Êlih li vîna xwe xwedî derket |
Li Êlihê bi hezaran kes salvegera operasyona li dijî BDP’ê şermezar kir. |
25/12/2010 |
![]() Li Êlihê bi hezaran kes salvegera operasyona li dijî BDP’ê şermezar kir. Girse, bi pankarta kurdî û tirkî ya “Em li vîna xwe xwedî derdikevin” ber bi kolana hunerê ve meşiyan û bênavber dirûşmên “Pêkûtî dê me bêzar neke”, “Bijî Serok Apo”, “Em hemû Nejdet Atalay in” berz kir. Girse di bin dorpêça polîsan de heta Kolana Hunerê meşiya. Li vir, Cigirê Şaredarê Êlihê Hamza Ayîş bi kurdî axaftinek kir û diyar kir ku rayedarên hikûmet û dewletê dîtin ku bi rê û rêbazên demokratîk nikarin vîna gel dil bigirin, vê carê bi riyên dij demokratîk û bêhiqûqî şaredar û siyasetmedarên kurd girtin. Piştî axaftina Ayîş, peyama Şaredar Nejdet Atalay hatî şandin ji gel re hate xwendin. |