Pirtûka dema tarîtiyê ‘Jiyana bi mirinê re’

Pirtûka dema tarîtiyê ‘Jiyana bi mirinê re’
 
 
Ji ber ku di wan salan de hêzeke rêxistinkirî nebû zîhniyeta înkarger jî hepsên xwe li gorî dilê xwe bezand. ‘Jiyana bi mirinê re’ salên 1990’î û mamosteyên rastî pêkutiyên dewletê hatine vedibêje

11/04/2011
 

Yek ji nivîskarên pirtûka ‘Jiyana bi mirinê re’ ku jiyana mamosteyên ku di salên 1990’î da rastî pêkutiyan hatine Haydar Kiliçoglu diyar kir ku tevgera kedê ku di salên 1990’î de bû hêzeke rêxistinkirî ji ber vê yekê bi kuştinên kiryar nediyar, binçavkirin û girtinan ve hate xwestin ku bê bêdengkirin.
Kiliçoglu got ku li gel vê jî di saya wan hevalên wan yên ku bi rûyên xwe yên ken li asîmanan li wan dinêrin têkoşîna sendîkayê hê jî didome.
Serokê Egîtîm Sen’a Amedê yê berê Haydar Kiliçoglu, Nîgar Ademyilmaz û Şukran Yeşîl jiyana mamosteyên ku di salên 1990’î de di binçavan, girtîgehan û li kolanan de hatine qetilkirin di pirtûka ‘Jiyana bi mirinê re’ de kom kirin.
Di pirtûkê de der barê têkoşîna Egîtîm Senê ya ku rastî pêkutiyên dewletê ya sîstematîk hatiye û kesên ku jiyana xwe ji dest dane de agahî tê dayîn û demeke tarîtî tê ronîkirin.
Der barê têkoşîna sendîkayan de haydar Kiliçoglu agahî da û got ku bi taybetî di navbera salên 1990-2000’î de kuştinên kiryar nediyar gelek qewimîne û lê bi esasî jî ev kuştinên ku kiryarên wan diyar bûn û wiha berdewam kir: “Êrîşên li dijî kedkaran li ser me bandoreke mezin kir. Li hemberî rojnamgeran, karkeran û li hemberê hemû beşên civakî êrîş hebûn. Wê demê ji ber ku hevalên me ji sekna xwe tawîz nedan hatin qetilkirin. Me fikra xwe ya ku çîroka wan hevalan bê nivîsan din bi Egîtîm Sena Amedê re parve kir. Hevalên me jî piştgirî dan me.”
Kiliçoglu da zanîn ku wan  bi malabtên hevalên xwe re axivî ne dîtine ku tenê bûyereke kuştinê nîn e, gelek kuştin û mirin jiyana ji ber vê yekê jî navê pirtûkê kirine ‘Jiyana bi mirinê re.’
HEDEFÊN DEWLETÊ
Kiliçoglu der barê zor û zehmetiyên têkoşîna sendîkayan a di salên 1990’an de jî agahî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di 1991’an de li Egîtîm Sen’a Amedê dest bi xebata rêveberiyê kir. Bi pêşketina têkoşîna tevgera kurd a siyasî sendîkavan, rojnamger û rewşenbîr bûn hedef. Bi taybetî jî piştî ku Vedat Aydin hate qetilkirin kuştinên kiryar nediyar zêde bûn.
Li Amed, Êlih û Farqînê ev kuştin zêde bûn. Me têkoşîna sendîkayê di bin siya mirinê de dimeşand. Mînak dayîka hevalekî me beriya ku em derkevin kolanê ew derdiket û derûdorê mêze dikir piştre em derdiketin. Wê demê ewil hevalê me Aymet Bayhan hate qetilkirin.
Piştre agahiyên qatilkirina havalên me êdî dihat dibistanan an jî sendîkayê. Polîsan li ber morgan bi gotina ‘ermeniyek din jî çû’ heqeret li me dikirin. Herî zêde jî kuştina Zubeyîr Akkoç û Ramazan Bîlge bandor li min kir. Dema ku mirov diçe morgê psîkolojiyeke pir xirab dijî. Êş, tirs, hêrs, xemgînî van hestan hemûyan mirov bi hevre dijî. Me jî êşên hevalên xwe dixist dilê xwe.”

