|
|||||
![]() Abdullah Ocalan |
|||||
Civaka ekolojîk xweber civaka xwezayî ye. Piştî ku civaka dewletparêz bi berfirehî û kûrahî mezin dibe, civaka ekolojîk gav bi gav bi paş ve tê xistin û ev jî wek yek ji nakokiyeke bingehîn a civakî tê heta îro | |||||
p.MsoNormal, li.MsoNormal, div.MsoNormal { margin: 0cm 0cm 0.0001pt; font-size: 12pt; font-family: “Times New Roman”; }div.Section1 { page: Section1; }Her heywan û nebatê li qûntara çiyayên Kevanê ji bo min objeyeke dildariyê bûn. Mîna ku di wan de maneyeke pîroz hebe min li wan dinêrî. Ez ji bo wan, ew ji bo min hevalek bûn hatibûn afirandin. Min pir li pey wan baz da. Bi eşq û evîn. Eşqa min hinekî wiha bû. Hê jî di vê mijarê de ya min kirî û ez nikarim xwe efû bikim ew e; çivîkên ku min ew digirtin, bê rehm serê wan hildiqetand. Ji bo ez talûkeya mezin a di bin têgihiştina obje-sûbje de bibînim tu vegotinê bi qasî van bûyeran bandor li min nekir. Tercîha min a ji bo ekolojiyê bi dildarî û gunehê min ê zarokatiyê ve yê ez lê mikur hatim, ji nêz ve têkildar e. Ev talûkeya ruhî ya mezin ji çanda nêçîrê maye û hunerê ‘zilamê fermandar û mêtingerê bi hêz e.’ Ji bo min karîbûya ev talûke ji holê rakira, diviyabû min maskeya şer û îqtîdarê (xwedayên bi maske û bê maske, qralên tazî û li pişperdeyê) ya nêçîrvan derxista, naxwe min nikarîbû qîma xwe bianiya. Em heta zimanê nebat û heywanan fêm nekin, em ne dikarin xwe fêm bikin, ne jî em dikarin bibin civakeke ekolojîk. Bîranînên heywan û nebatên pêsîra min ber nedidan, min ê bi vî awayî maneyek bidaya wan…
Têkiliya di navbera xweza û civakê de yek ji mijarên sereke ye, Ilmê Civakî li ser zêde disekine. Tevî ku bandora hawirdorê ya li ser civakê aşkera ye jî wek mijar hêj nû dikeve ber destê felsefê û lêkolînên zanistî. Piştî ku sîstema civakî bandora wê ya di asta felaketê de li ser hawirdorê derket holê, bal kişiya ser vê mijarê. Dema li ser çavkaniya pirsgirêkê were rawestîn, wê sîstema civakî ya serdest ku bi awayekî xeter ketiye dijberê xwezayê, wê derkeve pêşiya me. Mirov çendîn li hemberî xwezaya hawirdora xwe xerîb ketiye û biyanî bûye, nakokiyên wî yên civakî û şer zêde bûne. Ev di çavkaniya nakokiyên hundirîn ên civakê de ku bi hezarê salan dewam kirine, aşkera xuya dike û ji aliyê zanistî ve jî ev yek her roja diçe zelal dibe. Di roja me ya îro de sir û şîfreya serdestiya li ser xwezayê ew e ku hemû çavkaniya zeft bike û bêeman bimije. Behsa hovîtiyên xwezayê têne kirin, ji sedî sed rast nînin. Însanê li dijî cins û cureyê xwe hov bûye, li dijî xwezayê jî bi awayekî xeter hov bûye, ev yek jî bi pirsgirêkên hawirdorê aşkera li ber çavan e. Ti cins û cureyî bi qasî mirov heywan û nebat tune nekirine. Eger mirov bi vî awayî û lezê karê tunekirinê dewam bike, li dawiyê wê mirovekî bûye dînazor û nifşê wî diqede bimîne. Civaka ekolojîk xweber civaka xwezayî ye. Piştî ku civaka dewletparêz bi berfirehî û kûrahî mezin dibe, civaka ekolojîk gav bi gav bi paş ve tê xistin û ev jî wek yek ji nakokiyeke bingehîn a civakî tê heta îro. Nakokiya civakê ya hundirîn çendîn mezin bûye, nakokiya wê ya bi atmosfera der ve re jî ew çend zêde bûye. Tehekuma li mirov bi xwe re tehekuma li xwezayê tîne. Aşkera ye ku sîstemeke dilê wê bi mirov neşewite, dikare her cure xirabiyê bi xwezayê bike. Jixwe hakîmiyet û fetîh wek du rastiyên bijare di exlaqê çîna serdest de cih girtine. Hukumkirina li xwezayê, bi qasî hukumkirina li mirov wek heq û helwesteke bi şeref tê dîtin. Zindîtiya xweza û pîrozkirina wê ya civaka xwezayî tune hatiye hesibandin. Mîna dijminekî fetîhker. Wexta ev têgîn li ser zîhniyet û tevgera civaka dewletparêz serdest bûn, êdî ji felaketên mezin