Bayê raperînê li Sûriyeyê da

Bayê raperînê li Sûriyeyê da
 
 
Bayê serhildanê yê Rojhilata Navîn li Sûriyeyê reforman pêk tîne. Biryara paşve dayina mafê welatîbûnê yê 300 hezar kurd ji aliyê Serokdewlet Esad ve hat erêkirin. Di sala 1962’yan de nasnameya kurdan ji wan hatibû girtin

08/04/2011
 

Serokomarê Sûriyeyê Beşar El Esad îro biryara qanûndanîna jimare 49’an a welatîbûnê dide ew kesên li Sûriyeyê di statûya biyanan de û bê nasname ne, pesend kir. Di roja 31’ê adarê de hatibû diyar kirin ku ji bo pirsgirkên 300 hezar kurdên bê nasname komîsyonek were avakirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriyeyê Sanayê, Serokomarê Sûriyeyê Beşar El Esad îro biryara qanûndanîna jimare 49’an a welatîbûnê dide ew kesên li Sûriyeyê di statûya biyanan de û bê nasname ne, pesend kir. Hêjayê gotinê ye ku nêzî 300 hezar kurd li Sûriyeyê bê nasname ne û wekî ‘biyaniyan’ tên hesibandin. Lê ev nayê wê wateyê ku rejîma Sûriyeyê kurdan wekî kurd qebûl kiriye, ev biryar tenê kesên bê nasname de hatiye dayîn. Serokomarê Sûriyeyê Beşar el Esad piştî serhildanên gel bi nûnerên Kurd re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku Esad bi kîjan partî an jî derdorên Kurd re hevdîtin pêk anîbû. Di sala 1962 nasnameya 150 hezar Kurdan jê hatibû girtin û niha ev jimar 300 hezarî derbas kiriye.
Di roja 31’ê adarê de hatibû diyar kirin ku ji bo pirsgirkên 300 hezar kurdên bê nasname komîsyonek were avakirin. Heta 15’ê Nîsanê li bendê ne ku komîsyon amadekariyên xwe temam bike, tê destnîşankirin ku di serî de kurdên ku nasnameya wan nîn e, mafê welatîbûna kurdan, mafê wan ê ku bibin xwedî milk jî mijara lêkolîna komîsyonê ye.
Di daxuyaniya ji aliyê 6 rêxistinên mafê mirovan ve hat kirin de wiha hat gotin; “Em hînbûn ku dozgerê leşkerî yê Helebê biryara serbestberdana 48 girtiyên Sûriyeyî yên di Newroza 2010 de hatibûn girtin daye. Em vê biryarê silav dikin.
Di daxuyaniyê de “Em hikûmetê dixwazin ku hemû girtiyên siyasî were berdan û dawî li sûcdarkirin û girtiyên keyfî werin.” ŞAM- ANF