Bîranîna Astronotê yekemîn Yûrî Gagarîn ya firîna kosmosê di sala nû da wê li ser asta herî bilind bê pîrozkirin. Ekîba 27`emîn a Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî ya bi serokatiya Ketrîn Kolmena ji Amerîkayê, Paolo Nespoliyê ji Îtalyayê û Fermandarê Îstgeha Koskosê ya Navneteweyî Dîmîtriy Kondratyevê Rûs amadekariya pîrozbahiyan dikin.
Sala 2011`an wekî sala kozmonotiya Rûsyayê hatiye destnîşankirin û bi menasebeta salvegera çûna Yûrî Gagarîn a ser heyvê amadekarî tê kirin ku ekîba piraniya vê salê wê li gerdûnê derbaz bike. Bi rasthatina salvegera çûna Gagarîn a fezayê, li Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî lêkolîner li dora şeş mehan xebatê dikin û dijîn.
BI SEDAN KOZMONOTON
Hate diyarkirin ku heta niha li dora 200 kozmonotên ji welatên cuda ber bi Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî ve çûne. Rûsyayê di dawiya sala borî de, ji hevkarên xwe ra pêşniyar kir, ku li kosmosê bargeha navgînên ji bo firînên li derveyê rêgeha cîhanê saz bikin. Îdeya, ku îro wek fantastîk xuya dibe, piştgiriya Navneteweyî sitand. Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî piştî çend salan dikare bibe îstgeha sereke ya kosmosê.
Serokên Ajansên Kosmosê yên Rûsya, Kanada, Ewropa, Japonya û Amerîkayê hatin li ser wê netîceyê, ku heta sala 2020`an dirêjkirina wextê xebata Îstgeha Kosmosê ya Navneteweyî tu astengiyên teknîkî nînin. Rêvebiriya Roskosmosê destnîşan dike, ku pêşbaziya li kosmosê ji zû de bi dawî bûye.
ÇÎROKA BALKÊŞ A GAGARÎN
Di 1959’an de li Yekitiya Sovyetê di Enstîtuya Nojdariya Leşlerî de beşekî ji bo bijartin û perwerdekirina kozmonotan hat vekirin. Doktorê Zanistên Bijîşkî Nîkolay Gûrovskî serpereştiya vê beşê dikir. Ji gelek yekîneyên leşkerî pîlot dihatin wir û Yûrî Gagarîn jî di nav wan de bû.
Kozmonot ji aliya komîsyoneke taybet dihatin bijartin. Komîsyon, li gor wê demê şêwazên herî pêşketî yên pişkînîn û lêkolînkirina derfetên organîzma mirovê bikar dianîn.
Yûrî Gagarîn jî wekî berendamên din, ji pişkînîneke nojdarî ya hişk re derbas bû. Neştergerê sereke yê Artêşa Sovyetê Aleksandr Vîşnevskî jî beşdarî li proseya bijartina kozmonotan dikir. Bijîşkê navdar destûr da pîlotê ciwan, ku dest bi antromanan bike.
Gagarîn bi awayekî serkeftî ji ceribandina vestîbuler û ji kursiyên zivronek re derbas bû. Bijîşk mikur li xwe hatin, ku derfetên organîzma Yûrî Gagarîn bêhempa ne. Wî, di hemû ceribandinên bargiraniyê de diyaerdeyên bilind nîşan kir.
Paşê kozmonotê pêşîn ê dahatuyê şandin Nexweşxaneya Hêzên Hewyaî ji bo pişkinîna derûnî. Derûnnasên nexweşaxaneyê amaje pê kirin, ku Gagarîn dikare bi awayekî gavişkî rewşê binirxîne, û di rewşekî stresê de bêyî dudilî bîryaran bistîne. Gagarîn her wisa bi xwînsariya xwe yê balkêş re jî, ji yên din cudatir bû.
Yek ji beşên giring a perwerdekirina kozmonatan, xweavêtina bi paraşutê bû. Carekî, beriya ku Gagarîn ji bilindahiya 4 km xwe bavêje û diviya bû paraşuta wî piştî 50 cirkeyan vebe, nebza wî wekî di rewşeke asyaî de bû, ango di xulekekî de 80 caran lê dida.
LI SER HEYVÊ ÇI DIXWAR?
Menuya `esmanî` ya Yûrî Gagarîn ji şorbeyên di nav tûpan de, ji penêrê helandî, ji sicûq û nanê pêk dihat. Piştî ku ceribandina di nav sûrdokamerayê de xelas bû, hemû bijîşk, rojnamevan û kameraman lê kom bûn. Gagarîn derket û hat cem wan û wekî her car pir zindî û rûken bû, te digot qey 10 roj di nav `kameraya bêdengiyê` de namabû.
LI CÎHANÊ MÊZE DIKIR
Paşê hemû kozmonot di nav balafireke taybet de sê caran ji ceribandina bêkêşaniyê re derbas bûn. Di firîna yekemîn de kozmonot bi rewşa bêkêşaniyê re nas bûn û şêwaza hevpeyvînê ceribandin. Di firîna duyemîn de ew koordînasyona bizava xwe, gengaziya xurek xwarinê di mercên ne asayî de û bandora bêkêşaniyê li ser dîtina çavan lêkolîn kirin. Di encama ceribandinan de pispor pê bawer bûn, ku bêkêşanî ne astenge ji bo firrîna mirov li kozmosê. Ji ber van ceribandinan Gagarîn pûana herî bilind stand.
