Di civaka Rojhilata Polîtîka ekonomiya Rojava kehanet û berevajîkirinên xwe yên zanistî der barê şaxên din ên civakê de pêşde biriye, pêşî wan digire dest û li ser wan disekine. Hewcedariya wê bi vê heye. Hedekî wan ê karê û daneheveke wan a sermayê ya hê pêşketî, lê cuda heye. Zanista ekonomî-polîtîkê ji aşkerakirina vê rastiyê zêdetir ji sergertina wê re navgîntiyê dike. Mirov dikare vê yekê weke vegotina mîtolojîk a versiyona hemdem binirxîne.
Pirsgirêka ekonomîk bi awayekî bingehîn kengî jin ji nava ekonomiyê tê derxistin, dest pê dike. Ekonomî bi xwe jî her tiştê dibe mijara xwedîkirin û debarê, digire nava xwe. Li gorî polîtîka ekonomiyê jî (Kapîtala K.Marks jî di navê de) li piyaseyan di çarçoveya hilberînê de kar, faîz, rant û heqdestên têne bi destxistin bingehê mijara ekonomiyê pêk tînin. Ne zanistî, lê belê disîplînek heye ku bi temamî li gorî jiyana bûrjûwaziyê ya li ser karê hatiye avakirin e. Jiyana aborî ya ku nîzama wê li ser hîmê karê tê danîn, pirsgirêka herî binî ya civakê ye. Li gorî karê sererastkirina jiyana mirovan, tê maneya desthilatdariya herî hovane. Têgîna biyo-desthilatdariyê hinekî jî vê rastiyê îfade dike. Tevahiya dîrokê, ji bilî pêdiviyên mirovan, civakan hemûyan bi guman li danehevên weke mal û pere yên ji bo dewlemendbûnê nêrîne, çawa ku keysa xwe lê anîne ev danehev li hewcedaran belav kirine. Bê sedem nîne ku wexta danehev ne ji bo felaketan, lê ji bo dewlemendbûna çend kes û koman pêk hatiye, ev yek bi bêexlaqiyê hukim lê hatiye kirin. Mirov nirxekî pîroz ê mîna jiyana mirov bi sermayedaran bide îpotekkirin, bêexlaqiyeke mezin hatiye hesibandin. Diyardeya ku modernîteya Kapîtalîst a Rojava bi hezar hiqûq û amûrên hêzê dixwaze rewa bike, ev e. Levîathan ê di Pirtûka Pîroz de navê wî derbas dibe, di cewherê xwe de îşaret bi vê diyardeyê dike. Li dijî civakê cinawirekî sembolîze dike. Ya ku ekonomî nîne û berevajî, koma diyardeyên ruhê ekonomiyê distîne, di bin navê polîtîka ekonomiyê de weke zanist tê pêşkêşkirin. Di rasyonalîzekirina ekonomî-polîtîka ingilîz de hewldana Marks a ne kêm bû, ne ekonomiyê, belê antî-ekonomiyê îfade dike. Ew ji vê re ekonomî bêje, ne di civaka sosyalîst de, di kîjan civakê de dibe bila bibe, nabe etîk were qebûlkirin. Kengî xwestiye Hegel rake, li ser piyan bisekinîne, ew bi xwe serberjêr çûye yan jî ketiye. Bi kurtî, operasyonên karê û danehevên sermayê yên bi piyaseyan hatine meşandin di dîrokê de bi awayekî hemtayê wan nedîtî, bingehê pirsgirêkên ekonomiyê ne.
Piyase pêdiviyek e
Pêwîst e, ez vê xusûsê careke din diyar bikim ku heta ji pêdiviyên mirovan ên debar, kinc lixwekirin, çûnûhatin û cîhwarbûnê re xizmetê bike, dijbertiya piyaseyê û ew weke amûrekî fetîşîzma metayê nirxandin, helwesteke hevgirtî û maqûl nîne. Di vê çarçoveyê de piyase pêdiviyek e, û amûrekî baş ê ekonomiyê ye. Ya dijbertiya wê tê kirin, ev nîne. Bi rêya piyaseyan bi buhayên alavan tê lîstin, ji aliyê din ve jî bi sedema mesafeyên dûr, sîstema kareke zêde ango kapîtalîzm pêk tê. Di vir de dijbertiya kapîtalîzmê tê kirin. Dijbertiya kapîtalîst a vê sîstemê, bêguman dihêle ku mirov li dijî her tiştê vê sîstemê li ser piyan digire, derkeve. Rastiya piyaseyê li derveyî vê çarçoveyê ye. Bîleqis, yekdestdarên sermayê timî bi buhayên alavan dilîzin û bi vî awayî derfet û îmkanên karê zindî dihêlin, bi vê jî li piyaseyan pêkhatina pevguhertineke adil û têkûz asteng dikin. Ango kapîtalîzm ne bi tenê antî-ekonomî ye, antî-bazare jî. Eger wisa nebûya, ma mumkin bû ku jiyana civakî misêwa bi lîstikên fînans û tengezariyê were serûbinhevkirin? Di serî de zêdebûna şêniyan a sînorê xwe derbaskirî, bêkarî, xizankirin û talankirina hawîrdorê, pirsgirêkên gefan li mirovatiyê dixwin û jêre talûke ne, tevî ev qas zanist û teknîkê, ma wê evçend mezin bibûna?
