Yûrî Gagarîn li ser heyvê tê bibîranîn

Yûrî Gagarîn li ser heyvê tê bibîranîn
Sala 2011`an wekî sala kozmonotiya Rûsyayê hatiye destnîşankirin û bi boneya salvegera çûna Yûrî Gagarîn a ser heyvê amadekarî tê kirin ku ekîba piraniya vê salê dê li fezayê derbas bike

07/04/2011

Bîranîna Astronotê yekemîn Yûrî Gagarîn ya firîna kosmosê di sala nû da wê li ser asta herî bilind bê pîrozkirin. Ekîba 27`emîn a Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî ya bi serokatiya Ketrîn Kolmena ji Amerîkayê, Paolo Nespoliyê ji Îtalyayê û Fermandarê Îstgeha Koskosê ya Navneteweyî Dîmîtriy Kondratyevê Rûs amadekariya pîrozbahiyan dikin.
Sala 2011`an wekî sala kozmonotiya Rûsyayê hatiye destnîşankirin û bi menasebeta salvegera çûna Yûrî Gagarîn a ser heyvê amadekarî tê kirin ku ekîba piraniya vê salê wê li gerdûnê derbaz bike. Bi rasthatina salvegera çûna Gagarîn a fezayê, li Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî lêkolîner li dora şeş mehan xebatê dikin û dijîn.
BI SEDAN KOZMONOTON
Hate diyarkirin ku heta niha li dora 200 kozmonotên ji welatên cuda ber bi Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî ve çûne. Rûsyayê di dawiya sala borî de, ji hevkarên xwe ra pêşniyar kir, ku li kosmosê bargeha navgînên ji bo firînên li derveyê rêgeha cîhanê saz bikin. Îdeya, ku îro wek fantastîk xuya dibe, piştgiriya Navneteweyî sitand. Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî piştî çend salan dikare bibe îstgeha sereke ya kosmosê.
Serokên Ajansên Kosmosê yên Rûsya, Kanada, Ewropa, Japonya û Amerîkayê hatin li ser wê netîceyê, ku heta sala 2020`an dirêjkirina wextê xebata Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî tu astengiyên teknîkî nînin. Rêvebiriya Roskosmosê destnîşan dike, ku pêşbaziya li kosmosê ji zû de bi dawî bûye.

ÇÎROKA BALKÊŞ A GAGARÎN
Di 1959’an de li Yekitiya Sovyetê di Enstîtuya Nojdariya Leşlerî de beşekî ji bo bijartin û perwerdekirina kozmonotan hat vekirin. Doktorê Zanistên Bijîşkî Nîkolay Gûrovskî serpereştiya vê beşê dikir. Ji gelek yekîneyên leşkerî pîlot dihatin wir û Yûrî Gagarîn jî di nav wan de bû.
Kozmonot ji aliya komîsyoneke taybet dihatin bijartin. Komîsyon, li gor wê demê şêwazên herî pêşketî yên pişkînîn û lêkolînkirina derfetên organîzma mirovê bikar dianîn.
Yûrî Gagarîn jî wekî berendamên din, ji pişkînîneke nojdarî ya hişk re derbas bû. Neştergerê sereke yê Artêşa Sovyetê Aleksandr Vîşnevskî jî beşdarî li proseya bijartina kozmonotan dikir. Bijîşkê navdar destûr da pîlotê ciwan, ku dest bi antromanan bike.
Gagarîn bi awayekî serkeftî ji ceribandina vestîbuler û ji kursiyên zivronek re derbas bû. Bijîşk mikur li xwe hatin, ku derfetên organîzma Yûrî Gagarîn bêhempa ne. Wî, di hemû ceribandinên  bargiraniyê de diyaerdeyên bilind nîşan kir.
Paşê kozmonotê pêşîn ê dahatuyê şandin Nexweşxaneya Hêzên Hewyaî ji bo pişkinîna derûnî. Derûnnasên nexweşaxaneyê amaje pê kirin, ku Gagarîn dikare bi awayekî gavişkî rewşê binirxîne, û di rewşekî stresê de bêyî dudilî bîryaran bistîne. Gagarîn her wisa bi xwînsariya xwe yê balkêş re jî, ji yên din cudatir bû.
Yek ji beşên giring a perwerdekirina kozmonatan, xweavêtina bi paraşutê bû. Carekî, beriya ku Gagarîn ji bilindahiya 4 km xwe bavêje û diviya bû paraşuta wî piştî 50 cirkeyan vebe, nebza wî wekî di rewşeke asyaî de bû, ango di xulekekî de 80 caran lê dida.