Li gor bîrayra komîsyonê, ji 250 berendaman tenê 20 kes guncan derketin. Serokê bernameya kozmîkî ya Yekitiya Sovyetê Sergey Korolyov bi her kozmonotê dahatû yê re hevdîtin pêk anî û bi wan re yek bi yek sohbet kir.
Piraniya zanyar û metodîstan gihîştin wê encamê, ku ji hemû berendamên zêdetir Gagrîn digunce ji bo firrîna pêşîn li kozmosê. Di 10’ê nîsana 1961’an de, du roj beriya firrîna dîrokî, Komîsyona Dewletê bîryar girt, ku kozmonotê pêşîn dê bibe Yûri Gagrîn û dublorê wî jî bibe German Tîtov.
Rêwîtiya Yûrî Gagarîn çawa derbas bû?
3 Keştiya esmanî `Vostok` bi pîlotê xwe Yûrî Gagarîn ve ji kozmodroma Baykonûr a li Qazakistanê, bi dema Moskowê di seat 9.07 a 12’ê Nîsanê sala 1961’an de hat şandin. Kozmonotê yekemîn li dorê Cîhanê carekî zivirî û di seat 10.55’an de de li deverê gundê Smelkovka ya wîlayeta Saratovê ya li başûrê rojhilata Rûsyayê gihîşt erdê. Bilindahiya noqteya herî nêzîk a rêgehê 181 km, lê bilindahiya noqteya herî dûr a rêgehê jî 327 km bû.
3 Ji ber arîzeya di sîstema frenê de, cîhazê ku Gagarîn pê dadiket, dûrî ji ciyê plankirî gihîşt erdê. Seat 10.48’an de radarê balafirgeha leşkerî ya li nêzî wê herêmê hedefekî nenas dît. Ev hedef cîhaza daketinê bû. Lê piştî demekî kin, di bilindahiya 7 km’yê de Gagarîn bi katapoltê xwe firand û hingê li radarê du hedef xuya bûn.
3 Piştî firinê kesên ku herî pêşîn kozmonot dîtin, jina mêşevanekî Anna Taxtarova û neviya wê ya şeş salî Rîta bûn. Bi zûtirekî ji garnîzona herî nêz leşker xwe gihandin wir. Birekî leşker cîhazên daketibûn girtin bin parastinê û birê din jî Gagarîn birin garnîzonê. Ji wir Gagarîn bi telefonê rapora xwe da fermandarê Liqê Berevaniya ji Hevayê: `Ji kerema xwe re ji Serfermandarê Hêzên Hewayî re ragihînin: min erka xwe pêk anî, li deverê plankirî gihîştim erdê, tu birîndariya min nîn e. Gagarîn`.
3 Mûşeka Barkêş `Vostok` ji sê beşan pêk dihat. Hêza giştî ya motorên mûşekê bi qasî hêza 20 milyon hespê bû. Giraniya keştî bi tevî beşa dawî ya mûşekê ve 6,17 ton, dirêjahiya wî 7,35 metre, giraniya mûşeka bêyî beşa dawî 4,73 ton bû.
3 `Vostok` ji cihaza daketinê û ji beşeka dina a cîhaz û damûdezgehan pêk dihat. Cîhaza daketinê giroverhatibû çêkirin û diyametreyê wê 2,3 metre û giraniya wê jî 2,4 ton bû. Tê de kursiya kozmonot, cîhazên rêvebirinê û sîstema pêjiyanê hatibûn bicîkirin. Kursî wisa hatibû bicîkirin ku bargiraniya ku di dema firîn û veniştinê de derdiketin, bandorekî kêm li kozmonot dikir. Di nav kabîneyê de fişara atmosferê û hewa wekî ya Cîhanê bû. Kuma cilê esmanî ya kozmonot vekirîbû ew bi heweya kabîneyê ve hilmijand. Sîstema pêjiyanê ji bo 10 şev û rojan hatibû hesêbkirin.
3 Piştî ku motora firênê dest bi kar kir, hêzê firinê kêmtir bû û Vostok dest bi nizimbûnê kir. Di bilindahiya 7 hezar metreyî de derpoşê cîhaza daketinê vebû û kursî bi kozmonotê ve jê firriya der. Di bilindahiya 4 hezar metre de kursî ji kozmonotê veqetiya û ket redê, lê kozmonot daketina xwe bi paraşutê ve berdewam kir. Tevî kozmonot yedeka qezayî jî dadiket , ku tê de keleka rizgarkirinê hebû û dema ku ewê biketa avê, dê bi otomotîkî bihata nepixandin.
Navê Gagarîn li ser heyvê hate nivîsandin. Navê Gagarîn li ser heyvê li kraterekî hatiye lêkirin. Madalyayekî Zêrîn a Yûrî Gagarîn heye, ku di sala 1968 de ji aliya Ferderasyona Navneteweyî ya Hewavaniyê ve hatiye damezrandin. Ev madalya ji wan kozmonot û ostronotên re tê pêşkêş kirin ku ji bo pêşvebirina esmangeriyê rola mezin dilîzin. Li gelek bajêr û bajarokên Rûsyayê kolanên bi navê Gagarîn, gelek cade, bulvar, park, kulûb û dibistanên bi navê Gagarîn hene. Di 1968’an de li wîlayeta Smolenskî li bajarekî navê Gagarîn hat lêkirin. Du madalya yên bi wêneyên kozmonotên sovyetê jî di nav wan de ne û yek ji wan bi wêneya Yûrî Gagarîn e.
|