Qedirya…

Qedirya…
24/03/2011 – 07:47

Yildiz Gultekîn
yildizgultekin@hotmail.com
Min gooot, hinek mirov hene hema di halê xwe de ne. Hinek jî hene, qet haya wan ji wan tuneye, hema der heqê hemû kesan da dexesiyan dikin
Min gooot, hinek mirov hene hema di halê xwe de ne. Hinek jî hene, qet haya wan ji wan tuneye, hema der heqê hemû kesan da dexesiyan dikin. Ez bi xwe, yek li cem min dexesiyan li hinekên din bikin, hêrsa min tê, ez aciz dibim û naxwazim li cem wan bisekinim.
Dexesbûn, yanî çavnebarî tiştekî baş nîne. Îcar ev çendeke qet bêhna min dernakeve, ez naxwazim li cem wê zêde bisekinim. Dema ez rastî wê têm, hema lez û bez karê xwe diqedînim û ji wir dûr dikevim. Navê wê Qedirya ye, ew Qedirya di qîztiya xwe de keçikek çeleng bû, bejna wê ne zêde bilind, lê yeke zirav bû. Piştî mêr kir û çend heb jî zarokên wê çêbûn, wê dev ji xwe berda, hema fersendê dibîne dev diavêje jinên din, mirovên din. Ji ber vê yekê jî ez pir aciz dibim. Zikê Qedirya yê her diçe mezintir dibe, tenê zikê wê! Hema pêda pêda qûna wê jî mezin dibe û dike li pişta wê bikeve. Tenê Porteqal û Hezare devê wê digirin, wekî din tu kesek nikare wê bide sekinandin. Di wan riyan de kî diçe û derbas dibe, ew deqe giliyan davêje wan, tiranê xwe li wan dike. Îcar wan rojên hanê jî hemû heval û hogiran tiranên xwe li wê kirin. Em ji kenan mirin, hingî ev çend roj in behsa ketina wê ya li ser kaniyê dikin. Ew feraqê xwe hildide û diçe li ser kaniyê, rojek beriya wê jî baraneke gur bariye, hemû der şil û şilope ye, dema mirov lingê xwe bavêje derve, gerekê haya me ji me hebe.
Qediryayê ji êvarê de raza ye, qet haya wê ji derve tuneye çiqas baran bariye, ew erd û şênayî çiqas şil bûye. Hema çavên xwe ji xewê vedike, direve ser kaniyê, dema ew lez û bez ber bi kaniyê ve direve, Porteqal û hezare jî wê dibînin, qet jê re nabêjin “Keçê hêdîka were, hemî erd şil bûye, tu yê bikevî û cihekî te bişkên”. Ew kaniya me jî li ser devê newalekê ye, dema mirov xwe nehise û bişiqite, heta binê wê newalê tot-moto dibî, car caran jî birîndar dibî.
Lê Qedirya qet pêşiya xwe ne dinêhêrî, hem çav girtî ber bi kaniyê dimeşiya. Dema hindik bimîne bigihîje kaniyê, tenê tenê dengek derdikeve, ew jî dengê feraqan e. Porteqal û hezare heta xwe digihînin Qediryayê, ew heta binê newalê dişiqite û diçe. Li wir dike zarînî, qêrinî, Porteqal wan xwe bêdeng dihêlin, difikirin ku bila Qedirya hinekî biniya wê newalê de, di nava heriyê de bimîne, belkî hişê wê bê serê wê.
Piştî çend saetan ew li wir dimîne, paşê Porteqalê jê re dibêje, em ê te li wir xelas kin lê şertekî me heye, ger tu bînî cih, li vir pêda dexesiyan ji kesekî nekî û wê qûna xwe ya weke kerekî jî zirav bikî em ê te xelas kin. Naaa ger tu dibêjî ez we nas nakim, dilê min çawa bixwaze ez ê wê bikim, tu xelasbûna te li wê newala kurdan tuneye. Heta sibê ger tu bikaribî bi wê qûna xwe û zikê xweyî mezin li wir xelas bikî, ew jî besî te nîne. Lê tu dizanî vê meha pêşîn ya biharê gurên birçî pir hene, ewana wê te ji vê dinyayê xelas bikin. Qedirya ji tirsa hemû sozên mezin dide wan, hema tenê min ji vir xelaskin, hûn çawa dibêjin ez ê wek we bikim. Ew derdixin, dest û piyên wê dişon, dibêjin bîra neke te soz daye me, ew bi tirsana qet feraqên xwe neşûştî hildide, ber bi mala xwe direve. Sibetirê Porteqal û Hezarê behsa ketina wê kir, em ji kenan mirin. Paşê ez çûm cem Qediryayê, min jê re got derbasbûyî be xwişka min, careke din li xwe miqate be. Dema min wisa got, lêvên wê hejiyan, hêsir li çavan bariyan, got min qet xêrnexwazî ji kesekî nekir, ev çi bû hate serê min! Min got, te der heqê hemûyan de giliyên ne baş digotin, ew bû sebeba ketina te. Tu bi ya min bikî careke din tiştên ne baş nebêje. Ew roj ev roj e, Qedirya dema bike devê xwe veke, derdora xwe mêze dike, lê tiştekî nabêje, lê ew roj gelekî tirsiya, niha gavên xwe nerm davêje…