LI SER HEYVÊ ÇI DIXWAR?
Menuya `esmanî` ya Yûrî Gagarîn ji şorbeyên di nav tûpan de, ji penêrê helandî, ji sicûq û nanê pêk dihat. Piştî ku ceribandina di nav sûrdokamerayê de xelas bû, hemû bijîşk, rojnamevan û kameraman lê kom bûn. Gagarîn derket û hat cem wan û wekî her car pir zindî û rûken bû, te digot qey 10 roj di nav `kameraya bêdengiyê` de namabû.

LI CÎHANÊ MÊZE DIKIR
Paşê hemû kozmonot di nav balafireke taybet de sê caran ji ceribandina bêkêşaniyê re derbas bûn. Di firîna yekemîn de kozmonot bi rewşa bêkêşaniyê re nas bûn û şêwaza hevpeyvînê ceribandin. Di firîna duyemîn de ew koordînasyona bizava xwe, gengaziya xurek xwarinê di mercên ne asayî de û bandora bêkêşaniyê li ser dîtina çavan lêkolîn kirin. Di encama ceribandinan de pispor pê bawer bûn, ku bêkêşanî ne astenge ji bo firrîna mirov li kozmosê. Ji ber van ceribandinan Gagarîn pûana herî bilind stand.
Li gor bîrayra komîsyonê, ji 250 berendaman tenê 20 kes guncan derketin. Serokê bernameya kozmîkî ya Yekitiya Sovyetê Sergey Korolyov bi her kozmonotê dahatû yê re hevdîtin pêk anî û bi wan re yek bi yek sohbet kir.
Piraniya zanyar û metodîstan gihîştin wê encamê, ku ji hemû berendamên zêdetir Gagrîn digunce ji bo firrîna pêşîn li kozmosê. Di 10’ê nîsana 1961’an de, du roj beriya firrîna dîrokî, Komîsyona Dewletê bîryar girt, ku kozmonotê pêşîn dê bibe Yûri Gagrîn û dublorê wî jî bibe German Tîtov.

Rêwîtiya Yûrî Gagarîn çawa derbas bû?