DEMÊN ZOR Û ZEHMET
Mamoste Haydar Kiliçoglu, destnîşan kir ku li cihekî ku hevalên wan lê hatibe qetilkirin dayina perwerdehiyê pir zahmet e û wiha got: “Ev derûnî bandorê li ser min û dersên min dike.
Dîsa bandorê li ser têkiliyên min û zarokan jî çêdike. Em li vir rastî şîdeta gelek dijwar hatin. Dema ku min li polê ders dida û telefon dihat ez tengav dibûm. Dilê min diricifî. Ji ber ku her min telefon vedikir, dengekî digot ‘hevalekî me hatiye girtin û hatiye birîndarkirin’ Hêj jî dengê telefonan wan rojan tîne hişê min. Dîsa her ku li derî tê dayîn ez dibêjim dê agahiyek xerab ji min re bê.” Kiliçoglu, destnîşan kir ku dema wan bi malbatan re hevdîtin pêk anîn gelek zahmetî kişand û ji ber ku dîsa ew êş bi bîra malbatan xist ji malbatan lêborîn xwest. Kiliçoglu, da zanîn ku ji roja malbatan ev egîtên xwe winda kirine heta îro êşê dikşînin AMED-DÎHA


Danûstandina xwe êdî dê bi kurdî bikin

Danûstandina xwe êdî dê bi kurdî bikin
Endamên KURDÎ DER’ê di çarçoveya ‘kampanyaya bazar û danûsitandina bi kurdî etîketên bi kurdî’ de li navçeya Çinarê ya Amedê, etîketên li ser tiştên firotinê yên bi kurdî belavî esnafan kirin.

28/12/2010

Endamên KURDÎ DER’ê di çarçoveya ‘kampanyaya bazar û danûsitandina bi kurdî etîketên bi kurdî’ de li navçeya Çinarê ya Amedê, etîketên li ser tiştên firotinê yên bi kurdî belavî  esnafan kirin. Esnafên Çinarê kêfxweşiya xwe ji bo vê pêk anînê anîn ziman û gotin dê êdî etîketên wan bi kurdî bin.


412

Bi salan e tu agahî nayê girtin

 

Bi salan e tu agahî nayê girtin

 

 

 

 

 

Di 1994’an de Sadî Tatu (61) hevsera wî Gulnaz Tatu (59) û jintiya wê Kadriye Tatu yên diçin li gundê Zirkêtê ya navçeya Naskoya Mûşê û li herêma Çiringêzê ya navçeya Motkiya Bedlîsê careke din ji wan agahî nayê girtin

 


20/02/2011

 

 

 

 

Di 1994’an de Sadî Tatu (61) hevsera wî Gulnaz Tatu (59) û jintiya wê Kadriye Tatu yên diçin li gundê Zirkêtê ya navçeya Naskoya Mûşê û li herêma Çiringêzê ya navçeya Motkiya Bedlîsê careke din ji wan agahî nayê girtin. Li ser vê yekê kurê Sadî û Gulnaz Tatu, Ferzende (26), hevserê Kadriye Tatu Halîl û kurê wê Enver (30) dest bi lêgerînê dikin. Lê ji wan jî carake din agahî nayê girtin. Malbat serî li her derê dide lê her carê bersiva “bûyereke wisa neqewimiye” tê dayîn. Piştî têkoşîneke demdirêj windakirina malbatê tê qebûlkirin. Lê vê carê jî tê gotin ku “tevli PKK’ê bûne”, “ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin”, “âlîgirên PKK’ê bûn.” Ligel van îfadeyên bi nakokî malbat têkoşîna xwe didomîne.
Bûyer di 17’ê cotmeha 1994’an de li Zozana Zirkêt a li sînorê navçeya Motkiya Bedlîsê ye diqewime. Di bûyerê de ji malbatê 6 kes tên windakirin. Ahmet Muslum Sadîoglu ji bo ku hesreta xwe ya bavê xwe ji bir neke paşnavê xwe diguherinê û dike Sadîoglu. Li gorî vegotinên Sadîoglu, Sadî Tatu (61) diçe zozana Zirkêtê, piştre jî hevsera wî Gulnaz Tatu (59) û jintiya wê Kadriye Tatu ji bo pezên xwe bidoşin diçin bêriyê. Lê careke din ji wan agahî nayên girtin. Ji ber ku venagerin malê xizmên wan bi riya muxtarê gund Abdurrahman Ozdemîr serî li Fermandariya Cendirmeyan a Haskoyê didin. Fermandarê qereqolê yê wê demê yê bi navê Nurullah bersiva “Li wê herêmê operasyon hene, em nikarin biçin û hûn jî neçin” tê dayîn.

