‘Bila di komîsyonê de xizmên windayan jî cihê xwe bigirin’
Çalakiya xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed, Riha û Êlihê hate lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a xizmên windayan ji tê de cîh digirin, bê avakirin
13/02/2011
Çalakiya xizmên windayan ku her hefteyê ji bo zelalkirina aqûbeta windayan tê lidarxistin, vê hefteyê jî li Amed, Riha û Êlihê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya “Hestiyên sewalan in” hate şermezarkirin û her wiha hate xwestin Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a xizmên windayan ji tê de cih digirin, bê avakirin.
AMED: ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin cem hev û di 105’emîn hefteya çalakiya xwe de pankart “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” vekirin. Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, li vir daxuyaniyek da çapemeniyê. Bîlîcî, diyar kir ku gotinên Serokwezîr Erdogan bi gotina “Di dema hikumeta me de kuştinên kiryar ne diyar nehatine jiyîn” hêviyên wan şikandine. Bîlîcî, da zanîn ku di dema Hikûmeta AKP’ê de bi sedan kuştinên kiryar nediyar û înfaza beyî darizandin hatiye jiyîn. Bîlîcî, kiryarên, Aydin Erdem, Mehmet Uytun, Enes Ata, Ahmet Mizrak û Ceylan Onkol pirsî û xwest ku hikumet berpisyarê kuştina van kesan aşkera bike.
Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar jî di çalakiyê de axaftinek kir. Aktar, destnîşan kir ku ji bo rastî derkevin holê lazim e di zutirîn demê de Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bê avakirin û dest bi lêkolînan bê kirin. Piştî Aktar, Endamê Meclisa Dayîmî yê KCD’ê Cafer Kan jî axaftinek kir û got: “Heta ku kiryar neyên darizandin, dewlet ji van gumanan xelas nabe. Kan, xwest ku Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bê avakirin û xizmên windayan jî di vê komîsyonê de cih bigirin. Serokê MEYADER’a Amedê Alî Ozgen, balkişand ser gorên komî û xwest ku bankaya DNA’yê bê avakirin.
RIHA: Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê bi armanca aqûbeta windayan zelal bikin cara 27’emîn li ber Kargeriya Karakoyunê a Rihayê hatin cem hev. BDP û MAZLUMDER’ê jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Li ser navê malbatan Serokê HD’a Rihayê Cemal Babaoglu daxuyanî xwend. Babaoglu, diyar kir ku Serokwezîr di hevdîtina bi Dayikên Şemiyê de gotibû “Di dema me de tu bûyerên kiryar nediyar pêk nehatine” lê di dema AKP’ê ya 9 salan de 375 bûyerên kiryar nediyar pêk hatin e û wiha got: “Serokwezîr Erdogan jî wekî Tansu Çîller a di dema wê de 17 hezar û 500 bûyerên kiryar nediyar pêk hatin, got tune ne. Lê li gorî girtekên ÎHD’ê di sala 2006’an 72, sala 2007’an 103, sala 2008’an 52, sala 2009’an 91 û sala 2010’an de jî 57 bi gîştî 375 bûyerên kiryar nediyar pêk hatine. Peywirdariya serokwezîrekî ew e ku van cînayetan zelal bike, înkar neke.”
Babaoglu, anî ziman ku ÎHD û malbatên windayan baweriyê bi komîsyona ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bê avakirin nayê û wiha axivî: “Tê bira we komîsyona lêkolînê ya Susurlukê jî hatibû avakirin. Rapor hatin amadekirin lê rapor ji ber sira dewletê nehatin veşartin.”
ÊLIH: ÎHD’a Êlihê û xizmên windayan di çarçoveya çalakiyen şemiyê de çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Di nava wan de Hevserokê BDP’a Êlihê Şehmus Aslan, Serokê navçeya navendî Şerîf Çakar, Endamê MYK’a ÎHD’ê Nîhat Ekîncî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, malbatên windayan û gelek kesên din amade bûn.
Di çalakiyê de panqarta “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” û wêneyên windayiyan hatin vekirin. Li vir Serokê ÎHD’a Êlihê Osman Kunteş, daxuyaniyek da û diyar kir ku ew heta kiryarên windayiyan neyên ronîkirin û neyên darizandin dê çalakiya xwe bidomînin. Kunteş, bal kişand ser gorên komî yên dawî derdikevin holê xwest hestiyên derdikevin radestî malbata wan bên kirin. Kunteş, xwest ji bo ronîkirina rastiyan Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. DÎHA