Li sînor amadekariya operasyonê

Li sînor amadekariya operasyonê
Di 10 rojên dawî de di çarçoveya amadekariyên operasyona derveyî sînor de bê navber sevkiyata leşkerî tê kirin. Li aliyekî li sînor qereqolên ku dişibin kelehan tên avakirin, li aliyekî sevkiyata yekîneyên taybet tên kirin…

08/04/2011

Hate zanîn ku li sînor amadekariyên operasyona dervê sînor tên kirin. Li aliyê din qereqolên ku dişibin kelehan tên lêkirin. Her wiha di çarçoveya amadekariya operasyonan de jî sevkîyata yekîneyên taybet û cebilxaneyên leşkerî tên kirin. Di 10 rojên dawî de sevkiyatên leşkerî bê navber didomin.
Bi taybetî yekîneyên taybet û cebilxaneyên leşkerî yên ji Kayserî, Bolu, Edîrne û bajarên cuda yên herêma Rojava ber bi Sînorê Tirkiye, Iraq û Îranê de tên kirin zêde balê dikşîne ser xwe. Hate zanîn ku di 10 rojên dawî de zêdeyî 15 hezar leşker sewqî herêmê hatin kirin û tê gotin ku ev yek amadekariya operasyona li dijî Herêma Federal a Kurdistanê ye. Li aliyekî ji herêma Rûbarokê heta navçeya Elbakê rê tên kontrolkirin û li leşker li mayinan digerin, li aliyê din jî li ser Pira Şakitan û Yenîkopru wesayitên bi zirxî hatin bicih kirin. Li her 100 metreyî cerdevanek hatiye bi cih kirin û qulûbeyên ewlehiyê tên avakirin.

‘ QEREQOLÊN NÛ’
Li herêma navçeyên Şemzinan û Geverê jî li aliyekî sevqîyata, tanq, top û cebilxaneya şer tê kirin, li aliyê din jî li Tabûra Gare, Berojan, Bêsosin û Radyolînk a PTT’ê ya 10 kîlometre dûrî Şemzînanê ye tank hatin bicihkirin. Hate zanîn ku herî zêde tevger û bicihkirina leşkerî li herêma Rûbarokê zêde dibe û girêdayî Qereqola Şapatanê tabûrek seyar hatiye avakirin. Li Girê Çema jî tanqên giran hatin bi cih kirin. Qereqolên seyar hatin avakirin. Di navbera Berojan û Girê Qetinê de qereqolên seyar hatin avakirin. Di navbera Gundê Berojan û Qeletê de jî bi yekîneyên taybet tabûrên seyar hatin xurtkirin. Ji bo tabura Garê û Gedîkê jî sewqîyata leşkerî hate kirin. Her wiha qereqola Bezelê ku rastî êrîşê hatibû jî ji nû ve hate avakirin û wekî kelehê hatin avakirin. Li Girê Gevriya Herkê jî sixinak hatin avakirin. Li heremê disa bendav tên çêkirin û li girê Kenişqê jî tabûra seyar hate avakirin.
Li herêma Depînê ya Çelê, Diman, Derava Şulti û Mirganê nokteyên lêgerînê hatin avakirin. Her wiha li herêma Sergiran, Aşut û Serbestan jî nokteyên lêgerînê tên xurtkirin. Li herêmên Serê marukî, Bilican, Erîşê Serêsêvê yekîneyên taybet hatin bicihkirin. Li herêmên Çemco, Şamik, Xeregol, Horê û Zapê jî top tên avêtin.

LI SÎNOR LEŞKER ZÊDE DIBE
Li gori çavkaniyên herêmê hate zanîn ku tabûra girêdayî navçeya Geverê, li sînorê Îranê li gundên Aylava yekîneyên seyar ava kir. Li derdora Çiyayê Cîlo, Talane, Zerene, Mate û gundên derdorê jî karên îstîxbaratê û JÎTEM’ê tên kirin. Hate zanîn ku leşker bi şevê li gundan digere û agahiyan kom dike. Li herêma gundên Oramar, Iştazin, Sineva û gundên derdora wê sewqîyata leşkerî tên kirin. Her wiha pîstên helîkopteran hate nûkirin. Li gelek nokteyên din ên li ser sînor jî pîstên nû ji bo helîkopteran hatin avakirin. Her wiha avahiyên nû tên çêkirin. Li Şinov, Gengeçîn jî leşkerên Tirkiye û Îranê hevbeş amadekariyên operasyonek nû dikin. Li herêma Başirgê jî sewqîyat tên kirin û hêza tabûran tê xurtkirin. Li gundên herêma Başirge yên li ser Sînorê Îranê operasyon tên meşandin. Her wiha dîsa li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yekîneyên Tîmên Taybet, Hêzên Çevîk ên polîsan hatin bihêzkirin. COLEMÊRG -DÎHA