dirêj bûye! Keniya got: Erê, min ew qas dixwest ku ew porê min dirêj û gur bibe, hema di şevekê de wisa bû, xweşik bûye ne wisa! Li min hatiye, tê bibinî wê her roj dirêjtir û gurtir bibe, ez ê weke jiyana xwe li vî porê hanê binêrim.
Bi rastî jî rengê wê guhertiye ew porê hanê. Ez dîsa jî şaş mam, çawa ew por weke porê hinekirî disekine! Sibetira dinê bû hewar hewara Gulê. Ber bi mala min lez û bez direve. Ez tirsiyam, gelo çi bûye! Jixwe tu bela li ser serê min kêm nabin. Ez derketim ber derî, hema çavên min li çavên Gulê ket, ez di cihê xwe de cemidîm. Weyla min rebenê, ser û çavên wê soro-moro bûne, werimîne, dev û lêvên wê hemû bûne birîn. Qet halê wê tuneye ku bêje ez nexweş im. Min ew lezê destmala li ser serê wê rakir, dayêê çi bibînim, nava porê wê teeejî qirniyê bizina bûne. Ew çermê serê wê jî bûne birîn. Min got keçê waye nava porê te tijî qirniyên bizinan bûne. Te ew heywanên hanê derman nekir! Binêre qirniyên bizina kisk kişiyane nava porê te. Em mecbûr in wî porê te bidin ber meqesê, heyf e jî lê wekî din çareya ku tu van qirniyan xelas bibî tuneye. Hema destê xwe avête ew porê xwe hemû jorde anî. Ez tirsiyam, ziravê dilê min qetiya. Got: “ev porê min xwe nîne, ev mûyê bizina ye, ez şevekê rûniştim heta sibê min bi wî mûyê bizinê ji xwe re ev por çêkir. Min ku dizanî wê qirniyên bizina jî bikevin nava porê min, ew porê min nîne, zû min ji vê belayê xelas bike.”
Giriya û giriya. Ew roj heta êvara dereng min porê wê derman kir, şûşt, dîsa derman kir û şûşt. Ew birîna wê jî derman kir. Ew şev Gulê li ba min raza, heta sibê wê kire nalînî. Sibetirê bi rûyekî posîde rabû, ji şerman serê xwe berjêr kir. Min got qeeet dengê xwe dernexe. Ez li şûna te bûma minê jî çareyek wisa ji xwe re bidîta, xwe neqeherîne, were em taştêya xwe bi hev re bikin. Wekî din jî her tistî ji bîr bike. Tu bi ya min dikî mehê carekê zerika hêkekê bike nava hinek toxafka hişk, seriyek sîra mezin jî bikute nav, hinekî li hev bixe. Paşê bi porê xwe bide. Tu yê bibînî wê her roj porê te zêde bibe. Got: Na ez ditirsim. Rast e, tirs ketiye dilê wê. Min got ez ê amade bikim ji bo te, metirse wê porê wê her roj dirêjtir û gurtir bike… Jina bê por weke çivîka rût e… ji bo porekî dirêj hindik mabû Gulê jehrdayî bibûya…

