Çalakiya Dayikên Şemiyê di 297’emîn hefteya xwe de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayikan pirsa aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî ku berî 62 salan li sînor hatibû windakirin.
Vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Taşkayayê ku di 6’ê Berfanbara 1993’yan li taxa Baglar a Sîwerega Rihayê ji mala mamê xwe Mehmet Taşkaya hatibû derxistin, winda kiribûn û ya nivîskarê bi nav û deng Sabahattîn Alî ku di 1’ê nîsana 1948’an de li sînora Kiriklareliyê hatibû windakirin û gora wî jî nayê zanîn, hatin pirsîn. Kurê Huseyîn Taşkaya, Latîf Taşkaya çîroka windakirina bavê xwe anî ziman û got ku dewleta ku bi konvoya 30 wesayîtan pêk dihat bavê wî binçavkiriye û winda kiriye berpirsiyare. Taşkaya,wiha axivî: “Ji bo ku bavê min wergirin konvoyeke ji 30 wesayîtan pêk dihat hat. Operasyon ji hêla Serbaz Ahmet Şenturk ve ku niha di doza Ergenekonê de tê darizanin, birêve birin. Ligel hemû hewldanan rayedaran binçavkirina bavê min înkar dikir” Taşkaya, da zanîn ku li ser mijarê we bi sercerdevan Sedat Bucak re axiviye Bucak ji wî re gotiye ku “Ekîba hilgirtiye û radestî dewletê kiriye piştre tu agahiya me tune ye dewlet dizane.” Taşkaya, bi bîrxist ku ligel hemû hewildanên malbatê wan tu encam ne wergirtiye.
Taşkaya,wiha domand: “17 sal in em bang li hikumet, serokwezîr û meclîsê dikin. Li ser windakirina bavê min 17 sal derbas bûye dîsa em bang li rayedaran dikin ku; Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Kolgeneral Hasan Kûndakçi, Serbez’ê Rihayê yê Cendirmeyan Seral Saral, fermandarê ku operasyon bi rêve bir Ahmet Şenturk, Sereşîrê Bucakan Sedat Bucak, Midûrê Polîsan ê Rihayê Mehmet Cebe, Serdozgerê Komarê Hûseyîn Fîdanboy, Walî Tevfîk Ziyaeddin Akbulut, Waliyê OHAL’ê Unal Erkan, Midurê Polîsan ê Giştî Mehmet Agar, Serokê Fermandariya Giştî Dogan Güreş, Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteş, Serokwezîr Tansu Çiller,Alîkarê wê Murat Karayalçin, Serokomar Suleyman Demîrel ji qetilkirina bavê min ber pirsiyar in.”
Piştre Serokê PEN’ê yê Navenda Tirkiyeyê Tarik Gunersen axaftinek kir û diyar kir ku ew Kemal Turkler û Sabahattîn Alî ji bibîr anî. Gunersen ji dewlêtê xwest ku berpirsiyara bibîne. Di çalakiyê de Dayîka Tolga Baykal Ceylanê ku di sala 2004’an de hatibû windakirin Kadriye Ceylan, daxûyanî xwend û diyar kir ku dewletê ev 62 sal in cihê gora Sabahattîn Alî nabêje.
Ceylan, ji hikûmetê û rayaderan xwest ku gora Alî bê lêkolîn kirin û dîtin. STENBOL
|
Bir Cevap Yazın