Silêmanî pişgirî da ‘Konê Çareseriyê’ya li Bakur

Silêmanî pişgirî da ‘Konê Çareseriyê’ya li Bakur
Siyasetmedar û welatiyên li Herêma Fedelala Kurdistanê yên bajarê Silêmaniyê pişgirî dan “Konên Aştî û Çareseriya Demokartîk” yên li heremê ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd hatine vêdan, dan

08/04/2011

Siyasetmedar û welatiyên li Herêma Fedelala Kurdistanê yên bajarê Silêmaniyê pişgirî dan “Konên Aştî û Çareseriya Demokartîk” yên li heremê ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd hatine vêdan, dan. Welatiyan diyar kir ku heta pirsgirêka kurd tê çareserkirin berxwedana gelê kurd dê bi dome.
Li her deverên heremê û her wiha li gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin di çarçoveya “Raperîna sivîl” de “Konên Aştî û Çareseriya Demokratîk” hatin vedan. Ji konên her roj bi hezaran kes ziyaret dikin re pişgiriyek jî ji Herema Federal a Kurdistanê hat. Siyasetmedar û welatiyên li bajarê Silêmaniyeyê dijin ji bo konan piştgiriya xwe anîn ziman. Endamê Partiya Çareseriya Demokartîk a Kurdistanê (PÇDK) Mihemed Ebdullah, piştgirî da konên çareseriyê û der birî ku heta gelê kurd mafên xwe bidest bixe wê çalakiyên xwe bi domîne. Ebdullah wiha axivî: “Gelê kurd niha ji bo azadiya xwe û demokratbûyina gelê rojhilata navin bi awayekî aştiyane çalekiyên xwe didin meşandin, ji bo viya jî divê Tayyîp Erdogan li himber van çalakiyan xwe aciz neke. Di van demên dawî de li hemû rojhilata navin gel li himber desthilatdaran seri hildane. Lê belê pirsgirêka gelê kurd ji gelên din cudaye. Ji ber vê jî gelê kurd xwest çalekiyên xwe bi awayê aştiyanê û demokratîk pêk binin û ji bo vê jî konên çareseriyê vedan. Ne tenê li bakur li her çar perçeyên kurdistinê gelê kurd niha li ser piyane. Em hêvîdarin ku ev çalekiye bibin sedemê aşti û demokratbûyina gelê kurd û rojhilata navîn.”
Welatiyê bajarê Silêmanî Mihemed Bebeş jî piştgirî da xwe û got ku ji dîrokê heta niha gelê kurd rastî gelek êrîşan hatiye. Bebeş, wiha domand: “Dema mirov temaşeyî dirokê dike, mirov dibîne her dem dijmin bi ser gelê kurd de hatiye û gelê kurd xwestiye şêwazê çareserkirina pirsgirêkê bi awayek aşitine dialog bê çareserkirin. Em dixwazin weke hemu gelên li cîhanê bibin xwedî maf û nasname. Divê bi şêwazên ku li gel serdema gulobalizmê biguncê pirsgirêka kurd çareser bikin.”

JI BO AŞTIYÊ
Her wiha Soran Emer ji piştgiriya xwe ji bo konên aşitiyê da diyar kir û got: “Gelê kurd her dem ji bo aşîtiyê têkoşiyaye û her dem destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye. Lê mixabin dagirkerên welatê me her dem xwestîne gelê kurd tune bi hesibînin. Lê gelê kurd li ber xwedaye û ji bo gihandina azadî û serxwebûna xwe her dem li ser piyaye. Gelê kurd gelekî kevnarê cihanê ye, lê mixabin heya niha maf, azadî, ziman û çanda wan qedexe dikin. Ji bo wê ji gelê gurd yê bakur her dem ji bo azadî û maf xwe li ser piyane em vê helwesta wan wekî kurdekî destek dikin û heya dawiyê emê piştgiri biden gelê bakurê Kurdistanê.” DÎHA

