Bila di sala 2011an de kuştin û îşkence bi dawî bibe
Çalakiya ÎHD’ê û xizmên girtiyan ku ji bo zelalkirina aqûbeta windayan her hefteyê tê lidarxistin vê hefteyê jî li Amed, Riha û Êlihê berdewam kir. Xizmên windayan xwestin ku di sala 2011’an de kuştîn û îşkence bidawî bibin
02/01/2011
Çalakiya ÎHD’ê û xizmên girtiyan ku ji bo zelalkirina aqûbeta windayan her hefteyê tê lidarxistin vê hefteyê jî li Amed, Riha û Êlihê berdewam kir. Xizmên windayan xwestin ku di sala 2011’an de kuştîn û îşkence bidawî bibin.
ÎHD’a Amedê û xizmên windayan di 99’emîn hefteya çalakiya xwe de, bi boneya zelalkirina aqûbeta windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalakî bi beşdarbûna rêveberên BDP, MEYADER, Dayikên Aştiyê û nûnerên sendîkeyan hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarata “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hate vekirin. Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, daxuyanî xwend û di destpêkê de sersal pîroz kir. Bîlîcî, diyar kir ku di sala 2010’an de gelek maf hatine binpêkirin û wiha axivî: “Di sala 2010’an de gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin û hêj jî tên darizandin. Em hêvî dikin ku di sal nû de êdî tu kes ji ber nasnameya xwe rastî binpêkirina mafan neyê.
Piştî daxuyaniyê vê hefteyê çîroka kuştina Bedriye Gumuş a ku li gundê Adih a girêdayî Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate kuştin hate vegotin. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Necîbe Guneş, ku çîroka Gumuş, xwend diyar kir ku di encama gulebarana leşkeran de welatiyên bi navê Abdulselam Acet, Seyfettîn Kopçak, Alî Olmez, Abdulselam Ozbey, A. Hakîm Gollan jî bi Gumuş re hatine kuştin. Guneş, her wiha ragihand ku Serdar ê bi navê Ramazan fermana kuştina gundiyan daye.
ÎHD’a Rihayê jî bi heman armancê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Kargeriya Karakoyunê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya şemiyêde nûnerên BDP, MAZLUMDER û ÎHD’ê û malbatên winayan amade bûn.
Serokê ÎHD’a Rihayê Cemal Babaoglu, bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kirin ku niha gelek neweşên girtî di sînorê mirinê de ne. Babaoglu, xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.”
ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li kolana Gulistan daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP’ê, nûnerên ÎHD’ê, xizmên windayan amade bûn. Serokê ÎHD’a Êlihê Osman Kunteş, bal kişand ser binpêkirinên 2010’an û anî ziman ku di sala 2010’an de jî binpêkirinên mafan berdewam kiriye û zêde bûye.
Kunteş, bang li her kesî kir û xwest her kes li mafên mirovan xwedî derkeve. Kunşat, her wiha ji dewletê jî xwest ku kujer bên dîtin û winda bên dîtin. AMED – RIHA – ÊLIH