![]() |
|
||||
Yildiz Gultekîn | |||||
yildizgultekin@hotmail.com | |||||
Di nava vê dinyayê de, dema behsa tiştekî nebaş, an jî xirab dikin, an jî çavnebariya hinekên din dikin | |||||
Di nava vê dinyayê de, dema behsa tiştekî nebaş, an jî xirab dikin, an jî çavnebariya hinekên din dikin, an jî der heqê xelkê da xeber bidin, dibêjin tu weke jina filankesê geveze yî. Halbûkî mêrên geveze jî li derdora me pir in, gevezetiya wan nayê xuyakirin weke yên jinan. Rast e, em jin carinan qet nizanin devê xwe bigirin, Hema li ku derê, çi wextîbe em xeber didin. Têloyeke me heye, wey wey wey, xwedê jinên wiha neke tu deriyan, tu malan û şêniyan. Dayê rast e em jin car caran pir xeber didin. Lê Têlo qet nizane wê kengî bisekine û kengî dawiya xeberdana wê bê. Carinan li derdora xwe hin tiştên ne baş bibîne, li bendê disekine, ew mirovina gava dikevin nava cimaetê ew deqe devê xwe vedike. Îcar çi tiştên dîtiye, dehan jî dide ser û dest bi çîroka xwe dike. Ew dem wisa hêrsa min bilind dibe, ew dem ez di dilê xwe de dibêjim hema ez porê wê destê xwe biwalînim. Derdora xwe bibim û bînim, bila li ser hişê xwe biçe, zimanê wê lal bibe û tu careke din qet dengê wê dernekeve. Lê ez çi bikim ew jî jineke weke me jinan e. Di demeke nêzîk de, rojekê diçe ber çemê mezin, dema di nava daran de nêzî çemê mezin dibe, dibîne ku keçikek û xortek bi hev re ketine laqirdiyan, dikenin, destê hev girtine li ber çemê mezin rûniştine. Hema Têlo dema wan dibîne xwe paşde vedikişîne, xwe diavêje paş talda kevirekî mezin, heta ew herdu ciwan ji wir radibin diçin. Ew jî wana bi dizî guhdarî dike. Wana çi gotiye, yeko yeko dike nava mêjiyê xwe. Duh danê nîvro keçika cîrana min hat nanê min li sêlê xist, dûre diya wê hat. Me nanê xwe hemû pêt û qedand. Piştre me xwarina xwe çêkir û em rûniştin li ser sifrê, min dît wê de Têlo hat. Teşiya xwe daye destê xwe, lêvên xwe li ser hevdu qurçimandiye, li ser me re sekinî û di bin lêvan de jî dikene. Min got dayê were tevî me xwarinê bixwe, belkî tu birçî buyî. Got na ez xwarinê naxwim, birçî nînim. Li kêleka keçika cîrana min rûnist bi dengekî bilind got, erê Nêrgiz ew xortê duh li ber çemê mezin ba te bû, çi ji te re digot! Dilê wî ketiye te qey! Ew xortê duh min nas nekir, kurê kê ye, kîjan esîretê ye, min tê dernexist. Weeey rebena Nêrgiz hema di cihê xwe de sar bû û diya wê got, keçê ev jinika hanê behsa çi dike! Keçikê got dayê nizanim behsa çi dike, belkî tiştên şaşitî dîtiye, lê nan di qirika Nêrgizê de ma. Feqîra reben nizane wê çawa bersiva Têlo bide. Min dehfek li kêleka Têlo xist, hela tu were hundir ez ê tiştekî ji te re bêjim. Min bi zorê bir hundirê xênî, min got: Wî zimanê xweyî gemar niha bibire yan ez ê te li vê derê hûrî ser hev bikim, kesek jî nikare te ji ber destê min derxe. Ew gotinên tu dibêjî û ew resmên te dîtine jî wan hemûyan ji ber çavên xwe winda bike, careke din jî devê xwe veneke. Em hatin ser sifrê Têlo got na dayê na na, ew ne tuyî, min şaşitî kiriye. Jixwe çavên min jî baş nabînin, lewma min şiband te. Dilê Nêrgizê hinekî rehet bû, rengê wê hate cih, min çav ji dayika wê re qirpand. Paşê dereng min ji dayika Nêrgizê re got, ew Têlo wê rojekê bela xwe bibîne lê nizam ji destê kê. Niha Têlo dema bike der heqê xelkê de gevezetiyê bike, berê tê ji min re dibêje, paşê diçe xeber dide. Lê ez dîsa jî lê bawer nakim. Wê rojekê mala xwe jî û mala hinekên din jî xerab bike, paşê nebêjin te ne gotiye… |