Nikarin vegerin mala xwe

Nikarin vegerin mala xwe

Malbata Guçlu, ku rastî hewldana linca 20 kesan hatibû û xwe bi tifinga pompeyî parastibû neçar ma ku mala xwe bi terikîne. Piştî bûyerê Mehmet Guçlu û 2 kurên wî ji ber çek bikaranîne hatibûn girtin û ferdên malbatê yên din jî bi neçarî çûn cem xizmên xwe

04/12/2010

Malbata Guçlu, ku rastî hewldana linca 20 kesan hatibû û xwe bi tifinga pompeyî parastibû neçar ma ku mala xwe bi terikîne. Piştî bûyerê Mehmet Guçlu û 2 kurên wî ji ber çek bikaranîne hatibûn girtin û ferdên malbatê yên din jî bi neçarî çûn cem xizmên xwe. Kesên malbata Guçlu ku diyar dikin ji ber ewlehiyê nikarin her tim li cihekê bimînin, parastin ku hem rastî lincê hatine hem jî mexdûr bûne.
Li taxa Bacilara ya Bajaroka Huzurkenta Mêrsînê, malbata Guçlu, di 31’ê cotmehê de rastî êrîşa linca 20 kesan hat. Mehmet Guçlu, ji bo malabata xwe bi parêze bi tifinga pompeyî gule berdan ser êrîşkaran. Di encama gulebaranê de êrîşkar Alparslan Doganê 34 salî jiyana xwe windakir, Yunus Agçayê 19 salî jî birîndar bû. Piştî bûyerê, Mehmet Guçlu û kurên wî Îsmaîl û Ramazan Guçlu, bi hinceta “Bi çeka bê ruhset mirov kuştin”, “Mirov bîrîndarkirin” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê. Hevser û zarokên Mehmet Guçlu ji ber ku ewlehiya wan tuneye li cem xizmên xwe bicih bûn.
Malbata Guçlu, 15 sal beriya niha ji Gundê Atalay a Çunguşa Amedê koçî taxa Bacilara Mêrsînê kir. Malbata Guçlu, diyar kir ku li taxa ku lê rûdinên nêzî 30 malbatên tirk hene û piraniya wan dengên xwe didin MHP’ê. Kesên malbata Guçlu, her wiha diyar kir ku ji ber wan dengê dane DTP’ê rastî cudakariyê hatine. Nazmiye Guçlu a ku bûyer vegot, da zanîn ku niştecihên taxê ji bo wan ji taxê derxin hincetan digeriyan û îdiayên xwe wiha domand: “Herî dawiyê di navbera me û kesê bi navê Alî Şîmşek de nîqaş derket. Alî Şîmşek ji me re digot ‘Hûn çima êdî li ser ban narazên, an ditirsin?’ û ji ber vê jî nîqaş derket. Piştî demekê Şîmşek û êrîş hatin cem me û ji me re gotin, ‘Hûn kîne kurdên pis hûn bi me re nîqaş dikin. Bi cehnimin herin ji vir. Hûn hemû terorîst in. Em kurdan li vir naxwazin.”
Nazmiye Guçlu, diyar kir ku rastî êrîşê neqehiyan tên û ewlehiya wan nîne. MERSÎN


378