GOTINÊN BI NAKOKÎ
Malbata Tatu roja yekemîn disekinin lê roja duyemîn careke din diçin qereqolê. Li qereqolê dîsa heman bersiv tê dayîn. Li ser vê yekê malbat dest bi lêgerînê dikin. Malbat û muxtar Abdurrahman Ozdemîr careke din diçin qereqola cendirmeyan. Piştî 3 rojan fermandarê qereqolê Nurullah tê û ji malbatê re dibêje “bila serê we sax be malbata we ji aliyê PKK’ê ve li çiyayê Çiringêzê hatiye kuştin.”
Malbata Sadîoglu ji bo aqûbeta malbatê hîn bibe bi daxwaznameyan berê serî li Fermandariya Cendermeyan a Mûşê, Serdozgeriya Komarê ya Mûşê, Midûriyeta Polîsan a Mûşê, Qereqola Haskoyê, Qaymeqamtiya Haskoyê, Midûriyeta Polîsan a Haskoyê, Fermandariya Cendermeyan a Bedlîsê, Midûriyeta Polîsan a Moktiyê, Fermandariya Cendermeyan a Motkiyê, Serdozgerya Komarê ya Bedlîsê, valiyên Bedlîs û Mûşê dan. Lê tu daxwaznameyên malbata Sadîoglu li ber çav negirtin û bi devkî ji wan re gotin “bûyerekî wisa nehatiye jiyîn.”
Sadîoglu, di sala 2004’an de di nav de keyayê gundê xwe jî heyî 13 keyayên gundên derdorê bir û serî li Serdozgeriya Komarê ya Mûşê da û têkildarî bûyerên de yekemîn car qeydên fermî hate girtin. Keyayên gundan di îfadeyên dane dozgeriyê de diyar kirin ku agahiya leşkeran bi bûyerê hebû. Li ser vê yekê Sadîoglu serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê da.
Sadîolgu, piştî tu encam bi dest nexistin serî li DMME’yê da. Sadîoglu, li benda dosya li 2’yemîn Daîreya DMME’yê bi encam bibe ye û wiha got: “Malbata min rastî zilemeke wisa hat piştî 6 windayan em perîşan bûn. Gelek zarok sêvî man. Em hêj bi vê êşê dijîn. Deroniya hemû malbatê xirabû. Ez dixwazin ku cih hatiye serê malbata min. Ez bang li Serokomar, serokwezîr û hemû rayedaran dikim. Kiryarên vê bûyerên demildest derxin holê.” WAN -DÎHA

 

 

Welatiyê ji bo Newrozê hat Wanê rastî îşkenceyê hat

Welatiyê ji bo Newrozê hat Wanê rastî îşkenceyê hat
 
 
Penaberê Îranî Majid Amir Namber Bahoner ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Wanê di roja Newrozê de li malê rastî êrîşa 3 kesên nasnameyan nediyar hat û îşkence xwar

06/04/2011
 

Penaberê Îranî Majid Amir Namber Bahoner ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Wanê di roja Newrozê de li malê rastî êrîşa 3 kesên nasnameyan nediyar hat û îşkence xwar. Bahoner ku birîndar bû, li hemberî gef û îşkenceyê bi riya daxwaznameyê serî li buroya Konseya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Enqereyê da. Lê derket holê ku tu tedbîrên ewlehî nehatiye girtin.
Bahoner ku li Îranê bazirganî dikir li vir tevli dergeheke olî bûbû. Bahoner li dergeha Derwêş Nîmetullah Nurbahşin dixebitî piştre biryar dabû ku ji dergehê derkeve. Lê rastî zextên dergehê hatibû. Bahoner, wiha axivî: “Sibeha Newrozê 3 kesên ku îstîxbarata Îranê ne û endamên dergahê ne îşkence li min kirin. Gef li min xwarin. Farisî diaxivin. Ji ber lêdanê ez ji xwe çûm û seat 16:00’an çûm serî li ofîsa penaberan da. Wan jî agahî dan polîsan û ez rakirim nexweşxaneyê” WAN

Bi pîşeya doneriyê feraset pûç derxist

Bi pîşeya doneriyê feraset pûç derxist
 
 
Di civaka Tirkiyeyê de gelek kar wekî ‘Karê zilam’ û ‘Karê jinan’ tê cudakirin û bi vê yekê di navbera zilam û jinan de cudakarî tê kirin. Zînnet Akçîçek (25) ku dayîka 3 zarokan e, bi pîşeyê donergeriyê vê feraseta zilam vala û pûç dike