3 Keştiya esmanî `Vostok` bi pîlotê xwe Yûrî Gagarîn ve ji kozmodroma Baykonûr a li Qazakistanê, bi dema Moskowê di seat 9.07 a 12’ê Nîsanê sala 1961’an de hat şandin. Kozmonotê yekemîn li dorê Cîhanê carekî  zivirî û di seat 10.55’an de de li deverê gundê Smelkovka ya wîlayeta Saratovê ya li başûrê rojhilata Rûsyayê gihîşt erdê. Bilindahiya noqteya herî nêzîk a rêgehê 181 km, lê bilindahiya noqteya herî dûr a rêgehê jî 327 km bû.
3 Ji ber arîzeya di sîstema frenê de, cîhazê ku Gagarîn pê dadiket, dûrî ji ciyê plankirî gihîşt erdê. Seat 10.48’an de radarê balafirgeha leşkerî ya li nêzî wê herêmê hedefekî nenas dît. Ev hedef cîhaza daketinê bû. Lê piştî demekî kin, di bilindahiya 7 km’yê de Gagarîn bi katapoltê xwe firand û hingê li radarê du hedef xuya bûn.
3 Piştî firinê kesên ku herî pêşîn kozmonot dîtin, jina mêşevanekî Anna Taxtarova û neviya wê ya şeş salî Rîta bûn. Bi zûtirekî ji garnîzona herî nêz leşker xwe gihandin wir. Birekî leşker cîhazên daketibûn girtin bin parastinê û birê din jî Gagarîn birin garnîzonê. Ji wir Gagarîn bi telefonê rapora xwe da fermandarê Liqê Berevaniya ji Hevayê: `Ji kerema xwe re ji Serfermandarê Hêzên Hewayî re ragihînin: min erka xwe pêk anî, li deverê plankirî gihîştim erdê, tu birîndariya min nîn e. Gagarîn`.
3 Mûşeka Barkêş `Vostok` ji sê beşan pêk dihat. Hêza giştî ya motorên mûşekê bi qasî hêza 20 milyon hespê bû. Giraniya keştî bi tevî beşa dawî ya mûşekê ve 6,17 ton, dirêjahiya wî 7,35 metre, giraniya mûşeka bêyî beşa dawî 4,73 ton bû.
3 `Vostok` ji cihaza daketinê û ji beşeka dina a cîhaz û damûdezgehan pêk dihat. Cîhaza daketinê  giroverhatibû çêkirin û diyametreyê  wê 2,3 metre û giraniya wê jî 2,4 ton bû. Tê de kursiya kozmonot, cîhazên rêvebirinê  û sîstema pêjiyanê hatibûn bicîkirin. Kursî wisa hatibû bicîkirin ku bargiraniya ku di dema firîn û veniştinê de derdiketin, bandorekî kêm li kozmonot dikir. Di nav kabîneyê de fişara atmosferê û hewa wekî ya Cîhanê bû. Kuma cilê esmanî ya kozmonot vekirîbû ew bi heweya kabîneyê ve hilmijand. Sîstema pêjiyanê ji bo 10 şev û rojan hatibû hesêbkirin.
3 Piştî ku motora firênê dest bi kar kir, hêzê firinê kêmtir bû û Vostok dest bi nizimbûnê kir. Di bilindahiya 7 hezar metreyî de derpoşê cîhaza daketinê vebû û kursî bi kozmonotê ve jê firriya der. Di bilindahiya 4 hezar metre de kursî ji kozmonotê veqetiya û ket redê, lê kozmonot daketina xwe bi paraşutê ve berdewam kir. Tevî kozmonot yedeka qezayî jî dadiket , ku tê de keleka rizgarkirinê  hebû û dema ku ewê biketa avê, dê bi otomotîkî bihata nepixandin.
Navê Gagarîn li ser heyvê hate nivîsandin. Navê Gagarîn li ser heyvê li kraterekî hatiye lêkirin. Madalyayekî Zêrîn a Yûrî Gagarîn heye, ku di sala 1968 de ji aliya Ferderasyona Navneteweyî ya Hewavaniyê ve hatiye damezrandin. Ev madalya ji wan kozmonot û ostronotên re tê pêşkêş kirin ku ji bo pêşvebirina esmangeriyê rola mezin dilîzin. Li gelek bajêr û bajarokên Rûsyayê kolanên bi navê Gagarîn, gelek cade, bulvar, park, kulûb û dibistanên bi navê  Gagarîn hene. Di 1968’an de li wîlayeta Smolenskî li bajarekî navê Gagarîn hat lêkirin. Du madalya yên bi wêneyên kozmonotên sovyetê jî di nav wan de ne û yek ji wan bi wêneya Yûrî Gagarîn e.

Bûka li ser kerê…

Bûka li ser kerê…
07/04/2011 – 11:14

Yildiz Gultekîn

yildizgultekin@hotmail.com
De havîn e, germeke wisa heye, mirov nikare derkeve derve. Di van rojen germ de dema mirov xwe bide ber siya daran an jî li ber siya dîwaran, ew tava tujmir ovan li ser piyan dihelîne
De havîn e, germeke wisa heye,

mirov nikare derkeve derve. Di

van rojen germ de dema mirov xwe

bide ber siya daran an jî li ber siya

dîwaran, ew tava tujmir ovan li ser

piyan dihelîne.

Jinen me yen pîr çend heb cilan li

ser hev li xwe dikin, sere xwe jî bi

çend destmalan dipeçin. Lewma ew

germa giran qet tesîre li wan nake. Le

em jî cilen tenik li xwe dikin, destmaleke

tene diavejin li ser sere xwe u di

bin we tava havîne de diqelin u dihelin.