Di ekonomiyê de rolgirtina jinê
Rolgirtina jinê di navenda ekonomiyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji ekonomiyê fêhm neke, kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, ekonomiya ku zilamên tirtire li ser herî zêde lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Ev lîstika tu têkiliya xwe ya organîk bi ekonomiyê re nîne, bi tenê bi hêrsa hêzê û kara zêde radibe, di serî de jin dixwaze tevahiya hêzên ekonomîk bike bin destê xwe. Di encama vê lîstikê de her cure hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê weke ûr û girêkekê li ser civakê mezin dibin û ev yek jî dihêle ku ev lîstik bigihîje qonaxekê dewam neke û neyê lîstin.
Piştî jinan di serî de cotkar, ji yên bi ekonomiya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên piçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji ekonomiyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Em bi mijarekê re rûbirû ne ku divê herî zêde bê rohnîkirin. Pêvajoyên şaristaniyê yên ku bi awayekî talana qadên jiyana ekonomîk û objeyên wê ne, çawa bû ku hatin rewakirin û heta roja me ya îro anîn? Hêzên ekonomî tesfiye kirin, çawa çêbû ku weke hêmanên bingehîn ên ekonomiyê hatin pêşkêşkirin? Eger em bibêjin di civaka Sumer de wexta xweda hatin avakirin ji vê zêdetir rastî bûn, bawer dikim ku em ê nexapin. Tevî van rexneyan hemûyan jî K. Marks hay jê hebû ku di bin navê ekonomiya kapîtalîst de dehşet û felaket tê pêşkêşkirin. Lê belê eger em bibêjin; di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe heta mirov bêje bes ava kiriye, analîz û çalakiya wî ya şoreşgerane evqas dibû, wê hê rastir be.
Dewlet xwediyê milk e
Di civaka Rojhilata Navîn de cudahiyeke girîng jî ew e, mayeyên ekonomîk bi destê dewletê di binî re tê dayîn. Ya rastî, wexta ku em li ber çavan bigirin ku di şaristaniya Ewropayê de bêyî dewletê kar bi destxistin xeyal e, em ê bibînin ku di tehlîla dawî de dewlet xwediyê bi tenê û rewa yê mayeyên civakî ye. Jixwe ev sedem têrê dike ku xwe xwediyê milk bibîne. Li derveyî dewletê qala karê kirin ji xapandinê û wêde tiştekî din nîne. Weke encam mirov dikare bibêje; dîroka şaristaniyê dîrokeke antî-ekonomîk e. Tevahiya pirsgirêkên ekonomîk weke encama vê nakokiyê derdikevin holê. Çîna serwer, bajar û dewlet çiqasî destê xwe ji ekonomiyê bikişînin, bi gotineke din çiqasî piçûk bibin û ekonomiyê ji berpirsiyarên wê yên rastî re bihêlin, pirsgirêkên ekonomîk jî wê ewçend bikevin rêya çareseriyê. Ev tespîta ji bo ekonomiya global, tespîta herî rast e; ji bo jiyana ekonomîk a Rojhilata Navîn hê rastir e.
Weke hêza çandî ya manewî civak bêîdeolojî nabe. Tevî ku îdeolojî bi zêhniyetê re têkildar e, lê têgîneke hê cudatir e. Heywan, heta bi nebat û atoman jî mirov dikare behsa zêhniyeta wan bike. Lê îdeolojî xweserî civaka mirov e. Wezîfe û erka wê ya bingehîn ew e ku jiyanê manedar û sererast bike. Eger ev mane û sererastkirin nebe, civak nikare li ser piyan bimîne û wê bikeve dehşetê. Ji lewra îdeolojî têra xwe pirsgirêkeke balkêş e. Maneya wê ya peyvê; mentiqê fikran e. Civaka mirov, ji bo bi mentiqê fikran şêwe û awayekî bigire, û were azadkirin, xwedî xwezayeke nerm e. Lê bi vê xisleta xwe ya nerm li kolekirinê jî vekiriye. Hem çareserkerê pirsgirêkan e, hem jî çavkaniya pirsgirêkan e, ev jî têkiliya xwe bi şêweyê avabûna mirov re heye.
