Çalişkan: Birayê min terkî mirinê kirin
Welatiyê bi navê Hasan Çalişkan diyar kir ku birayê wî Îdrîs Çalişkan di 1999’an de ji bo şermezerkirina anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê xwe şewitandiye û ligel ku 12 sal derbas bûye jî birayê wî nayê tedawîkirin
12/03/2011
Welatiyê bi navê Hasan Çalişkan diyar kir ku birayê wî Îdrîs Çalişkan di 1999’an de ji bo şermezerkirina anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê xwe şewitandiye û ligel ku 12 sal derbas bûye jî birayê wî nayê tedawîkirin. Çalişkan wiha got: “Birayê min tenê dikare li ser piyan bisekine. Lê piştî demeke ev jî nabe. Birayê min terkî mirine hatiye kirin.”
Binpêkirin mafên mirovan ên girtîgehên Tirkiyeyê bi dawî nabin. Birayê Çalişkan Hasan Çalişkan diyar kir ku ligel ku 12 sal derbas bûye jî pirsgirêkên birayê wî berdewam dikin. Çalişkan got ku birayê wî li Girtîgeha Yozgatê agir berdabû bedena xwe û wiha berdewam kir: “Sing, qirik, mil û rûyê birayê min şewitîn. Piştî bûyerê we rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yozgatê. Lê li wir bi ranzayê ve hate zincirkirin. Di bin navê tedawiyê de rastî îşkenceyê hat. Li ser vê yekê birayê min xwest sewqî Girtîgeha Sincanê bê kirin.” Ji ber ku birayê wî li Enqereyê nehat tedawîkirin di 2005’an de ew birine Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Çalişkan da zanîn ku li vê derê jî di bêvinê birayê wî de hestî derketiye û ji cîger û damarên wî de jî pirsgirêk derketine holê. Ji ber nexweşiyan êdî nikare biaxive.
‘EZ MIROV IM’
Çalişkan dest nîşan kir ku li Boluyê jî birayê wî nehatiye tedawîkirin û ew şandine Enqereyê, bi awayeke kelepçekirî derxistine pêşberî bijîşk. Çalişkan wiha berdewam kir: “Birayê min qebûl nekir. Ji bijîşk re got ku ez mirov im, ne sewal im, tedawiya bi vî rengî qebûl nakim. Li ser vê helwestê ew careke din şandin Boluyê.” Çalişkan diyar kir ku ji ber ku ji destên wan tiştek nayê serî li ÎHD’ê dane û di encanma hewldanên ÎHD’a Stenbolê birayê wî careke din birine Enqereyê. Lê li Enqereyê tenê mudaxaleyî hestiyên bêvinê wî kirine û şandine Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.
FERASTEKE ÇAWA YE
Birayê girtiyê nexweş Hasan Çalişkan, nêzîkatiya bijîşkan a mudaxale nekirina birînên şewatê rexne kir û wiha got: “Ev feraseteke çawa ye. Miroveke li ber mirinê ye tê pêşiya we û hûn wî tedawî nakin. Dernamek jî nedan.
Dema ku diçe revîra girtîgehê jî jê re dibêjin derman pir buhe ne tu dê bikirî. Mafên jiyanê nadin birayê min.”
Birayê Çalişkan dest nîşna kir ku li Boluyê rapora acîl dane birayê wî lê li Enqereyê ev rapor hatine çirandin û rapora saxlem e dane wî. Çalişkan wiha got: “Rewşa birayê min her diçe xirab dibe. Niha tenê li ser piyan disekine. Lê sibehê dusib dê ew jî nebe. Birayê min terkî mirinê kirin.”
Çalişkan got ku ji bo ku birayê wî bê tedawîkirin dê serî li her derê bide û bi parlamenterê BDP’ê yê Amedê Akin Birdal re hevdîtin pêk aniye. Di demeke kin de jî dê serî li ÎHD’ê bide. ENQERE