Şerê li dijî kapîtalîzmê

Şerê li dijî kapîtalîzmê
23/12/2010 – 07:57

Abdullah Ocalan
Tevgerên çandî, femînîst û hawîrdor-ekolojîk pêş ketin, bi perspektîfên xwe yên pêşî yên antî-modernîst riyeke nû vekirin. Bêyî xwe bispêrin desthilatdariyê vegotina têkoşîna wekhevî, azadî û demokratiyê xurt kirin
Li hemberî barbariyên serdema kapîtalîst qebîle û ezbetên pêşî ku xwestibûn wan li ber mêtinkarî û nîv-mêtinkariyê stûtewendî bikin, li ber xwe dan û serî rakirin. Qebîleyên Çermsoran ên li Bakurê Amerîkayê û şaristaniya Aztek a li Başûrê Amerîkayê heta dawiyê li ber xwe dan. Şaristaniyên Asya û Afrîkayê, qewm û qebîleyên wan, şaristaniyên Çîn, Hindistan û Hebeşistanê bi hezaran qebîleyî timî serîhildan û berxwedanên xwe dewam kirin. Hînê bi awayekî serwext û rêxistinkirî, piranî jî bi şêweyê tevgerên rizgariya neteweyî yên sedsala 20’emîn, kêm be û hinekî xapiyayî bin jî serketinên gelekî girîng bi dest xistin. Di hundir de hişyarkerên mezin jî pêvajoya proleterbûnê bi xwe bû. Çawa ku tê zanîn di piyaseyê de bi awayekî azad firotina keda xwe mirov ji serftî û nîv-koletiyê xilas nake; berevajî, mehkûmiyeteke gelekî zalimane ya koletiyekê ye, ji bilî heqdestekî tu çareya xwe nîne. Bi qasî peyde   nekirina kar, timî heqdesta kêm, karekterê rejîma nû ya zordar nîşan dide ku gelekî ji ya berê  xirabtir e.
Bi tevahî serhildanên mezin ên li dijî kapîtalîzmê ji bo karkerên bi vî rengî nebin çêbûn. Ev serhildan ne têkoşîna karkerbûnê ne, têkoşîna ji bo karkernebûnê ne. Bi danasîneke şaş gotina ‘Bijî têkoşîna karkeran’ û gotina ‘Bijî koletî’ yek tişt e. Ya rast û ya jiyan jî destekê dide ew e ku divê mirov li ber mehkûmetiya bi heqdestê rabe. Ev serhildanên nîv-dezgehdaran û nîv-gundiyan ku weke lod û gidîşan xweber mezin bûn, timî bi dîroka kapîtalîzmê re di zikhev de ne. Rewşenbîrên ji paşeroja nîzama feodal bê hêvî bûn û texmîn nedikirin ku wê nîzama nû ya paşerojê çawa be, misêwa li welatekî rojê geriyan. Utopyagerên pêşî tu carî xeber ji kapîtalîzmê nedan. Berevajî, li dijî vê kabûsê bi paşerojeke tijî hêvî rabûn û xeyal be jî xwe paşve nedan ji bo di vî warî de projeyên xwe pêşkêş bikin. Serdema gavavêtina kapîtalîzmê di heman demê de di serî de Saint Simon, Campanella, Fourier, Erasmus û gelek utopyagerên mezin û nifşekî qehremanan   ji bo wekhevî, azadî û nîzama komin têkoşiyan.
Bi pêşengiya K. Marks û F. Engels cara pêşî li dijî kapîtalîzmê ala têkoşîneke bingehê wê zanist hat hildan. Herçiqas di hinavê wê de şaşî û kêmasiyên girîng hebûn jî di bin navê sosyalîzma zanistî de dijberiyeke sîstemê ya sedûpêncî salan bajo û bibe xewneke xeternak a kapîtalîzmê, pêk hat. Qehremaniyên gelekî mezin hatin nîşandan. Çeperên gelekî girîng hatin bidestxistin. Heftê salan bû îdeolojiya fermî ya YKSS’ê. Çîna parzemînê rakir ser piyan. Ji tevgerên rizgariya neteweyî re bû îlham. Bêşensiya vê tevgera li dijî sîstemê ew bû ku nikarîbû modernîteya kapîtalîst ji hev derxîne û nikarîbû bi awayekî radîkal xwe ji wê qut bike. Paradîgmaya wê ya zanistî, pozîtîvîst bû. Şaristaniya dewletdar û rêûresma desthilatdariyê ya di şaristaniya kapîtalîst de dewam kir, pirr zêde fêhm nekirin. Lê dîsa jî ji zû ve heq kirin ku bibin yek ji kevirê çarqozî yê şaristaniya demokratîk.
Divê mirov antî-kapîtalîstiya anarşîstan tu carî biçûk nebîne. Di serî de Proudhon, Bakunin, Kropotkin û yên weke wan şoreşgerên gelekî hoste bûn; rexne li sîstemê dikirin û hewl didan wê bi demokrasiya komin re bikin yek. Azadî û komin gelek tiştan deyndarê wan e. Tevgera anarşîstan jî nikarîbû bi temamî bingehê desthilatdarî û şaristanî li ser bilind dibû bibîne, nikarîbû qalibên modernîteyê bişkîne û wan jî kapîtalîzm bi tenê weke sîstemeke ekonomiyê dît. Xalên me jimartin kêmasiyên wan ên bingehîn bûn û noqteyên sereke bûn ku têde xapiyabûn.
Tevgera ciwan-rewşenbîran a di sala 1968’an de ji nişkê ve derket pêş, di ketina serdema fînansê de tevgera herî mezin a protestoyê bû. Her çend aliyê wê yê utopîk li pêştir bû jî li dijî serdema herî qirêj û tarî bû meşaleya azadî û rohniyê. Piştre tevgerên çandî, femînîst û hawîrdor-ekolojîk pêşketin, bi perspektîfên xwe yên pêşî yên antî-modernîst riyeke nû vekirin. Bêyî xwe bispêrin desthilatdariyê vegotina têkoşîna wekhevî, azadî û demokratiyê xurt kirin. Li dijî sermayedariya global gav û navê civaka global weke dijberên sîstemê hat bihîstin, bi rexneyên der barê rabihuriyê de li xwe kirin, cara pêşî bi awayekî bi rêkûpêk bi têgihiştineke dîrokî û civakî xwe xurtkirin, bi veqetîneke temam ji şaristaniya kapîtalîst û bi yekbûna bi şaristaniya demokratîk re karîbûn li ser riya azadî, wekhevî û komunalîzmê pêşde biçin.