06/04/2011
 

Ji nifusa cîhanê nêvî jinin. Lê di nava xebatên aboriyê de ev yek nayê temsîlkirin. Jin di nava jiyana civakî de ji bo ku li ser piyan bisekinin li qadên karê yên wekî ‘pîşeya zilaman’ tên bi navkirin dixebitin. Jina bi navê Zînnet Akçîçek a 25 salî ku dayîka 3 zarokan e, pîşeya donergeriyê dike. Bi vê pîşeyê têkoşîna jiyanê dide. Akçîçek, diyar kir ku li gel zext û zordariyên hevserê xwe û derdorê dest bi vî karî kir. Akçîçek, têkildarî pîşeyê xwe diyar kir ku jin li dervê civakê tên dîtin û ew bi hunera xwe dixwazin biçespînin ku jin jî dikarin di navenda civakê de cih bigirin.
Akçîçek, anî ziman ku di 15 saliya xwe de ji ber malbata wê destûr neda wê, ji malê veqetiya û zewiciye û wiha got: “Ev 10 sal in ez zewicî me. Karekî hevserê min yê rêk û pêk tûne bû. Di bûyerêkê de bi darbeya kêrê birîndar bû û emeliyat bû. Ji ber êşa tiştên jiyîn hêrsa xwe ji li malê ji me der dixist. Her tim li hemberî min û zarokan bê eleqebû” Akçîçek, da zanîn ku ji ber hevserê wê betal bû, pirsgirêkên aborî dijî û nekarin kiraya mala xwe bidin. Akçîçek, bilêv kir ku ji ber pirsgirêkên aborî yên dijîn dest bi kar kir. Akçîçek, destnîşan kir ku yekemîn li xwaringehan firax şuştin û wisa dest bi kar kir. Akçîçek, derbirî kir ku piştî demekê ji xwe re cihe girt û dest bi birîna donerê kir. Akçîçek, diyar kir ku ew dizane ku derketi derveyî hînbûnên civakê û dema ku nû kargeriya xwe vekir gelek bi tirsbû. Akçîçek, anî ziman ku ji ber li hemberî kargeriya wê kirathane û cafeyên înternetê yên herî zêde zilam lêdimînin hebûn hinek bi guman bûn. Akçîçek, da zanîn ku dema nû kargeriya xwe vekir pirsa “ez dê li vir çawa bixebitim?” ketibû serê wê û wiha axivî: “Berê min ji xwe re alîkarek anî. Min 15 rojan da xebitandin. Min berê xwe dayê çênabe û rewş xirabe. Piştî min pereyê wî kesê didayê bêtir ez diketim zoriyê. Pişt re min xwe bi wêrek kir û min got xebat fedî nin e. Min bi xwe karê donerê kir. Li gel hemû zordariyan min dest jê berneda û ez hînbûm. Ya herî ez bi biryar û hêz dikirim zarokên min bûn”

CIVAK DIGUHERE
Akçîçek, anî ziman ku berê fikra dê ji derdor û welatiyên taxê bertekên neyînî bigire pêre çêbû, lê piştî demekê di serî de jin û gelek kesên din bi awayekî erênî nêzîk bûn. Akçîçek, da zanîn ku hinek jin hatin kargeriya wê ew ziyaret kirin û ew pîroz kirin û wiha axivî: “Ji min re gotin ‘bi vê karî tu jinekî minak e. Em jî dixwazin ji xwe re kargeriyan vekin. Wêrekbûna te hêz da me’ piştîgirî dan min”
Akçîçek, bilêv kir ku ji ber kar rastî zext û zordariyên serî hevser û malbata hevserê xwe hate û piştî demekê ev yekê hemû bi dawî bûn. Akçîçek, destnîşan kir ku heke jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin û wiha pê de çû: “Bila jin li hemberî hemû zordariyan têkoşînê bidin. Ez difikirim ku li gel hemû astengiyan ji zilamekî baştir xwe li ser piyan digirim. Ji ber kar ez zêde bi zarokên xwe re eleqeder nabim. Dema ku min zarokên xwe mezin kirin ez jî bi wan re mezinbûm. Ez her tim bi tenê bûm. Lê min bi tenêtiyê hêz girt. Heke di vê civakê de em li derveyî jiyanê bên dîtin wê demê divê em ji bo di nav jiyana civakê de cih bigirin têbikoşin. ” AMED -DÎHA


23

Hikûmeta Lîbyayê ji nû ve li çareseriyeke siyasî digere

Hikûmeta Lîbyayê ji nû ve li çareseriyeke siyasî digere
 
 
Wiha xuyaye ku dê rewşa Lîbyayê bi vî rengî neyê guhertin û aliyên şer dikarin demeke dirêj li ber hev bidin. Lê ji bilî şer hewldanên
dîplomatîk jî êdî bi giranî tên kirin

