Li Silêmanî û Duhokê pêşengeha şêwekarên kurd

Li Silêmanî û Duhokê pêşengeha şêwekarên kurd
Li bajarê Silêmaniyê, hunermendê navdar ê kurdê Sûriyeyê Azad Hemê 4’emîn pêşengeha xwe ya taybet vekir

07/04/2011

Li bajarê Silêmaniyê, hunermendê  navdar ê kurdê Sûriyeyê Azad Hemê 4’emîn pêşengeha xwe ya taybet vekir. Li Duhokê jî bi tevlibûna 150  şêwekar û wênegiran pêşengek hat vekirin
Pêşengeh, duhî, li Gelêriyê Serdem bi raxistina 16 tabloyên şêwekarî bi qebareyên cuda cuda yên wî hunermendî hate vekirin.Bi sedema rewşa siyasî ya Sûriyeyê, hunermend Azad Hemê nikarîbû beşdarî vekirina pêşengehê bike, ji ber vêya hunermendê kurdê Sûriyeyê Samî Dawûd li şûna wî der barê pêşengehê de agahî dan û wiha axivî: “Berî niha, min bi rêya înternetê re Azad Hemê naskir, piştî u min têkilî digel danî, ew gelek dilşad bû ku bo yekemîn car tabloyên wî li Silêmaniyê bêne pêşandan.”
Dawûd dûre axaftina xwe wiha domand: “Karên hunerî yê Hemê ji me re dibêjin ku ew ji bo hunerê çê bûye, wî gelek xelatên hunerî di nav Sûriye û derveyî wê de wergirtine.”
TABLOYÊN BALKÊŞ
Der barê pêşengehê, şêwekar Kawa Mehmûd nêrînên xwe wiha anî ziman: “Tabloyên Hemê gelek balkêş in, mixabin berî niha me navê Hemê li Herêma Kurdistanê nebihîstibû, lê niha ku me tabloyên wî dîtin, em dizanin ku çi hunermendekî navdar e.”
Azad Hemê di sala 1979’an de li gundekî derdora bajarê Qamişloyê hatiye dinê, di heyameke kin a xebata wî ya hunerî de, nav û dengiyek mezin li dinyaya hunerê peyda kir, beşdarî gelek pêşengehên taybet li Sûriye, DYA, Tirkiye, Îtaliya û Fransayê kiriye her wiha gelek xelatên jî wergirtine ji wan Xelata Rêzlênanê ya Stenbolê di sala 2007’an de, Xelata Rêzlênana Senaa ya Navneteweyî di sala 2009’an de û Xelata Btro ya Hunerî li Kanadayê di sala 2010’an de wergirtiye.

PÊŞEHGEHEK JÎ LI DUHOKÊ
Biryar e, îro pêşengeha Duhokê bi beşdariya 154 hunermendan şêwekar û wênegir bê vekirin. Pêşengeh dê li avahiya Geleriya Duhokê vebe û dê heta 1’ê cotmeha îsal berdewam be.
Birêveberê Geleriya Duhokê Serdar Kêsteyî di vê derbarê de, îro, agahî dan û wiha axivî: “28 jê jin 154 hunermend ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhokê dê beşdarî pêşengehê bibin.” Kêsteyî diyarkir ku ev 10’emîn pêşengeh e ku Geleriya Duhokê vedike û axaftina wiha domand: “Di pêşengehê de dê berhemên nû yên hunermendên beşdar bêne raxistin ku pêkhatine ji tablo, peyker, seramîk û hunerên komputerê.”
Der barê beşdarîkirina hunermendên ji derveyî Herêma Kurdistanê, de jî Kêsteyî ev agahî dan: “Ji ber ku hunermendên kurd ji Ewropa û Tirkiyeyê nekarîn berhemên xwe bigihînin destê me, ew beşdarî pêşengeha 10’ emîn nakin.” Geleriya Duhokê di sala 1998’an de hate avakirin û bi ser Birêveberiya Hunera Şêwekarî ya Duhokê ve ye û heta niha 9 pêşengeh vekirine. SILÊMANÎ/DUHOK