Neçe Ewropayê û rojnameya Azadiya Welat nekire! |
Hinceta biryara 149 sal û 9 meh cezayê ji 14 siyasetmedarên kurd yên Şaredarê Îdirê M.Nurî Guneş jî di nav de ku di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dihatin darizandin re hatiye birîn, hate aşkerakirin |
07/04/2011 |
![]() Hinceta biryara 149 sal û 9 meh cezayê ji 14 siyasetmedarên kurd yên Şaredarê Îdirê M.Nurî Guneş jî di nav de ku di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dihatin darizandin re hatiye birîn, hate aşkerakirin. Di hinceta biryarê ya ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ve hatiye aşkerakirin de, hincetên sosret cih digirin. Li gorî îdiayan abonetiya rojnameya me Azadiya Welatê û serdanên Guneş yên li Ewropayê jî wekî ‘Xebatên rêxistinê’ hatiye nirxandin. Daxuyaniya Rêxistina DPT’ê ya bajêr a di Newrozê de jî, wekî ya Guneş hate nîşandan. Yek ji tiştên ku Guneş pê tê sûcdarkirin jî, çûyîna wî ya Ewropayê ye. Gera Guneş a Fransayê ya tevli geşta kurdan a li bajarê Set-Gallanê bûn, wekî xebata rêxistinî hate qebûlkirin. Di dîmenan de welatiyê bi navê Ahmet Kaya yê ji Îdirê ye û ji ber ku cezayê wî hatiye erêkirin li Fransayê dijî, wekî Rêveberê PKK’ê yê Fransayê hate nîşandan. Di biryarê de rojnameya me û kexezê abonetiya rojnameya me jî, wekî hêmana sûc hatine hesibandin. CEZAYÊN GIRAN |