06/04/2011
 

Ji aliyekî ve şer û pevçûnên di navbera alîgir û dijberên Qedafî de berdewam dikin û her roj her yek ji wan aliyan desthilatdariya xwe ya li ser bajar û herêmekê destnîşan dike. Ji aliyekî din ve hewldanên dîplomasî jî berdewam dikin. Wiha xuya dike ku hêzên rojava û Amerîkayê jî êdî dixwaze rê bide rêyên din ên çareseriyê, ji berk u her ku diçe tê xuyakirin ku dê rejîma Qedafî bi vî rengî bikaribe demeke dirêj li ber xwe bide û serkeftina aliyekî ji aliyên şer ên Lîbyayê di demek nêzîk de ne xuyaye. Niha bêtir welatên ku operasyonê li dijî hêzên Qedafî dimeşînin giraniya xwe didin ser valekirina dora Qedafî û dest bi şerekî psîkolojîk kirine. Mijarên wekî zarokên Qedafî jî êdî dixwazin wî dûr bikin û yek ji wan desthilatdariyê berdewam bike û reva berpirsên derdora Qedafî jî gelekî tê bikaranîn.
Desthilata Lîbya bi şandina Wezîrê Derve bo Yewnanistanê peyameke şandiye û li çareseriyeke siyasî ji aloziya heyî re digere. Li gor tora VOA News a amerîkî, karbidestên yewnanî dibêjin, nûnerekî Muamer Qedafî gote Serokwezîr George Papandreou ku rêberê Lîbyayê dixwaze dawî li şerê welatê xwe bîne. Wezîrê Derve yê Yewnanî Dimitris Droustas roja Yekşemê got, wiha xuya dike ku karbidestên Lîbyayê çareseriyekê ji şerê çekdarî yê ligel hêzên dijî Qedafî re dixwazin. Wezîrê Derve Droustas gotinên xwe piştî hevdîtina xwe bi Wezîrê Derve yê Lîbyayê Abdul Atî el-Obeydî diyar kir.
Hevdîtinên navbera her du aliyan li ser daxwaza Lîbyayê hate kirin. Yunanîstan endama Yekîtîya Ewropa û NATO’yê ye hevalbendeke nêzîk ya Lîbyayê ye. Karbidestên yewnanî dibêjin, birêz Ubeydî ji bo çareseriyê lhate serdana welatê me.
Her wiha Ubeydî serdana Malta û Tirkiyeyê jî kir û armanca van serdanên ew ku rêyek ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê ye.
Ji aliyekî din ve Serokwezîrê tirk yê ku di destpêkê de li dijî mudaxeleya NATO’yê derdiket niha welatê wî ji nava operasyonên li dijî Lîbyayê de cih digire. Di vê çarçoveyê de sekreterê giştî yê NATO’yê serdana Tirkiyeyê kir. hevdîtina di navbera Erdogan û Rasmussen de, nêzîkî seatek dom kir. Paşî Sekreterê Giştî yê NATO2yê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, ji Serokweziriyê derket.
Li gorî nûçeyê, Erdogan û Rasmussen di hevdîtinê de bi awayekî berfireh li ser rewşa dawîn ya Lîbyayê rawestiyan. Di hevdîtina ku tê de behsa çawaniya pêkanîna agirbesteke di çarçoveya biryarên bi jimara 1973 û 1970’yî yên Desteya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de hate kirin, teqezî li ser wê çendê hate kirin ku pêwîst e di çareserkirina  arîşeyên li Lîbyayê rêz li îradeya gelê Lîbyayê bê girtin. AMED


Ji 5 hezar dîlên azadiyê hişyarî


Ji 5 hezar dîlên azadiyê hişyarî
 
 
Raperîna sivîl berfireh dibe. Sibê li Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê bi boneya 4 daxwazên di çarçoveya ‘Raperîna Sivîl’ de bînin ziman ji bo hişyariyê dê 2 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin

06/04/2011
 

Li Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, ji bo 4 daxwazên gelê kurd ên di çarçoveya ‘Raperîna Sivîl’ bi cih bên ji bo hişyariyê dê 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê bikin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya, bi daxuyaniyek nivîski da diyar kir ku di çarçoveya ‘Raperîna sivîl’ de ji bo 4 daxwazên wan ên wekî ‘Bila astengiyên li pêşiya perwerdehiya kurdî bê rakirin’, ‘Operasyonên leşkerî û siyasi bên rakirin’, ‘Girtiyên siyasî serbest bên berdan’ û ‘Bendava hilbijartinê bê rakirin’ dê ji bo azadî û edaletê çalakiyê hişyariyê pêk bînin.
Kaya, bal kişand ser armanca gireva birçîbûnê û wiha got: “Em wekî girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê 5 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê, ji bo li dijî polîtîkayên faşîst û nijadperestiye şermezar bikin û daxwazên gelê kurd ên rewa û mirovane bi cih bên di navbera piştî 7’ê nîsanê heta 2 rojan dest bi gireva birçûnûnê dikin.

‘POLÎTÎKAYA ÎMHAYÊ’
Kaya, destnîşan kir ku li dijî gelê kurd di sala 2011’an de polîtîkayên înkar û îmhayê di dewreyê de ye û wiha got: “Pergala serdest û metînger li dijî serokê me û gelê me polîtîkaya înkar û îmhayê daye destpêkirin. Serokê me rêber APO 12 sal in di nava tecrîda giran de tê girtin. Ev nêzîkatiya li dijî sinc û mirovahiyê her ku diçe girantir dibe. Li aliyekî li ser nirxên gelê kurd, li aliyê din jî welatiyên kurd êrîşên paşverû pêk tên. Em vê yekê bi zimanekî hişk şermezar dikin û van polîtîkayan qebûl nakin. Her roj bi sedan ciwanên kurd û zarokên kurd tên girtin û rastî îşkenceyê tên. Siyasetmedarên kurd tên girtin. Ev pekanîn ji serdema12’ê îlonê wêdetir e. Em li hemberî van polîtikayan bêdeng namînin.”

