![]() |
|
||||
Yildiz Gultekîn | |||||
yildizgultekin@hotmail.com | |||||
Van rojan zilamek di nava gundê me de peyda bûye lê tu kesek me wî nas nake ku ew kî ye! Ew zilam her roj piştî nîvro li nava kuçan û kolanan digere, porê wî di bin kumê reş de xuya nake, kum heta li ber çavên xwe dikişîne jêrê. Cilên li xwe dike, ne cilên ku zilamên me li xwe dikine, lixwekirina wî hinekî ji yên me cudatir e | |||||
Van rojan zilamek di nava gundê me de peyda bûye lê tu kesek me wî nas nake ku ew kî ye! Ew zilam her roj piştî nîvro li nava kuçan û kolanan digere, porê wî di bin kumê reş de xuya nake, kum heta li ber çavên xwe dikişîne jêrê. Cilên li xwe dike, ne cilên ku zilamên me li xwe dikine, lixwekirina wî hinekî ji yên me cudatir e. Gelo ew kî ye, li van deran çi digere! Carina tenê digere, carina jî wan zarokên gundiyan topî dora xwe dike, çend saetan bi wan re mijûl dibe. Me hemûyan ji zarokan pirsî ew zilamê biyanî kî ye, ji bo çi li van deran digere! Tu zarokekî bersiveke baş neda me, hemû zarokan giliyên xwe kirine yek. Dibêjin ew zilamekî pir baş e, her roj ji me re qala dinyayê dike. Çîrokên baş dibêje, carina ji bo me xwarinê jî distîne, filan û bêvan. Çend rojan wiha derbas bû, min dît waye Porteqalê, Hezarê û Zenûrê xwe dihejînin û tên. Ez li benda wan sekinîm ka pirs bikim gelo zarokên wan ji wan re qala wî zilamê biyanî kiriye an na! Dayêê hêj min devê xwe venekirîbû, hema hersêyan bi hev re gotin, “Te dît, hingî ew zilam hatiye nava gundê me, qîrevîra zarokan jî kêm bûye ha” Ji aliyekî ve jî dikenin. Ez hêrs bûm, min got çima hûn ew qasî bêxîret dikenin, em nasnakin ka ew kî ye! Li van deran çi digere, ew zilamekî çawa ye ku roj heta êvarê di nava zarokên me de, wan zarokan bi xwe ve girêdide, hûn jî qet napirsin ew mirovê biyanî çima zarokên we topî dora xwe dike! Tenê derdê we ku qîrevîra zarokên we hatiye birîn, lewma hûn dengê xwe dernaxin, ka ew zilam kî ye! Rastî jî ez dikim biteqim ji ber vê bêxemtiya we. Hûn dengê xwe qet dernexin, em ê bibînin ka ew ê hanê beredayî kî ye. Êvareke dereng, min xwe li bendî wî zilamî kir, ez bi dizîka ve li pey wî çûm. Bû êvar dema ew ji zarokan veqetiya, di nava tariyê de li der dora xwe mêzand û çû mala Usivê Kor î dev û diran kurmî. Weeeey ez fikirîm, gelo ew tiştekî xerab difikire ji bo Usivê feqîr! Ez bi diiiizî çûm li ber pencereya Usiv, min bi çavên xwe dît, wî zilamî ew cilên xwe guhertin, careke din bû Usivê Kor, hindik mabu dilê min bisekine, ew Usivê hanê bi roj cilê xwe diguhirîne wekî zilamekî biyanî, bi êvaran jî eynî wekî Usivê ku salan e em nas dikin. Ecêbeke giran, gelo çima wisa dike. Ez çûme malê, min ew dîtinê xwe ji Porteqalê û wanê din re parve kir, ewana jî şaş-maş man. Sibetirê waye ew zilamê biyanî careke din derkete holê, zarok çûne cem, di destê wî de pakêtek heye, ew pakêt da kurikê Hezarê. Hema kurik ew pakêt hilda, di revekê de çû li deriyê Porteqalê xist. Dema Porteqal derkete li ber derî wî zarokî ew pakêta da destê Porteqalê û ew lez reviya çû. Porteqalê li der dora xwe nêrî lê tu kesek nedît. Bû êvar, hemû kes kişiyane xaniyê xwe, ew zilam bi dizî çû ber derê Porteqalê, li derî xist. Porteqalê derî vekir, ez bi lez û bez beriya wî zilamî derketim pêşiya derî, min ew kumê li serê wî zilamî kişand û avête erdê, hema tenê min dengê qêriniya Porteqalê bihîst. Dayêê heta me ew Usivê devdiran riziyayî di nava destê Porteqalê de derxist, me got ya star. Cîranan ew hildan birin veşartin, heta hêrsa Porteqalê nesekine cîran wî dernaxin derve. Paşê me bihîst ku ger ew ser û cilên xwe rast bike, belkî Porteqalê jî hinekî dilnerm be û şansekî bide wî. Hemû zarokan jî ew di berêda nasdikirin ku ew kî ye. Wî û zarokan çend rojan em wisa xapandin. Ez nizanim bikenim û bigirîm, an jî hêrs bibim, ez jî nizanim, derdê dila zor e dayê… |