ên hawirdorê re ku di roja me ya îro de bûne xetereke cidî, rê heta dawiyê vebûye. Pirsgirêka ekolojiya civakî bi şaristaniyê dest pê dike. Civaka xwezayî bi aliyekî xwe civaka ekolojîk e. Eger hêza civakê ji hundir ve were birîn, wê têkiliya wê ya bi xwezayê re jî qut bibe û heta ji hundir ve bi awayekî awarte birîn nebe, pirsgirêka ekolojîk jî nabe. Ya anormal, watedariya di hemû pêvajoyên xwezayî de, bi civaka şaristaniyê re maneya xwe winda dikin. Mîna ku zarok ji pêsîra dayikê hatibe kirin. Mezinahiya mejiyê hisî hêdî hêdî winda dibe. Mejiyê analîtîk ê tim ji zimanê xweza û wijdan dûr dikeve, bi cîhana xwe ya li hev dihûne, her ku diçe nakokiyên xwe bi hawirdorê re mezin dike. Tayê jiyanê bi xwezayê re tenik dibe. Şûnê, fikrên mucered û xweda digirin. Xwezaya afirîner cihê xwe ji xwedayê afirîner re dihêle. Xwezaya divê wek şefqeta dayikê were fêmkirin, mohra zalim li piştê tê xistin. Êdî ji bo mirov qehremanî ye ku çiqas karibe bi ser xwezaya bê zar û ziman de biçe. Heywan û nebat bi awayekî bê mêzîn hatin îmhakirin; ax, av û hewaya xwezayê hat gemarîkirin; civaka mirov ev yek wek mafekî xwe yê bingehîn hîn bû. Xwezaya hawirdorê êdî mirî ye, mîna qadeke jiyanê ya dembuhurî tê korkirin. Xweza ya hêviya bêsînor a xwezaya zindî ye, êdî kor e; bêhurmet e; ji lod û gidîşeke madeyên çor zêdetir tiştek nîne. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên sîstema şaristaniyê rê lê vekir, tewazuna nazik a di têkiliyên civak û hawirdorê de xirab kir. Xwezaya civakî di qonaxa dirêj a jiyan û pêşketina xwe de timî bi tewazuna nazik a ahenga bi hawirdorê re girêdayî ma. Xwezayê wek “dayikek” di hembêza wê de mezin bûye, di mejiyê xwe de bi cih dike. Di nav xwe û xwezayê de tevdebûn pîvaneke bingehîn e. Pêdiviyeke pêşketina xwezayî ye ku di pêşketina xweber de divê ji rêderketinên tewazunê ji binî ve biguherin pêk neyên. Bi awayekî bingehîn sîstem hevdu xirab nakin, hevdu xwedî dikin û pêşdikevin. Dema ku ji rêderketin pêk bê, divê mantiqê sîsteman ji wan bibihurin. Di vê çarçoveyê de şaristanî di sîstema xwezaya civakî de weke ji rêderketinekê derdikeve pêşiya me. Dîroka şaristaniyê ya pênc hezar salî di heman demê de dîroka vê ji rêderketin û mezinbûna wê ye. Felaketên ekolojîk herî zêde di vê serdema kapîtalîzmê ya tê îdiakirin şaristanî tê de pêşketiye pêk tên û ev jî bi awayekî neyê redkirin vê ji rêderketinê piştrast dike. Xwezaya civakî di jiyana xwe ya nêzî sê mîlyon salî de tu carî rê li felaketên bi vî rengî venekir. Civak û sîstemên hawirdorê hevdu xwedî dikirin. Di dîroka kin a şaristaniyê de krîzên ekolojîk ên derketin holê bi cewherê wê yê bi armanca karê re têkildar e. Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawirdorê bi beridîna milyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi milyonan salî pêk hatî ne ku ev yek di nava demeke pir kin de pêkanîne. Reaksiyona şikestinê destpêkiriye. Pêşbînî nayê kirin ku wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halî hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Encamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê aşkera ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îşaretên S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyametê bi rêveçûna heyî bi bêbalansiyeke xweza ne, bi destê hin komên xwe weke şebekeyan bi rêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xwezayê jî bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê wê li rondikên çavên mirovan nenêre. Ji ber ku hemû ji îxaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan hatin kirin berpirsyar bêne girtin. Ma qiyamet jî wiha pêşbîniya wê nayê kirin? Bi krîza sîstema