Taxê Feqiyan çawa bû taxê Tekser

Silêman Feqiyanî

Taxê Feqiyan çawa bû taxê Tekser

22 Ekim 2010 Cuma 00:04

Heke zikê yekê reş be, hiş û ramanên wi tarî be, di dilê wi de fitne, fesadi, çavsoriti, hesûdi hebe mirovên hemberê xwe an jî  gelên hemberê xwe tû hesab nake. Ji bo tûnebûna wi/wan mirovi/a, ji bo îmha û înkara wi/wan mirovi/a xwe ji tû tişti paşve nade.  

Di borîna dîrokê de û heta îro kurd jî hatin înkar kirin, hatin îmha kirin û zimanê wan, navê wan, navê dar û kevir, zevî û mêrg, deşt û newal, gund, navçe, bajêr û nasnameya wan hate guhartin an jî rakirin.

Ev guhertina milk û wara îro jî berdewam e. Wekî tev xalên welatê kurdan navê taxên Colemêrgê jî ji vê navguherbûnê de cihê xwe girtin e.

Mînak taxê binqesê bûye “aşagi bîçer,” navê bajêr bûye “yukari bîçer,” navê kanîkewa bûye “keklîkpinar.” Wekî van taxên Colemêrgê tev taxên navê wan kurdî niha tirkî binavbûn e.

Mînak; gor gotinên mezina di dîroka Colemêrgê de bi rihinîya erdi (ax herikî/ zenzele) re pir avahi û mirov di bin wê axê de winda bûn e. Ji wê çendê navê wi taxi danîne taxê qiranê.

Ev navê taxê Colemêrgê herê dawiyê de hatine guhertin, mixabin navê taxê feqiyan di salên 1992-93 yê de hatiye guhertin.

An ko dema xaniyên komelî (koma xaniyan ku bi krêdiyen dewletê ji bo welatiyan tê çêkirin) li taxê feqiyan bi aliyê fîrmaya tekserê re dest pê kiri. Bi vê destpêkirina xaniyên komalî re navê taxê feqiyan bû taxê tekser ê.

Heçku di dîroka Colemêrgê de taxê feqiyan di wê herêmê de navekî bi navudeng e. Lewre navê feqiyan ji navê feqiyên medreseya meydanê tê.

Gor gotinên mezinên Colemêrgê dema medreseya meydanê diperwerdahi de feqiyên wê medreseyê heftê rojekê li wi taxi kêyf û seyrani dikirin. Kinc û serê xwe dişuştin. Belê feqiyên medreseya meydanê heftê carekê hatin wi taxi geştê. Heftê rojekê feqiyên medresê di çûn wi taxi ser kaniyên avên wan paqij laş û kincên xwe dişuştin û di wê sedemê de jî ew tax binavê feqiyan hatiye navkirin. Ji ber hatina wan feqiyan di gotin wi taxi taxê feqiyan.

Piştî xwendevaniya medreseya meydanê betal bû melayên Colemêrgê adetê (edet) feqiyên medreseya meydanê berdewam kir û ew hatin taxê feqiya geşt û seyraniya.

Ji salên berê û heta sala 1971ê jî Mele Casim, Mele Mihemedê Cewahirê, Mele Mihemedê Mirîşkî, Mele Silehetîn (Sêrtî bû), Mele Seydo, Mele Şahînê Çavşînî (Mele Şahînê Axacan) û Mehdî Bener (miftîyê Colemêrgê) dihatin taxê feqiyan geşt û seyraniya. Mele Evdilayê Feqiyanî jî di taxê xwe de têkil nava henekî û kêfxweşîyên wan dibû. Tê gotin ku H.Mele Ubeydulah jî bi meleyên Colemêrgê re têkilî vê kêfxweşi û Henekiyên wan dibû. Ev nav in ên melayên Colemêrgê tên bîra min an jî min bihîsti. Heke xeleti di van nava de hebe ez lêborîna xwe ji Colemêrgîya dixwazim.  

Di pêşîyê de ev mele û miftî salê du-sê cara, belê salên dawiyê de salê carekê hatin vi taxê feqiya geşt û seyraniya. Belê dawaiya sala 1971ê ewan jî ev adetê feqiyên medreseya meydanê hêlan.