Li Rojhilata Navîn îdeolojî
Di şaristaniyên Rojhilata Navîn de îdeolojî bi roleke mezin rabûne. Şaristanî bi xwe bi gelek tiştan deyndarê afirîneriyên mîtolojîk ên rahibên Sumeran e. Panteona xwedayan a hatiye avakirin bandora xwe li dînan hemûyan kiriye. Bi şaristaniya maddî re di zikhev de timî şaristaniyeke manewî jî hatiye avakirin. Hêza xanedanî û qraltiyê ya li ser rûyê erdê mezin û bilind dibe, xwe weke sembol bi xwedê pêşkêş û bilind dike, û ev yek jî kiriye wezîfeya bingehîn a îdeolojiya xwe. Nîşanên qralê li rûyê erdê weke formên xwedayî li ezmanan hatin nîşandan. Ji wê demê ve felsefe, zanist, huner û dîn timî li van xwedayan geriyane. Ya dîtin li aliyekî cîhana rastiyan bû, li aliyê din jî cîhana xeyalî ya rastiyên ji rê derxistî bû. Ya ji bo cîhana îdeolojîk a Rojhilata Navîn girîng ew e; zanibe bişopîne îdeolojiya mîtolojîk çawa veguheriye îdeolojiya dînî, ya dînî çawa veguheriye îdeolojiya felsefî û herî dawî jî çawa veguherîne teoriyên zanistî; karibe bişopîne û bibîne çi beramberî cîhana pirsgirêkên maddî tê. Pirsgirêkên jiyana civakî û ekonomîk ji sedî sed di îdeolojiyê de beramberê xwe wê bibînin: yan weke rastî yan jî weke ji rêderketî. Saziyên xanedan, desthilatdarî û dewletê xwe bi awayekî gelekî tîpîk di cîhana îdeolojiyan de bi awayekî xwedayî ava dikin û pêşkêş dikin. Eger ji van aliyan ve analîzên îdeolojîk bêne kirin, mirov dikare der barê civakê de rast rohnî û serwext bibe. Cîhana tevahiya dîn û xwedayên serdema destpêkê û navîn, cîhana hiyerarşî, xanedanî, desthilatdarî, dewlet û sermayedarên mezin û bilind dibin nîşan didin û mirov şopên wan ên hatine rewakirin dikare bi hêsanî bibîne. Pevçûn û pirsgirêkên di navbera wan bi xwe de jî çawa bûne, wisa di şopên wan de jî qewimîne. Ji bo mirov li pirsgirêkên maddî serwext bibe qada îdeolojîk çiqasî hewce bike, berevajiyê wê jî ewqasî hewce dike. Bi qasî ku mirov karibe herdu alî û rûyan ji hev bike, divê mirov timî li têkiliya di navbera wan de bigere û bibîne.
Îdeolojiyên sîstemê çareser nake
Di momentên şarisaniyan de hêzên avaker haya wan bi temamî ji karektera xeyalî ya îdeolojiyan hebû. Wexta ku cîhana xeyalî weke rastiyê pêşkêşî cîhana koleyan dikirin, hem kole sernermî dikirin, hem jî arezû û xwestekên wan gem dikirin û bi xeyala jêre dinya din digotin, hêvî dikirin ber dilê xwe xweş bikin. Ango cîhaneke îdeolojîk a gelekî bi pirsgirêk, dibû kevneşopî û rêûresm. Ji ber vê rastiyê ye ku dîroka şaristaniyê timî di bin siya xweda û dînan de hatiye pêşkêşkirin.
Di roja me ya îro de pirsgirêkên civakî yên giran vediguherînin pirsgirêkên îdeolojîk ên bi vî rengî. Belkî jî ji ber ku bawer dikin, wê pirsgirêkan bi vî awayî hêsantir çareser bikin, ev wisa ye. Ji nû ve geşkirin û zindîkirina îdeolojiya Îslamî, hebûna pirsgirêkên civakî yên zêde dibin, nîşan dide.Ji ber ku îdeolojiyên modernîteyê nikarin bibin amûrên çareseriyê û nikarin têkiliyeke rastî bi pirsgirêkên civakî re deynin, ev yek wisa ye. Çi serneketina îdeolojiyên rêûresmî, çi jî serneketina îdeolojiyên modern, bi rastnîşannedana pirsgirêkên civakî re têkildar in. Çareserî bi şêwazên şoreşgerane û beridandinê, hem di gotinê de û hem jî di çalakiyê de bi cihanîn û pêkanîna rastiyê ferz dike.
|