civakî re krîza ekolojîk jî kûr dibe. Em dikarin di destpêka şaristaniyê de li kokên vê krîzê bigerin û ev riyeke rast e. Bi zêdebûna serdestiya di nav civakê de xerîbketina mirov ji bo mirov jî zêde bû û pêre mirov bi xwezayê re jî xerîb ket. Her du di zikhev de pêk hatin. Civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wê di ser gişan re tê naskirin, jixwe di tehlîla dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin, beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giştî ne, û ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne, mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke cidî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivê nevê wê tevahiya beridînê jê bi tesîr bibe. Ekolojî zanista van bûyer û pêşketinan e. Ji ber van sedeman gelekî girîng e. Nîzamê hundir ê civakê bi çi sedemê bişkê jî bi destê mirov ji nû ve dikare bê sererastkirin. Ma ne dawiya dawî rastiya civakî rastî ye ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawirdor welê nînin. Hin komên çavkaniya xwe civak, ya rastî bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin bibin sedem ji xelekên hawirdorê xelekên cidî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawirdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rû bi rû bihêlin. Li vir armanca min ew nîne ku ez li senaryoyên felaketê yên nû zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê divê ji sedî sed bi berpirsyariyên xwe rabe, em jî bi têgihiştina wezîfeyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên sedema hebûna me û berpirsyariyên me yên hewce ne, di çarçoveya qabîliyetên xwe de bibêjin û bikin. Mebest ji ekolojiyê; xwezaya biyolojîk û fizîkî ye ku di pêkhatinê de civak xwe dispêrê. Têkiliya di navbera pêkhatina fizîkî û pêkhatina biyolojîk a dinyayê de roj bi roj rohnîtir dibe. Yek ji qada zanist tê de serketî ye, ev qad e. Bi awayekî ilmî analîz tê kirin ku jiyanê di nav avê de dest pê kiriye, ji wir derbasî bejahî û reşahiyê bûye. Cureyên nebat û heywanên destpêkê bi awayekî sînor jê re gengaz nabe were danîn, cihêreng dibin û pêş dikevin. Hawirdora biyolojîk û fizîkî ya cureyê mirov dikare rabigire, li gorî van pêşketinan tê ravekirin. Yek ji faraziyeyên tê kirin, cureyê mirov bi giştî di cîhana ruhberan de û bi taybetî jî di cîhana heywanan de xeleka dawî ya tekamul û beridandinê ye. Ders û encama em dikarin ji vê bigirin ev e; cureyê mirov nikare sererast bijî. Eger li gorî xelekên tekamul û beridandinê tevbigere dikare hebûna xwe dewam bike. Eger mafên tekamul û beridandinê yên xwe dispêrinê xirab bike, dikare bi tevahî hebûna xwe ya biyolojîk ji holê rake û bibe sedem ku cureyê mirov nikaribe hebûna xwe dewam bike. Yekparebûna tekamulê ya di nav xwezayê de ji texmînan wêdetir, bi awayekî ilmî tespît bûye ku xwe dispêre têkiliya beramber a cureyan. Eger têkiliya beramber a di navbera cure û celeban de qut bibe, wê ji xelekên tekamulê jî veqetînên mezin bibin û ev yekê jî pirsgirêka dewam û îdameya gelek cureyan derxîne holê. Li hemberî vê rastiya ilmî, eger pirsgirêka ku şaristaniyê afirandiye neyê çareserkirin û tedbîr neyê wergirtin, ji zû ve çirkînî bi deriyê cehenemê ketiye. Ji ber ku şaristanî xwe dispêre zordarî û cehaletê, -ya rastîn derewkariya mecbûrî- rê li ber pirsgirêkê vedike. Wexta hiyarerşî û dewlet pêk tên, ji bo hebûna xwe mayinde bikin, tenê xwe naspêrin zordariyê, ji bo çîroka rastiyê veşêrin jî serî li durûtî û derewê didin. Serdestiya îqtîdarê, serdestiya zêhniyetê jî ferz dike. Eger zêhniyet jî hebûneke li derveyî rastiyê karibe bide qebûlkirin dikare hebûna îqtîdarê misoger bike. Aliyê îqtîdarê yê darê zorê