Ne zîndan in kampên êsîran e
Li Başûr bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên Sûriyeyê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Kesên ev wehşet jiyan e gotin ku îşkenceya li zindanên Sûriyeyê tên kirin li tu deran nîn e û salek û 3 mehan di tuwaletê de hatine hiştin
15/03/2011
Îdrîs KARA / Abdullah RAMAZAN – HEWLÊR
‘Bi armanca protestokirina zilm û zordariya li ser kurdên rojavayê Kurdistanê yên di zindanê de ne duh komeke ji 40 kesan pêk tê li Hewlêrê dest bi greva birçîbunê kirin. Çalakvanan diyarkirin ku daxwazên wan ji NY, UNHCR û hemû rêxistinên din yên navneteweyî ew e ku bila biçin zindanên Sûriyeyê lêkolînan bikin. Ji çalakvanan Azad Dêwanî û Fatma Rojava anîn ziman ku li Sûriyeyê kurd di girtigehan de rastî îşkenceyên hovane tên destnîşan kirin ku ew ji bo piştgiriyê bidin kurdên li zindanên Sûriyeyê ku niha di greva birçîbunê de dest bi greve birçîbûnê dikin. Fatma Rojava wiha behsa sedema çalakiya xwe kir: “Daxwazên girtiyan daxwazên maqûl in. Divê ji bo daxwazên girtiyan piştgiriyeke mezin bê dayîn. Daxwaza me ji rêxistinên mafê mirovan ew e ku zext li ser Sûriyeyê bikin da ku êdî kurdan qetil neke û nexe zindanan.”
PÊKANÎNÊN HOVANE HENE
Hin girtiyên siyasî yên di girtîgehên Sûriyeyê de mane jî di greva birçîbûnê de ne. Yek ji wan welatiyê bi navê Xalîd Elî got: “Ez jî di 2003’yan de ji ber xwepêşandana UNHCR’ê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatim girtin. Salek û 3 mehan di girtîgehê de wekî giriyeke siyasî mam. Di zindanê de hemû şêweyên işkenceyê tê bikaranîn. Bi rûmeta mirovan ve tê lîstin. Hinek girtî hene ku kes nizane li kû derê ne.” Xalîd Elî da zanîn ku ew di zindanê salek û 3 mehan maye û di tuwaletê de hatine hiştin û hemû pêdiviyên xwe li tuwaletê de bi cih anîne. Xwarin, vexwarin, tuwalet hemû di ciheke de bûye.
Xalid Eli ku yek ji girtiyên siyasî ye ku di zindana li Sûriyeyê de maye, da zanîn ku di serdanên ku bi tenê 5 deqîqeyan e û di hevdîtinan de kurdî qedexe ye. Eli wiha got: “Dema malbatên me dihatin ji aliyê rayedarên Suriyeyê ve destpêkê de dibirin odeyek jêre xeberên nexweş dikirin, di nava kesên dihatin serdanê de gelek ixtiyar jî hebûn li wana gef dixwarin, bi rûmeta wan dilizîn”. Eli her wiha diyar kir ji salên 1980’ê nêzîkî 10 hezar kes winda hene û got mirov işkenceya li Sûriyeyê tê kirin nizane çawa bêje ji ber ku rezaleteke û şermeke mirovahî ye.
Girtiyek din ê siyasî yê bi navê Mehmud Yaqub jî rezaleta li girtigehê anî ziman û wiha got: “Ez 6 mehan li zindana Feyha a Şamê mam, zilm û zordariyek bê navber û bêdawî heye. Îşkenceyeke mirov li tu carî li mirovan neke heye û got di nava van şeş mehan de îşkenceyên weke; elektrîk, heyzeran, şertît, ava sar û gelek cureyên din yên îşkencêyê li me kirin û hîna jî ev berdewam e û li hemû kurdan jî vê îşkenceyê dikin.”
Hate diyarkirin ku dê greva birçîbûnê ya çalakvanan sibe bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibe.
Daxwazên girtiyên li Sûriyeyê di grevê de ev in; “Serbestberdana girtiyên siyasî û bidawîanîna binçavkirinên nû, rakirina rewşa awarte, berfirehkirina azadiyên giştî û dawîanîna îşkenceyê” ne. DÎHA