Li Silêmanî û Duhokê pêşengeha şêwekarên kurd

Li Silêmanî û Duhokê pêşengeha şêwekarên kurd
Li bajarê Silêmaniyê, hunermendê navdar ê kurdê Sûriyeyê Azad Hemê 4’emîn pêşengeha xwe ya taybet vekir

07/04/2011

Li bajarê Silêmaniyê, hunermendê  navdar ê kurdê Sûriyeyê Azad Hemê 4’emîn pêşengeha xwe ya taybet vekir. Li Duhokê jî bi tevlibûna 150  şêwekar û wênegiran pêşengek hat vekirin
Pêşengeh, duhî, li Gelêriyê Serdem bi raxistina 16 tabloyên şêwekarî bi qebareyên cuda cuda yên wî hunermendî hate vekirin.Bi sedema rewşa siyasî ya Sûriyeyê, hunermend Azad Hemê nikarîbû beşdarî vekirina pêşengehê bike, ji ber vêya hunermendê kurdê Sûriyeyê Samî Dawûd li şûna wî der barê pêşengehê de agahî dan û wiha axivî: “Berî niha, min bi rêya înternetê re Azad Hemê naskir, piştî u min têkilî digel danî, ew gelek dilşad bû ku bo yekemîn car tabloyên wî li Silêmaniyê bêne pêşandan.”
Dawûd dûre axaftina xwe wiha domand: “Karên hunerî yê Hemê ji me re dibêjin ku ew ji bo hunerê çê bûye, wî gelek xelatên hunerî di nav Sûriye û derveyî wê de wergirtine.”
TABLOYÊN BALKÊŞ
Der barê pêşengehê, şêwekar Kawa Mehmûd nêrînên xwe wiha anî ziman: “Tabloyên Hemê gelek balkêş in, mixabin berî niha me navê Hemê li Herêma Kurdistanê nebihîstibû, lê niha ku me tabloyên wî dîtin, em dizanin ku çi hunermendekî navdar e.”
Azad Hemê di sala 1979’an de li gundekî derdora bajarê Qamişloyê hatiye dinê, di heyameke kin a xebata wî ya hunerî de, nav û dengiyek mezin li dinyaya hunerê peyda kir, beşdarî gelek pêşengehên taybet li Sûriye, DYA, Tirkiye, Îtaliya û Fransayê kiriye her wiha gelek xelatên jî wergirtine ji wan Xelata Rêzlênanê ya Stenbolê di sala 2007’an de, Xelata Rêzlênana Senaa ya Navneteweyî di sala 2009’an de û Xelata Btro ya Hunerî li Kanadayê di sala 2010’an de wergirtiye.

PÊŞEHGEHEK JÎ LI DUHOKÊ
Biryar e, îro pêşengeha Duhokê bi beşdariya 154 hunermendan şêwekar û wênegir bê vekirin. Pêşengeh dê li avahiya Geleriya Duhokê vebe û dê heta 1’ê cotmeha îsal berdewam be.
Birêveberê Geleriya Duhokê Serdar Kêsteyî di vê derbarê de, îro, agahî dan û wiha axivî: “28 jê jin 154 hunermend ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhokê dê beşdarî pêşengehê bibin.” Kêsteyî diyarkir ku ev 10’emîn pêşengeh e ku Geleriya Duhokê vedike û axaftina wiha domand: “Di pêşengehê de dê berhemên nû yên hunermendên beşdar bêne raxistin ku pêkhatine ji tablo, peyker, seramîk û hunerên komputerê.”
Der barê beşdarîkirina hunermendên ji derveyî Herêma Kurdistanê, de jî Kêsteyî ev agahî dan: “Ji ber ku hunermendên kurd ji Ewropa û Tirkiyeyê nekarîn berhemên xwe bigihînin destê me, ew beşdarî pêşengeha 10’ emîn nakin.” Geleriya Duhokê di sala 1998’an de hate avakirin û bi ser Birêveberiya Hunera Şêwekarî ya Duhokê ve ye û heta niha 9 pêşengeh vekirine. SILÊMANÎ/DUHOK