Wekî feqiyên medreseya meydanê ev mele û miftîyê Colemêrgê li ser kaniya binê benavê, ser kaniya zero, nav milkê pişta avahiyên feqiyaniya bixwarin û vexwarina xwe re heta direng rojê lîstika şûrê keleş di leyîstin. Bi lîstika şûrê keleş re lîstika tîteqanê, lîstika şeqanê û lîstika biranê jî dileyîst in.

Di vê lîstika şûrê keleş re her dem pepok dikirin Mele Mihemedî Mirîşkî. Lewre gor gotina ev melaye mirovek bêdeng, êxsîr, xîzan û bêçare bû. Ji ber hindê melayên dî ew dixapandin û dikirin pepok. Berevanê wi jî kî biba bila biba belê an rik li Mele Mihemedê Mirişkî digirt an jî ji bo henekî û berevaniya wi de neyari dikir. Lê xwedî nedibû. Dema lîstika wan xilas dibû jî Mele Mihemedê Mirîşkî ji ber êşên laşê xwe nedişiya xwe ser pê bigir e. Wê dema dizvirîn malên xwe du mele diçûn milê wi de û wekî torbeyê xalî ditavêtin ber derê mala wi. Ew melayên navê wan borî ên jîyana xwe winda kiri re Xwedê rehma xwe lê bike.

Di lîstikên xwe de pir êş û îza didan hev. Bi leyîstinê re birîndar dibûn belê tû cara dilê wan bi yek nedima. Caran yek bi yek diketin ber îşkenceyên giran, îza û êşujana belê carek dî dilê wan bi yek nedima.  

Ev kêyf û seyraniyên taxê feqiyan pir in. Heta salên 1991ê jî zarokên xwendevan û malbatên Colemêrgîya diçûn taxê feqiya geşt û seyraniya. Lewre taxê feqiya wekî dergehê bajêrê Colemêrgê bû. Bi daristana xwe re, bi kaniyên xwe ên di bin axê de derdiketin re û bi darê gihûşk û tû a re navudeng bû.

Mixabin niha jî navê wi taxi bû ye tekser.

Kanbax be ev navê tekser li kû hat û şûna navê feqiyan girt. Ev navê herî dîrokî li ser vi taxi rakir. Serêsola, zeviya nehka, berê spî, bîşi, taxê Ebo, ketê, cete, botkê, coxûn, mêrgên biavzeh, daristana binavê milki û pir dî herêm girêdayî taxê feqiyan bû.

Ez dizanim pir navên welat vê demê negeheştin e navê xwe ên qedîmî, ew herê.

Belê hêvîya min ji şarederiya Colemêrgê, hêvîya min ji şarederê Colemêrgê. Hêvîya min ji encûmenên şarederiyê û encûmenên parêzgehê (wîlayetê) ev e, navê taxê feqiya ê qedîm carek dî bidin ê.

NAVÊ  WI TAXI Ê TEKSER RAKIN Û NAVÊ FEQIYAN BIDIN WI TAXI.

Ji wan re ev navdane herî sanahi ye, bi qirarekê dê taxê feqiya bigehe navê xwe ê qedîm û dîrokî.

Ev taxê ji Colemêrgê re herî qedîm û girîng ne tekser e, feqiyan e. Bila ev kirêtiya kevti ser vi taxi rabe.

Newroz candarîye û qasidê azadîyêye

Silêman Feqiyanî

Newroz candarîye û qasidê azadîyêye

15 Mart 2011 Salı 22:59

Em nû giheştîn dawîya zivistanê. Perengê (sotik) nû xwe berda nava hewa, av û axê. Tê zanîn ku dema pereng têkilî van sê xala bû pişta sermayê tê şikestin. Di germahiya xweza û evînîya ciwana re kulîlk û gîya, dar û daristan, mêrg û çîmen, çandin û beyar, çol û çolistan, çiya û newal û hwd. re giyanwerî tê. Ev qanûna xwezayê ye û tu kes neşê vê qanûna xweza ê guhere. Heke qanûna xwezayê mirova bişiyaba guhere, ev erdhej û pêşîya wê de tusiyamiya xezeb dê mirovan rawestandiba. Bi vê xezeba ser gelê Japonê de hati re, dilka tev mirovahiyê sot. Serê tev gelê japonê sax be û Xwedê sebrê bide wan.

