Kon rastî barîkata polîsan hat |
|
|
Platforma Konên Çareseriya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 23 roj berê li Parka Koşuyoluyê “Konê Çareseriya Demokratîk” hatibû vekirin û xwestin kon bibin Qada Derê Çiyê lê rastî astengiya polîsan hat |
08/04/2011
|
|
“Konê Çareseriya Demokratîk” ê ji aliyê Platforma Konên Çareseriya Demokratîk ve dixwastin bi meşekê li Qada Derê Çiyê bê vekirin, rastî astengiya polîsan hat. Girseya di nav de Parlamenterê BDP’ê Bengî Yildiz jî heyî piştî ku meş hate astengkirin bi çalakiya rûniştinê helwest şermezar kir.
Platforma Konên Çareseriya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 23 roj berê li Parqa Koşuyoluyê “Konê Çareseriya Demokratîk” hatibû vekirin û xwestin kon bibin Qada Derê Çiyê lê rastî astengiya polîsan hat. Ji bo vekirina kon ji navçeya Surê ya Amedê li ber Navenda Dîcle Firatê gelek kes bi pankrata “Ji bo civakek azad em li konên çareseriya demokratîk dicivin” ber bi Qada Derê Çiyê ve dest bi meşê kirin li Derê Rihayê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.
HELWESTA POLÎSAN
Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê jî girseya bi pankarta “Meşa azadiyê didome” li ser kolana Alî Emîrê, ji navçeya Peyasê jî bi pankarta “Zimanê me rumeta me ye” ya ku di nav de Parlamenterê BDP’ê Bengî Yildiz, Serokê BDP’êa Amedê M.Alî Aydin, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag û gelek welatî jî li ber Nexweşxaneya Venî Vîdiyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan bi panzer û hêzên çewîk barîkat danî û destûr neda ku welatî bikevin Qada Derê Çiyê. Li ser vê yekê welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir û helwesta polîsan şermezar kir.
JI BARÎKATÊ DERBASBÛN
Dema ku welatiyên ji navçeya Sûrê hatin li gel barana zêde dibarî çalakiya xwe didomandin esnafên derdorê naylon û muşamba danê. Piştî demekê welatiyên ji BDP’a Surê hatin li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê BDP’a Surê M. Şah Teke daxuyanî xwende û wiha got: “Polîsên ji hikûmeta AKP’ê piştgiriyê digirin em bernedan. Mafê me yê demokratîk gasp kirin. Em ê heta mafên xwe yên demokratîk digirin dê têkoşînê bidomînin.” Piştî daxuyaniyê welatî bi rêz ji barîkatê derbasbûn ketin Qada Derê Çiyê. Welatiyên ji navçeyên Baglar û Yenîşehîrê hatin bi heman rêzbazê ketin qadê. Polîsan li ser vê yekê barîkat bire Qada Derê Çiyê.
ÇALAKÎ DOM KIR
Welatiyên ji Peyasê hatin ên ku di nav de Parlamenterê BDP’ê Bengî Yildiz, Serokê BDP’a Amedê M. Alî Aydin û Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag jî heyî li ber Nexweşxaneya Venî Vîdiyê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. Li vir Bengî Yildiz daxuyaniyek da û wiha got: “Gelê me daxwazên xwe yên azadî, aştî û demokrasiyê vedibêjin. Em bi gelê xwe re li qadan in. Em zirarê nadin tu kesî. Baran û şertên din ên xwezayê em têknabin. Zexta hêzên ewlehiyê jî me bêzar nakin” Dema rojnameya me çû çapê li hemberî barîkata polîsan çalakiya rûniştandina girseyê didomiye. AMED – DÎHA
|
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...
Nisan 8, 2011
Kategoriler: HABER . Etiketler:barîkata, hat, Kon, polîsan, rastî . Yazar: amedtimes . Comments: Yorum bırakın