‘Berpisyarê bidawîbûna bêçalakîtiyê AKP ye’
Di çarçoveya çalakiyên Pêncşema Reş de li Amed, Riha, Dêrsim û Îdirê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate destnîşan kirin ku berpisyarê bi dawîbûna biryara bêçalakîtiya KCK’ê Hikûmeta AKP’ê ye
04/03/2011
Li Amed, Riha, Dêrsim û Îdirê, di çalakiyên “Pêncşema Reş” yên ji bo berdana siyasetmedarên kurd tên lidarxistin de, hate gotin ku berpisyarê bi dawîbûna biryara bêçalakîtiya KCK’ê Hikûmeta AKP’ê ye.
WÊRANŞAR : Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, Wekîlê Şaredar Mehmet Buran, rêveberên BDP’ê yên navçeyê û xebatkarên şaredariyê li ber avahiya şeradariyê hatin cem hev û girtiyan şaredar û siyasetmedarên kurd şermezar kir. Di çalakiyê de polîtîkayên AKP’ê yên der barê pirsgirêka kurd de hate şermezar kirin û hate xwestin ku siyasetmedarên kurd bên berdan.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hate lidarxistin.
PIRSÛS : Li navçeya Pirsûsê jî bi heman armancê gelek kesên di nav de Wekîlê Şaredar Mehmet Ozkan, Şaredarê Bajaroka Elîgorê Î.Halîl Parildar jî heyî, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku AKP li hemberî gelê kurd bi avayekî durû tevdigere û vê derê jî hate xwestin ku di zutirin demê de siyastemdarên kurd bên berdan.
PEYAS : Li navçeya Peyasê jî di çarçoveya çalakiyên “Pêncşema Reş” de çalakiyek hate lidarxistin. Seroka BDP’a Peyasê Zubeyde Kiliç, Wekîlê Şaredar Mahmut Dag, Dayîkên Aştiyê, Nûnerê Heremê yê ÎHD’ê Şevket Akdemîr, û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Seroka Rêxistina BDP’ê ya Peyasê Zubeyde Kiliç, li vir axaftinek kir. Kiliç, bang li Hikûmeta AKP’ê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê dest ji polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê berde.
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû
QOSER : Pencşema Reş li Qoserê jî bi heman armancê hate şermezarkirin. Di çalakiya ku li ber avahiya Şaredariyê kom bûn de, endam û nûnerên saziyên sivîl û civakî, endam û rêveberen BDP’ê yên Mêrdînê û Qoserê amade bûn. Di çalakiyê de posterên Şaredarên girtî hatin daliqandin û pankartên “Em şaredarên xwe dixwazin” û “Bi ruhê xweseriya demokratîk em li şaredarên xwê xwedî derdikevin” vekirin. Pişt re Endamê Meclisa Şaredariya Qoserê Adîl Başaran, anî ziman ku ji ber hikûmeta AKP’ê gavên aştî û çareseriyê neavêt, KCK’ê biryara bêçalakiyê bi dawî kir û anî ziman ku berpirsiyariye vê pêvajoyê hikûmeta AKP’ê ye. Başaran, anî ziman ku ger siyasetmedarên kurd serbest bên berdan û daxwazên kurdan bi cih bên dê pêvajo baş bibe”
DÊRSIM : Li Dêrsimê jî bi heman armancê li ber Şaredariya Dêrsimê çalakiya Pencşema Reş hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlementera Êlihê û Serokwekîla Koma BDP’ê Ayla Akat Ata, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP’ê û Reveberiyên Herêmî Demîr Çelîk, endamên Meclisa BDP’ê, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, endamên Meclîsa Şaredariyê endam û rêveberên BDP’ê amade bûn. Di çalakiyê de bi kurmancî û dimilî pankarta “Îrade Şarema Kelemçe Kerdîş Nîbeno” vekirin. Di çalakiyê de parlemetera BDP’ê Ayla Akat Ata diyar kir ku ji sala 20097an heta niha 5 hezar siyasetmedarên kurd hatine binçavkirin û der barê gelekan de doz hatiye vekirin. Ata, anî ziman ku bajarên ku AKP lê bi ser neketiye dest bi operasyonên siyasî kirine û wiha got: “AKP’ê ji 14’ê nîsanê heta niha operasyonên li dijî partiya me li ser hev pêk anîn. Heta niha me li dijî vê fearestê têkoşîn da, em dê têkoşîna xwe bidomînin.”
ÎDIR: Li Îdirê jî bi heman armancê li qada Zubeyde Hamin çalakî hate lidarxistin. Komê di çalakiye de pankarta “Vîna me nayê kelepçekirin” ku posterê Şaredarê Îdirê M.Nûrî Guneş li ser hebû vekirin. Li ser navê komê Endame Meclîsa BDP’ê Oguz Ok, daxuyanî da û xwest hikumet dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin. DÎHA