Belê; me got germ ketina xwezayî re hestîkên mirovan jî wekî heyînên candar ji germê xaf dibe, movik ên (geh ên) wan sist dibin. Mirov bi şev û roj wekî mirovê xewî, nehiş dimîne.

Belê carek dî bi hatina meha adarê re û bi candar bûna (rih kevtina) biharê re mirov şad dibe. Mirovê di zivistanê de ji xwe borî bi hatina biharê re herî zindî dibe.

Di dîroka kurdan de, serhildana nemir Kawa herî wate daye vê meha adarê. Di vê wetayê de kurd di meha adarê de du cara candar bûn e.

Ji kurdan re me got wateya bist û yek adarê tê wateyek herî girîng. Ji wê çendê. Berveçûn û nêzîkbûna bîst û yek adarê re, erd û esiman, çol û çolistan, dar û daristan, gul û gulistan bi kurtasi xweza bi wateyek dî candar dibe. Bi hatina vê mehê de tev dar û daristan, gul û gulistan milên xwe bihev şipikîn in, govenda milan re direqis in. Kurd jî wekî tev gelên cîhanê bi rîtma xwezayê re xwe berde nava kêf û şahiya xwezayê.

Kurd di bêjin “hejdeh adarê, av çû gulîya darê, hejdeh bihostên barfê hatin xwarê, ew jî neman heta êvari.” (Ev guliyên darê tê wateya dawiya çiqê darê ê herî bilind. An ku gulipitkên darê.) Ev gotine rast e û di herêma Colemêrgê de di serê wan de borî ye. Gor wan dema bû hejdeh adarê ev mizgînîye ji wan re, êdî rojên germ mêvanê wan in û êdî roj rojên kari ye. Colemêrgî zivistanê debara (gîya û çuli û ka) xwe gor vê rojê diden pez û hêwanên xwe. Kîjan salan dê meha adarê xwe berde nava zivistanê û kîjan salan dê meha adarê xwe berde nava biharê Colemêrgî dizanin. Gor hindê jî biharê dest diavêjin debara pez û heywana û dewrêçala xwe û komkirinê.

Rûyê mirova ê mirêz, ê têkçûyî, ê disermayê de reş bûyî bi hatina bîst û yek adarê re geş dibe, bizêdehi dilka kurdan pit û pit xwe diavêje. Xwîn wekî rûbara di laşê wan de diherike û xwîn xortiyê li mêjiyê wan dike. Xwîn xortiyê li mêjiyê wan dike ku ew kurdên bi hatina meha wekî buheştê re hişyar nebû, hişyar bibin. Li xwe zivirin û xwedî xwe derkevin.

Bîst û yek adar roja serhildana kurdan e û ji kurdan re roja wejîneyê ye. Lewre me gotibû nemir Kawa bibû sembola wejîna kurdan.

Bi sedema vê wejîna kurdan re kurd vê demê hevrikîyê bi neyarê xwe re dikin û bi gelên cîhanê re xwe berdane nava nîqajek hevrik. Lewre heke xwedî vê wejînê neban hewl û xîret nekêşaban ev rojên nêzû azadiyê nedîtin.

Heçî adara nû tê pêtir germahiya xwe berde nava dilka kurdan û pêtir girêdayî mebesta nemir Kawa dibin. Bi jimari herî zêde kurd dimeşin qadên bajêr, nevçe û gundan. Qad û kolanên bajêr, nevçe û gundan kurdan newrozê pêtir bi rengên pîrozwer re xemlîn in.

Lewre kurdan ji binyatê xwe re bihîstî ye, xwedîderketina zimani, wêjeyê û çandê, karek herî pîrozwer e. Ê xwedî van xalan nederkeve ji bo qirkirna xwe harîkarê neyarê xwe dike.

Di vê baweriyê de kurd hêj zû de berheviya bijartina meha hezîranê bike û bi vê xîretê re dengê xwe bide xwe.

