Lihevhatina şaristaniya dewletdar û demokratîk

Lihevhatina şaristaniya dewletdar û demokratîk
30/12/2010 – 07:09

Abdullah Ocalan
‘Şaristanî bêyî ku li hev bikin heta hevdu tune bikin û serketinê bi dest bixin şer dikin’.
‘Şaristanî bêyî ku li hev bikin heta hevdu tune bikin û serketinê bi dest bixin şer dikin’. Çavkaniya hukmên bi vî rengî, têgihiştina diyalektîkî ya tune dike ye, û weke min di têgihiştina xwe ya felsefî de jî hewl dabû rave bikim, ez wê li gorî diyalektîka herikîna gerdûnî li cih nabînim. Her çiqas seriyên hevdu tune bikin hebin jî ya esas ew e ku dualî bi hev ve girêdayî ne, û hevdu xwedî dikin ango têkiliyeke simbiyotîk e. Di xwezaya civakê de zêdetir ev cewherê diyalektîkê dimeşe. Ji bo civakan jiyanên hevbeş esas in; li hev dikin, bêyî ku hevdu tune bikin, beramber hevdu xwedî dikin. Dîrok û aktualîte bi giranî vê xwezayê bi mînakan piştrast dikin. Şêweyên têkiliyê yên tune dikin û zêde ji xwe cihê dikin, rewşên îstîsnayî ne. Çawa ku di cîhana heywanan de şêr îstîsna ne.
Şaristaniya dewletdar û şaristaniya demokratîk bi hev re û bêyî ku hevdu tune bikin, dikarin li hevdu bikin. Ji bo vê jî şertê pêşî ew e ku şaristanî nasnameyên hevdu nas bikin û bi rêz bin. Eger aliyek li ser aliyê din nasnameya xwe bi zorê yan bi hin avantajên di destên wê de yan jî bi pêşengiya xwe hewl bide pê bide qebûlkirin, ev li hev kirin nîne, rêbaza tunekirinê ye. Di tevahiya dîrokê de ev rêbaz derdikeve pêşiya me û di roja me ya îro de jî heta bi çeperên civakan belav bûye. Ev rêbaz a şer û desthilatdariyê ye. Ewropa, hinekî jî DYA weke hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst ji rêbaza şer-desthilatdariyê ya tevahiya çarsed salan hat pêkanîn, dersên hewcê girtine û bêyî ku bi tevahî dewleta netewe (Ji ber ku sedema bingehîn a şerê hundir û derve rêxistiniyên bi vî rengî yên desthilatdariyê ne) hilweşînin, hewl didin bi şêweyên yekitiyên federal ji nû ve ava bikin. Wexta vê yekê jî dikin, argumanên weke mafê mirovan, civaka sivîl û demokratîkbûnê jî tevli dikin. Aşkera ye ku dixwazin dewleta netewe ji şêweyê wê yê hişk daxînin û nerm bikin, ango dixwazin dewletê bînin astekê ku zêdetir bi roleke çareserker rabe. Li Rûsya û Çînê jî hewldanên bi heman rengî hene. Dewletên mîna Koreya Bakur, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îran û welatên weke wan ên di hişkbûnê de israr dikin li helwestên hişk rast tên. Iraq ji bo bibe nimûne û îbret, hedef hat nîşandan. Êdî dixwazin ji vê rewşa kaotîk dibe û ji krîzê bi xisareke kêm û hindik birînan derkevin.
