Daraza tirk berê xwe da zarokên kurd ên derveyî welat!

Daraza tirk berê xwe da zarokên kurd ên derveyî welat!
 
 
Li aliyekê kesên wek Kemal Burkay û Şivan Perwer vedixwînin Tirkiyeyê, li aliyê din daraza tirk îmze avêt binê bûyerek ku qet nebûyî.

05/04/2011
 
Li aliyekê kesên wek Kemal Burkay û Şivan Perwer vedixwînin Tirkiyeyê, li aliyê din daraza tirk îmze avêt binê bûyerek ku qet nebûyî. Daraza Tirk der barê 3 zarokên kurd ên ku temenê wan nebûyî 18, li Fransa û Swîsreyê dijîn û qet riya wan bi Tirkiyeyê neketine dest bi lêpirsînê kir.
Li Tirkiyeyê bi hezaran zarokên kurd bi hinceta kevir avêtine polîsan niha di girtîgehan de ne û ji bo wana 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Polîsên tirk zarokên kurd ên ku beşdarî xwepêşandanan dibin bi hinceta “Kevir avêtine” di çarçoveya “Zagona Tekoşîna bi Terorê re” (TMK) tên girtin. Vê carê daraza tirk ket pey zarokên kurd ên li Franse û Swîsreyê beşdarî xwepêşandanan bûne.
Bi hinceta zarokên kurd Şahîn Boztaş, Ridvan Demir û Bozan Mîntaş, di sala 2007’an de li Fransa û Swîsreyê beşdarî xwepêşandana bi boneya şermezarkirina operasyonan bûne û kevir avêtine lêpirsîn hat destpêkirin.
Bûyera ku daraza tirk xist nava tevgerê wiha ye: Dadgeha Ceza ya Asliye ya Parîsê di 13’ê Nîsana 2009’an de 3 heta 5 sal cezayê girtîgehê li ciwanên beşdarî çalakiyê bûne birî. Dadgeha Tirk jî di 16’ê Adara sala 2009’an ev dosya ji Fransayê xwestibû. Rayedarên dadgehên fransî dosya ji Tirkiyeyê re şand.
Ji ber wê jî Dozgerê Komarê yê Xwedî Rayeya Taybet Selîm Berna Altay yê Dadgeha Stenbolê bi hinceta temenê ciwanan nebûye 18 biryara bêpeywiriyê da û dosyayê ji dozgerê li doza zarokan dinêre re şand. Ger pêwîst bike wê dozgerê li doza zarokan dinêre, li dijî
Şahîn Boztaş û Ridvan Demir ên li Franseyê dijî û Bozan Mîntaş ê li Swîsreyê dijî bi hinceta “endamên PKK’ê, madeyên xeter bi kar anîne û ziyanê dane malê rayagiştî” wê doz veke. PARÎS

Ji bo azadiyê berê ciwanan li çiyê ye

Ji bo azadiyê berê ciwanan li çiyê ye
Li aliyekî êrîşên artêşa tirk ên li ser gerîlayan berdewam dike, li aliyê din gêrîlayan yekîneyên xwe yên bersivdayînê zêde dikin

07/04/2011

Li aliyekî êrîşên artêşa tirk ên li ser gerîlayan berdewam dike, li aliyê din gêrîlayan yekîneyên xwe yên bersivdayînê zêde dikin. Di van mehên dawî ku şer û pevçûn zêde bûne de, tevlibûna nava refên gêrîla jî, zêde bû. Berxwedan jî, yek ji ciwanek ku di van demên dawî de tevlî refê gêrîla bûne ye. Berxwedan diyar kir ku dewleta tirk mafê jiyanê nade kurdan û wiha got: “Tevgerê bang kir. Em dibêjin berxwedana xwe xurt bikin û bigihîjin azadiya xwe. Ji bo xurtkirina berxwedanê hatim çiyayan.”
Ciwanek din ê bi navê Şoreş, bi 5 hevalên xwe re ji Stenbolê berê xwe daye çiyayan. Şoreş wiha got: “Hesreta min, dawiya dawî pêk hat. Ez gihîştim gerîlayan. Pir dilşad û bextewar im. Ji niha û pê ve peywira me ew e ku em bibin berxwedêrên baş.” Ciwanê bi navê Hêriş jî, ji Başûrê Kurdistanê tevli bûye. Derbarê pirsa “Çima tevli gerîla bûyî?” de, wiha got: “Li gelê me dixin. Dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê, dijminê hemû kurdan e. Ji ber vê jî, divê hemû gelê kurd li dijî potîkayên dijminane têbikoşe.” Ciwanên ji Rohilatê Kurdistanê jî tevli bûne, balê kişandin ser zextên ku dewleta Îranê li kurdan dike. Ji cinanên Rojhilatê Ronahî hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Di van demên dawî de 4 endamên PJAK’ê hatin darvekirin. Her roj tên kuştin. Zeyneb Celaliyan bi mirinê re rû bi rû ye. Ji bo nîşanî wan bidim ku wê şerê ji bo rûmetê yê ciwanên kurd dê li dijî wan bidome, tevlî refên gerîla bûm.” BEHDÎNAN-ANF