Bawerim ku di meha adarê de kurd çend xwedî newroza pîrozwer derkevin dê her we xwedî bijartina parlamenterê serbixwe jî derkevin. Lewre bijartina her parlementerek serbixwe, xwedî derketina namusa bi hezaran kurdan e.

Di bingeha vê pirsgirêkê de her kurdek xwedî pirsgirêka xwe bibe, di bin hişyariya “deng namûs e, namûs nahê firotin” de dengê xwe bide xwe. Di vê pirsgirêkê de hêj berî roja bijartinê dê kîşan sandoqê dengê xwe bide, bizane û ê xemsar jî hişyar bike. Ji bo xwedî derketina dengê xwe jî xwedî dengê xwe, ê hevalê xwe, ê mirovê xwe û ê cînarê xwe derkeve. Ev Pirsgirêke a tev kurdê xwedî namûs û şeref e.

NEWROZ PÎROZ BE

Hilbijartin û BDP

Silêman Feqiyanî

Hilbijartin û BDP

26 Mart 2011 Cumartesi 13:33
sfeqiyani@hotmail.com

Herî hilbijartin diraborî de man û em nêzî hilbijartina sala 2011’ê bûn. Belê di sala 2011’ê de dê ji meclîsa tirki re parlementer dê bên bijartin. Wekî tev gelên Tirkiyeyê kurd jî dê bikevin nava vê hilbijartina perlementera de.

Di hilbijartinên raborî de tenê ferqek kurdan di vê hilbijartinê de heye û ew jî bijimarek herî zêde dê xwedî xwe û pirsgirêka xwe bibin. Lewre roj bi roj, meh bi meh û sal bi sal kurd ji bo xwedîderketina xwe û a pirsgirêka xwe wekî avên rûbarên herêmê, ên biharan zêde dibin. Lewre bihara berf dihele, baran pir dibarin, di vê sedemê de jî rûbarên herêmê dîn û har dibin, dema diherikin rabin ganê xwe leqan.  

Em hemû dizanîn ku di Tirkiyeyê de nêzû heşt milyona dangdarê kurd hene. Heta îro ji van heşt milyon dengdarên kurd de du, du û pêncset hezar kurdan deng dane xwe. Ji ber vê yekê mehdê AKPê  dide hilpişandin û xwe xwedîyê kurdan dibînin. Ev jî ji kurdan re kirêtiyek e û rûreşiyek e. Belê gor newroza vê salê kurdên daketi qadan, kurd dê xwe ji vê kirêti û rûreşiyê xelas bikin. Ev nexwestina dil e, ev diviyatî ye.

Aha di vê xalê de tiştik herî girîng dikeve rojeva kurdan û bêhtir a BDP’ê. Lewre di hilbijartinên raborî de çend bihîle derbazbûn e ê hizirên me hemûya de. Saz ên partiyên tirki çi dekbaz ber perdikê û pişt perdikê dikirin, em hemû dizanîn, belê tu jî ji destê tu kesê nehat. Ku ca pêşîya van lîstikên wan sekinin. Di vê dîtinê de divê kurd û bêhtir BDP bikeve nava çi kar, ew bê zanînin.

Bi yekemîn divê nemzetê ji bo bajêra re tê bijartin rewşenbîr be, ev herî girîng e. Divê ê bibe parlementer şareza be, zana be, di rewşenbirîya xwe de armatûr be û çalak be.  Divê dinava çand û dîroka xwe de bêkêmasi be. Divê disîyasetê de xwe xemlandi be ku dema biaxive tev bersifkên pirsan bide, nexetim e. Bi şarezatîya xwe re divê baweriya wi bi wi bê ku ca baweriyê bide gelan jî. Divê her alî de xwe herî xemlandi be. Divê xwedî berpirsiyarîya xwe be, hwd. Tê gotin ku tu kes bêkêmasî nîn e, belê ev mirovê bê bijartin divê ditêkoşîna xwe de têkûz (mukemel) be, ku ca bigehe armanca xwe.  