Têloya geveze

Têloya geveze
17/02/2011 – 08:31

Yildiz Gultekîn
yildizgultekin@hotmail.com
Di nava vê dinyayê de, dema behsa tiştekî nebaş, an jî xirab dikin, an jî çavnebariya hinekên din dikin
Di nava vê dinyayê de, dema behsa tiştekî nebaş, an jî xirab dikin, an jî çavnebariya hinekên din dikin, an jî der heqê xelkê da xeber bidin, dibêjin tu weke jina filankesê geveze yî.
Halbûkî mêrên geveze jî li derdora me pir in, gevezetiya wan nayê xuyakirin weke yên jinan. Rast e, em jin carinan qet nizanin devê xwe bigirin, Hema li ku derê, çi wextîbe em xeber didin.
Têloyeke me heye, wey wey wey, xwedê jinên wiha neke tu deriyan, tu malan û şêniyan. Dayê rast e em jin car caran pir xeber didin. Lê Têlo qet nizane wê kengî bisekine û kengî dawiya xeberdana wê bê. Carinan li derdora xwe hin tiştên ne baş bibîne, li bendê disekine, ew mirovina gava dikevin nava cimaetê ew deqe devê xwe vedike. Îcar çi tiştên dîtiye, dehan jî dide ser û dest bi çîroka xwe dike. Ew dem wisa hêrsa min bilind dibe, ew dem ez di dilê xwe de dibêjim hema ez porê wê destê xwe biwalînim. Derdora xwe bibim û bînim, bila li ser hişê xwe biçe, zimanê wê lal bibe û tu careke din qet dengê wê dernekeve. Lê ez çi bikim ew jî jineke weke me jinan e. Di demeke nêzîk de, rojekê diçe ber çemê mezin, dema di nava daran de nêzî çemê mezin dibe, dibîne ku keçikek û xortek bi hev re ketine laqirdiyan, dikenin, destê hev girtine li ber çemê mezin rûniştine. Hema Têlo dema wan dibîne xwe paşde vedikişîne, xwe diavêje paş talda kevirekî mezin, heta ew herdu ciwan ji wir radibin diçin. Ew jî wana bi dizî guhdarî dike. Wana çi gotiye, yeko yeko dike nava mêjiyê xwe.
Duh danê nîvro keçika cîrana min hat nanê min li sêlê xist, dûre diya wê hat. Me nanê xwe hemû pêt û qedand. Piştre me xwarina xwe çêkir û em rûniştin li ser sifrê, min dît wê de Têlo hat. Teşiya xwe daye destê xwe, lêvên xwe li ser hevdu qurçimandiye, li ser me re sekinî û di bin lêvan de jî dikene. Min got dayê were tevî me xwarinê bixwe, belkî tu birçî buyî. Got na ez xwarinê naxwim, birçî nînim. Li kêleka keçika cîrana min rûnist bi dengekî bilind got, erê Nêrgiz ew xortê duh li ber çemê mezin ba te bû, çi ji te re digot! Dilê wî ketiye te qey! Ew xortê duh min nas nekir, kurê kê ye, kîjan esîretê ye, min tê dernexist.
Weeey rebena Nêrgiz hema di cihê xwe de sar bû û diya wê got, keçê ev jinika hanê behsa çi dike! Keçikê got dayê nizanim behsa çi dike, belkî tiştên şaşitî dîtiye, lê nan di qirika Nêrgizê de ma. Feqîra reben nizane wê çawa bersiva Têlo bide. Min dehfek li kêleka Têlo xist, hela tu were hundir ez ê tiştekî ji te re bêjim. Min bi zorê bir hundirê xênî, min got: Wî zimanê xweyî gemar niha bibire yan ez ê te li vê derê hûrî ser hev bikim, kesek jî nikare te ji ber destê min derxe. Ew gotinên tu dibêjî û ew resmên te dîtine jî wan hemûyan ji ber çavên xwe winda bike, careke din jî devê xwe veneke. Em hatin ser sifrê Têlo got na dayê na na, ew ne tuyî, min şaşitî kiriye. Jixwe çavên min jî baş nabînin, lewma min şiband te.
Dilê Nêrgizê hinekî rehet bû, rengê wê hate cih, min çav ji dayika wê re qirpand. Paşê dereng min ji dayika Nêrgizê re got, ew Têlo wê rojekê bela xwe bibîne lê nizam ji destê kê. Niha Têlo dema bike der heqê xelkê de gevezetiyê bike, berê tê ji min re dibêje, paşê diçe xeber dide. Lê ez dîsa jî lê bawer nakim. Wê rojekê mala xwe jî û mala hinekên din jî xerab bike, paşê nebêjin te ne gotiye…