Daraza tirk berê xwe da zarokên kurd ên derveyî welat!

Daraza tirk berê xwe da zarokên kurd ên derveyî welat!
 
 
Li aliyekê kesên wek Kemal Burkay û Şivan Perwer vedixwînin Tirkiyeyê, li aliyê din daraza tirk îmze avêt binê bûyerek ku qet nebûyî.

05/04/2011
 
Li aliyekê kesên wek Kemal Burkay û Şivan Perwer vedixwînin Tirkiyeyê, li aliyê din daraza tirk îmze avêt binê bûyerek ku qet nebûyî. Daraza Tirk der barê 3 zarokên kurd ên ku temenê wan nebûyî 18, li Fransa û Swîsreyê dijîn û qet riya wan bi Tirkiyeyê neketine dest bi lêpirsînê kir.
Li Tirkiyeyê bi hezaran zarokên kurd bi hinceta kevir avêtine polîsan niha di girtîgehan de ne û ji bo wana 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Polîsên tirk zarokên kurd ên ku beşdarî xwepêşandanan dibin bi hinceta “Kevir avêtine” di çarçoveya “Zagona Tekoşîna bi Terorê re” (TMK) tên girtin. Vê carê daraza tirk ket pey zarokên kurd ên li Franse û Swîsreyê beşdarî xwepêşandanan bûne.
Bi hinceta zarokên kurd Şahîn Boztaş, Ridvan Demir û Bozan Mîntaş, di sala 2007’an de li Fransa û Swîsreyê beşdarî xwepêşandana bi boneya şermezarkirina operasyonan bûne û kevir avêtine lêpirsîn hat destpêkirin.
Bûyera ku daraza tirk xist nava tevgerê wiha ye: Dadgeha Ceza ya Asliye ya Parîsê di 13’ê Nîsana 2009’an de 3 heta 5 sal cezayê girtîgehê li ciwanên beşdarî çalakiyê bûne birî. Dadgeha Tirk jî di 16’ê Adara sala 2009’an ev dosya ji Fransayê xwestibû. Rayedarên dadgehên fransî dosya ji Tirkiyeyê re şand.
Ji ber wê jî Dozgerê Komarê yê Xwedî Rayeya Taybet Selîm Berna Altay yê Dadgeha Stenbolê bi hinceta temenê ciwanan nebûye 18 biryara bêpeywiriyê da û dosyayê ji dozgerê li doza zarokan dinêre re şand. Ger pêwîst bike wê dozgerê li doza zarokan dinêre, li dijî
Şahîn Boztaş û Ridvan Demir ên li Franseyê dijî û Bozan Mîntaş ê li Swîsreyê dijî bi hinceta “endamên PKK’ê, madeyên xeter bi kar anîne û ziyanê dane malê rayagiştî” wê doz veke. PARÎS

Neçe Ewropayê û rojnameya Azadiya Welat nekire!

Neçe Ewropayê û rojnameya Azadiya Welat nekire!
Hinceta biryara 149 sal û 9 meh cezayê ji 14 siyasetmedarên kurd yên Şaredarê Îdirê M.Nurî Guneş jî di nav de ku di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dihatin darizandin re hatiye birîn, hate aşkerakirin

07/04/2011

Hinceta biryara 149 sal û 9 meh cezayê ji 14 siyasetmedarên kurd yên Şaredarê Îdirê M.Nurî Guneş jî di nav de ku di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dihatin darizandin re hatiye birîn, hate aşkerakirin. Di hinceta biryarê ya ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ve hatiye aşkerakirin de, hincetên sosret cih digirin. Li gorî îdiayan abonetiya rojnameya me Azadiya Welatê û serdanên Guneş yên li Ewropayê jî wekî ‘Xebatên rêxistinê’ hatiye nirxandin. Daxuyaniya Rêxistina DPT’ê ya bajêr a di Newrozê de jî, wekî ya Guneş hate nîşandan. Yek ji tiştên ku Guneş pê tê sûcdarkirin jî, çûyîna wî ya Ewropayê ye. Gera Guneş a Fransayê ya tevli geşta kurdan a li bajarê Set-Gallanê bûn, wekî xebata rêxistinî hate qebûlkirin. Di dîmenan de welatiyê bi navê Ahmet Kaya yê ji Îdirê ye û ji ber ku cezayê wî hatiye erêkirin li Fransayê dijî, wekî Rêveberê PKK’ê yê Fransayê hate nîşandan. Di biryarê de rojnameya me û kexezê abonetiya rojnameya me jî, wekî hêmana sûc hatine hesibandin.

CEZAYÊN GIRAN
Di beşa dawî ya hinceta biryarê de nirxandina daxwaza siyasetmedarên kurd a parastina zimanê zikmakî ya nehate qebûlkirin, cih girt. Ji ber ku destûra parastina kurdî ya parêzer û mexdûran nehate dayîn, mafê parastinê hate astengkirin. Di biryarê de hate îdîakirin ku ev yek astengkirina parastinê nîne û wiha hate gotin: “Mafê parastinê mafekî pîroz e, ev yek rast e. Ji bo bersûc parastinê nekin, tu astengî nehatin kirin. Daxwaza bersûcan a parastina kurd ji ber ku dadgehê fêm nekir û axaftina kurdî derbasî girtekên dadgehên nebû û her wiha ev yek tu fêde nade darizandinê û wekî astengiya parastinê nayê qebûlkirin, biryar hate dayîn.” Dadgehê bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’, Alaaddîn Ham, Turan Kaya, Şebap Çelîk, Mehmet Haşîmoglu, ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh, bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ û ‘ji bo azadiya mirovan xetereyek e’ der barê Mehmet Nurî Guneş, Saîm Erkmen, Îsmaîl Tikit de, ji bo her kesekî 8 sal û 9 meh, der barê Necîp Beştaş de 15 caran bi îdiaya ‘azadiya mirovan asteng kiriye’ û ‘endamê rêxistinê ye’ bi tevahî 45 sal, der barê Nusret Aras de 2 caran bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘azadiya mirovan kiriye  bin xetereyê’ 10 sal, der barê Azîz Çan de bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ 6 caran û ‘azadiya mirovan kiriye bin xetereyê’ bi tevahî 13 sal û 6 meh bi heman îdiayê der barê Abdulbarî Tenik de 12 sal û 6  meh, bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ der barê Resul Yildiz de   9 meh cezayê girtîgehê û der   barê Tuncer Kanyar de 7 sal cezayê girtîgehê birîbû. ERZIROM