Heyeta KCD’ê hat serdana me

 Heyeta KCD’ê hat serdana me

 

  

 

  

 

 Heyeta KCD’ê ya di nav de Hevserok Ahmet Turk, Aysel Tugluk û berdevk Cemal Coşkun jî heyî di çarçoveya serdanên saziyên kurdan de hatin serdana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Kurdî- Der û Rojnameya me Azadiya Welat.

 

 
12/01/2011

 

 

 

 

Heyeta KCD’ê ya di nav de Hevserok Ahmet Turk, Aysel Tugluk û berdevk Cemal Coşkun jî heyî di çarçoveya serdanên saziyên kurdan de hatin serdana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Kurdî- Der û Rojnameya me Azadiya Welat. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, di serdana rojnameya me de bal kişand pêkutiyên li ser rojnameyê û wiha got: “Heke ziman nebe dîrok nabe, heke ziman nebe, nasname nabe, heke ziman nebe çand nabe. Loma ziman her tişt e.” Turk, der birî ku ji bo wan xebata ziman, xebata herî girîng e. Turk, diyar kir ku ew jî li gorî vê esasê tevdigerin.