Tê guftgûgokirin ka gelo sîstem mîna Romayê bûye xwedî împaratoriyekê. Bêguman ji Romayê bi tesîrtir xwediyê rêveberiyeke global e. Çi hegemonîk, çi jî împaratorî be, hêza vê îradeyê xwediyê giraniyekê ye ku cih ji nîqaşê re nahêle. Timî wê hewl bide sîstema xwe restore bike û li ser piyan bihêle. Nîzamên parzemînî yên mîna Yekitiya Ewropayê ji bo Asya, Afrîka û Amerîkayê jî di rojevê de ne. Ji bo Rojhilata Navîn, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêşde dibin. Difikirin ku Neteweyên Yekbûyî NY reforme bikin. Ji nû ve sererastkirinên civakî, çandî û ekonomîk misêwa di rojevê de ne. Ango li hemberî me û sîstema şaristaniyê ya em di nava wê de têne ajotin, her çend di serdema xwe ya herî kaotîk de be jî vala nasekine.
Eger bê pirsîn ka gelo refleksa wê ya lihevhatinê heye yan na, ez ê bibêjim vê rêbazê jî hîç kêm nake. Jixwe di dîroka xwe de rêbaza misêwa serî lê dide û encamê jê digire, ev rêbaz e. Sîstem ên hemberî wê çiqasî bê însiyatîfa rêxistin, têgihiştin û azadiyê be, her tim ji pêvajoyên lihevhatinê serketî derketiye. Di mînaka sosyalîzma pêkhatî de bi vê rêbazê di serî de YKSS û Çîn bêtesîr kiriye. Modernîzmê qelsiyên wan ango dewleta netewe, îndustriyalîzm û pozîtîvîzm bi kar anî û ev serketin bi dest xist. Rizgariya neteweyî û sosyal-demokrat hînê bi hêsanî asîmîle û bêtesîr kirin. Karîbû tevgerên mîna anarşîst, femînîst, ekolojîst û hin tevgerên radîkal jî marjînal bike.
Tevî van nîşaneyan hemûyan jî hêza sîstemê her tişt nîne. Ji vê jî wêdetir di dema xwe ya herî qels de ye. Eger bereya şaristaniya demokratîk, destketiyên hînê dixwaze, yên hewce û heq kirine nikare bi dest bixe, sedema vê ya bingehîn ew e ku şoreşa paradîgmaya pêdivî pê heye (nêzîkbûna zanistî ya bingehîn) hînê bi temamî nekiriye û nikarîbûye xwe bigihîne hêza têrê dike ya bername, rêxistin û çalakiyê. Ev ne ew hedef in ku mirov nikaribe bi dest bixe û nikaribe xwe bigihîne wan. Tevgera şaristaniya demokratîk dikare li nasnameya xwe ya rastî xwedî derkeve ango li azadî, wekhevî û demokrasiyê, dikare analîzên xwe yên dîrokî-civakî bike û bi vî awayî şêweyên xwe yên bername, rêxistin û çalakiyê yên di asta dinya, herêm û xwecihî de ava bike. Konfederalîzma Demokratîk a Dinyayê; ji bo Asya, Afrîka, Ewropa û Awûsturalyayê weke konfederalîzmên demokratîk ên herêmî dikarin di rojevê de cih bigirin. Nexasim ji bo Rojhilata Navîn, projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn ji bo derketina ji rewşa kaotîk a heyî dikare bibe xebateke manedar.
Divê mirov xwe ji helwestên taktîk ên weke ‘yan hemû yan jî hîç’ dûr bigire, dîsa helwestên weke heta dawiyê şoreş an jî şer û dijberê wan helwesta Hz. Îsa heta dawiyê aştî, li hemberî diyardeya desthilatdariyê ya komplîke û kevneşopiyê nikarin bi tesîr û serketî bibin. Divê mirov berxwedan, serhildan û xebatên avakirinê bike şêweyekî jiyanê, bêyî ku însiyatîfa azadiyê ji dest berde bi tevahiya hêzên sîstemê re li her cihî û demê li hev bike, ev rêbazek e ku wê zêdetir pêşde bibe û bi ser bixe. Lê divê ez dubara bikim ku şaristaniya demokratîk nasnameya me ye û mirov dikare li hev bike, lê bi ŞERTÊ ku divê em zanibin xwe di nava şaristaniya dewletdar de tu carî nehelînin, ji dest nedin, xwe ava bikin û biparêzin.