‘STARTA ÊRÎŞAN DA’
Kaya, diyar kir ku li hemberî çalakiyên gelekî ên demokratîk bi awayekî ‘wehşî’ êrîşî zarokan dikin û zarok, jinên pîr di erdê re dikişînin û nûnerên kurd rastî lîncê tên. Kaya, wiha got: “Rejîma metînger û nîjadperest pêkûtiyên ku mînaka wê li cîhanê tune pêk tîne. Wekî polîsên Hîtleran ên SS nîva şevê êrîş li konên zarok û jinên pîr lê heyî bi bombeyên gazê êrîş kirin û provayên komkujî kirin. Hikûmeta AKP’ê û Erdogan li gel van hemû zilm û jenosîda li hemberî gel pêktîne dersa demokrasiyê dide cîhanê. Em li vir jî hemû cîhanê re îlan dikin ku rejîma desthilatdar li hemberî gelê me polîtîkayên qirkirinê dane dest pêkirin. Ji bo vê yekê artêş-polîs-çapemenî-dad-partî hemû bûne yek.” Kaya, anî ziman ku ew wekî hemû girtiyên PKK û PAJK’î dê li hemberî êrîşên faşîst û desthilatdar bedenên xwe bikin mertal û dê di nav meşa gelê xwe de cih bigirin û wiha bang kirin: “Rejîma faşîst û metînger dixwaz dijminahî û şerekî dawiya wê neyê di nav gelan de pêk bînin. Li hemberî vê yekê derketin pîvana bingehîn a mirovahiyê ye. Bila baş bê zanîn ku bêdengiya li hemberî zilm û îşkenceyê tevkariya wî sûcî ye. Em wekî girtiyên PKK û PAJK’ê bang li hemû kesên welatperêz dikin ku li hemberî vê zilm û îşkenceyê dengê xwe bilind bikin.”

JI BO TEVLIBÛNÊ BANG
Kaya, da zanîn ku ew çalakiyên 15’ê Sibatê, Newroz, 28’ê Adarê, meşa Newala Qesaba û Amarayê silav dikin û wiha pê de çû: “Em sond dixwin û soz didin; wekî girtiyên zindanan, em wekî heta îro ji niha û şunda jî bo gelê xwe têkoşînê bidin û di nava têkoşîna gelê xwe ya berxwedêr de cih bigirin. Em ê bibin perçeyekî vê berxwendanê. Em bang li malbat û gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşên faşîst û wehşî berxwendan mafê me yê herî demokratîk û rewa ye.”

DI 7’Ê NÎSANÊ DE
Kaya, da zanîn ku ew ê di 7’ê nîsanê de bi armanca hişyariyê 2 rojan dest bi greva birçibûnê bikin û wiha daxwazên xwe rêz kirin: “Hemû zext û zordariyên asîmîlasyonîst û qedexe li ser zimanê kurdî bên rakirin. perwerdehiya zimanê zikmakî û mafê weşan û rêxisitnbûnê bê nasîn. Hemû operasyon bên rawestandin. Hemû girtiyên siyasî bên berdan. Benda hilbijartinê ya ji bo gelê me derveyî siyastê bê hiştin bê rakirin. Em rejîma metînger û nîjadî hişyar dikin. Heke ve êrîş neyên rawestandin em ê bertekên tund nîşan bidin. Heke tiştekî nebaş pêk bê berpirsiyar dê rejîm be.” AMED -DÎHA

KOÇ: Seçimde AKP iktidarı kaybeder – Taraf – Istanbul – 06.04.2011

KOÇ: Seçimde AKP iktidarı kaybeder – Taraf – Istanbul – 06.04.2011
KOÇ: Seçimde AKP iktidarı kaybeder   ABD’li diplomatlara Haziran seçimleri için tahminini söyleyen Mustafa Koç’a göre AKP parlamentodaki çoğunluğunu yitirecek, AKP-MHP ya da CHP-MHP koalisyonu olabilir 

Yazı boyutunu küçült Yazı boyutunu büyült

 

“WikiLeaks Türkiye Belgeleri”nde bugün, Damad-ı Şehriyâri’nin malikânesine öğle yemeğine gidiyoruz. Tatar Mehmed Şerif Paşa adıyla da bilinen Damad-ı Şehriyâri, Sultan Abdülaziz’in kızı Emine Sultan’ın kocası ve 1919’da kurulan Ali Rıza Paşa Hükümeti’nin dahiliye nazırıydı. Kurtuluş Savaşı’na karşı çıkan, bu yüzden de Mustafa Kemal tarafından Nutuk’ta eleştirilen Damad-ı Şehriyâri’nin malikânesi, Cumhuriyet’in ilk yıllarında büyük bir yangın geçirdikten sonra, 1980’lerin ikinci yarısında aslına uygun olarak yeniden yapıldı ve bugün, Koç Holding’in karargâhı olarak bilinen Nakkaştepe Tesisleri’nin mekânı…

Yirmi ay önce, 9 Temmuz 2009’da, Koç Holding’in tepe yöneticileri ile ABD’nin o günkü Ankara Büyükelçisi James Jeffrey, Nakkaştepe’deki bu malikânede bir öğle yemeğinde buluştular. Yemeğin konusu, Türkiye’nin iktisadi ve siyasi gidişatıydı. O yemek, en azından Amerikan tarafı için, tatlı ve kahve faslıyla bitmedi. ABD’nin İstanbul’daki diplomatları altı gün sonra oturup, yemek boyunca tuttukları notları bir telgrafa döktüler ve Washington’da Beyaz Ev, ABD Hazinesi, ABD Dışişleri ve Ticaret bakanlıkları gibi adreslere gönderdiler. “Koç Yöneticileri Türkiye’nin Ekonomisini Değerlendiriyor” başlıklı o telgrafın tam metnini yan sütunlarda bulacaksınız.

