Beştaş: Girtî li ber mirinê ne
Seroka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a BDP’ê parêzer Meral Daniş Beştaş, ku li ser daxwaza girtiyan li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê lêkolîn kir
20/02/2011
Seroka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a BDP’ê parêzer Meral Daniş Beştaş, ku li ser daxwaza girtiyan li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê lêkolîn kir. Beştaş diyar kir ku girtî li gel pirsgirêkên wekî xwarin-vexwarin, ragihandin û mafê sohbetê, girtî herî zêde di warê tenduristiyê de rastî binpêkirina mafan tên.
Beştaş, diyar kir ku di Girtîgeha Sîncane de rewşa girtiyên nexweş yên bi navê Abdulsamet Çelîk, Avnî Uçar û Sitki Bektaş gelek ne baş e û ev girtî niha li ber mirinê ne.
Meral Daniş Beştaş, der barê ziyareta xwe ya di 15’ê sibatê de hin agahî dan. Beştaş, diyar kir ku têkildarî binpêkirinên mafên mirovan hezarî zêdetir serdan ji partiya wan re hatine kirin. Beştaş, destnîşan kir ku di vê çarçove yê de di Girtîgeha Sîncanê de 5-6 girtiyan re hevdîtin pêkanîne û bi çavê xwe bûne şahidê binpêkirinen mafê mirovan. Beştaş, anî ziman ku mafê sohbetê yê hefteyê 10 saetan ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye diyar kirin bi teqez nayê bikaranîn û wiha axivî: “Li Sîncanê, tênê hefteyê carekê 45 deqeyan destûra sporê ya hevpar didin girtiyan. Girtî tenê dikarin hefteyê carekê bên cem hev. Dema hatin cem hev jî tenê dikarin 2 saetan hevdîtin pêk bînin. Rojnameya Azadiya Welat û hin weşanên din teqez naxin hundir.” ENQERE
****
‘Li girtîgehan 500 girtî di sînorê mirinê de ne’
Platforma Azadiyê ya Girtiyên Nexweş ên Edeneyê, daxuyand ku li girtîgehan nêzî 500 girtî di sînorê mirinê de ne. Platforma Azadiyê ya Girtiyên Nexweş ên Edeneyê ji bo ku balê bikêşe ser girtiyên nexweş li Parka Înonuyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dirûşmên; “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” hatin berz kirin. Li ser navê platformê Zuhal Subaşi daxuyanî xwend û got ku girtîgeh cihên îşkence, tecrît tênkirin in. EDENE