her tim aliyê îqtîdarê yê hêza nerm zêhniyetê li ser piyan digire û serwer dike. Ev aliyê zêhniyetê bi xwe re mirov li hemberî xwezayê xerîb dixîne yan jî ji bo xerîbketinê bingeh amade dike. Heta ku têkilî û tayê bi civaka komîn re were înkarkirin û di şûna wê de hêzên dewletê û hiyarerşiyê yên ji rêderketî esas bêne dîtin, wê di zêhniyetê de ta û têkiliya bi xwezayê re were ji bîr kirin. Her mezinbûna şaristaniyê ya li ser vî zemînê xwe spartiyê, wê hêj zêdetir bibe sedema veqetîna ji xwezayê û wê bi xirabkirina hawirdorê xwe nîşan bide. Çavên hêzên şaristaniyê wê êdî mecbûriyetên xwezayê nebînin. Ji ber ku tebeqa jêr a wan xwedî dike her tiştî ji wan re amade pêşkêş dike. Utopyayên cenet-xwedayetiyê yên di pirtûkên pîroz de wek hêzên destpêkê yên şaristaniyê mîtolojiyên Sumeran, li ser vê rastiyê, li hev anîn. Wek qalibên zêhniyetê yên bingehîn li zêhniyeta mirovê di serdema zarokatiyê de hatiye kolan. Cenet-xweda, hebûnên mucered ên xwezayê ne. Bi awayekî hînê rastir, di şûna xwezaya rastîn de cîhanên sexte ne ku hêzên îqtîdarê li hev hûnane. Cewherê wê jî ev e; “ew ê dibin xwedê li cenetê bijîn.” Versiyona duyemîn; “Siltanên siya xwedê, mîna di cenetê de bijîn.” Versiyona sêyemîn; “mirovê kedxwar mîna di cenetê de bijî.” Ev qalibên zêhniyetê ku wek fermanên îlahî li ser civakê hatin ferzkirin, “dayika xwezayê” dan jibîrkirin. Hê zêdegaviyê dikin û bi gotinên ferazî yên wek “xwezaya hov, xwezaya kor, xwezaya divê stû lê were tewandin” civakê hînê zêdetir li hemberî xwezayê xerîb dixînin. Hêza îqtîdarê ya bi van derew û zordariya xwe jiyaneke antî-xwezayê ferz dike, bingehê pirsgirêkên ekolojîk e. Çendîn rola xwezayê di jiyanê de hat înkarkirin û di şûna wê de fîgurên qelp ên dînî û afirîneran hat bicihkirin, xweza jî hêdî hêdî wergeriya “hêzeke kor.” Vê zêhniyetê ku heta roja me îro jî bandora xwe kiriye, yek ji sedemên bingehîn e, nehiştiye zanist pêş bikeve. Eger hêzên xwezayê objektîf werin tarîfkirin zanist dikare pêş bikeve. Sîstemeke baweriyê ya her tiştî bi cin, perî û xweda ve girêbide, wê tu car nikaribe mane bide hûnan û tevneke mîna xwezayê. Ew ê bi israr destnîşan bikin ku hemû xwezaya biyolojîk û fizîkî ji aliyê têgîneke mucered xwedê ve hatiye afirandin û bi vî awayî xwe ji zanistê vedizin. Me pir baş dît, yekemîn tebeqeya mêtinger ji bo hebûna xwe rewa bike zêhniyeta xwedayê mucered diafirîne. Talûkeya vê zêhniyetê tenê ew nîne ku mirovan wek ebd-kole bi xwe ve girêdide, her wisa ji rastiyê qut dike. Têkilî û tayê zîhna mirov ê bi xwezayê re dibire, xerîb û biyanî dike. Xwezaya dayik şûna xwe ji xwezaya zalim re dihêle. Hem jî ji aliyê zalimên rastîn ve. Wexta mirov di nava dîrokê de çav li rawestgeh û qonaxên vê zêhniyetê digerîne, mirov vedilîze û matmayî dibe. Di dema împaratoriya Romayê de mirov û heywanên dirinde berdidan hev. Ev berhemê vê zêhniyetê bûn. Eleqeya bi cîhana hemû nebat û heywanan re qut dike, dinyayê reş û tarî dike. Ev rewş têkiliya wê bi kiryarên zalimane yê hêza îqtîdarê re heye. Ya rastîn, berdana hevdu ya mirov û heywanên dirinde, xerîbxistina ji xwezayê sembolîze dike. Di serdema feodalîzmê de dinya xaneke ku divê berî gavekê were terikandin. Heta cihekî bi qirêj e, mirov dixîne guneh û bi xwe ve girêdide. Li hemberî meznahiya xwedê ma çi qîmeta xwezayê heye. Berê gavekê terikandina xweza û dinyayê bûye hedefek bawermendwarî. Lê li tebeqa jor jiyan bi awayekî cenetwarî bi hezar reng û tamên xwe dewam dike. Em wexta dibêjin ji rêderketina zêhniyetê, em vê falsîfîkasyonê (berovajîkirinê) destnîşan dikin. Di bingehê paşvemayîna civakên Rojhilata Navîn de ev zêhniyeta ji rêderketî ya hezar salan radizê…
|