 

Piyasalara karşı savunmasızız…

(1) ÖZET: Koç yöneticileri, 9 temmuzdaki bir görüşmede, Büyükelçi (James) Jeffrey ve Başkonsolos (Sharon) Wiener’a Türk ekonomisi konusunda endişe ifade ettiler. Durum, yılın başlarından bu yana iyileşmiş olmakla birlikte ve Türkiye’nin, benzer konumdaki ülkelerden nispeten daha iyi bir halde olmasına rağmen, tüketici güveni halen düşük ve ekonominin yeniden büyümesi için de, bunun tekrar yükselmesi gerekiyor. Koç yöneticilerine göre, IMF (Uluslararası Para Fonu) ile bir anlaşma imzalanmasındaki başarısızlığın devamı, Türkiye’yi, piyasa koşullarındaki bir değişim karşısında savunmasız bıraktığı için kaygı oluşturuyor. Koç temsilcileri, Türkiye’nin 2011’deki seçimlerinde, AKP’nin parlamentodaki çoğunluğunu koruyamayabileceği şüphesine sahipler. Yorum: Biz son zamanlardaki iktisadî verilerin, Koç yöneticilerinin iktisadî değerlendirmelerini desteklediğine inanıyoruz. Yorumun Sonu.

Büyükelçi Jeffrey ve Başkonsolos Wiener, 9 temmuzda Türkiye’nin en büyük sanayi grubu olan Koç Holding’in İstanbul’daki karargâhında, Yönetim Kurulu Onursal Başkanı Rahmi Koç, Yönetim Kurulu Başkanı Mustafa Koç, Başkan Yardımcısı Temel Atay, CEO Bülent Bulgurlu ve CEO Vekili (ve müstakbel CEO) Osman Durak’la bir öğle yemeği yediler. Büyükelçi ve Başkonsolosa, FCS (Dış Ticari Hizmetler – ABD Ticaret Bakanlığı’na bağlı bir birim) Şube Şefi Greg Taevs ve Hazine Geçici Görevlisi Jason Weiss da eşlik etti.

İYİMSER OLMAK İÇİN ÇOK ERKEN

(2) Koç CEO’su Bülent Bulgurlu, Türk ekonomisinin yılın daha önceki dönemine kıyasla nispeten daha iyi performans göstermesine karşın, durgunluğun henüz dibe vurmadığını ve iyimser olmak için çok erken olduğunu söyledi.

Dilê kurdan li Amara ye Bi deh hezaran…

Dilê kurdan li Amara ye

Bi deh hezaran kesên ku ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘An azadî bi te re, an azadî bi te re’ ji 25 bajaran û navçeyên wan bi rê ketin li Amarayê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

04/04/2011

Ji bo ‘Meşa Amarayê’ ya bi mebesta pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi deh hezaran kes gihiştin navçeya Xelfetî ya Rihayê. Ji bo meşa ku ji aliyê TUHAD-FED’ê ve hatiye organîzekirin û bi dirûşma “An azadî bi te re an azadî bi te re” tê lidarxistin, ji 25 bajaran meş dest pê kir. Ji navenda Rihayê 50 dolmîşan, ji ber avahiya BDP’ê ya Bajêr û ji ber nûneriyên BDP’ê, ji bo birina rêwiyan a ber bi Xelfetiyê ve, hatin temînkirin. Ji bajarên wekî Sêrt, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Mêrdîn û navçeyên wan jî bi deh hezaran kes bi konvoyên qelebalix, bi kincên herêmî, pankart, slogan û alên xwe bi rê ketin.

DEH HEZARAN KES
Ji Amedê ji deh hezarî zêdetir kes, bi konvoyeke ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, bi rê ket. Ji bo meşê, ji serê sibê de ji navçeyên navendên wekî Yenîşehîr, Sûr, Baglar û Peyasê, her wiha ji 11 navçeyên derdorê, girse daket rêyan. Girseya ku li ser riya Rihayê li Ava Petrolê kom bû, dîlana yekem li vê derê girt. Pîr û kal, jin û zarok, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesan, cilên kesk û sor û zer, herêmî li xwe kirin. Zarokên ku kincên herêmî yên kesk ên li serê bi rengên kesk û sor û zer “Bijî Apo” nivîsandiye li xwe kirin, balkêş bûn. Jinan bi laçikên xwe yên li serê “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” nivîsandî, ciwan jî bi cilên xwe yên netewî, balê kişandin. Welatiyan li ber stranên ji bo PKK’ê û Ocalan hatine çêkirin, govend girtin. Piştî ku wesayîtên navçeyên din jî hatin, girse ber bi Xelfetiyê ve bi rê ket. Di konvoya ku piraniya wê ji ciwanan pêk dihat de, otobus, mînîbus û wesayîtên taybet cih girtin.

