Gora zarokên xwe dîtin lê belê vê carê jî rastî astengiya dozger hatin
Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin
12/03/2011
Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen di şahiya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên 1992’yê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn piştre hatin binçavkirin. Malbatên ku careke din agahî ji zarokên xwe newergirtin, malbatên windayan serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û diyar kirin ku zarokên wan bi komî li zeviya kêleka Girtîgeha Dêrîkê hatine veşartin û xwest gor bê vekirin. Lê dozgeriyê bi hinceta ‘delîlên piştrast dikin ku mirî di gorê de hene, tune ne’ daxwaza wan red kir.
Li Dêrikê di pîrozbahiyên salvegera 15’ê Tebaxê yên sala 1992’yan de, şahiyek hate lidarxistin û wê demê leşkeran bi guleyan mudaxeleyî pîrozbahiyên ku li devera Uçyol a Dêrikê kirin û di encamê de Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bîlen bi awayekî birîndar hatin binçavkirin û malbatan careke din agahî ji wan negirt. Ligel ku şahidan wê demê îfade dan ku ew kes li ber çavên wan hatine binçavkirin jî rayedarên dewletê nexwest bûyerê zelal bikin. Di lêgerîna 18 salan de malbatên fêm kir ku zarokên wan li zeviya kêleka Girtîgeha Navçeyê ya Dêrîkê di goreke komî de hatine binaxkirin. Li ser vê yekê malbatên Turk, Yavuz û Bîlen serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrîkê dan û xwestin ku gora komî ya zarokên tê de ne bê vekirin. Dozgeriyê serlêdana malbatan bi hinceteke balkêş red kir.
HINCETA BALKÊŞ
Li ser serîlêdana malbatan dozgeriyê bersiva neyînî da malbatan û bi îdiaya ‘delîlên piştrast dikin ku cenaze di wê gorê de hene, tune ne’ serîlêdana malbatan red kir. Birayê Necat Turk, Celal Turk diyar kir ku wan gelek agahiyên girîng wergirtine ku birayê wî û hevalên wî li nava zeviya navborî hatine veşartin û ji ber vê yekê wan serî li ÎHD’ê daye. Turk wiha got: “Piştî ÎHD’ê me serî li Dozgeriya Komarê jî da. Lê dozger serîlêdana me red kir. Ew bûyer li ber çavê me hemûyan qewimî, lê dîsa jî ew hatin windakirin.”
JI RASTIYÊ DITIRSIN
Serokê ÎHD’a Mêrdinê Erdal Kuzu diyar kir ku ligel hemû hewldanên wan rayedarên darazê nexwestine bûyer bê zelalkirin û da zanîn ku ew ji pêvajoya darazê ya Tirkiyeyê encamê negirin, ew ê mijarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Kuza bi bîr xist ku wan li devera navborî gorek dîtiye û piştî lêkolînan derketiye holê ku di wê gorê de 3 kesên ku hatine windakirin hene.
Birayê Rida Yavuz, Sedat Yavuz got ku wî jî şahidiya bûyerê kiriye û piştî xwîşka wî Rida û du hevalên wê birîndar bûn li ber çavê gelek kesên ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran bi gulebaranê mudaxeleyî çalakiyê kir û bêserober gule dibarandin. Yavuz wiha got: “Wê demê xwîşkeke min di bin çavan de bû. Rida jî bi awayekî birîndar hate girtin û windakirin. Şahidên bûyerê ji tirsa neaxivin.
Piştre leşker ji bo sûcê xwe veşêrin bi dehan caran hatin gund û îdia kirin ku xwîşka min çûye tevli gerîla bûye. Wan digot bêjin, ew çûye çiyan.” Yavuz got ku dayîka wî piştî bûyerê felç bûye û hê jî li benda keça xwe ye. MÊRDÎN – DÎHA