Li Sûriyeyê kurdî hat qedexekirin

 Li Sûriyeyê kurdî hat qedexekirin

 

  

 

  

 

 Rêveberiya Sûriyeyê dest bi qedexekirina kurdî kir. Li Girtîgeha navdar a Sûriyeyê Edra ya li nêzî Şamê kurdî hate qedexekirin. Her wiha malbatan diyar kir ku nikarin bi kurdî di telefonê de bi xizmên xwe yên girtî re biaxifin

 

 
12/01/2011

 

 

 

 

Zextên Rejîma Sûriyeyê yên li ser kurdan êdî tu sînoran nasnake. Sûriyeya ku bi girtin, biçavkirin û îşkencekirina kurdan mohra li sala 2010’an xist, di sala 2011’an de dest bi pêkanîneke nû kir. Rejîma Sûriye jî êdî dest bi qedexekirina axaftina bi kurdî kir. Hate ragihandin ku li Girtîgeha Erayê ya nêzî Şamê, axaftina bi kurdî hat qedexekirin.
Di van demên dawî de zextên rêveberiya Sûriye gihiştiye astek herî jor. Bi taybet di van demên dawî de, dema kampanyayê ji bo zimanên kurdî li bakur û rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, rêveberiya Sûriye dest bi qedexekirina kurdî kir.

KURDÎ QEDEXEYE
Hat zanîn ku li girtîgeha navdar a Sûriyeyê Edra ya li nêzî Şamê axaftina bi kurdî hatiye qedexekirin. Li gorî qanûnên Sûriyeyê girtî dikarin hefte carekê bi malbatên xwe re bi telefone biaxivin. Lê malbatan dan diyarkirin ku xizmên wan ên girtî nikarin di telefonê de bi kurdî biaxvin. Li gor çavkaniyên ji başûrê rojavayê Kurdistanê bi dest ketine, di van hefteyên dawî girtî nikarin bi xizmên xwe re kurdî bi axivin. Çavkaniyê da diyarkirin ku gelek girtî hene tenê bi kurdî dizanin.
Dadgehên Sûriyeyê jî axaftina bi kurdî, pirtûk û materyalên bi kurd wekî tawan dibîne û kurd ji ber van sedeman tên cezakirin. Hat ragihandin ku ji ber 3 kurd beşdarî Mîhrîcana Helbestan a kurdî bûn, doz li wana hat vekirin. Dadgerê Leşkerî li Qamişloyê di 21’ê Kanûnê biryar da ku helbestvanên kurd Umer Ebdî Islamîl (1970) Ebdilsemed Hisên Mehmûd (1962) û Ehmed Fetah Îsmaîl (1969) di zindanê de bimînin. Li dijî wan li gor bendê 307’ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin.
Ji beriya niha jî Yekîneyên Hêza Ewlekariya rejîma Sûriyeyê bi ser mala nivîskarê kurd Ebdilselam Ebdela Hecî Îbrahîmê ku bi navê Siyamend Îbrahîm tê nasîn de girtin û nivîskarê kurd hat girtin. Zext û girtinên rejîma Sûriyeya li ser kurdan her ku diçe berdewam dikin. Divê çarçoveyê de nivîskarê kurd Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm (1955) 25’ê mijdarê li Qamîşloyê ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê ve hat girtin. ŞAM – ANF