GIRSE GIHÎŞTIN QADÊ
Bi deh hezaran kesên ji Amedê bi konvoya mezin bi rê ketin, li ser rêya Amed-Sêwregê, ji aliyê gelek polîs û leşkeran ve hatin sekinandin. Piştî lêgerîna kûr û hûr a li ser mirovan û di wesayîtan de, girse dîsa bi rê ket. Wesayît bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Li şibakeyên wesayîtan, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin daleqandin. Bi hezaran kes, li Qada Newrozê ya Xelfetiyê gihîştin hev. Li qadê pankartên “4’ê Nîsanê, lêgerîna demokrasî, azadî, edalet, aştî, maf û heqîqetê ye “, “Rojbûna roja me pîroz be”, “Rojbûna te rojbûna Rojhilata Navîn e”, “Rojbûna te rojbûna gelê Kurd e”, “Em mîmarê xweseriya demokratîk slav dikin”, “Em ji Botan a ku dilê serhildanê ye, ber bi çavkaniya jiyana xwe ve dimeşin “, “Em bi roja xwe çêbûn, em ê bi azadiya roja xwe azad bibin “ û “Hûn bi xêr hatin cihê ku roj lê derketiye” hatin dalqandin. Li aliyê çepê yê dikê, pankarta li ser 4 daxwazên lezgîn û 10 daxwazên bingehîn ên kurdan hene, hatin daleqandin. Li aliyê rastê yê dikê postera mezin a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pişt dikê jî pankarta “Rojbûna te rojbûna mirovahiyê ye” hatin daleqandin. Ji serê sibê de, bi hezaran kes bi alên PKK’ê daketin qadê. Hêj bername destpê nekiribû, li ber def û zirneyan govend hatin girtin. Girse diruşmên “Em ji zextan bêzar nabin”, “Ocalan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

ŞEHÎD JI BÎR NEKIRIN
Gelek kesan, maskeyên wêneyên Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên di Meşa Amarayê de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe jidest dabûn, dan ber rûyê xwe. Li qadê bi sedan kesan posterên Ocalan vekirin. Bi hatina colemêrgî û geveriyan re, li qadê dengê çepikan bilind bû.

TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ
Îsal berovajî her salê, li ser riyan zêde barîkat nehatin danîn. Li qada pîrozbahiyê tedbîrên polîsan hebûn. Lê di baxçeyê dibistaneke seretayî ya li jora qadê de û li pişt dibistanê, gelek panzer, TOMA, Akrep hatin bicihkirin. Polîs li ser bana dibistanê jî bicih bûn û dîmenên welatiyan bi kamerayê kişandin. Di vê navberê de hate hînbûn ku ber bi Xelfetiyê ve, bi otobusên bê plaqe ku hejmara wan ji 100’î zêdetir bû, leşker hatin dîtin.

RENGÊN BIHARÊ
Li her cihekî ku ji bo molayê sekinîn, welatî ji wesayîtan daketin, li ser girên bilind posterên Ocalan vekirin, yên li cem wesayîtan man jî, li ber stranên kurdî govend gerandin. Li Xelfetiyê bi hezaran kes bi meşê û bi sloganên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” daketin qadê. Girse ji aliyê yên li qadê bûn ve, bi çepik, slogan û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Xalfetiya ku bihara wê geş bûye, bi posterên Ocalan, alên PKK’ê û konên rengîn hate xemilandin. Girsê di konê bi navê “Ocalan” de, wêneyên Ocalan û nivîsên der barê Ocalan de, daliqandin. Her wiha li “Konê Ocalan”, sînevîzyona ku jiyana Ocalan vedibêje, hate nîşandan.

SALÊN BORÎ QEDEXE BÛ
Salên borî, Walîtiya Rihayê bi hinceta ku ‘Herêma Operasyonê ye’, destûr nedabû çûyîna Amarayê. Lê par, bi hejmareke sînorkirî, destûra girseyê ya çûyîna Amarayê, yekem car hatibû dayîn. DÎHA

Şehîdên Amara tên bibîranîn

Bi deh hezaran kesên ku dê li Xelfetiyê bigihîjin hev, îro bi destpêka rojê re, ber bi Gundê Amarayê, cihê rojbûna Ocalan ve bi rê dikevin. Di meşa ku her sal hejmara beşdarên wê zêdetir dibin de, Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ku di meşa di sala 2009’an de jiyana xwe jidest dabûn û wek ‘Şehîdên Amarayê’ tên qebûlkirin, dê li cihê ku lê hatine qetilkirin, werin bibîranîn. Bi meşa ku dê 100 hezar kes tevli bibin, dê îsal 62’emîn salvegera rojbûna Ocalan bê pîrozkirin.