![]() |
|
||||
Abdullah Ocalan | |||||
Şoreşgerên di sedsala 19’emîn û 20’emîn de di mijara desthilatdarî û forma wê ya berçav û modern ango dewleta netewe de xapiyan, sedema sereke ya binketinên wan jî ev e. | |||||
Şoreşgerên di sedsala 19’emîn û 20’emîn de di mijara desthilatdarî û forma wê ya berçav û modern ango dewleta netewe de xapiyan, sedema sereke ya binketinên wan jî ev e. Di çareserkirina pirsgirêkên civakî de weke xeleka bingehîn xwe gihandina desthilatdariyê didîtin. Di bernameyên wan de hedefa pêşî xwegihandina desthilatdariyê dihat nîşandan. Bi tevahî şêweyên têkoşîna wan bi vê perspektîfê ve hatibû girêdan. Lê jixwe desthilatdarî bi xwe azad nebûn, ne wekhevî û antî-demokratîzm bû. Amûr xwediyê wan xisletên kevneşopiyê ne ku dikarin her şoreşgerê herî li ser xwe jî nexweş bixîne. Jixwe der barê desthilatdariya amûrê rizgariyê dihesibandin tu analîza wan a dîrokî-civakî tunebû. Qet neanîn ziman ku di tevahiya dîrokê de desthilatdarî çawa pêk hat, di kîjan qonaxan re derbas bû, têkiliya wê bi dewlet û ekonomiyê re çi bû, di nava şaristaniyan de bi kîjan rolan rabû û di nava civakê de çawa cih girt. Bawer dikirin ku bikeve destê şoreşgeran wê weke ‘çoyekî bi sêhr’ bi ku ve bibe, ew dever ê veguherîne buhuştê. Bi kîjan pirsgirêkê bikin, wê biketa rê û çareser bibûya. Şêwazê dîktatoriyê jî dikarîbû bal bikişanda. Li hemberî dîktatoriya bûrjûwaziyê dîktatoriya proleteryayê hatibû îlankirin. Ji vê çêtir mirov xwe bi xwe nedixist feqê. Têkoşîna qehremanan a sedûpêncî salî, di giravên desthilatdariyê de xeniqîn, çûn. Di dawiyê de amûrê weke desthilatdariyê di destê wê de ma, hat fêhmkirin ku mekanîzma kapîtalîzmê ya herî paşverû, antî-demokratîk, ne azadî û ne wekhevî ye. Lê gelek tişt ji dest çûbûn. Nexweşiyeke desthilatdariyê ya mîna di dîroka Xiristiyantiyê de xwe dubare kiribû. Nêzîkbûna ji dewleta netewe re hînê rewşeke bi felaket bû. Ev Levîathanê modernîteyê yê herî miletgir, cinsiyetparêz, dîndar û bi zanistê hatiye strandin ji bo têkoşînê weke hîm û çarçoveyeke rast dihat qebûlkirin. Li hemberî Konfederalîzma Demokratîk dewleta netewe ya navendî weke amûrekî pirsgirêkan çareser dike û pêşverû ye, hat qebûkirin ango weke armanceke rast hat pêşkêşkirin. Nava desthilatdariyê bi miletgiriya yekreng, civaka cinsiyetparêz, dîndariya fanatîk û zanista pozîtîvîst hatibû tijî kirin û nepixandin. Hat fêhmkirin ku dewleta netewe hîmê wê avahiyê ye ku di dîrokê de welatiyê herî sosret afirandiye, civak bi tevahî di nava dewletê de helandiye û di encamê de biriye faşîzmê. Ev dewleta netewe bi tu awayî ji hev nehatiye derxistin û analîzkirin. Ev amûra ku desthilatdariyê dawerivand heta bi çeperên civakê, kengî bû tercîha sosyalîzma zanistî jî çarenûsa sosyalîzmê diyar bû. Jihevdeketina fermî di sala 1989’an de formalîteyek bû. Kengî xisleta demokratîk a Sovyetê di destpêka Şoreşa Cotmehê de ji dest çû, diviyabû diyar bibe ku ya biwelide wê ne sosyalîzm, lê kapîtalîzm be. Rizgariya neteweyî, ya mirov jê bi hêvî bûn neda, ev yek jî ji nêz ve têkildarî vî şêweyê desthilatdariyê bû. Amûrekî ku bingehê tepisandina azadî, wekhevî û demokrasiyê bû, wê çawa pê azadî, demokrasî û wekhevî bihata avakirin? Ji ber ku demokrasî weke amûrekî ku desthilatdariyê sist dike dihat dîtin hînê di destpêka desthilatdariyê de ji dewreyê hatibû derxistin. Dewleta netewe wekî proto-faşîzmê di ser dewlemendiyên civakan tevahiya dîrokê bi destxistî re weke bûldozerekê derbas bû û hêviyên paşerojê di tariyê de difetisandin. Li dawiyê bi tenê dewleta netewe ya xwe kirî xwedê dima ku xwe bi dînekî miletgiriya pozîtîvîst a pûtperest diparast, xwe rastiya bi tenê didît û ava dikir, bê hest û zalimek e ku kare serî li qirkirinê bide. Di dîroka pênc hezar salî ya sermayê de cara pêşî ekonomî, siyaset, civak û îdeolojî bi yek destarî hatin hêran û ev hêza yekdestdariyê ya jê hat bidestxistin, bingehê pirsgirêkan tevan e. Aşkera bû ku heta dewleta netewe weke têgîn û pratîk li dawiyê nehata hiştin, têkoşîna sosylîzmê wê xwe ji xapandinê wêdetir neçûya. Îndustriyalîzm jî weke cêwiyê dewleta netewe neyê analîzkirin, di serî de kansêrbûna bajêr, rê wê li hilweşîna hawîrdorê neyê girtin. Îndustriyalîzma ku weke hedefeke şoreşger tê nîşandan şêweyekî kara zêde yê yekdestdariya dewletê ye. Hebe nebe, mirov dikare weke sosyalîzma firewnan maneyekê bidiyê. Heta jihevdeketinê YKSS, di roja me ya îro de jî sosyalîzma Çînê, weke pratîkvanên herî çor ên endustriyalîzmê, ji wan rejîman bûn ku herî zêde sîstema kapîtalîst xwedî kirin. Herdu jî bi awayekî pir hişk, bûn dewleta netewe û modernîteya endustriyalîzmê ku ev jî serketina kapîtalîzma lîberal bû. Sîstema xwe weke serdema fînansê, gelekî ekonomîk nîşan dide, ji bo mirov wê fêhm bike, divê timî wê berepaş bixwîne. Heye ku mirov ji vê rêbazê gelekî hîn bibe. Wexta ku ew fînans dibêje; divê mirov desthilatdariyeke heta çeperên civakê belavbûyî fêhm bike, wexta ew ekonomî dibêje divê mirov a li derveyî ekonomiyê û dijberiya wê fêhm bike, wexta ew neolîberalîzm dibêje, divê mirov muhafezekariyeke hişk fêhm bike û ev yek jî wê me bigihîne şîroveyên hînê rastir. Yekdestdariya fînans, îndustriyalîzm û dewleta netewe amûr in ku ne bi tenê modernîteya kapîtalîst, pêşiyê li jihevdeketina avahiya şaristaniya pênc hezar salî jî digirin. Ji bo karibin xwe bi awayekî mayînde ji nû ve ava bikin wê alternatîfên xwe neçarî gavavêtinên kêm û şaş bikin, di nava xwe de wan kedî bikin, bê tesîr bikin û wan weke sîlehê bi kar bînin. |