Serdema fînansê

Serdema fînansê
03/02/2011 – 08:39

Abdullah Ocalan
Serdema fînansê dinya ekonomîk a reel rêve dibe û têkiliya vê bi hêza pere ya bûye fermandar re heye
Serdema fînansê dinya ekonomîk a reel rêve dibe û têkiliya vê bi hêza pere ya bûye fermandar re heye. Para bêtir projeyên ji polîtîkayên sereke yên hegemonyadar re xizmetê bikin, esas têne dîtin. Ekonomiya dinyayê li gorî serdema fînansê wê çawa were dîzaynkirin? Kîjan herêm wê li ser hilberîna kîjan malan bisekine? Wê para wê çi be? Siyasetên bingehîn ên welatan wê çawa bêne birêkûpêkirin, avahiyên wan ên civakî û siyasî wê çawa bêne nûkirin, deynên wan çawa bêne dayîn, divê çavkaniyên xwe çawa bikarbînin? Her wiha welatên ji wan re asî û çete dibêjin wê çawa serî li wan û ekonomiya wan bê tewandin? Welatên bloka berê ya YKSS’ê, Çîn û welatên din ên ji wan re dinya sêyemîn tê gotin, wê çawa bi ser sîstema hegemonîk ve bikin? Bi Îsraîlê re têkilî wê çawa bêne danîn û sererastkirin? Bi tevahî welat, dewlet û gel weke dinya bi kîjan parametre û pîvanên giştî yên serdema fînansa nû yên neolîberal li hev bikin, wê li gorî vê projeyan deynin pêşiya welat, şîrket, dewlet û kesan. Kengî li gorî van projeyan gelek şertên eskerî û siyasî jî pêve danîn wê fînansman û înstrumanên pereyî jî tekûz bikin. Yên guh nedin jî wê krîz li ser wan bê ferzkirin heta biçin ber îflasê. Jixwe wexta serdema fînansê tê gotin, mebest jê serdema bi şertan ji bo projeyan bi destxistina krêdiyê ye.
Sîstem li ser vî hîmî tê xebitandin. Ev kurtepêşnûmeya me pêşkêşkirî jî pir aşkera nîşan dide ku di serdema fînansê de kapîtalîzm ekonomî nîne. Lîstikên bi kaxizan bi qasî ku ne ekonomî ne, mirov dikare piştrast bike ku ew amûrên li ser ekonomiyê hatî ferzkirin in. Di asta herî jor de karkirina yekdestdaran bi van kaxizan dibe. Ma ji vê zêdetir ekonomînebûnek heye? Tu sektor û dem, nikare bi qasî serdem û sîstema fînansê rave bike ku gelekî di ser serdema pîşesazî û bazirganiyê re belaş kar tê kirin. Di berdêla kûponên biçûk de hem her kes tevli karê tê kirin û bi vî awayî her kesî dikin hevparê gunehê sîstemê, hem jî sîstem bi vî awayî xwe xurt dike û rizgar dike. Serdema Fînansê ji serdema îndustryalîzmê zêdetir ne ekonomiye ye û li derveyî wê ye. Şêweyekî civak û çandê ye.
Aşkera ye ku em di asteke jor de bi yekdestdariyeke pereyan re rû bi rû ne. Em li qonaxeke wiha ya yekdestdariya super in, ku dewletan û heta weke dewlet DYA’yê jî di nava xwe de dihelîne. Gihiştiye hêzeke wiha, bi tevahî pêvajoyên desthilatdariyê kontrol dike, pêşde dibe, xira dike û ji nû ve ava dike. Cewherê globalbûna nû ev e. Çawa ku tê zanîn serdema globalbûnê ragihandin nîne. Ekonomî û siyaset, û yekdestdariya siyasî bi awayekî tu mînakên wan nehatine dîtin di asta globalbûnê de ketine zikhev û ev yek cewherê serdema fînansê pêk tîne. Bi tevahî îradeyên xwecihî, neteweyî, siyasî û ekonomîk dikevin kontrola hêzên super ên yekdestdarên global û serdema fînansê vê îfade dike. Ev rewşeke nû ye, û divê mirov gelekî hûrbinî li ser rawest e.
Bandora wê ya li ser realîteya civakî bi temamî bi armanca fetihkirinê ye. Hedef civakeke pere û ferazî ye. Riya herî bi tesîr a ji bo kapîtalîzekirina civakê, tevlikirina wê ya nava însturamanên weke bono, repo, tehwîl û senedên para ne. Bi vî awayî, nexasim di serî de çîna navîn, bi tevahî civak bi cîhana fînansê re dibe yek. Di berdêla karekî biçûk de wê dike hêza parastina pergalê. Refleksên wê yên dijberî pergalê para bêhtir têne şikandin. Bi civaka xure, krediya ji bo xureyan, bi hezaran awayên krediyê, dixwazin civakê zevt bikin û teslîm bigirin. Rêbaz gelek hêsan e. Pêşî krîzan ferz dikin û bi vî awayî dinyayeke nû ya bêkaran li dinya bêkaran zêde dikin. Çîna navîn hildiweşînin û dikin ku li ber wan bigere. Birçîtî û xizantiyê heta bi sînorê mirinê ferz dikin. Kaos û aloziyê kûr dikin. Piştre di berdêla şertan de ji bo ji nû ve avakirina civakê, wê bi krêdiyan ve girêdidin.
Berê hewl didan civakan bi şoreş û tevgerên rohnîbûn-çandî veguherînin. Niha bi rêbazên fînansê yên hînê komple ne, bi plan in, destê xwe nadin agir û bi maşeyê encamê jê digirin an jî hewl didin pê bigirin. Dixwazin tevahiya civakan bi homojenî û yekrengiyeke global ji nû ve ava bikin, ji bo bikin kerî û girse di hawênekî yekçandê de dikutin, û dikin ku bi qasî misqalê zere jî li ber sîstemê ranebin. Projeyên civakê bi awayekî li şûna şoreşên berê û utopyayan datînin. Êdî hewcedarî bi utopya û şoreşan nîne. Her tişt dikare bi proje bibe. Her wiha fînansor jî amade ne. Xuya ye ku civaka dijber, civaka sîmulakr, civaka ferazî û civaka yek zihniyet ev e. Gelo ya ferz dikin faşîzm nîne? Gelo ya ferz dikin, bi maskeyeke nû di asta global de projeya pêkanîna faşîzmê û dinya wê nîne? Divê mirov civaka serdema fînansê ji her alî ve nas bike û bi nav bike.