Di navbera hêzên Qedafî û dijberan de şerê kolanan |
Şerê di navbera hêzên girêdayî Qedafî û yên muxalifên wî de dijwartir dibe û li bajarê Ecdabiyayê ev şer vegeriya şerê kolanan û ev bajar di destê kê de bimîne dê ew bibe serdetsê vî şerî |
11/04/2011 |
![]() Hate ragihandin ku hêzên muxalifên Qedafî li bajarê Ecdabiyeyê êrîş birine ser hêzên girêdayî lîderê Lîbyayê Muemer Qedafî û şer di nava kolanên bajêr de dewam kir. Ev şerê ku êdî dakete nava kolanan di encamên destpêkî de li gor çavkaniyên muxalifên Qedafî 8 kes ji serhildêran hatine kuştin. Heke hêzên alîgirê Qedafî bikaribin bajarê Ecdabiye bixin bin kontrola xwe dê ev bajar bibe rawestgeha hêzên Qedafî ku ji wê derê êrîşan bibin ser navenda muxalifan bajarê Bîngaziyê ku 160 K.m dûrî Ecdabiyê ye. Ji bo muxalifan jî ketina vî bajarî ya destê Qedafî tê wê wateyê ku êdî hêzên Qedafî dikarin cih li muxalifan teng bikin û ew jî dê wekî Misrata bike nava xelekek ji ambargoya hêzên Qedafî. Yekitiya Afrîkayê dixwaze Lîbya aram bibe Di panela Yekitiya Afrîkayê de hate xwestin ku ‘Di demeke zûtir de bila li Lîbyayê aramî pêk were.’ Panêla Yekitiya Ereban li bajarê Bîngazî yê Lîbyayê ku serhildêr bihêz in, hate lidarxistin û ji hêla Serokomarê Moritanya Mihemed Old Ebdilezîz ve hate rêvebirin. |
19 |