Divê ev mirovê min e, ev pismamê min, birayê min e, evi di partiyê de herî îza kêşaye an jî herî berdêl dane û hwd. nehê rojevê. Ên bikevin vê hilbijartina partementera divê xwedî şertên bikêmasî be ku wekî me goti gor şertên jori bikevin bijartinê.

Carek dî jî dibêjim. Divê kurd û bibêhtir BDP di vê hilbijartinê de bikeve nava karek çawa û çi bike ji xwe re kar bîne. Wekî hilbijartinên raborî xemsar nebin.

Pêşî pirsgirêka kurdan divê dema lîsteyên hilbijêran tên hilawîstin de biçin navê xwe, ê malbata xwe, ê cînar û hevalên xwe di lîsteya hilbijêran de bibîn e. Kaxizên hilbijêran ji nik mixtara ji xwe re bînin. Heke her kaxiza hilbijartinê peyda neke jî binasnameya xwe re biçe ser sandoqê û dengê xwe bide xwe. Ev pirsgirêka kurdane, a ji bo hilbijartina parlementerên xwe.

Pirsgirêka BDP’ê ji hemû xalan û aliyan de herî zêde ye. Divê peywirdarên çalakî di vê hilbijartinê de bide şoli. A duyemîn jî divê şêwirdarên (müşavîr) ji xwe re bijêr e, ew jî berpirsiyarîyên xwe bizanin û bi çalakî xebitin.

Peywirdarên sandoq bi sandoq digerin divê xwedî sandoqan bin. Şawirdarên ser sandoqan divê hîleyên ser sandoka tên kirin rawestîn in û dawiya hilbijartinê her û her girtiya hilbijartinê tiji bikin û perwirdara bidin imzakirin. Bi gotina kurtasi divê kurd harîkarê partîya xwe bin û partîya wan jî rêxistinek herî girîng bide xebatê. Lewre her dengê kurdan ê winda bibe, wekî fîşeşekê di nava dilka kurdan dide.

Hêvîya me ji bo bijartina namzetên serbixwe,  BDP berpirsiyarîya xwe bê êş û jan bîne cih. Em kurd jî ji bo namus û şerefa xwe, ji bo hebûna xwe bi çi berdêl be bila ew be belê berpirsiyarîyên xwe bînîn cih û xwedî dengê xwe derkevîn. Di aliyekê de xwedî dengê xwe derkevîn di aliyê dî de jî ji bo zêdebûna dengên namzetên serbixwe xebitîn.

Kurd bi gelên Tirkiyeyê re di vê hilbijartina pêşîya me de bi can û rih bo namzetên serbixwe xebitin û dengê xwe bidin namzetên serbixwe ku ca du pêngava zû de nêzû azadîyê bibin. Hêvî û armanca kurdan û a gelên Tirkiyeyê divê bibe tifaqi, birati û avakirina komarek demokratîk.

Qatî hikûmeta AKP’ê xêrbizank e

Silêman Feqiyanî

Qatî hikûmeta AKP’ê xêrbizank e

05 Nisan 2011 Salı 12:43
sfeqiyani@hotmail.com

Min nêrînî ferhenga kurdê wateya peyva xêrbizankê çu nebû. Di înternetê de herî lêkolîn min kir mixabin di înternetê de jî wateya vê peyva xêrbizankê çu nebû. Peyva xêrbizankê girêdayî kîjan wêjeya geli ye, min fahm nekir.

Gor hişên min ev peyva xêrbizankê tenê em Colemêrgî dibêjin. An jî ji me cida herêmekê ev peyve tê gotin ez nizanim. Hêvîya min ew e ku ê vê peyvê di herêma xwe de dibêje an jî tê gotin ji min re jî bêje. Di niha de bo vê îzaya we, ji we re spas dikim.

Di herêma Colemêrgê de vê peyva “XÊRBIZANK’ê” ji bo mirovê tiştek seride bê qewimî lê belê hêj ne qewimti bizan e û  bibêje re tê gotin.

Minak dê tiştik di serê mirovekê de bibor e an jî tiştik bê nav hizirên wi, bê nava hişên wi an jî bê nava aqilê wi, hêj nehati ji wi re bê gotin. Ji vî mirovê xwedî vê hêzdarbûnê re dibêjin “tu çend xêrbizank i.”