Nexşeriya Ocalan dê riya çareseriyê diyar bike

Nexşeriya Ocalan dê riya çareseriyê diyar bike
Nexşeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a sal û nîvek berê ji bo çareseriya pirgirêka kurd amadekiribû û di raya giştî de bûbû sedema gelek heviyan, bi riya DMME’yê teslîmî parêzeran tê kirin.

31/12/2010

Nexşeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a sal û nîvek berê ji bo çareseriya pirgirêka kurd amadekiribû û di raya giştî de bûbû sedema gelek heviyan, bi riya DMME’yê teslîmî parêzeran tê kirin. Li bendê ye ku di demeke nîqaşên “Xweseriya Demokratîk” û “Jiyana duzimanî” tên kirin de “nexşe rê” dê tevkariyekî mezin bide pêvajoyê û bersiva gelek pirsan jî bide.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îrfan Dundar diyar kir ku li bendê ne ku di rojên pêş de bi riya DMME’yê Nexşeriyê bidin wan. Dundar, anî ziman ku serlêdana wan li DMME’yê kir parastin ji 550 rûpelan na ji 710 rûpelan pêk tê. Dundar, da zanîn ku dema DMME’ya di 5’ê çileyê de dê bi dawî dibe û îhtîmaleke mezin dê “Nexşeriyê” bidin. Dundar, bilêv kir ku Nexşerê pêşniyareke gelek girîng e û ji 156 rûpelan pêk tê û wiha got: “Di hevdîtinan de jî hinek aliyên nexşeriyê ji aliyê birêz Ocalan ve hate gotin. Di nexşeriyê de pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hene. Di nexşeriyê de mafên kurdan, hêzên çekdarî û têkoşîna siyasal dê çawa bê çareserkirin tê nîqaşkirin. Gelek berfireh e. Nexşerê dê tevkariyekê bide nîqaşên tên kirin.”
Dundar, destnîşan kir ku projeya Xweseriya Demokratîk a Ocalan e û projeyeke di rojaneya û wiha got: “Ji ber wê yekê gelek girîng e. Dibe aliyên wê yên kêmasî hebin. Lê ramaneke bingehîn heye ew jî Xweseriya Demokratîk e. Nîqaşên li ser perwerdehiya kurdî em dê di wir de bibînin. Her wiha têkildarî parastina rewa û hemû faktorên din jî tê de hene.” Dundar, da zanîn ku ew dê nexwşe riyê ji dest bigirin û dê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkera bikin.

Ocalan cewherê nexşerê ragihandibû

“Nexşeriya” Ocalan a ji aliyê raya giştî ve bi awayekî mezin dihate meraqkirin di hevdîtinên parêzeran de hinek nîşaneyên wê dan. Ocalan ji bo çareseriyaê tesbîta qanûn, dad û makeqanûnê kir û pêşniyar pêşkêş kirin.
Ocalan di hevdîtanan de welatê hevpar jî vekir û got, “Welatê hevpar Tirkiye û Kurdistan e. Kurd dê hem Tirkiyeyê hem jî Kurdistanê wekî welatê hevpar qebûl bikin. Tirk jî dê hem Tirkiyeyê hem jî Kurdistanê wekî welatê hevpar bizanin.”
Ocalan têkildarî nîqaşên muxatabê pirsgirêka kurd kî ye jî di hevdîtina 15’ê nîsana 2009’an de zelal kir û wiha got: “Muxatabê vî karî ez im.”
Ocalan, anî ziman ku polîtîka karê muzekereyê ye got, “Her tim min yekalî ev kar kir. Polîtîka yekalî nabe. Dualî ye û muzakere ye.”
Ocalan, di hevdîtinên xwe de anî ziman ku ew alîgirên çareseriya demokratîk in û heke çareseriyê li operasyonên leşkerî bigerin dê wê demê çek însiyatîfê bigire.
Rêberê PKK’ê Ocalan dema dest bi nivîsandina Nexşeriyê kir daxuyand ku ew dê Makeqanûna 1921’an esas bigire û wiha got: “Di makeqanûna 1921’ê de ji bo kurdan xweserî hebû. Îro tê wateya Xweseriya Demokratîk. Heke çareserî pêk bê divê makeqanûna 1921’ê esas bê girtin.”
Ocalan nîqaşên makeqanûnê jî nirxandin û ev pêşniyar kir: “Pêşniyara min ew e ku makeqanûna 1921’ê mînak bigirin. Li ser vê makeqanûnê lêkolînan bikin. Ji bo vê pêşnûmaya nû ez dikarim vê pêşniyarê bikim. ‘Makeqanûna Komara Tirkiyeyê hemû çandan bi awayekî demokratîk hebûna wan qebûl dike û xwe anîna ziman jî qebûl dike.’ Ev hevok bes e.”
Ocalan, bal kişand ser rola rêxistinên sivîl ên civakî û wiha got: “Ez ji bo çareseriya pirsgirêka kurd navbêjim ‘bila dewlet’ tunebe. Dê dewlet hebe lê dê rûmetê nîşanî hemû azadiyan bide. Modela min a çareseriyê wisa ye; Dê dewlet hebe lê li aliyê din dê neteweya kurd a demokratîk jî dê hebe. Kurd dê hebûna dewletê binasin. Dewlet jî dê neteweya kurd a demokratîk qebûl bike.”STENBOL – DÎHA