Gundiyên mirî hewl didin îspat bikin

Gundiyên mirî hewl didin îspat bikin
Bûyerên ku li serê gundiyên Gundê Dogerê ya Navçeya Dicleyê ya Amedê hatine rewşa Tirkiyeyê radixe berçavan

08/04/2011

Bûyerên ku li serê gundiyên Gundê Dogerê ya Navçeya Dicleyê ya Amedê hatine rewşa Tirkiyeyê radixe berçavan. Piştî qetliama 1915’an a Ermeniyan cara yekem kadastro di sala 1955’an de ket gundê Digorê û araziyên ku ji ermeniyan man belavî gundiyên ku nû hatine re belav kirin. Serê malbatek ê 80 donim arazî hat dayin lê belê di 22’yê Kanuna 2009’an de disa kadastro ket gund û tapuyên yekem hatin betalkirin.
Di 24’ê Gulana 2010’an de ji aliyê Miduriyeta Sicil ê Tapuyê Dicleyê ve cara duyem tapu hat dayin lê di tapuyan de agahiyên aidê gundiyan ên şaş hatin dayin hin gundî jî wek ‘mirî’ hat qeyd kirin. Kesên bi navên Mehmet Aslan, Sait Ceylan, Mehmet Huseyin Tekin û Mehmet Bildirci yên wek mirî hatine qeyd kirin niha têkoşina hiquqi didin. Gundiyan derbarê Miduriyeta Tapuyan de gilî kir.
Mehmet Aslan jî diyar kir ku zeviyên xwe firotine birazîyên xwe û dema wî xwest ku tapuyê bide wan ew hînbû ku miriye. Aslan, anî ziman ku ji ber vê yekê wî nikariye tapuyê bide birazayên xwe. Aslan, da zanîn ku wî der heqê Midûriyeta Tapuyê de doz vekiriye û niha dixwaz isbata nemiriye li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Dîcleyê bike. Aslan, bilêv kir ku gelek tapuyên ayîdî wi hene.
Keyayê gund Şevket Tekîn jî diyar kir ku di sala 2009’an de kadastro cara duyemîn hate gund.
Midûrê Sîcîlê yê Tapuya Dîcleyê têkildarî mijarê de diyar kir ku di tapuyê de di navbera welatiyan de tu cudakarî nehatiye kirin û wiha got: “Karên pîvanê yên kadastroyê ji şîrketên taybet tên îhalekirin. Ev şîrket cihê diçinê pîvanê dikin. Lêkolînan dikin û qeyd dikin. Em tenê qeydên ji me re tên em digirin. Lê ji ber ku kesên vî karî dikin xwedî agahî nîn in hemû xetayên tên kirin ji me re tên hesibandin. Şîrketa teybet di qeydan de mirov mîrî nîşan dan e. Şîrketên taybet bi lezgînî dixwazin karê xwe bikin û derbasî ciheke din bibin. Ji ber vê yekê xeta kirin e. Ji aliyê kadastroyê ve jî xeta hene. Kesên wekî mirî derbasî qeydanbûn dîroka rojbûn û nimreya TC. jî nehatiye nivîsandin.”AMED – DÎHA


13