Penaber: Bila xerc bên rakirin

Penaber: Bila xerc bên rakirin
Penaberên ku ji Îran û Afganistanê tên Wanê, li ser navê xercê bi cih kirinê ji
6 mehan carekê hezar TL tê stendin. Penaberan gotin ligel pirsgirêkên, betalî û ewlehiyê ew nikarin xeracê razînin û xwestin ev pêkanîn bi dawî bibe

08/04/2011

Penaberên ku ji ber sedemên siyasî û aborî ji Îran û Afganistanê reviyane û hatine Wanê ji 6 mehan carekê hezar TL radizînin Şaxa Biyaniyan a Miduriyeta Polîsan a Wanê. Penaberan anî ziman ku ew nikarin pereyen ku bi riya Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji wan hatiye xwestin razînin. Penaberan, da zanîn ku ligel pirsgirêkên bi cih kirinê, betalî, tenduristî, ewlehiya jiyanê û pirsgirêkên ragihandinê dijîn û xercê ku ji wan tê standin wan dixe zorê û xwestin ku xerc bê rakirin.
Alî Cevadî (28) ji ber şerê Afganistanê bi riyên qaçax reviyaya Tirkiyeyê û jiyana xwe li Wanê didomîne. Cevadî, zewiciye û bavê du zarokan e. Ligel ku zanîngeha qedandiye boyaxtiya polan dike. Cevadî karta Neteweyên Yekbûyî ya penaberên demborî stendiye û li waletê xwe endezyariya avahîsaziyê dikir. Cevadî bi malbata xwe ya ji 18 kesî pêk tê re, li Pasaja Japon a Wanê dimîne û wiha got: “Ji ber şer em hatine ver. Li vir em 6 mehan carekê hezar TL pereyê îkamê distînin. Li vir qedexeya em bixebitin û ez boyaxtiya solan dikim û debara xwe dikim. Ev xercê îkameyê me dixe nava zordariyê. Em zîkekê têr yekê birçî dijîn. Bila rayedar guh bidin me û vê xercê rakin.”
Dayika xwedî du zarokan a afgan Sureyya Beyrekyar jî ji bajarê Herata Afganistanê hatiye Wanê û wiha axivî: “Hevserê min talîbanî bû. Li min û zarokên min zilm dikir. Min jî di 2008’an de ji ber wî reviyam. Bi riyên qaçax ez hatim Tirkiyeyê û serî li NY’ê da. Li vir ez gelek zehmetiyan dikişînim. Ji bo ku zarokên xwe têrî bikim diçim paqijiya malan. NY’ê û Tirkiyeyê tu fêde li me nekir û ji niha û pê ve jî nake. Ez dixwazim derbazî welatekî seyemîn bibim. Lê NY destûrê nade. Ev du sal in ez li vir disekinim û ji min re tiştekê nabêjin. Her wiha ji me jî xerc digirin. Em ê çawa bijîn, nizanim.”

NY JÎ MEXDÛR DIKE
A.H. yek ji penaberên ku ji Afganistanê ku bi riyên qaçax hatiye Wanê ye. A.H jî wiha got: “Dema ku ez li Afganistanê li ser Îranê derbazî Tirkiyeyê bûm 20 rojan li çiyanan em dimeşiyan. Me li vir serî li NY daye lê me mexdûr dikin. Em nikarin vegerin Afqanîstanê. Nahêlin em Wanê jî bixebitin. Betal im. Em nikarin tedawî jî bibin. Ez emeliyata apandîstê bûm lê nexweşxaneyê pere ji min stend ji ber ku min pere tune bû ez dîl mam. Piştî 2 rojan bi saya xêrxwazekê ez ji nexweşxaneyê derketim. Gelê vir xêrwaze ji me re nan û xwarinê tînin. Di vê rewşê de ji me xerc distînin. Em nikarin razînin. Bila rakin.”

‘BILA XERCÊ RAKIN’
Endama Komîsyona Danişînê ya Nûnertiya Penaberan a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Alev Canîş jî balkişand ser xercê û diyar kir ku penaber nikarin vî xercê razînin û divê bê rakirin. Canîş, anî ziman ku bi taybetî afqan nikarin xercê razînin û wiha axivî: “Xerc prosedurekî qanûnî ye lê di encama hewldanên rêxistinên mafên mirovan heke ku kes xîzan be û xîzaniya xwe îspat bike divê ji wî xerc ne wergirin. Ji bo vê yekê divê serî li Şaxa Biyaniyan a Miduriyeta Polîsan bidin. Piştî lêkolînên polîsan dosyaya wan tê nirxandin. Di vî warî de hin pêşketin hene. Lê daxwaze rakirina xercî ye. Sazî û rêxistinên mafên mirovan di vî warî de dixebitin. Li meclisê hewldanên parlamenterên BDP’ê û partiyên dijber hene. Em hêvî dikin ku ev mijar çareser bibe.” Canîş, diyar kir ku taybetî kesên ku dixwazin derbazî welatên seyemîn bibin pir zehmetî dikişînin û tên mexdurkirin. Canîş, bi bîrxist ku ji bo ku ev daxwaza wan nayê bi cih dikevin grev birçîbûnê. Canîş, da zanîn ku heger ku ev pirsgirêk çareser nebe dibe ku penaber ji grevê birçîbûnê jî xeteretir tiştan bikin.

‘DESTDIRÊJÎ Û TECAWIZ’
Canîş, balkişand ser pirsgirêkên penaber ên din û da zanîn ku her ku diçin penaber xizan dibin û bi erzanî tên xebitandin. Canîş, wiha domand: “Ligel pirsgirêkên betaliyê ji ber ku ne welatiyên Tirkiyeyê ji gelek mafan bêpar in. Nikarin tedawî bibin. Li her qadê pirsgirêk dijîn. Pirsgirêka herî giran jî destdirêjî û tecawiza li hemberî jinan e. Li ser vê yekê gelek serlêdan tên kirin. Tecawizkar ji bêçareya jinan sudê digirin û vê rewşê îstîsmar dikin. Divê li ser vê yekê xebat bê kirin û ev yek bê astengkirin. Ewlehiya jinan a jiyanê tune ye. Pirsgirêka herî mezin ku penaber rû bi rû ne ev e.”
Canîş, anî ziman ku ew wekî ofîs tenê danişîniyê dikin û divê saziyên dewlet û NY van pirsgirêkan li ben çavan bigirin û çareser bikin. DÎHA