|
|||||
![]() Yildiz Gultekîn |
|||||
yildizgultekin@hotmail.com | |||||
De havîn e, germeke wisa heye, mirov nikare derkeve derve. Di van rojen germ de dema mirov xwe bide ber siya daran an jî li ber siya dîwaran, ew tava tujmir ovan li ser piyan dihelîne |
|||||
De havîn e, germeke wisa heye,
mirov nikare derkeve derve. Di van rojen germ de dema mirov xwe bide ber siya daran an jî li ber siya dîwaran, ew tava tujmir ovan li ser piyan dihelîne. Jinen me yen pîr çend heb cilan li ser hev li xwe dikin, sere xwe jî bi çend destmalan dipeçin. Lewma ew germa giran qet tesîre li wan nake. Le em jî cilen tenik li xwe dikin, destmaleke tene diavejin li ser sere xwe u di bin we tava havîne de diqelin u dihelin. Îcar rojeke em qîz u buk çune ber newala Qendîle, ava çeme Qendîle gur u pir sar dikişe. Dema em biçin dar u bera peşiya we ave digirin u goleke mezin çedibe.Em hemu jin xwe davejin nava we gole, heta çend saetan em di nava we ave de soberî dikin, yane avjenî dikin. Suta cîrana me ji xwe re bukek aniye, çend meh bere daweta we kirin, ew buk yeka reş e u qurmiçiye, qet weke buken din nasekine, hema çaven we li ser her kesî ye, ne edeten me dizane u ne jî cînartiya me fem nake. Min got Sute can, te ev buka hane li ku dere dît! Qet nizane rabun u runiştandina xwe, ev çend meh in te daweta we kiriye, gerek mirov hinekî buktiye bike, ev buka te wek zarokan e. Suta feqîr bi kelegirî got: Daye ez çi bikim, kure min dil teda bu. Min jî çu xwest, le tiştek nabe, ciwan e,we piştî çendekî baş bibe. Ere baweriya Sute hebu ji bo buka we demeke kin u direjde bibe jineke herî baş. Piştî we gotinen din li me nediket em bibejin.Me di nava we gole de kef u henek dikir.Me dît denge kilameke hate guhe me. Kilameke pir dilşewat u evînî bu, me sere xwe bilind kir, buka Sute xwe daye li kerekî ye. Cilen xwe guhertiye wek meran, pariyek pore xwe daye li ber bevila xwe. Şarek li dora sere xwe giredaye, hema weke xortekî delal u çeleng li ser me re sekiniye, awriye meran dide u kilaman dibeje. we deme me hemuyan kire hawar u xwe avete bine ave, me hedîka sere xwe li bin ave derxist de ka em bizanibin ew xorte hane kî ye! Em bizdiyan, ev ji ku derket? Me hemuyan got: Heyran, qurban, em te nas nakin tu kî yî! Di riya xwe de biçe, ger meren me, te u me di vî halî de bibînin we şerekî mezin derkeve, di riya xwe de biçe. Em hemu jî bizdiyane, xwe diavejin paş hev ji bo ku ew xort me bi tazî nebîne. Gelo em e çawa bikin, cilen me jî li me dur in, em e çawa di nava ve ave de derkevin! Em di nava fikaran de diçun u dihatin. Hema Sute kire qerînî u kenekî pe girt, got: keçiknooo metirsin waye ew buka min e dînik e, xwe kiriye wek meran he he he. Me hemuyan li çaven hev nerî, gelo ew e an na! Sute got keçe porkure te mala me xirab kir, te em bizdandin, ka sere xwe veke were cem me. Buka we li ser kere peya bu, cilen xwe derxistin, xwe tazî kir u kete nava ave, em hemu lal man, me nezanîbu em je bixeyidin an jî je re giliyen nebaş bibejin. We denge xwe bilind kir, got: Ez dizanim ji ber ku ez ew qasî xweşik nînim, hemu kes difikire ez nezan im. Min xwest em di ve roja hane de ji bîr nekin, lewma min xwe kir weke meran u em hinekî bikenin. Piştî we, ew roj heta evara dereng em u buka Sute ketin nava kef u henekan. Çi bukek zimanxweş, dilxweş u heja bu. Min got xwîşka Sute îro min hin peyven nebaş ji bo buka te gotin, tu u buka te min bibexşînin, ez xelet fikirîme, waye buka te hejayî sed mirovan e. Kenekî kef u serbilindî xwe da li ser leven Sute.Ew rojqet ji bîra min naçe, buka Sute weke meran li ser kere kilam digotin. Piştî we deme me her tim je re digot “Buka Li Ser Kere…” |