Walî ‘Kurdistan’ sansur kir |
Pirtûka di 1’emîn Sempozyuma Çand û Hawirdora Navneteweyî ya Êlihê ya ji axaftinên 90 akademîsyenan pêk tê ji ber ku di axaftinan de peyva “Kurd û Kurdistan” derbas dibe ji aliyê Walîtiya Êlihê ve belavkirina wê hate astengkirin. |
02/02/2010 |
Pirtûka di 1’emîn Sempozyuma Çand û Hawirdora Navneteweyî ya Êlihê ya ji axaftinên 90 akademîsyenan pêk tê ji ber ku di axaftinan de peyva “Kurd û Kurdistan” derbas dibe ji aliyê Walîtiya Êlihê ve belavkirina wê hate astengkirin. Ji bo danasanîna Êlihê bi piştgiriya sazî û dezgehên bajar di 15-16 û 17’ê nîsana 2008’an de 1’emîn Sempozyuma Çand û Hawirdora Navneteweyî ya Êlihê pêk hatibû. Gelek dîroknas, civaknas, arkeolog û rêxistinên civakî jî di navde bi giştî 90 hîndekar beşdarî sempozyumê bibûn. Pirtûka ku di encama axaftinên hîndekarên ku beşdarî sempozyûmê bibûn hate çapkirin, belavkirina wê hate astengkirin. Pirtûka bi navê “Belavokên 1’emîn Sempozyuma Dirok, Çand û Derdorê ya Navneteweyî ya Êlihê” ku ji aliyê Hîndekarê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Mugla Alk.Doç. Dr. Adnan Çevîk ve hatibû amadekirin, di îlona 2009’an de 2 hezar hêjmar hatibûn çapkirin. Xebatên zanyariyê tên sansûrkirin Bi îdiaya têkildarî dîroka kurd xebatên zanyarî bên çêkirin, di bin banêya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê ku xebatên vekirina Enîstîtuya Kurdî tên domandin de hate angaştin ku pirtûka ji pêşkêşiyên mirovên zanyar ên biyanî ve hatine nivîsandin ji ber gotinên “Kurd û Kurdîstan” têde derbas dibin, ji aliyê Walîtiya Êlihê rastî sansûrê hatiye. Pirtûka ku ji lêkolînên 90 akademîsyenî pêk tê û qala dîrok û çanda Êlihê dike, li gel teslîmî Walîtiya Êlihê hate kirin jî, hate îdîakirin ku nehatiye belavkirin. Hate ragihandin ku pirtûk avêtine depoya dibistanekê. Pirtûka, ji nîvîsên 90 akademîsyenî ya ku 24 jê biyanî yên ji Îskoç, Amerika û Îrandayê jî dinav bû, ji aliyê komîsyonekê ve hatibû lêkolînkirin. Ji ber di 14 rûpelên pirtûka profesoran nivîsandibû de peyvên kurd û kurdîstan derbas bibû, pirtûk bi xeter hate dîtin û ew nivîs ji pirtûkê hatin derxistin. Hate zanîn ku pirtûkên ku di meha îlona 2009’an de teslîmî Walîtiya Êlihê hatin kirin ev 5 mehin di depoyekê de tên hiştin. Hate ragihandin ku Walîtiya Êlihê, pirtûk ji bo lêkolînkirinê şandine Wezarata Karên Hundir û ger erê bikin dê bên belavkirin û detaya agahiyan nehate dayîn. Rayedarên Midûriyeta Turîzm û Çanda Bajar jî, derbarê mijarê de agahî nedan. Hate zanîn ku pirtûkên ku 2 hezar hatine weşanin 126 TL li wan çûne. Ligel ki ji bo em agahî bigirin, em li Walîtiya Êlihê geriyan jî, bersiva, “Cîgirê Walî yê rayedar ne li virê ye, em agahiyan nadin.” hate dayîn. ÊLIH |