‘Ji bo edaletê bila komîsyon bê avakirin’
Li Amed û Êlihê di çalakiyên ku yên bi dirûşma “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” haten lidarxistin
20/02/2011
Li Amed û Êlihê di çalakiyên ku yên bi dirûşma “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” haten lidarxistin de xizmên windayan diyar kirin ku li gelek deverên cîhanê edalet û derketina rastiya bi avakirina “Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan” pêk hatiye.
AMED: ÎHD’a Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” cara 106’an li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin rakirin. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Necîbe Guneş daxuyanî xwend û got ku ew di hefteya 106’emîn de jî dibin dengên xizmên windayan.
Piştî Guneş, birayê Îlyas Eren ê di 11 adara 1997’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê hatibû windakirin, Hanefî Eren çîroka windakirina birayê xwe vegot. Eren got ku birayê wî gelek caran hatiye binçavkirin û berdan. Herî dawî di 11’ê adara 1997’an de ji aliyê 4 kesên sivîl ên ku wekî polîs didin naskirin ve tê binçavkirin û careke din jê agahî nagirin. Hemû serîlêdanên wan jî bêencam dimînin.
ÊLIH: Li Êlihê jî xizmên windayan li Kolana Gulistanê hatin ba hev. Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokê BDP’a Êlihê Şehmus Aslan, Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temele, Serokê ÎHD’a Êlihê Osman Kundeş û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Li ser navê komê rêveberê ÎHD’ê Nîhat Ekîncî daxuyanî xwend. Ekîncî got ku di nava 8 salên desthilatdariya AKP’ê de li herêmê 607 kes ji aliyê hêzên dewletê yên wekî polîs, leşker û cerdevanan ve bi awayeke “kiryan nediyar” hatine kuştin. Ekîncî diyar kir ku têkoşîna wan gihîştiye asteke.