Bîlançoya HPG’ê ya îsal: 376 mirov mirin |
|
|
Biryargeha Navendî ya HPG’ê ‘bîlançoya şer’ sala 2010 ragihand. Li gorî bîlançoyê Artêşa Tirk 195 operasyon pêk anî. Di şerên ku çêbûn de, 283 leşker mirin û 93 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
|
31/12/2010
|
|
Taylan MÎRALAY – BEHDÎNAN/ANF
Biryargeha Navendî ya HPG’ê ‘bîlançoya şer’ sala 2010 ragihand. Li gorî bîlançoyê Artêşa Tirk 195 operasyon pêk anî. Di şerên ku çêbûn de, 283 leşker mirin û 93 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, her çendî KCK’ê biyara bêçalakîtî di sala 2010 de, operasyonên Artêşa Tirk berdewam kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Gerîlayên me ji bo biryara bêçalakîtiyê pêk bînin, sebrek mezin nîşan da û ji bo nekevin nava şer û pevçûnan hemû derfetên xwe seferber kirine”.
ÇALAKÎ PÊK NEHATIN
Li gorî daxuyaniyê, Artêşa Tirk di navbera 1’ê çile û 31’ê gulana 2010’an de 52 operasyon li dijî gerîlayên HPG’ê li darxistin. Di navbera van dîrokan de 6 êrîşên hewayî û 158 êrişên obus û hewanan pêk hatin. Biryargeha Navendî ya HPG’ê diyar kir ku 19 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û 100 endamên Artêşa Tirk mirin.
Di daxuyaniyê de 1’ê hezîrana 2010’an û 13’ tebaxa 2010’an wek ‘pêvajoya nîv şer’ hat binavkirin û hat diyarkirin ku di çarçoveya Hemleya Stratejîk a Qonaxa 4’emîn Çalakiyên gerîlayan yên di vê demê de Tirkiyeyê hejandin. Li gorî daxuyaniyê di van pêvajoyan de 58 operasyon pêk hatin, 42 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û 152 leşkerên Tirk mirin.
OPERASYON ZÊDE BÛN
Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ku her çendî KCK’ê di 13’ê tebaxê de biryara bêçalakîtiyê girti be jî, operasyonên Artêşa Tirk zêde bûn. Li gorî daxuyaniyê ji 14 tebaxê heta 28’ê cotmehê Artêşa Tirk 85 operasyon li dar xist, 7 êrişên hewayî pêk hatin. Di navbera van dîrokan de 32 gerîla jiyana xwe ji dest dan û 32 leşkerên tirk hatin kuştin.
|
476 |
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...
Nisan 7, 2011
Kategoriler: HABER . Etiketler:14, 28’ê, 32, 7, 85, Artêşa, êrişên, û, Bîlançoya HPG’ê ya îsal: 376 mirov mirin, cotmehê, dan, dar, dîrokan, de 32, dest, di, gerîla, hatin, heta, hewayî, ji, jiyana, kuştin, leşkerên, navbera, operasyon li, operasyonên Artêşa Tirk zêde bûn. Li gorî daxuyaniyê, pêk, tebaxê, Tirk, van, xist, xwe . Yazar: amedtimes . Comments: Yorum bırakın