***

Em zivirîn şîrova xwe a têkiliyên AKP’ê û hêzdarbûna wan a xêrbizankiyê.

Di van rojan de şîroveyek e di rojname û televizyonan de berdewem dike. Pirtûka nehati weşandin an jî nehati çapkirin jî weke sûç tê axaftin.

Caran dema tiştik di Tirkiyeyê de tê qewimtin mirov “eve Tirkiye ye, çi bê qewimtin dibe” dibêje. Di Tirkiyeyê de hemû bûyer mubah in. Lewre welatên dî de hindik seba direwa xwe ji peywira xwe cida dibe, belê Tirkiyeyê de talan, kuştin, şelandina welat, xapandina welatatiya hwd. de jî pirça tu peywirwera ji cih ranabe.

Ev aliyek Tirkiyeyê ye, alîyê dî ê Tirkiyeyê jî di navbeyna hikumetan de xêrbizankî wekî peywireke pîrozwer tê dîtin.

Em vê bînin pêş çavên xwe. Heke em bi peyva Colemêrgîyan re bêjin di nava AKP’ê de herî xêrbizank hene û serokê wan jî R. T. Erdogan e, dibe direw nebe. Lewre aqibeta pirtûka mijara axaftinê de, pirs ji R. T. Erdogan hate kirin ewi “ev ne pirsgirêka me ye ev pirsgirêka dadgehan e” got û xwe ji pirsgirêkê dûrkir. 

Ev xêrbizank in ku ewên hizir û hişên di nava aqilê rewşenbîra, a rojnamevana, a nivîskara bi kurtasi a welatiya de heyî pêşîyê dizaninin û dibêj in. Tu qet xwe hêreve wêve nebade seba xêrbizanka xwe, hêj te hizirnekiri ez dê hizirên te red bikim û tû xortiyê jî bikî dê te têkim pişt qiflê.

Bi peyvên baş bê fahmkirin re bêjim.

Ew xêrbizankên AKP’ê seba hizir û hişên rewşenbîr, nivîskar û hwd. mirovan ku ca girêdin polîtîkaya xwe  re tehde lê kirin, çavên wan tirsandin. Niha jî bizêdehi mirovên wekî vane girêdayî plîtîkaya xwe kirîne.  Ên girêdayî polîtîkayên wan nebû jî wekî sûcdar dibîn in.

Ev çi zihniyete di nava mêjiyê nirovi nakeve. 

Kedkarê mêji çendî “tiştên tu ji min re sûç dibêji, min hizir nekirîye, tiştik we nehatiye aqilê min” bêje jî fêde nake. Lewre ewan cihê kedkarê mêji hizir kiriye û ew hizirên te hizirnekiri ji tere dikin sûç.

Dê were vî kerî ji vê kurê (heriyê) derêx e.

Bi gotinek dî xêrbizankên AKP’ê dibêjin, an naçîn aşi an jî biçîn aşi jî  dê aşevani bikujîn.

Bîrubaweriya AKP’ê; an hemû kes dê wekî min hizir bike an jî hêj ewan hizir nekiri dê seba hizirên wan ên hizirnekiri sûçdar bikim.

A rasti wekî rêzdar Cemîl Bayik nivîsîna xwe a azadîya welat de goti “ev jî terora hiqûqê ye. Hem jî  terora bikaranîn û şîrovekirina kêfî ya van qanûnên kevneperest e.”

Pîrekal  “xerap dîtin qenç bi bîr anîn” an jî “ê nû hat me yê kevn bi bîr anî” dibêjin.

Em kurd û xîzanê Tirkiyeyê bi hatina R. T. Erdogan re, serokwezîrên kevn di bîr anîn.

 Aha ji te re demokrasiya Tirkiyeyê û demokrasiya AKP’ê û a R. T. Erdogan çend azad e ê pêş çav.

Mixabin em bi xwe xwe di anîn vê rewşê. Lewre em bi dengê xwe re wi dikîn neyarê riha xwe. Heke em dengê xwe bidin wijdana xwe, wê demê em jî tu neyara ji xwe re nabijêrîn. Wê demê tu kes jî ji me re nabe xêrbizank.