Îcar rojeke em qîz u buk çune ber

newala Qendîle, ava çeme Qendîle

gur u pir sar dikişe. Dema em biçin

dar u bera peşiya we ave digirin u goleke

mezin çedibe.Em hemu jin xwe

davejin nava we gole, heta çend saetan

em di nava we ave de soberî

dikin, yane avjenî dikin.

Suta cîrana me ji xwe re bukek

aniye, çend meh bere daweta we kirin,

ew buk yeka reş e u qurmiçiye, qet

weke buken din nasekine, hema çaven

we li ser her kesî ye, ne edeten me dizane

u ne jî cînartiya me fem nake.

Min got Sute can, te ev buka hane li ku

dere dît! Qet nizane rabun u runiştandina

xwe, ev çend meh in te daweta we

kiriye, gerek mirov hinekî buktiye bike,

ev buka te wek zarokan e. Suta feqîr bi

kelegirî got: Daye ez çi bikim, kure min

dil teda bu. Min jî çu xwest, le tiştek

nabe, ciwan e,we piştî çendekî baş bibe.

Ere baweriya Sute hebu ji bo buka

we demeke kin u direjde bibe jineke

herî baş. Piştî we gotinen din li me nediket

em bibejin.Me di nava we gole

de kef u henek dikir.Me dît denge kilameke

hate guhe me. Kilameke pir dilşewat

u evînî bu, me sere xwe bilind kir,

buka Sute xwe daye li kerekî ye. Cilen

xwe guhertiye wek meran, pariyek pore

xwe daye li ber bevila xwe. Şarek li dora

sere xwe giredaye, hema weke xortekî

delal u çeleng li ser me re sekiniye, awriye

meran dide u kilaman dibeje.

we deme me hemuyan kire hawar u

xwe avete bine ave, me hedîka sere xwe

li bin ave derxist de ka em bizanibin

ew xorte hane kî ye! Em bizdiyan, ev ji

ku derket? Me hemuyan got: Heyran,

qurban, em te nas nakin tu kî yî! Di

riya xwe de biçe, ger meren me, te u

me di vî halî de bibînin we şerekî

mezin derkeve, di riya xwe de biçe.

Em hemu jî bizdiyane, xwe diavejin

paş hev ji bo ku ew xort me bi tazî nebîne.

Gelo em e çawa bikin, cilen me jî

li me dur in, em e çawa di nava ve ave

de derkevin! Em di nava fikaran de

diçun u dihatin. Hema Sute kire qerînî

u kenekî pe girt, got: keçiknooo

metirsin waye ew buka min e dînik e,

xwe kiriye wek meran he he he. Me

hemuyan li çaven hev nerî, gelo ew e

an na! Sute got keçe porkure te mala

me xirab kir, te em bizdandin, ka sere

xwe veke were cem me. Buka we li ser

kere peya bu, cilen xwe derxistin, xwe

tazî kir u kete nava ave, em hemu lal

man, me nezanîbu em je bixeyidin an

jî je re giliyen nebaş bibejin.

We denge xwe bilind kir, got: Ez dizanim

ji ber ku ez ew qasî xweşik

nînim, hemu kes difikire ez nezan im.

Min xwest em di ve roja hane de ji bîr

nekin, lewma min xwe kir weke meran

u em hinekî bikenin. Piştî we, ew roj

heta evara dereng em u buka Sute ketin

nava kef u henekan. Çi bukek zimanxweş,

dilxweş u heja bu. Min got

xwîşka Sute îro min hin peyven nebaş

ji bo buka te gotin, tu u buka te min

bibexşînin, ez xelet fikirîme, waye

buka te hejayî sed mirovan e. Kenekî

kef u serbilindî xwe da li ser leven

Sute.Ew rojqet ji bîra min naçe,

buka Sute weke meran li ser kere

kilam digotin. Piştî we deme me her

tim je re digot “Buka Li Ser Kere…”